Ji Weşanxaneya Na Sê Pirtûkên Eskerê Boyik

Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên nivîskar û lêkolînerê Kurd Eskerê Boyik çap kirin. Ev sê pirtûkên ku bi du cureyên cuda hatine nivîsandin di heman demê de ketin arşîva edebiyata Kurdî. Her wekî ku tê zanîn Boyik, gelek pirtûkên pexşanî, helbest û lêkolînê diyarî lîteraturê kiribû.

Weşanxaneya NAyê hesê pirtûkên pirtûkên nivîskar û lêkolînerê Kurd Eskerê Boyik ên bi navên “Êzdîxana Min”, “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza”, û  “Du Lêkolîn Li Ser Du Mezinan: Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê” çap kirin.

Êzdîxana Min

Pirtûka Eskerê Boyik a helbestê “Êzdîxana Min” e. Êzdîxana Min ew helbest in ku Boyik di navbera salên 1967-2021an de nivîsandiye. Ev pirtûk wek ku di rûpela nasandina pirtûkê de jî hatiye diyarkirin “Berhevoka Helbestan” e. Helbestkar cî daye 56 helbestên hestiyar. Bi giştî pirtûk xerîbî, koçerî, îmajên jiyanî, keser, dûrmayîna ji welêt, kuştin û sembol û naverokên her wekî van dihewîne. Êzdiyatî û term û têgehên bi Êzdiyatiyê re têkildar zêdetirîn bala mirov dikşîne di pirtûkê de. Laliş, komkujî, Çarşema Sor, Şengal… Eskerê Boyik di “Êzdîxana Min” de dibe ahengeke nû ji bo dengekî qedîm.

Beşek helbesteke pirtûka Êzdîxana Min:

“Kesera kal û bavan î tu,   

Dîroka fermanan î tu,   

Rȇya xerîbiya dirêj î tu,   

Nalîna dengê dengbêj î tu,    

Kilama bi jan – êș î tu…   

 

Tiberka nav piyê sa da nî tu,   

Qurbana xwefiroș-ceșan î tu,   

Cangoryê derewa weșan î tu,   

Êzdîxana min…”

Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza

Pirtûka din a Eskerê Boyik “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza” ye. Cureyê vê pirtûkê lêkolîn e. Boyik bi vê pirtûkê behsa Mîrzikê Zaza, Komkujiya Dela, Ridiwan Şerê Erenza Şêxan, Nameyên Mîrzikê Zaza ji Serleşkerê Rûs ra, Kuştina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta kiriye. Ev naverok wek beşên serbixwe hatine lêkolandin û nivîsandin. Mîrzikê Zaza kê ye, komkujiya Dela çawa bibû, ev gund û Ridiwan li ku derê bûn, şerê Erenza Şêxan kengê û li ser çi bû… Boyik bersiva van tev pirsan bi vê pirtûkê, bi gelek çavkaniyan dide.

“Ew komkujî seba çi bûye, sebeb yan nakokî di navbera herdu aliyan da hebûne yan na, îzbatî negihîştine me. Di kilam û melûmetiyên nivîskî da jî wê di derheqê de tu menî nayê gotin. Min jî çiqas ew bûyer kolan û pirsîn, tu sebebekî wisa yê girîng nedît. Ji rû va tê xuyanê ku sebebê komkujiyê dîndijminatî ye; hev qebûlnekirin, tehemûlnekirin e; şerê dijîtiya baweriyê û fanatîzma olê bûye.”

Du Lêkolîn Li Ser Du Mezinan: Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê

Pirtûka duyem a lêkolînê a Eskerê Boyik “Du Lêkolîn Li Ser Du Mezinan: Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê” ye. Boyik bi vê pirtûkê behsa dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê û helbestkarê mezin Cegerxwîn kiriye; li ser edebiyata wan, şexsiyet û jiyana wan rawestiyaye. Nivîskar bi tenê behsa kesayet û edebiyata nekiriye, herwiha behsa naverokên folklorîk jî kiriye. Wekî ku diyar e ev pirtûk ji du beşan pêk tê. Sernavên di naveroka pirtûkê de ev in: Cegerxwîn Dengê Gelê Kurd e, Cegerxwîn û Folklora Kurdî, Cegerxwîn û Zargotin, Cegerxwîn û Stranbêjî, Bilbilê Welatê Serhedê: Evdalê Zeynikê, Zargotina Kurdî û Berhevoka “Folklora Kurmanca”.

Beşek ji pirtûkê:

“Zarbêjî, çîrokbêjî, dengbêjî bi jiyana gel va girêdayî ne û bawer bike wek hewa, nan û avê her dema jê ra pêwîst in. Gelê Kurd çîrokbêj û dengbêj e. Dîwanên mîr û hakiman, odeyên gundan tim cîyê çîrokbêj, dengbêj, aşîq û dewrêşan bûne. Ne şînê Kurdan bê zarbêjî dibin, ne jî şahî… Dema tenêbûnê kilam bi Kurdan ra heval e. Civaka Kurdî bê kilam û dîlan, mesele û metelok, laqirdî û henek nameşe… Dema evîntiyê, dilxweşiyê hogirê herî dilsoz kilam e, dema bêgumaniyê kilam guman e.”

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply