Şîroveya Kîteyeke Mem û Zînê

“Sernameyê name namê Ellah

Bê namê Wî natemam e wellah”

Gava mirov dest bi karekî bike divê miro navê Xwedê hilde, ango bibêjî “Bismîllahîrrehmanîrrehîm” an “Bismîllah” Xêrek ê mezin heye di Besmelê de û sinetê Pêxember e(silava Xwedê li ser Wî bî) ku mirov bi Besmelê dest bi karê xwe bike. Heta di hinek cihan de ferz e.

Mesela li gor dînê Îslamê ferz e ku qurban bi navê Xwedê bêt şerjêkirin. Ku navê Xwedê neyê gotin, ango bê Besmele bêt şerjêkirin goştê wî qurbanî ne helal e. Alimên Îslamê jî di vî mijarî de hessas hereket kirine, bi navê Xwedê dest bi berhem û nivîsên xwe kirine. Dema mirov li pirtûkên wan dinihêrî, mirov dibînî ku ewil bi Besmelê dest pê dikin, piştre pesn û hemdê Xwedê, piştre jî pesnê Pêxember û selewat tên. Piştî van jî nivîskar dest bi gotin û nivîsê xwe dike.

Mînak, Feqî Reşîd wiha dest bi “Sirrul Mehşer”a xwe dike; “Ewwel satirek bi ismê Ellah Behsek em bikin ji qudretîlleh Qudret Wî purr e nabit hîsab e Aqil nikarin bikin kîtabe”

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî jî di “Rîsale-î Nûr”a xwe de wiha dibêjî; “Bismîllah destpêka her xêrê ye. Em bi xwe jî ewil dest bi wê dikin. ” Seyda Ehmedê Xanî jî bi vî beyt î dest bi “Mem û Zîn”a xwe kiriye;

“Sernameyê name namê Ellah

Bê namê Wî natemam e wellah”

Seyda di vî beyta xwe de -ku di Mem û Zîn a wî de, beyta yekem e- dibêjî serê nameyê navê Xwedê ye, divê name bi navê Wî dest pê bike û em jî anha bi navê Wî dest pê dikin. Lewra karên ku bê navê Wî dest pê bike ne temam e, noksan e.

Derbar Rêvebir

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply