Helbesta Herikbar e-babelîsk

Helbesta Kurdî qonax bi qonax, lawazî û sistiyê li pey xwe dihêle. Ji xwedubarekirinê  xelas dibe. Qedera reş a li barê xitimîna asoyê hunerê û bêtambûna edebiyatê diguherîne. Baskên xwe ber bi asoyekî nû ve diçirpîne. Da ku bigihê bilindirîn asta marîfetên cîhanî.

Nifşê duwayîn, nêrîn û perspektîfeke nû anîne ser têgihîştin û fêhma helbestê. Ewan wisa kir ku qalibên binheşê helbestvan û hunermendan, bişikên. Derkete holê ku şîroveyên heta niha li ser qabiliyeta edebiyatê hatine kirin, pêwistî bi teshîheke ciddî hene. Lewra, huner bêrast û bêasteng e. Bê mewqi’ û bê sînor e. Dema mesele bû hest, mekanê daner hemû kaînat e. Her tişt e. Her kes e. Her der e.  Lewra peyva “hest” derbas bû, divê hemî îdrak sukûtê bikin… Hetta radeyekê, alema hestan alemeke Xwedayî ye. Bi îlham û înayeta ku ji Perwerdegar hildide, risteyan diafirîne helbestvan.

Eger serîrê xameyê, xwedî hest be, ew di aleme Xwedayî de avjeniyê dike. Li ser lûtkeyên bala difire. Belê, aliyekî vê rêyê wisa ye. Aliyekî wê yê din jî, huzn û kedera nisbî-îzafî ye. Helbestvan, bi huzna xwe heye. Dema xem kişand, hay ji rewşa xwe dibe. Agir û êş, qûtê wî ye. Eger agir li ser destê wî û êş di nav dilê wî de neke zinge zing, ew nabe şair, hêj xav e.

Şairên nifşa nû, nîşanî me dan ku ew dikarin peyvan li ser ziman zêde bikin. Dikarin hevokên ji qalibê xwe derketî bînin holê. Herwiha dikarin xwe berdin kûrahiya manayê…

Herikbariya ziman, di helbestê de ne merc e. Lê hîmek e.  Herçiqas esasê helbestê mana be jî, ciwaniya ziman û hevokê bi herikbariya ziman pêkan e. Çawa ku lihevanîna peyvan ne helbest be, alozkirina hevokan jî ne huner e. Divê di huner de hemahengî hebe. Hem mane xweş be, hem peyv li hev bin, hem hevok ciwan bin û hem jî naverok tijî be.

 

Hestberê Zafer Berdestî curecur in. Berdestî, hespê xwe di gelek qadan de bezandiye. Carinan te ber bi huzna Robozkê ve dibe û nukteyeke dilagirîn li ser cestê dihêle:

Rêwî

Ez ê

Di duwazde saliya xwe de

Cara ewil, di şevereşekê de

Ji kortal û geliyên welatê xwe re derbas bim.

Bazarekê bikim û vegerim.

Eger perê min ber bimîne,

Diya min destûr da

Ez ê bikaribim kewekî ji xwe re bikirim.

 

Carinan jî xwe neferekî hemdemê dizane û peyama hostayane ji hemnifşên xwe re dişîne

 

Modernîzm

Deh der di demekê de

Deh dêr di derekî de

Deh derî di dêrekê de

Deh dev di derîkî de

Deh diran di devekî de

Wekî mezinan gotiye, herkes diçe Bexdaya xwe. Kî çi tamê bistîne, wê dibîne.

Nav: e-babelîsk

Weşanxane: Dîwan

Nivîskar: Zafer Berdestî

Rûpel: 60

Biha: 6.00 TL

 

Ji bo têkiliyê

Tel: 0507 165 77 66, 0553 2368356, Email: diwankitab@gmail.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply