Çima zewac piştî zarokbûnê diheje?

Her çend çêbûna zarokê bi kêfxweşî were pêşwazî kirin jî, di têkiliyên herî xurt de jî dibe sedema pirsgirêkan.

Lêkolîn nîşan didin ku piraniya girîng a têkiliyan piştî zarokbûnê diguhezin. Li gorî lêkolîneke 2021an ji hêla Zanîngeha Bernê ya Swîsreyê ve, asta razîbûna zewacên bi dêûbav an bê dêûbav di 10 salên pêşîn ên zewacê de kêm dibe û bi gelemperî diguhere.

Lêbelê asta tatmînbûna kesên ku dê û bav in ji yên ku ne dê û bav in kêmtir e.

Her ku hejmara zarokan zêde dibe, asta razîbûna ji têkiliyê kêm dibe. Rêje bi taybetî ji bo dayikên zarokên nûbûyî kêmtir e: ji sedî 38 ji dayikên zewicî kêfxweşiya xwe ji têkiliya xwe diyar dikin, di heman demê de ev rêje ji bo jinên zewicî yên ku zarokên wan çênebûne dibe ji sedî 62.

Ne ecêb e ku dêûbav têkiliyan da zehmetîyan dikşînin. Ji bo pirraniya hevjînan, faktorên wekî danûstandin, nêzîkbûn û dema bi hev re derbas kirin, ku di psîkolojiyê de hêmanên têkiliya “parastî” têne binav kirin, bi hatina zarok/an bi neyînî bandor dibin.

BBC

Derbar Çand Name

Check Also

Di Toreya Kurdî De Nasnavê Jinan

Ciwanên Hêja! Di Toreya Kurdî de rûmeteke pir zêde ji bo jinan heye. Rûmeteke wisan …

Leave a Reply