Wêje, bîr û mîras -1

Wêje, bîr û mîras -1

Bîra civakekê di peyvên wê û çîrokên wê û berhemên wê de ye ku hemû jî li ser zimên ava dibin. Herçî ziman e, ew ne bi tenê bi peyv an dengan ve reng werdigire. Zimanê civakê adetên wê ye, mîmariya wê ye, perwerdehiya wê ye, têkîliyên malbatî an êlî ye, ola wê ye, bîrdoziya wê ye, wêjeya wê ya gelêrî û ya nivîskî ye jî. Hingê heger mirov behsa zimanê civakekê bike, ew ziman ne bi tenê bi rêzimanan ve tê pîvan û bîra civakê û hemû şopên wê bîrê jî bi serê xwe ve her yek parçeyekî ji bîreke mezintir ava dikin. Di nava wê bîrê de, fîgurên hevpar hene ku dibin pêlikên naskirina xeyala her civakê.

Herçî wêje ye, di nava wan alavên bîrê de, ya herî zelal e û guherînên nava wê dikarin di warê hermonotîka deqan de bibin alava lêkolînên gellekî balkêş.

Weke hemû civakan, di civaka kurdî de jî pêşî wêjeya gelêrî şaxên xwe vedane, çîrok û efsane û destan û metelok û peyvên peşiyan ava kirine ku sembol û fîgurên nava wan dikarin li gorî herêman û li gorî dewrên cuda biguherin û guhertoyên balkêş bidin peydakirin. Ev çalakiya bîrê ya devkî û veguhestina berhemên wê ya nifş bi nifş, heta ku nivîs peyda bû û hat qada wêjeyê jî bi erkeke xweşkirina civatan ve dihat bikaranîn. Karê wêjeyê, hingê civakî bû, lê belê wêjeya nivîskî bi takekesî tê avakirin û dîsa bi takekesî tê xwendin.

Ji herêmekê ber bi herêmeke din ve çîrokek ji esl û feslê xwe bi dûr dikeve, diguhere û dibe tiştekî din. Taybetmendiyên leheng û mekan û bûyeran jî dikarin li gorî demên cuda bên guhertin. Ji ber wê ye ku çi gava ku em çîrokeke gelêrî dibihîsin, em dibêjin “li cem me jî heye, lê wekî din tê gotin” da ku em nîşan bidin ku ev çîrok bi hin guherînan ve jî tê zanîn. Carinan jî dijberê wê çêdibe û di nava çîrokên cuda de dikare xalên hevpar an şibandin jî diyar bibin ku em ji vê re dibêjin bandora çîrokan ya li hev. Di vê têkîliya navbera çîrokan de, figurine hevpar tên bikaranîn ku di nava çîrokan de erka kilîta sereke dilîzin.
Weke mînak, di çîroka gelêrî ya Mem û Zînê de, herdu lehengên vê evîna trajîk di nava lîstikeke keçên periyan de hevdu nas dikin. Digel ku di nava xelkê de weha tê bawerkirin ku Memî û Zînê hevdu di nava xewnê de nas kiriye jî, çîrok bi me dide fahmkirin ku naskirina wan a pêşîn ne xewn e, lê belê rastiyeke weha ye ku ew dibêjin qey xewn e. Delîla rastiya vê bûyerê jî guhertina gustîlan e.

Weke ku Michael Chyet jî di teza xwe ya doktorayê de mîna gellek kesan pirsiye, nasnameya Memî xwedan pirsgirêk bû û tim weke “yekî ji derve” an “yekî ne kurd” an jî “kurê mîrê mexribê” an “mîrzayê Yemenê” behsa wî tê kirin. Lê belê Mem bi kurdî dipeyive û bi qasî ku em dizanin zimanekî cuda di nava vê çîrokê de qet nebûye babeta guftugoyan. Hingê Mem kurd e û ji ber ku di dewreke weha de ev çîrok peyda bûye ku netewebûyin hê ne mîna îroj girîng bû, erebbûn an kurdbûna wî jî heta demeke nêzîk neketiye bala kesî. Tenê Ehmedê Xanî hem hêlên surrealîst û hem jî xumamiya ser nasnameya Memî ji holê rakirine û ev mesele zelal kiriye. Em fahm dikin ku ev çîrok ne mîna ya Derwêşê Evdî nû ye, lewre bikaranîna fîguran di çîrok û destanan de girîng e û têgihîştina wê civaka xwediya çîrokê ya li ser dunyayê jî dide destê me.

Derwêşê Evdî êzidî ye û ji bo êla xwe ya ku misilmanî ji xwe re kiriye nasname diçe şerê ereban û bi xayintî tê kuştin. Çîrok hem yekîtiya Kurdan û hem jî fedakariya neteweyî derdixe pêş, lê di ber re jî, fedakariya ji bo evînê jî nîşan dide. Di çîrokên kevn de kurdîtî ne ewqasî berbiçav e.

Çîroka Derwêş bi navê Derwêşe Evdî tê zanîn, lewre weke çîrokên din, lehengên jin pasîvîze hatine şayesandin û di biryaran de rola wan nîne. Di Siyabend û Xecê de jî weha ye û di Mem û Zînê de jî. Xecê xwe bi ser Siyabend de, di zinaran re diavêje, Zînê axir jahrê vedixwe, yanî di fînala çîrokê de be jî, axir biryarekê didin û hingê dibin leheng; lê, em heman biryardariyê li cem Edûlê nabînin ku hezkiriya Derwêş e. Belkî ji ber wê ye ku ev çîrok bêtir bi navê Derwêşê Evdî ve belav bûye.

Di çîroka Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan de jî kêm zêde heman temsîla jinê heye. Dîsa, em dizanin ku ev çîrok bi navê Binevşa Narîn û Cembeliyê Kurê Mîrê Hekaryan jî tê naskirin û navê lehenga jin jî li ser çîrokê heye. Di vê çîrokê de jî, eynî mîna Derwêşe Evdî, em danberheveke veşartî di nava kurdan û ereban û osmaniyan de dibînin; herweha em di ber vê çîrokê re danberhevekê di nava bindest û serdestan de jî dibînin. Lewre, Ehmedê pismamê Binevşê talibê wê ye û azmûna ku bavê Binevşê datîne ber wî bi serbilindî derbas dike. Hingê heq yê wî ye û Binevş jî ne li dij e. Ehmed mêrxasek e. Di çîrokê de neheqî li wî dibe. Lewre, digel ku bi ser dikeve jî çîrok wî weke yekî birîndar û nîvzilam dide nasandin, digel ku di şerrekî dijwar de li hember eşîrên ereb de bi ser dikeve. Lê belê, ji ber ku kurê Mîrê Hekaryan e, navê Cembelî li vê çîrokê dikin.

Cembelî ji pîrejinekê dibihîse ku keça Faris Begê gellekî xweşik e û hingê dide pey xeyala ku di serê xwe de çêkiriye; eynî mîna Memê ku dide pey xeyala Zînê. Çiqasî dişibe çîroka Mihemed û Fatima Salih Axa, ne weha?

Wêje, bîr û mîras -1

Cembelî ji pîrejinekê dibihîse ku keça Faris Begê gellekî xweşik e û hingê dide pey xeyala ku di serê xwe de çêkiriye; eynî mîna Memê ku dide pey xeyala Zînê. Çiqasî dişibe çîroka Mihemed û Fatima Salih Axa, ne weha?

Mihemed jî kurê Mîrê Hoska ye û ji pîrejinekê dibihîse ku keça Salih Axa gellekî xweşik e û dide pey xewna xwe. Tenê çîroka Mihemed û Fatima Salih Axa heye ku navê lehenga jin bi rastî jî û bi berdewamî li çîrokê hatiye kirin, lewre di çîrokê de Fatima çalak e, biryardar e, “êvaran dadikeve bin kozê û sed teqîn dikevin bejnê, qirik weke şûşa lempê” û diçe dide pey Mihemedê xwe ku ji cêriya xwe pesnê wî bihîstiye. Jê re hatiye gotin “Bêbavo, nebêje şivan e, tu dibêjî teyrekî baz e û xwe li erdê daniye” lê belê, gava ku çav li Fatimê dikeve “nêrî diçin, vedigerîne bêriyê”. Ne Mihemed e ku çîrokê bi rê ve dibe, Fatimê ye ya ku jê re dibêje ku “heger ev bin galegalên te, biqeşite here ji ber pez ê me”. Fatimê xurt e, ne Edûlê ye, ne Zînê, ne Binevşê û ne jî Xecê ye.

Di çîrok û efsaneyên gelêrî de, ji şibîna navbera çîrokan bi wê de, fîgurên surrealîst jî taybetmendiyeke hevpar e. Ji qehremanî û çavsoriyên nedîtî heta bi azmûnên deraqil ên di rêyên dijwar an li dijî lawir û cinawirên ecêb ve, qada wêjeya gelêrî kes û bûyer û mekanên balkêş di nava xwe de vedihewînin. Ew çîrok hemû di nava rastiya xwe de rast in, eynî mîna wêjeya nivîskî ku mirov dikare van hemû taybetmendiyan di nava wê de jî bibîne. Xewn jî yek ji wan fîguran e ku di çîrokên mîtolojîk yên kevn de cîhekî wê yê girîng heye. Ji ber wê ye ku di Mesnewiya Firdewsî de em dibînin ku Dehaq bi destê Ferîdûnî ve tê kuştin, lewre hê gava ku Ferîdûn di pêçekê de bû, Dehaq di xewna xwe de dîtibû ku yekî ku wê dema wî çêdibe dê paşê wî bikuje.

