Ji Nûbiharê 7 pirtûkên nû hate weşandin

Ji weşanxaneya Nûbiharê 7 pirtûkên nû hate weşandin. Bi kurtî nav û naverokên wan  yek bi yek li jêr in;

 

1-Welatê Sosinên Spî Fînlanda

Nivîskar: Grîgori Petrov

Werger: Medenî Öğüt

‘’Teqan, teht û zinar bi para me ketin; lê me ev der veguherandin welatê çand û şaristaniyê.’’

Ev hevok, puxteya têkoşîna pêşketina gelemperî ya neteweyekê ye ku digel hemû zorî, zehmetî û şertûmercên xwezayî yên dijwar bûye yekwucûd û gihîştiye armanca xwe. Ne madenên wan hebûn ne jî erd û axa wan a berhemdar; dewlemendiya wan a mezin dibistanên wan bûn. Di van dibistanan de mîna ku avê bidin ber polayî, hiş û giyanê zarokên xwe hêvisandin û bi pêşengiya çend rewşenbîrên xwe yên bi qasî tiliyên destan ji welatekî teqanan, teht û zinaran welatekî çand û şaristaniyê yê ji her hêlê ve pêşketî ava kirin.

Mirov dikare bibêje ku ev berhema giranbiha ji bo netewesaziya gelên bindest an jî ji bo neteweyên ji trêna pêşketinê paşdemayî rêbereke hêja ye. Lewra mîna mîmarekî mahîr di hiş û dilê mirov de hişmendiyeke netewî ava dike û hestên wekî xîret û hemiyetê biperwaz dike.

Welatê Sosinên Spî Fînlanda, çîroka pêşketin û hevkariyeke wisa ye ku dê her netewe di vê berhemê de ji dîroka xwe rêçan bibîne.

 

2-Cilên Qral ên Nû

Nivîskar: Hans Christian Andersen

Werger: Leyla Alûcî

Di zemanekî de Qralekî qure û jixwehez hebû, Wî ji cil û bergan gelekî hez dikir. Hemû mal û milkê serayê li ser cil û bergan xerc dikir.

Ew kengî biçûya derve, li seraya xwe merasîm dida çêkirin. Dema biçûya şanoyek yan şahiyekê hemû bala wî li ser cilên wî bû. Tenê bi cilên xwe eleqedar dibû. Welatiyên wî ne di bîr û bala wî de bûn. Wî dixwest her kes pesnê bedewbûna wî bide. Ji nîşandana cil û bergên xwe pêve li tiştekî din nedifikirî.

 

3-Süleymaniye’den İstanbul’a

Bir Kürt Aydını Emin Feyzi Bey’in Hatıraları (1862-1929)

Nivîskar: Kürdoloji Çalışmaları Grubu / Koma Xebatên Kurdolojiyê

Proje Koordinasyonu: Serhat Bozkurt – Mesut Arslan

Hazırlayanlar / Amadekar: Alişan Akpınar, Mesut Arslan, Tahir Baykuşak, Sezen Bilir, Hüseyin Bozdağ, Serhat Bozkurt, Halil Çubuk, Namık Kemal Dinç, Ayhan Işık, Salih İbrahimoğlu, Bahadîn H. Kerboranî, Volkan Mantu

Süleymaniyeli Mehmet Emin Feyzi Bey, Osmanlı’nın son döneminden Cumhuriyet’e sarkan dalgalı bir ömrün sahibidir. İmparatorluğun farklı yerlerinde asker, mühendis, eğitimci ve kütüphane memuru olarak görev yapmış ve pek çok olaya şahit olmuştur: İstibdat, II. Meşrutiyet, eşkıya takipleri, sıkıyönetim mahkemeleri, ordu ve bürokraside adam kayırmalar, tasfiyeler, Cihan Harbi, Ermeni sorunu, Kürdistan Teali Cemiyeti, mütareke, Kurtuluş Savaşı ve nihayet Cumhuriyet.

Bu kitapta askerî eğitimden matematiğe, Osmanlıca şiirlerden ilk Kürtçe şiir antolojisine, materyalizme reddiyeye kadar ardında çokça eser bırakmış ama unutulmaya yüz tutmuş bir eski zaman efendisinin hayatını, şahsi çilesini ve döneminin buhranlarını kendi kaleminden okuyacaksınız.

Kendisinin yazması mümkün olmayan sonunu da İbnülemin Mahmut Kemal yazar: ““Mumâileyh, son zamânlarında Üsküdâr’da bir handa ikâmet eyledi. Felc isâbet etmekle Haydarpaşa Hastahânesine yatırıldı. Bilâhare Bursa, Gümüşsuyu, Gurabâ-yı Müslümîn Hastahâneleri’ne, daha sonra Bakırköyü’ndeki İlel-i Aklıyye Hastahânesi’ne, nihâyet Dârü’l-Âceze’ye nakl olundu. 25 Zilkide 1347 (6 Mayıs 1929)’da Dârü’l-Âceze’de vefât etdi. Kasımpaşa’da Ok Meydânı’nın alt tarafındaki tekke civârına defnedildi.

 

4-Ji Hewşa Xelkê-Guldesteyek ji Kurteçîroka Almanî-

Nivîskar: Dr. Abdullah İncekan

“Ji Hewşa Xelkê”, kevirekî piçûk ê rengîn e ji mozaîka edebiyata cîhanê.

Ew dide pey awayek ji awayên çîrokan: 15 kurteçîrokên Almanî vê carê bi Kurdî, kul û gulên ji kûrahiya dil û mêjî radixînin ber çavan.

Heft nivîskarên navdar ên Almanîaxêv; serpêhatî û azmûna mirovahiyê, derd û kulên mirov, mîrateya şer, mêtingerî û netewperestiyê, êşa zaroktî û ciwantiyê bi şêwe û awayên cihê cihê dihûnin.

Tevahiya van kurteçîrokan di edebiyata Almanî de xwedî-cîyekî qaîm e. Ji ber hindê di antolojî, berhevok û kitêbên dersan de jî wek nimûneyên herî baş cî digrin.

 

5-Şebçirax

Romana Melayê Cizîrî

Nivîskar: Gülistan Çoban

“Melayê Cizîrî edebiyatnasekî Kurd ê sedsala XVIan e. Şairê qesra mîr û hukumdarê hukumeta Cizîra Botanê, nûnerê dewra muqtedîr û serdestiyê ye di dîroka edebiyata Kurdî de. Ew şairê qesr û dîwanê ye. Di helbesta wî ya lîrîk û coşîş de hêmanên ruh ên wek îhtîşam, hessasiyet, xwebawerî, ciwanî û baldarî derdikevin pêş. Lewma Mela banê estetîka helbesta Kurdî temsîl dike.

Şebçirax romaneke biyografik e û bi çîroksaziyeke pisporane xwînerê xwe derdixe rêwîtiyeke rewnaq. Di kuçe û kolanên bajarê xewn û xeyalan, Cizîra Botana qedîm de dide gerandin. Li warê Dîcle û Firat, li welatê mîr û medreseyan, li Kurdistana dewrana zêrîn dike mêvan. Her wisa xwîner dike rêhevalê naveroka riste û beytên Mela, hevaldersê tehsîla wî û hemderdê işqa wî ya dilêş û dilgeş.

Romana Şebçirax ji hêla vehunandinê ve jî tiştne nû dibêje. Her wisa ji aliyê ziman, bêjar û çîroksaziyê ve jî xwedî îddiayeke alternatif û avakar e di romana Kurdî de. Hasil ŞEBÇIRAX bi şewq û şemala xwe ronahiyekê direşîne li ser tarîtiyên dem û serdeman.”

 

6-Newayên Mutrib û Çengên Kurdan

Nivîskar: Ebdulkerîm Surûş (Ariyas)

Armanca vê kitêbê beyankirina beşek ji nêrînên etnolojiyê-gelnasiyê û nîşandana çanda gelêrî li pişka stran û awazên Kurdî, danasîna alav û amûrên muzîkê û danasîna hinek hunermendên navdar e. Armanceke wê ya din jî nasandina beşên curbicur ên stran û awazên Kurdî ye.

Rengînî û dewlemendiya folklora Kurdî, ji mêj va bala gelek rojhilatnas û Kurdnasan kişandiye. Çimkî tu çi bixwazî, di nava evê gencîneya bêhempa da heye. Beşeke girîng ji vê gencîneyê edebiyata devkî ye. Edebiyata devkî jî ji hêman û berhemên curbicur pêk tê. Berhemên evê edebiyatê jî ne malê nivîskarekî ne ; ew malê tevahiya gel in. Ji edebiyata devkî ya Kurdî pişka ku naveroka wê ji hêla dîrokî va herî xurt, pişka stran û awazê ye. Ev pişk di çanda Kurdî da pir dewlemend bûye, pêşda çûye, berfireh bûye û hema mirov çi bixwaze, dikare di nava wê da bibîne.

 

7-Fonemên Kurdî ên Kurdolog û Seyyahên Rojavayî (1787-1887)

Nivîskar: Raif Yaman

Bi sed salan e kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî bala xwe dane ser ziman, folklor û edebîyata Kurdî. Lînguîst û fîlologên kurdan ên di karên xwe ên lînguîstîk û fîlolojîk da ji xebatên van kurdolog û seyyahan sûd wergirtine pir kêm in. Heta nuka di nav Kurdên bakurî da kêm kesan xebatên fonolojîk ên bi pîvanên lînguîstîk li ser fonemên Kurdî ên van kurdologan pêk hanîne. Ev ji bo me kêmasîyek bû. Ev xebat carek din bi me dide xwîyakirin ku lêkolîn û analîzên li ser awayên nivîstina Kurdî ên kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî ên sedsala pêşîn a kurdolojîyê çi qas muhîm in. Kurdolog û seyyahên Ewrûpî û Amerîkî ên di sed salên pêşîn ê kurdolojîyê da bala xwe dane ser ziman, edebîyat û folklora Kurdan kî ne? Karê wan ê aslî çi ye? Van kesan Kurdî çawa nivîsîne? Çi qas rast, çi qas şaş nivîsîne? Di derbarê zarûzimanê Kurdî da çi gotine? Di kîjan warên fîlolojî û lînguîstîka Kurdî da xwedî berhem in? Di vê kîtabê da bersîvên van pirsan hene.

Çandname

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply