Atîlla Barişer, bi vê romana xwe, me dibe pişta deriyên hesinî û di wira de asê dike. Me li ber çoga jinek ku bîst salên xwe di zindanan de bihurandiye dide rûniştandin. Ew lehenga bê nav û deng, bi dest û dilê me digire û rêwîtiya me ya xembar dest pê dike. Em bi hev re li hemî qul û quncên jiyana wê digerin. Em pê dihesin ku girtiyên azadiyê çima tên girtin, çawa tên girtin, çawa tên darizandin û bi dehsalan di zindanan de çawa ber xwe didin, çawa dijîn, çi difikirin û çi dikin.
Rûpela bîst û nehemîn, hewar û qîrînek e ji zindanan deng vedide.
Li ser navê dayikek girtî darizandina sîstemê ye û di heman demê de diyariyek piçûk e ji boy hemî jinên ku di girtîgehan de mane û hê dimînin.
Roman ji aliyê Nivîskar Atiîlla Barişer ve hatiye nivîsîn û ji aliyê weşanxaneya Do ve hatîye çap kirin. Çapa yekem di sala 2014an de derketiye û ji 107 rûpelan pêk tê. Nivîskar Barişer ji Mûş a Serhedê ji bakurê Kurdistanê ye. Di sala 1974an de hatîye dinê û gelek pirtûkên wî hatine weşandin.
Kerem Tekoglu
Like this:
Like Loading...