Fîgura xewnê, hem di çîroka Mem û Zînê de û hem jî di çîroka Siyabend û Xecê de jî tê gotin. Lewre, ew xewna sexte ku di varyanta gelêrî ya Mem û Zînê de tê behskirin û ne xewn e, di çîroka Siyabendê Silîvî de rasterast xewnek e. Eynî mîna Mem û Zînê, du kes heman xewnê dibînin: Siyabend û Qeda. Di vê xewna hevpar de ku du kes dibînin, herdu leheng ji guherîna alavekê biwêdetir, hesteke hevpar dijîn: hevaltî. Di xewnê de dibin hevalê hevdu û gava ku di rastiyê de jî li hevdu rast tên, hevdu nas nakin û axir bi monologa Siyabendî ve li xwe hay dibin ku hevalên hev in. Lewre Qeda pişta Siyabend datîne erdê û dê wî bikuje û wê hingê Siyabend di ber xwe de dibêje “heger ew xewn rast be, hinge hevalê min Qeda dê min ji mirinê xilas bike”. Ji ber ku Qedayî jî heman xewn dîtiye, di cîh de lê hay dibe ku Siyabend hevalê wî yê qederê ye.

Têgeha hevaltiyê, di çîroka Mem û Zînê de jî girîng e. Mem û Tajdîn gellekî dişibin Siyabend û Qeda, digel ku em şervaniyeke Memî nabînin jî. Tajdîn xurt e, mêrxas e, mîna Siyabend û Qeda, lê belê Mem jî mîna Siyabend dînoke ye, dide pey evîna xwe û terka welatê xwe dike. Em hevaltiya navbera du zilaman di çîrokên me yên din yên navdar de nabînin. Çîroka Derwêş hin nuansên hevaltiyê dide, lê belê ne mîna yên din e ku « ji hev re bira bûn, di şêvê de çira bûn »”.

Michael Chyet di meseleya Mem û Zîn û ya Siyabend û Xecê de balê dikişîne ser ku navê herdu çîrokan jî tenê bi navê lehengê mêr ve jî tê naskirin, Memê Alan û Siyabendê Silîvî, digel ku navê herdu jinan jî li ser navê çîrokan heye û di vî warî de, Roger Lescot rexne dike; lewre, li gorî Michael Chyet, yê ku bûye sebeb ku navê vê çîroka Mem û Zînê weke Memê Alan belav bibe, Roger Lescot e.

Bi navê Memê Alan ve, berhemeke din jî heye di dîroka wêjeya kurdî de, hem gelêrî û hem jî nivîskî. Di kovara Jînê de, di hejmara 15’an û sala 1918’an de, Evdirehîm Rehmiyê Hekarî yekem piyesa zimanê kurdî dîsa bi navê Memê Alan ve çap kiriye. Çîrok û bûyerên nava vê piyesê qet têkîlî bi çîrok û bûyerên Mem û Zînê ve nîne. Evdirrehîm Rehmî behsa çîrokeke cuda dike: Mem li ser banga Siltan Selehedînê Eyûbî diçe şerrê xaçperestan û bi salan bi şûn de vedigere; lê gava ku vedigere jina wî nikare wî nas bike û dibêje qey yekî xerîb e; gava ku xwe pê dide naskirin û dikevin hembêza hevdu, dêya Memo bi ser wan de tê û dibîne ku zilamekî biyanî di cem bûka wê de ye, hinge radihîje melêvê û wî zilamî dikuje, beyî ku bizane ku ew zilamê biyanî kurê wê bi xwe ye.

Di nava civaka Kurdan de, gellek versiyonên vê çîrokê jî hene. Li herêma Mêrdînê Hemîdê Aşiq ku bi navê Hemîdo jî tê naskirin çîrokeke weha di kaseteke de dibêje ku mirov fahm dike ku gelêrî ye. Lê belê di guhartoya Hemîdê Aşiq de, Mem naçe şerrê xaçperestan an şerrê Qudsê, lê belê diçe leşkeriyê. Dewr guheriye û fîgurên nava çîrokê jî guherîne. Wekî din bûyer her heman bûyer e û çîrok jî yek e. Em dibînin ku di nava herdu guhertoyan de dîsa bi tenê di nasnameyê de guherîn pêk hatiye. Di guhertoya Evdirehîm Rehmî de ku ji çîrokeke gelêrî veguhestiye ser şanoyê, nasnameya kurdîtiyê xurttir bûye, eynî mîna Ehmedê Xanî yê ku çîroka Mem û Zînê veguhestibû ser mesnewiyê an romaneke manzûm û nasnameya Memî ya kurdîtiyê xurt kiribû.

Ev hemû, guherînên bîra civakê û teyisandina van guherînan ya nava çîrokên gelêrî ye. Bîra wê civakê herçend xweser ava bûbe jî, di wêjeya nivîskî de ji heman kaniyê vedixwe. Di gotareke din de, em ê êdî behsa wêjeya nivîskî bikin.

Îbrahîm Seydo Aydogan

Derbar Mêvan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply