Ezê ji te re nebêjim neçe
Tu dicemidî cakêtê min bigire
Saetên herî xweş ên rojê ne vana
Li bal min bimîne
Ezê ji te re nebêjim neçe
Dîsa jî tu zanî
Derewan dixwazî derewan bibêjim
Tê biêşî
Ezê ji te re nebêjim neçe
Lebelê neçe Lavînya
Ezê navê te veşêrim
Tu jî nizanibe Lavînya
Özdemir Asaf
Ji Tirkî: Jiyan Jiyanar