Ebeda

Gava ku kalê min nivişta rêyê bi stûyê min ve kir, min fêm kir ku çi li pêş min e: Guherandin û xwedîtîn!  Min hemû demên zemên kiribûn heqeba xwe û ketibûm rê.  Min navê bê dawîbûne kiribû: Ebeda!  Her tiştê min girêdayî Ebedayê bû.

Min bi Ebedeyê ve dest bi rêwîtîya xwe dikir,  bi Ebedeyê ve rêwîtîya xwe didomî, bi Ebedayê ve rêya xwe didît.  Ebeda dişibû dapîra min, bi temenkurtbûna xwe ve. Ebeda dişibû bapîra min, bi ken û bişirîna xwe ve. Ebeda dişibû xwişka min, bi xewn û xeyalên xwe ve. Ebeda dişibû amojneya min, bi rû û rûmeta xwe ve. Ebeda dişibû pîrika min, bi çîrok û vegotinên xwe ve.

 

Di navbera êş û eşqê de asê dimam.  Di navbera êş û eşqê de diçûm û dihatim. Di navbera êş û eşqê de dihatim benda xwe:  Tim hêlekê min dibû êş, hêlekê min dibû eşq. Tim Ebedayê eşq bi xwe re dibir, êş dibû para min. Min nedikarî xewnên xwe tabîr bikim.  Min nedizanî xeyalên xwe bilêv bikim.

Min nediwêrî nivişta kalê xwe, vekim û bixwînim.

 

Min evîna te di hîyeroglîfên Sûmerîyan de dît, Ebeda.  Eşq dîsa bi tenê bû, ji her kesî, ji her tiştî hatibû veqetandin. Ez rabûm qiyama xwe, benda dawîbûna rêwîtîya xwe bûm. Tim rûyê evînê ber bi vir bû, yê eşqê ber bi wir bû.  Stirîyên eşqê di dilê min de dihatin xware, min dest bi konçertoyekê din dikir,  dest bi senfonîyekê din dikir, dest bi destpêkekê din dikir. Destanên navdar dihatin bîra min: Îgor û Şînto, Îlyada û Odysse, Ramayana û Kalevala, Beowûlf û Nîbelûngen,  Chanson de Roland û Le Cîd.

 

Denga min bibihîze Ebeda, ez dîsa bêcih dimirim,  dîsa êvarên min sor dibin, dîsa hirkayê payîzê li xwe dikim. Ez ketim çilexaneya te û tê de derneketim Ebeda.  Nikarim, naxwazim tê de derkevim.  Xeribîya xwe diçînim di axa dilê te de,  roj di çavên min de der tê û di çavkanîyên min de diçe. Deyndar hatibûm dinyayê, deyndar diçim ji dinyayê. Bi eşqa te deyna xwe didim Ebeda. Nivişta kalê min şahidê min e!

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply