Ji Nûbiharê Du Pirtûkên Nû

Dengbêj Mehmûdê Hesê Antolojiya Dengbêjan 4

Ömer Güneş & İbrahim Şahin

Eger em bi zanistî li çîrok, helbest, stran, metelok, roman û li nivîsên din binêrin, em dikarin pir agahiyan li ser mejûyê kolektîf yê civaka Kurd fêr bibin. Dengbêjî jî perçeyekî girîng e di edebiyata Kurdî ya herî kevn de. Ev stran me dibin li gel bapîrên me û bûyerên herî kevn. Em wiha dibin perçeyekî dîroka xwe ya devkî (oral history) û dikarin wan êş û tadeyên hatine serê gelê me fêm bikin. Ev jî rê ji bo paşeroja me vedike.

Dengbêjî bi gelemperî, stranên Mehmûdê Hesê jî bi taybetî elementekî bîranîna dîroka gelê Kurd e. Ev edebiyeta devkî ya Mehmûdê Hesê ku ji aliyê mamosteyên hêja Ömer Güneş û Îbrahim Şahin ve bi sistematîk, zimanekî zana û xwezayî hatiye amadekirin, divê ji aliyê her kesekî ve were xwendin. Pirtûkeke wiha ye ku bi xwendina wan stranan di mejûye mirov de awaz bi awaz li hev dihûne û giyanê me dibe deşt û newalan, çiya û rûbaran, dibe nav şer û evînan. Ev pirtûk divê li her malekê hebe.

Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan

———————————————————-

TARÎXA MEYAFARQÎNÊ

Îbnu’l-Ezreqê Fariqî (1117-1181)

Çevirmen: Emîn Narozî

Ev kitêba bi navê Tarîxa Meyafarqînê, derheqê Dewleta Merwaniyan de çavkaniya sereke ye. Ji hêla Îbnu’l-Ezreq ve (1116-1181) hatiye nivîsîn, ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye; lewma nîsbeta wî bi awayê el-Fariqî ye.

Ev kitêb, yek ji wan berheman e ku mîna Ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek agahiyên berfireh î girîng pêşkêşî me dike. Belkî ji navê kitêbê yê Tarîxa Meyafarqînê tê gumankirin ku Îbnu’l-Ezreq, hew li ser bajarê Farqînê û bûyerên wê nivîsiye; lê ya rastî ew çawa li ser avakirina Farqînê ya kevnar ku di serdema Bizansî û Sasaniyan de pêk hatibû, agahiyên dûr û dirêj dide; herweha ew gelek agahiyên berfireh î girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê de jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan/dozdeyan, ku Îbnu’l-Ezreq bi xwe jî tê de jiyaye.

Ew, ji bilî agahiyên giştî li ser xelîfeyên Emewî û Ebasiyan digel desthilatdarî û xanedaniyên serdest û bindest ên hawirdorên xelîfeyan -mîna Buweyhî, Selçûqî û yên din-, ew li ser xanedanî û desthilatên tabi‘ên wan jî rawestiyaye. Ji nav wan jî ew bi taybetî li ser mîrnişînî û xanedaniyên ku li Meyafarqîn û Amedê digel navçe û herêmên ser wan hikûm kirine, disekine. Lê herî bêhtir jî ew agahiyên berfireh li ser desthilatdariya Hemdanî, Merwanî, Artuqî û Sekmanên Xelatê dide.

Herweha ew bi kurtî be jî li ser navçe û deverên ser Diyarê Bekir û hinek jî Diyarê Muder (Tor) rawestiyaye. Û carna jî şaxa xwe avêtiye heya Welatê Jorîn û Qafqasan; mîna Abxaz, Gurc û yên din jî. Çawa ku kêm-zêde tibabek agahî li ser dewleta Zengî û ya Eyyûbiyan jî daye.

Wî li ser dema Nûreddîn Zengî, rêwingiya ber bi Misrê ve ya Şêrkoh îbn Şadî û biraziyê wî Selaheddînê Eyûbî û rêwîtiya Necmeddîn Eyyûb ya dûvre jî agahiyên kurt dane.

Weşanxaneya Nûbiharê, sala 2014an pêşîn çapa vê kitêbê ya Erebî -bi amadekariya Dr. Kerîm Farûq el-Xûlî & Yusuf Baluken- weşandibû, vêga jî çapa wê ya Kurdî/Kurmancî -bi wergera Emîn Narozî- diweşîne.

 

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply