Ziman wekî rengvedana rêveberiya gewherî

Pêşek

Gava em behsa zimên dikin, gelek kes mirûzê xwe tirş dikin û diperçifin; lê em neçar in ku rabin û rûnin û bibêjin “ziman”. Ji ber ku ziman bi xwe pergalek e û pergala rêveberiya her neteweyê jî li ser zimanê wê tê avakirin. Bifikirin ku dikaneke we heye û tê de hemû keresteyên jiyanê, têkberên malê û alavên teknîkî hene; lê belê we kilîta wê ji cîranekî xwe deyn kiriye, wî kûp û zimanekî kilîdê daye we û çend zimanên din ên zêde jî li ba xwe ragirtine. Gelo dilê we bi vê deyndariyê dê rehet bibe û hûn ê bi dilniyayî bibêjin ku “dikana min di ewlehiyê de ye, parastî û kilîtkirî ye”? Îcar xwediyê kilîtê mirovekî diz û keleş be, rewş dê çawan be gelo?

1. Ziman û rêveberî

Her wekî ku ziman pergala axaftinê û lihevkirinê ya gelekî ye û rêveberî jî pergala civakî ya wî gelî ye; her neteweyek bi zimanê xwe diaxive, rêveberiya xwe li ser xîmê wî zimanî ava dike, ferman û qanûnan bi wî zimanî derdixe û berpirsiyariyan jî li ser perwerdehiya bi wî zimanî ava dike. Bi kurtî mirov dikare bibêje ku “ji bo her rêveberiyê pêwistî bi zimanekî heye”; ne tenê ji bo rêveberiya neteweyekê, her wiha ji bo bikaranîna amûreke elektronîk a mîna telefona destan jî pêwistî bi zimên heye. Her wiha – ne tenê ji bo rêveberiya alaveke elektronîk – ji bo berdewamkirina pêwendiya di navbera du mirovan de jî pêwistî bi zimanekî hevpar heye; ma karên takekesî yên wekî hizirîn, hişmendî û ferasetê bi xwe jî ne rengvedanên zimên in? Lewre ji aliyê zanistî û pratîkî ve jî gava mirov li cîhanê dinihêre, hemû welatên pêşkeftî xwe dispêrin zimanekî hevpar; balansa serkeftina xwe bi ziman û wêjeya xwe diparêzin.

2. Rêveberiya baş û zimanê têkûz

Li gorî pirtûkên pîroz karê pêşîn ê ku mirovê pêşîn kiriye “hînbûna zimên” e; ne ibadet, şikir û sipasî ne. Ji xwe ibadet, şikir û sipasî jî bêyî zimanekî ne mumkin in; dibe ku ew zimanekî axaftinê be (lavahî, dua û dirozge), dibe ku zimanekî îşaretan be (xwe xwarkirin, sijde û destvekirin) dibe ku ligel zimandariyê zimanekî bêdengmayînê be jî (ayînên yogayî û bûdîstî yên bêdeng). Mumkin e ku mirov li ser pergaleke rêveberiyê ya baş bihizire, gelek nimûneyên serkeftî berawird bike û di encamê de rêveberiyeke baş ava bike; lê belê gava rêveber zimanê bikaranîna wê pergalê nizanibin an jî di fêmkirina zimanê wê de xwedî-kêmasiyên mezin bin, ew rêveberiya baş dê biçe gilêşdankê, çopê, zibilxaneyê. Destûra (makeqanûna) pêşkeftî ya welatekî asta têkûziya wî zimanî jî nîşan dide; asta dadweriyê ya civakekê jî girêdayî asta têkûziya zimanê civakê ye, ev mijar bi qasî pirsa “gelo mirîşk ji hêkê çêbûye yan hêk ji mirîşkê çêbûye?” têkel û girîng e.

3. Hînbûna zimên û destpêka rêveberiya gewherî

Divê bê zanîn ku rêveberiya bi zimanekî biyanî, hizirîna bi zimanekî biyanî û xeyalkirina bi zimanekî biyanî rizamendiya bi pergala qeyûman e; zimanê biyanî yê deynkirî bi hostayê wî zimanî ve tê nava civakekê, wekî qeyûmekî dixebite û sermeya zimanê îhmalkirî, taloqkirî û paşguhkirî talan dike. Rizamendiya bi berbelavkirina zimanê biyanî razîbûna bi mamosteyê wî zimanî ye; gotin, plan û projeyên wî zimanî bi destî van mamosteyên qeyûm tên sepandin û tetbîqkirin. Mebest ji vê gotinê ne ew e ku “ji bilî zimanê xwe hînî tu zimanê biyanî nebin û pêwendiya xwe ji tevahiya zimanên din bibirin!”; lê mebest ew e ku “serweriya zimanê xwe nedin tu zimanî, li ser qedexekirina zimanê xwe nîqaş û bazarê nekin û bi her awayî li ber xwe bidin”. Bêguman pêwistiyên mirovan ên biyolojîk, psîkolojîk û civakî hene; ji bo dabînkirina van pêwistiyan her mirov mihtacî danûstandina digel kesên din û lihevkirinê ye. Wekî ku peyv ji dengan, hevok ji peyvan, paragraf ji hevokan û pirtûk ji paragrafan pêk tên, rêveberî jî ji dezgeh û saziyan pêk tên; her wekî ku hêmanên zimên sazûmana zimên pêk tînin û bêyî wan ziman ji zimantiyê derdikeve, hiyerarşiya rêveberiyê jî li ser bikarhatina karîger a çendek sazî û dezgehan dimeşe. Zimanê we çiqasî xurt û rojane be, bikaribe pêdiviyên her cureyê axaftinê dabîn bike, pergala we ya civakî jî ewqasî gewherî, orjînal û xweparêz e. Heke zimanê we li ser kar be, rêveberiya we ya gewherî jî li ser kar e; zimanê we çiqasî dûredest, paşguhkirî û qedexe be ewqasî jî zimanên qeyûm li ser kar in, ew qeyûm talanger in, ew talanger xwecihî-biyanî ne û li dijî rêveberiya gewherî ya serbixwe dixebitin.

Encam

Her ziman û xwediyê her zimanî bi destî zimannasên xwe rêveberiya xwe ya zimanî û civakî ava dike; gava zimanek nikaribe pêwistiyên rojane yên axivgerên xwe dabîn bike, bikeve bin deynan û li ser sermayeya xwe ya heyî qumbar bilîze, ew dê ji holê rabe yan jî nemir-nejî be. Her kîjan rêveberiya ku li ser zimanekî avabûyî gava nikaribe jîngehekê ji bo endam û welatiyên xwe dabîn bike, ew dê bikeve bin deynên hêzdar-dagirkeran û kuştina zimanê xwe yê resen hêsan bike. Gotina dawîn: zimanê we hêza we ya gewherî ye û zimanê dagirker ê ku zimanê we nas nake û pênase nake qeyûmekî xedar e. Hêza rêveberiya we rengvedana hêza zimanê we ye; zimanê dagirkeran bi qeyûm û cehşan tê sepandin û bi talankirina zimanên bindest tê têrkirin û mezinkirin.

Omitê Mistefê-umiddemirhan.wordpress.com

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply