Ji Ewladên Kurd ên Rewşenbîr û Ciwan Re!…

Ji Ewladên Kurd ên Rewşenbîr û Ciwan Re!…*

Werger: Janda Serfiraz

Ji bo armanca mafê xwe yê neteweyî meşrû bikin, bi baweriyeke saxlem ketina qada siyasetê re şoreşa azadiyê ya sala 1908an heta îro heke hûn qonaxên têkoşîna me ya neteweyî bixwînin, hûnê bibînin ku sedemê sernekeftîbûna me ya herî mezin nezanîna me ye.

JAMEEL PASHCAS, Mala Cemil PaşaBelê, dijminê Kurdan a herî me- zin nezanîna wan e. Me, xwe di heyamên gelek dirêj de bi tewekuleke dînî radestê hikûmetên xilafetê yê xêrnaxwazê kurdan kiriye û hîç pêwendî nîşanê hestên neteweyî nekiriye, bi telqînên bêhişker di bin giraniya cehaletê de tehde dîtiye. Bi ser de jî wek ev yek ne bes e, bi kiryarên hincirker yên wek derbên çakûçê ku li ser serê me teqereq dikin, roj bi roj me kerrtir kirine.

Bêguman bi awayekî nermûsankî û di nav tewekulê de, tehemûl kirina gellê me yê li hember vê zilmê, ew kesên ku dibêjin em alim û “ruesa” (serokên eşîran û hwd.) in berpirsiyar in. Di vê yekê de tu tawan û xeletiyekê rebenên ku wek ­girseya ji dinê bêhay tête navkirin­ tuneye. Wan bi tewekuleke ji dil, baweriya xwe bi “mezinên” xwe anîne û bi wan ve hatine girêdan. Mezinê her çînê jî ji bo berjewendiya xwe, piştguhkirina derdê gellê xwe û ne’eleqedarbûna bi wan re rewşa îro derxistiye holê. Di nav têkiliyên navneteweyî de şeref girtina netewekî, girêdayê serfiraziya kefareta (cehd û zehmeta) jiyana wî ye. Ev yeka han jî bi mercên têgihiştina ramanî û pêşveçûna aborî ve tê peyde kirin.

Neteweyên ku ji civata ferdan pêk tê, di kefaret û dueloya jiyanê de, bi bilindbûna wesfên kesayetiya ferdan ve serkeftî dibe. Bi saya rewşenbîrên ciwan ên ku perwerdehiyeke xurt dîtine, bi tehemmulkirina bêpariyê de wek nûçevanek fidakar û ronakdar, bi ketina nav girseya gel ve di nav kal û pîran de bi afirandina hestên neteweyî, bi hînkirina xwendin û nivîsandina zarokên kurd, bi zimanekî ku ew fêhm bikin, wan bikin kesên xwedan raman, ew dem dê destxistina vê ewleyiyê gengaz bibe. Ne bes e ku zarok tenê fêrê xwendin û nivîsandinê bibin, divê ew wek xwedan nêrîn jî bêne perwerde kirin. Xebatên neteweyên balqanî yên sedsal berê ­ku kêmzêde halê wan jî mîna halê me yê niha bû­ divê ji me re bibe mînak. Ev gelên ku di bin zilma Osmaniyan de feryad û fîxan dikirin, zarokên xwe bi hemû hebûna xwe di hêla ramanî de perwerde dikirin. Ciwanên ku perwerdehiya xwe diqedandin, di şûna refaha ku ji wan re dihat wehdkirin de, di gundên ku ji her tiştî bêparmayî de bi cih dibûn, zarok didan xwendin, ji bo zelalbûna ramanan xebitîn û bi vî awayî rêberiya welatparêziyeke heqîqî û ji dil heq kirin. Di bajaran de cihên bikonfor de çarmêrkî rûneniştin û virên bêkiras negotin. Di dawiyê de hem ji nîrê mehitok yê dewleta Osmaniyan filitîn hem jî di nav neteweyên cîhanê de cihekî bişeref girtin. Ew neteweyên ku rewşenbîrên xwe yên alîkarxwaz di nav xwe de dihewînin û wan hêmbêz dikin zûzûka hişyar dibin û ji bo doza netewa xwe ji fedakirina nefsa xwe natirsin. Rewşenbîrên ku têkilê nav gel bibe, dê di felaketa gel de bi wan re binale û şadiya wan jî parve bike, ji ber vê yekê jî dê evîna gel qezenç bike û bi vî awayî jî dikare berê gel bi rehetî bide bidestxistina armanca neteweyî.

