Hemiyet û Xeyret

  Pirs: Gelo dibe ku gelê Ermenî ji we mêrtir be?

   Bersiv: Nexêr, na! Dinya-alem şahid e ku nebûne û nabin jî.

   Pirs: Naxwe çima dema ku fedaiyekî wan bişewitanda, parçe-parçe jî bikirana, sirra xwe nedida der û hevalên xwe eşkere nedikirin? Lê ya we, eger kêrekê li mêrekî we bixin, yê temamê sirrên xwe bi xwîna xwe re bide der. Ev jî nakokiyeke mezin e, gelo sebebê wê çi ye?

    Bersiv: Em nikarin sebebê wê yê eslî teşxîs bikin. Lê em dizanin tiştek heye ku zerreyê dike çiya û şêr jî ji rovî re dike xulam. Ji me nayê ku em peywira te bikin. Me hebûna wê zanî, mahiyeta wê jî tu rave bike.

     Bersiv: Madem wisa ye guhdarî bikin guhên xwe tam vebikin. Himmeta Ermeniyekî ku bi fikrê milliyetê hişyar bûye, temamê gelê wî ye. Mîna ku gelê wî piçûk bûbe, bûbe ew bi xwe, yan jî ew gel di dilê wî de bi cih bûbe. Rûhê wî çiqasî şîrîn û hêja be jî, gelê wî li cem wî şîrîntir û mezintir e. Ku hezar rûhên wî jî hebin, yê bi fedakirina wan îftîxar bike, lewra ew li gora xwe fireh difikire. Lê heçî ya we ye -ez niha nabêjim- mêrekî we berê hişyar nebûye, rûmeta gel hîn nebûye; tenê li menfaetekê, armancekê yan jî li rûmeta mirovekî yan jî ya eşîrekê fikiriye, teng fikiriye. Helbet herkes jiyana xwe ya şîrîn ji tiştên weha piçûk re feda nake. Lê mesela eger we jî mîna wan bi fikra millî (Haşiye) mêze bikira, we yê lehengiya xwe bi xelk û alemê bida qebûlkirin û hûnê derketana mertebeyên bala. Eger Ermenî jî mîna we sereser re û teng bifikiriyana, yê tirsonek û sefîl bûna.

Bi rastî jî qabiliyeta we ya mêraniyeke bêhempa heye. Lewra mirovekî ku ji bo pênc qurûş menfaet, yan ji bo piçek îtibar û şerefê, yan jî ji bo ku xelk jê re bibêjin, “filankes çi mêrek e” li ber fermanên piçûk jî jiyana xwe piçûk dibîne, rûmeta axayê xwe mezin dike; ma eger ew mirov hişyar bibe, hezar rûhê wî jî hebin yê piçûk nebîne û ji milliyeta xwe re ku weke xezîneyan giranbiha ye, feda neke? Helbet mirovê ku ji bo deh qurûşan jiyana xwe dide, yê bi hezar dilî ji bo deh weraqeyan bide.

Ji Rêbera Xizmetê

(Seîd Nursî-İçtimaî Dersler, Münazarat: 125-126)

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply