Hemû Soneyên William Shakespeare

Çawa  ku  mirov  helbest, nivîs û xebatên nivîskar û helbestvanên din nexwîne û nizanibe û ku mirov ji raman û nirxandinên hevpar ên wêjenasan dûr be, mirov nikare xwe pêş bixe û asoyên nû li pêşiya mirov venabin; wêjeyên netewan jî ku ji wêjeya dunyayê ne nas be û ji vê mîrata hevpar para xwe negire pêş nakeve û nikare rêyên nû kifş bike. Her wisa wergera Soneyên Shakespeare yên ku bi aliyê hemû kesan ve jî tê pejirandin ku yek ji şaheserên wêjeya dinyayê ye, ji bo wêjeya kurdî pêngaveke mezin e.

Kawa Nemir – freedombookfair.org

Bi xebata Nemir, berhema herî girîng a berhemnûsê herî girîngê ne tenê ji bo Îngilistanê, ji bo tevî dinyayê, bi awayekî xweşik, bi wêjeyeke zengîn di destên me xwendewanên kurdî de ye. Ez dibêm ev wergera ku ji pênûsa Nemir derketiye, bi fonksiyona ku dewlemendî û cur-becuriya zimanê ku di nav gel de tê axaftin û nûjeniya Kurdî ya di nav wêjenasan de tê bikaranîn, di naveroka xwe de dicivîne, yê bibe mînakeke nemir. Her çi qas zimanê soneyên îngilîzî zengîn û gelek peyvên curbecur hatibe bikaranin jî soneyên wergera bi kurdî jî ji wan jêrtir nîn in.

Bi rastî wergerên wiha me-zin û giranbiha ji zimên re dibe nefeseke fireh, dibe xûneke teze û asoyên nû vedikin li pêşiya mirov. Nemir jî behsa pêdivî û girîngiya wergerê dike û li ser wergera soneyan wiha dibêje:

“Wergerandina Hemû Soneyên William Shakespeare, ji xewnên min ên mezin ên li ser wergerê, ya pêşîn bû. Îro, piştî çapbûna van soneyan û piştî vê xebata ku di nava 16 salan re ji wergeriya min re bû ezmûneke gelekî mezin, gelo ezê bikaribim serê xwe bi dilekî fireh daynim ser balîfê? Ez dibêjim qey dîsa na! Ji ber ku wê dîsa kêm Kurd pêbihisin, ku zimanê kurdî û zaravayê Kurmancî bi van berhemên gerdûnî yên ku têne wergerandin radibe ser zîn, her berhemeke wiha, ku hat wergerandin, tevî xêr û gunehên xwe, dibe malê me, em çi qasî jî jê ta bidin, ev berhemên bilind bi tenê delîlên xurt in, ku kelepura Kurdî xurt e.” (Nemir, 2009, s. 47)

Kawa – Urban Resort

 

Her çi qas jî Nemir di wergera soneyên kurdî de ji soneyên eslî re sadiq mabe û naverok û mijara soneyan parastibe jî, aşîkar e ku Nemir rengekî kurdî daye soneyan û tevî dewlemendiya soneyan, ji jiyan, bawerî û ji navdarên Kurdan jî minakên baş daye.

“Lo îqra, bê çi nivîsiye evîna bêdeng; (sone 23)

Bi peyva îqrayê, nivîskar referansê li yekem kelama Qur’ana pîroz dike. Dîsa di soneya dehemîn de, wek du kesên ku bi evînê baqî/ abadî bûne, behsa Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran dike û dibêje;

“Heyf! Tu nakî yekî bi evîna xwe baqî kî

Te wisa berê xwe girtiye, gidiyo, ne heyf?

Tê bidî bide, te pirr kirin Mela û Feqî”  (sone 10)

Hin cihan de jî mirov rastî navê Seydayê Cegerxwîn tê û mirov dibîne ku hin peyvên wî gelek xweş li aheng û hevdengiya sone-yan hatiye. Nivîskar di soneya 125an de helbesta Cegerxwîn a bi navê Gulfiroşê referans dike. Dîsa di soneya 21em de ji Cegerxwîn, peyvahesarî û Filîka li soneyê aniye.

“Bo te hew ez, wek Cegerxwîn, bazara gul û dil.” (sone 125)

“Ez das, ew çi ne? karê’m nîne bi wan hozanan, Hesari‘l ber Filîkayê digirin pênûsê” (sone 21)

Gava ku mirov çavkaniyên hemû soneyan dinhêre, pêştirî sone­ yên îngilizî yên ku hatine wergerandin, tenê mirov rastî Ehmedê Xanî tê. Nemir bixwe, di hevpeyvînekê de dibêje “bêyî Ehmedê Xanî, min nikaribû Shakespeare wergeranda” lê zêde dike û dibêje, bikaranîna zimên û edebiyatê di berhemên her duyan de jî hevyek in, di nivîsandina bi formata soneyan de, bandora Xanî gelek çê bû. Nemir di soneya 32an de navê Xanî zikir dike.

“Ew çendî bimînin jî li paş pênûsa Xanî” (sone 32)

Dîsa di soneya 35an de em rastî risteyeke Mem û Zîna Xanî tên.

“Hew xeman bixwe li ser kirê xwe yê nekirî,

Gul bi nûkên xaran in, bi herri kaniyên şîr.”(sone 35)

Tosca operası Kürtçe sahnelenecek

Nemir di wergera soneyan de, di jêrenotekê de dibêje “Ehmedê Xanî, hema hema hevçaxê Shakespeare e, giyanê wî û yê Shakespea-re çêlkewên hêlînekê ne. Xanî ye li hemberî hemû pêsîrtengiyên me bi hewara me de tê, giyanê me durist dike. Tewekên vê wergerê yên wateyî gelek caran ez ajotim ser berhemên Ehmedê Xanî.”

Welhasil, bi Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Mela û Feqî ve “bi xêr û gunehên xwe” ve Soneyên William Shakespeare bûne malê kurdî. Wergera soneyên Shakespeare û wergerên wiha giranbiha hêz didin zimanê me, dibin malê gencîneya wêjeya kurdî. Ji me re deriyên nû vedikin, mirov dibine dunyayên dûr û bêmanend.

BÊNDER

Nemir, K. (2009). Hemû soneyên William Shakespeare&The complete sonnets of William Shakespere. Dîyarbekir: Weşanên Lîs.

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmar 4an (2011)

Nivîskar: Peyrew Ronî

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply