Ji qijalkekê ber bi tunebûnê ve

Tenêtî çi ye?

Kafka dibêje bextewarî ye.

Virginia Woolf dibêje hezkirin e.

Schopenhaure dibêje azadî ye.

Bi min tenêmayîna bi xwedê re ye weke helbestê.

Bi we çiye?

Berî ku ez bersivên we bigirim min pirsa xwe li “Qijalk”a  Fewzî bîlge kir.

Nivîskarek li ber perava Hazarê di xaniyekî de bi tena serê xwe dijî, li wir dikeve nava tengezariya nivîsê, -hînê tenêtiyê bûye- ji nişka ve yek dibe mêvanê wî. Ev yeka ne mirovek e qijalkeke reşik e. Demek kurt li ba nivîskêr dimîne û nivîskar êdî tenêtiya xwe ji bîra dike, ew jî di hundirê xwe de dikeve nakokiyan, gelo hê jî bi tenê ye an hevalbendek jê re çêbûye? Li gel nivîskar bi hebûna qijalkê aciz e jî jê hez dike weke mêrê ku dilpîsya jina xwe bike ew jî dilpîsyan li qijalkê dike, naxwaze ji bilî wî kes bi qijalkê re be bi gotineke din ji bilî xwe ti yaran jê re qebûl nake.

Qijalk nebe jî hebûna tiştekê ango zindewarekî ji bo nivîskêr dibe sebeba jibîrkirina tenêtiyê.

Piştî demeke kurt qijalk ji cem mêrê xwe ango hezyarê xwe yî platonîk diçe, kes nizane bi ku ve çûye, nivîskar di ser ewqas tengezariyan re dikeve tatêla çûyîna qijalka xwe. Ew qijalk bere bere ji wî re bûbû hevalbendek bêziman (her çiqas du seet şeşê sibê de bi wî dengê xwe yî nexweş nuvîskat ji xew rake û nivîskar aciz bike jî ne diaxive ne sohbetekê dike).

Piştî çûyîna qijalkê tirsa tenêtiyê belbî jî hêrsa xîyanetê davêje ser nivîskêr. Wî tengezartir dike ku êdî nikare ji bilî fikirandinê tiştekê bike heta wisa dibe ku nivîskar ji tenêtiya xwe ditirse û xwe bixwe diaxive.

Li gor serqerekterê vê pirtûkê tenêtî, îd e ku ji bo destxistina wê mirov gelek êşan dikêşe û di dawiyê de hewcedariya kesan hîs dike.

Dixwazim çend tiştên din jî di derbarê vê berhemê de bibêjim wek mînak zeman, mirin, tunebûn hwd.

Li gor nivîskar zeman tişta herî qewî ye ku her tişt di hundirê xwe de dimehîne serdestiya her tiştî dike. Evînê di xwe de zindewar dike û dikuje. Zindewaran li pê xwe dihêle, ji miriyan re mazûvaniyê dike, demeke kurt mohletê hilmê da ku bibe giyanwer û piştî demekê wê jî difetisîne.

Ancax mirov karibe bi zemên re hevaltiyê bike ku zeman mirov jî di xwe de nekuje.

Di pirtûkê de(qijalk) nivîskar bi devoka Mêrdînê emel kiriye û gelek biwêj û sixêfên devokî bikaraniye ev yek jî wêrekiya nivîskêr ki ber çavan radixe ku ji polîsên exlêq nareve berovajiyê vê argoyên civaka xwe jî dixe nava edebiyata kurdî. -Xwezila çend sehneyên erotîzmê jî lê zêde bikiriba.-

Pirtûk ji hêla sêwirandinê ve hinek kêm e ango nivîskar aksiyonek li berhema xwe zêde nekiriye. Belbî ev jî ji ber ku nivîskar rêbaza rewşî bikaranîbe loma ye lê bi min diviyabû hinek aksîyon jî tev li berhemê bikira da ku dilê xwende bêtir bi serqerekter bişewitiya.

Nivîskar di berhemê de êrîşên ser Sûr û Cizîrê jî bi kurtasî zikir dike bi min ji ber ku nexwestiye ew êşa bindestiyê ku li edebiyata kurdî bûye bela û weke her kurdekî di cihek çîroka wî de xwe nuxumandiye zêde pirole bike ango tenê xwestiye bi me bide nîşan ku ev berhem di wan deman de hatiye nivîsîn zêde bi ser de neçûye. Belbî diviyabû hinek kûrtir bike lê nekiriye, dîsa jî siheta wî xweş be.

De ka îcar hûn bibêjin tenêtî çiye?

Dilbirîn Dilo

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply