Hotel Dinya

 

Platon  û Arîstoteles hunerê wek olandayîna rastî û ya xwezêye pênase kirin. Hûner û hemû beşê wê jî gelemperî derdorê vê bîrdoziyê teşe girt. Kîjan wênesaz kulilkekî, herî xweşîk û tinguz saz bike. Wênesazê herî baş ew e. Her wuha helbestvan, çîrokbêj, stranbêj…

Li ser himê bîrdoziya olandayînê wergerê jî ciyê xwe girt. Îro hemî dinya dike kû hêz û bedewiya wêjeya hev siûd bigirin. Ji ber wê xwe didine ser wergerê. Gelên herî zêde haya wan wêjeya cîhanê heyî. Ên wêjeya wan herî xurtin. Helbet ev yek divê bi zimanê zikmakî bixwînin. Îro Kurdekî li bakur  wêjeya cîhanê zêdetir bi zimanê metinger dixwîne. Her çiqas wî zimanî baş bizanî be jî axir ne zimanê zikmaki ye. Ew berhema xwendi jî, dibe sê serî. Yek zimanê berhemê ê resen yek zimanê xwênerê zikmakî yek jî ê navberê. Ew zimanê din ê ketiye navberê. Têgihiştinê qels dike. Heta berhemê ray derdixe. Di dinyayê de pergala perwerdehiya li ser wergerê, rêk û pêk tê kirin. Em dinyayê daynîn alî kî, îro Kurdên soran edebiyeta cîhanê bi zaravayê xwe dixwînin. Wêjeya cîhanê raste rast bi rêya zimanê wan ê zikmakî tê ber destê wan. Bona wî bi hêsanî dikeve nav heytehola qada wêjeyê û ew jî dirêse. Em van salê dawî dibînin kû berhmên qedirbilind dertinê holê . Ber kû edebiyata cîhanê bi zimanê xwe naskirin.

Beqî serê wergêr Samî Hêzil emê jî tehma edebiyata dinyayê bi zimanê xwe’y zikmakî nasbikin.

Em werin ser mijara xwe. Niviskara nûjennûs  Ali Simith Hotel Dinya(Hotel World)ya xwe li ser himê nûjen avakirye. Hotel Dinya bi navê xwe ve jî remzeya nûjeniyê ye, alava  jiyana vê serdemê ye. Hotêl  saziya warê mayinê a îro ye. Di serdema nû de çê bû. Ango dema kapîtalîzm rûyê erdê belav bû sazî û dezgehên vî rengî derketinê holê. Bi peyva Dinya û dirûşma hotelê ( Hotelên global, seranserî hemû cîhanê) jî emperyalîzmê destnîşan dike.

Niviskar di serî de jibartina vî mekanî pergala kapîtalîzmê destnîşan dike. Piştre jî di nava hurgilîyan de rexna lê dikê.

Kesayetên ku li bin banê  vê hotêlê têne erdekî hemû jî di tengezariyek bêbinî de ne. Serxwe ne, zana ne -mîna keseyetê vê serdemê- lê kes firaqetiyê de nîne, kes dilşad nîne. Niviskar bi teşe û şêwaza vegotina xwe jî. Metleba xwe (vegotina jiyana nûjen)palpişt dike.

Rêzika vegotina xwe  li gor dema rêze zimanê bi cî dike. Çîroka pênc jinan bi devê kesê yekem vedibêje.  Roman zefî wî bi awayê monologî diherike. Heta beşa yekemîn de mirî xwe çîroka xwe vedibêje.

Ev pênc jin: Sara  bi awayekî trajîk jiyana xwe dest dide. Elsa parsek e, Lîsa xebatkarê hôtêlê ye, Penyy rojnamevane û Clara jî xuşka Sarayê ye kû dumahiya çîrokê de  dertê holê û romanê dide hev. Di romanê de eke balkêş din heye ku ew jî kesayetên mêr hema bêje qet tune.  Beramberî vê taybetiyê. Xalê femînenî, maxsitî xwe eşkere dike. Çawa kû me gotibû xalên tengezariyê serdema nûjen pir hene. Xeynî qelsbûna têkiliyên dilsojî ên navbera mirovan.  Daxwaza têkiliyek hevzayendî û a estesi jî xwe dide der.

Roman bi zimanê xwe yê resen ( Îngilîzî)di sala 2001 de hat capkirin. Ev berhem di sala 2022 de alî Samî Hêzil  wergerê Kurmancî bû.

Di qada edebiyetê a cîhanê de helbet werger ciyekî giringe.

Edebiyata werger him dixwaze haj ji edebiyeta cîhanê hebe. Him dixwaze hebûna xwe biparêze. Ser vê himê wergêr şêwaza metnê parastiye. Elsa dema diaxivê dengdêran qet kar nayne. Li gor agahiya wergêr di jêrnivisê da daye. Ev yek di metna resen de bi vî awayî heye. A din jî beşa dawî a Clara yê de xal, bêhnuk qet tune ne. Hebûna van hûrgilîyan taybetiya metna resen tê parastin .Xwêner tehma metna bîyanê jê digire. Zimanê wergêr li gor metnê teşe girtiye ango zimanekî rojaneye. Hîn peyv û têgehên nepenî mane jî hebûn ku tehma Kurmanciyeke xweş dide.

Şanyar Adir

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply