Ji bo hêsankirina jiyanê…

Sadebûn; hevseng, azadî û şahiyê ji mirov re tîne. Gava ku em dest bi sade jiyandinê û feydeyên wê sadebûnê di jiyana xwe de bibînin, em dest bi pirsa din dikin, “Gelo ez dikarim çi di jiyana xwe de ji holê rakim ku min mijûl neke û rasterast bala xwe bidim ser tiştên bingehîn?”

Li gorî axaftin û çavdêriyên bi kesan re hatine amadekirin, 9 tiştên herî girîng ên ku hûn hewce ne ku di jiyana xwe de bicîh bînin da ku hûn jiyanek hevseng û xweştir bimeşînin ev in:

 

1- Erkên we yên demkî

Gelek ji me bi terxankirina wextê xwe ji bo mal, jiyana kar, zarok, bûyerên civatê, hobî û gelek erkên din, roja xwe bi tevahî tijî dikin. Kengê ku gengaz be, hewl bidin ku erkên ku ji bo we ne mecburbin ji jiyana xwe derxin.

2- Armancên we

Hejmara armancên ku hûn bi rastî hewl didin ku bigihîjinê divê yek an dudu bin. Ger hûn vê hejmarê kêm bikin, hûn ê şiyana xwe ya balkişandinê zêde bikin û rêjeya xwe ya gihîştina van armancan zêde bikin. Tiştên ku hûn dixwazin di jiyanê de bi dest bixin navnîş bikin û du yên herî girîng hilbijêrin. Dema ku hûn yekê temam bikin, yekî din li navnîşê zêde bikin.

 

3- Ramanên we yên neyînî

Piraniya hestên we yên neyînî bi tevahî bêkêr in. Hestên wek kîn, reşbîn, nefret û çavnebariyê jîyana tu însanî baştir nekiriye. Hizrên xwe kontrol bikin. Birîn û pirsgirêkên xwe yên berê ji bîr bikin û ramanên xwe yên neyînî bi yên erênî biguhezînin.

 

4- Deynên xwe

Ger deynên we we dîl digirin, wan kêm bikin. Vê niha de dest pê bikin. Ji bo derbaskirina vê zextê çi ji destê we tê bikin. Bigerin û alîkariya ku hûn hewce ne bibînin. Îro fedakariya xwe bikin qurban, li azadiya xwe ya sibe xwedî derkevin.

 

5- Hevokên we

Kêmtir peyvan bikar bînin. Axaftina xwe de samîmî û durust bimînin. Ku mebesta te çi ye bêje. Dûr e gotegotan bisekine.

 

6- Xwarinên sûnî yên ku hûn dixwin

Ji rûnên sûnî, nanê spî, berhemên bi şekir û xwêya zêde ji xwe dûr bixin. Kêm xwarina van maddeyan dê enerjiya we zêde bike û di demek dirêj de tenduristiya we baştir bike. Di heman demê de, heya ku gengaz dibe derman hindik bixwin, yê bihêle ku laşê we bi xwezayî be.

 

7- Dema ku hûn li ber ekranê derbas dikin

Eleqeya we ji televîzyon, lîstikên komputer û teknolojiyê re ji ya ku hûn difikirin zêdetir bandorê li jiyana we dike. Ew awayê ku hûn nirxên medyaya xwe dibînin ji nû ve şekil dide. Ew dest bi kontrolkirina jiyana we dike. Ew bandorek kûr li ser xuya û tevgera we dike. Mixabin, gava ku hûn bi berdewamî jiyanek bi vî rengî dijîn, dibe ku hûn bandorên wê li ser we jî fam nekin. Rakirina wan bi tevahî dê riya yekane be ku meriv van bandoran rake.

 

8- Têkiliyên we bi dinyayê re

Têkiliya bi mirovên din re tiştek baş e, lê domdariya bi baldarî ne baş e. Pêdivî ye ku hûn zanibin kengê dev ji medyaya civakî berdin, kengê peyamên xwe nexwînin, kengê têlefona xwe qut bikin. Bala xwe bidin ser ya girîng, ne ya lezgîn. Xemgîniya domdar a mirovên li dora we dikare we girîng û hewce bike, lê hestkirina girîng û gihîştina girîng du tiştên bi tevahî cûda ne.

 

9- Karên we yên pirjimar

Hewldana birêvebirina gelek karan stresa mirov zêde dike û hilberîna wî kêm dike. Balkêşkirina li ser pêkanîna karekî yekane jêhatîbûnek e ku me îro winda kiriye. Biceribînin ku vê yekê fêr bibin. Carekê bi yek karî re mijûl bibin û wê baş bikin. Lê gava ku hûn qedand, biçin ya din.

 

Çavkanî: haberturk.hthayat.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo kêfxweşîyê van tiştan nefikirin

Bextewarî carinan dibe ku ji kêfa wê gavê be û hişê me ji ramanên neyînî …

Leave a Reply