Kadri Cemilpaşa - Vikipedi

Ciwanên rewşenbîr, ger hûn bikevine nav gelê xwe û li ser bingehên demoqratîk bixebitin, pê bawer bin ku hûn ji bo gelê xwe xizmeta herî mezin dikin. Ferdê ku bi perwer- deyeke ramanxweşî ve digihêjin, ji bo destxistina mafên neteweyê di fedakirina canê xwe de nakeve fikariyê. Di bin zordestiya rêvebirên zalim ên ku ferdan di bin zordestiyeke giran a millî de dieciqînin, dide nîşan ku bi vî awayî domandina xebatan gelek zehmet e. Lê ji bo ku gelê me bi lez şiyar bibe, tişta ji meziyet û fitrata gelê me tê ku ji bo rêya xelasbûnê a rast a li hember tiştên herî dijwar bi inyad destxistina serkeftinê ye, ev yeka tê hêvi kirin. Digel vê yekê mijarên hesas yên hemû perçeyên Kurdîstanê rûbirû maye û şertên rêveberiyê bêne ber çavkirin û îmkandîtina ku xebatên meriv bigihîne encameke kêrhatî, hewcehiyeke welatparêziyê ye. Bo holêrakirina çavnebariya di nav gelê me de ku yek xêra ya din naxwaze û mixabin bi hêla hikumetên mewcûd ve tê nixafkirin, wek welatperwerê me yê mezin

Kadri Cemil Paşa - BiyografyaEhmedê Xanî gotî sedemekê berz a mîna nepejirandina minetê be jî nexweşiya ku koka gel dikoje divê bê berteref kirin, hewildana afirandina yekitiya ramanekî millî û xebata ji bo pêkanîna vê yekê divê di nav xizmetê me yê herî girîng de bê hesibandin, wek bingeha çalakiyên me be. Ew neteweyên ku zimanê xwe parastine, miftaha stara xwe di berîka xwe de digerînin. Ziman bingeha kesayetiya me ye. Neteweyên ku zimanê xwe diparêzin, gava ku keysa xwe bibînin diyar e ku dê derfeta azadiyê bibînin, divê em jî parastina zimanê xwe yê xweşik û şirîn bi hemû hebûna xwe ve wek meselaya man û nemanê bibînin.

Divê em, ji her firsendê sûd werbigirin da ku zimanê me di nav me de bibe zimanê nivîskî û tevgerên me yên li gor vê yekê di nav erkên me yê herî mezin de ye. Divê kurdiya ku bi hezar sal beriya niha, di rojhilata navîn de di nav zimanê herî birûmet û herî bikêrhatî de cih digirt, em vegerînin li ser rojên berê, qîmeta wî bidinê û ji nû ve vejînin.

Netewa me neteweyek wisa ye ku di bin hikmê qebîleyên Moxol ên wek moriyan di nav Asyaya navîn de bi bobelata xwîn û mirinê ve ji bo ku zikê xwe yê birçî têr bikin û ji xwe re cih û warek peyda bikin hatin de maye û di nav mehrumiyeta azadiyê de jî her tim giyandar maye, di bin nîrê herî giran de jî hebûna xwe parastiye, karibûye navê Kurd bilind bigire. Divê her Kurd pesnê vê yekê bide. Mezinahiya netewa Kurd a di nav neteweyên cîhanê yên herî mezin de xwedan cih bûye, bi bedewî û serweta xwe ya sirûştî ve navdariya welatê Kurdan, rojek belkê jî di demekê zehf nêzik de dê serxwebûna xwe dest bixe, divê baweriya me bi vê yekê hebe, bi xebatên xwe yên dilnizm, bêdeng û bitemamî ji doza kesayetiyê dûr ve hewl bidin da ku em vê yekê bilezînin.

Em ji bo ku xwe wek ewladê mezinên me yên berê yên ku di mezopotamyayê de netewa Kurd netewa herî şareza û qedîm dane nîşan û dewrên ew qas xweş û geş bi gel dane jiyîn bibînin, divê em her dem bi gavên saxlem ber bi armancek ve bimeşin. Her pêş, her dem pêş. “Ey xortên şêr û şepal biderin gotinên vî sal dîtî”

Ev nivîsa ku bû neynika gihanekên bîranînên têkoşînekê şêst salî, divê bi Kurdî bihata nivîsandin. Lê mixabin bi destê dewletên şowen ve mafê herî sirûştî ye ku bi zimanê dayikê perwerdehîyê de qedexeyên li ser Kurdan bu sedem ku ez nikarim gerekên van bûyeran bi kurdî vebêjim û heyfa xwe lê tînim ku mecbûr mam tirkî binivîsim.

* Ev nivîs ji pirtûka Zinar Silopî ya bi navê “Doza Kurdistan­ – Kurdistan Davası” hatiye wergerandin.

Çavkanî: Kovara Pêngav – Hejmara 3yem (2011-2012)

Derbar Çand Name

Check Also

Fikra Netewî û Pirsgirêka Kurd – Mücahît Bilici

Selamûn Eleykûm! Ey gelê Kurd, hun bi xêr hatin! Û Gelên Tirkiyê, hun bi xêr …

Leave a Reply