Hacêya Dîn

Hacer, bi kurte navê xwe Hacê, zaroka malbatekî feqîr, belengaz û bê îdare bû. Wek zar û zêçen gund di nav bê derfetîyê de, bê doxtor, bê ebe, bê nexweşxane her wiha di şert û mercên dijwar de dayîka wê ew di mal de anîbû dinyayê. Pîrika hemû zarokên gund dayîka Sîsê bû û navika Hacê jî Dayîka Sîsê birrîbû. Di pitiktîyê de kes nizane çi bûye û çi hatîye serê Hacê. Sal bi sal kêmasîya pêşketina hiş û aqilê wê û pirsgirêkên tevger û baldarîya wê derdiketin holê. Astengî û kêmasîyên hiş û aqilên wê jî wek goga berfê, ku meriv tilor bike, bi wê re mezin dibûn…

Wexta kêmasîyên pêşketina hiş aqilê wê derketin holê dayîk û bavê wê digotin :

-Dayîna Xwedê! Ka em dikarin li ber emrê Xwedê asê bibin, emê çawa bikin?

Tu carî li ber emrê Xwedê asê nebûn û şewqet û hezkirina xwe ji keça xwe kêm nedikirin. Dîya wê di nav îş û karên xwe de bi wê re zeman û derfetên xwe parve dikir lê belê carna, ji bêhemdîya xwe, nikarîbû li keçika xwe ya reben baş mêze bike û lê xwedî derkeve. Hacê bi gelemperî di nav gund de bê çavdêrî û bê haydarî dima! Bi tenê mal bi mal digerîya. Dayîka wê, hetanê jê dihat, wê dişopand. Lê, gellek caran ji ber ku hiş û aqilê wê kêm bû, li ber çavan winda dibû, yan li ber dîwarekî de rûdinişt yan di nav xanîyên xirabe de dima yan jî ber bi çolê diheyîbî û winda dibû. Wexta rastê gundîyan bihata, bi destê wê digirtin dianîn malê. Dayîka wê bi şefqet û hezkirin, ser û guhê wê dişûşt, xwarin û vexwarin didayê, dikir nav cî û nivînan û radizand.

Mala bavê Hacê di gund de maleke tenê û bêkes bû û bê xizim û bê eqreba bû. Du xwîşk û birayek Hacêya belengaz hebûn. Du xwîşk û du birayên wê di pitiktîya xwe de miribûn. Hacê zaroka dawîn bû. Gundîyan digotin:

-Ji desttengî û feqîrîyê van mehrûmên hanê nikarin zikê xwe têr bikin, dayîna Xwedê, Hacê ji wan re bûye zota ser! Jinik û mêrikê belengaz ji ber rewşa Hacê zor û zehmetîyên giran dikişînîn.

Hemû zarokên malbatê di nav feqîrî û tengasîyê de mezin bûbûn û qederên herdu xwîşkên Hacê ve bûbû û çûbûn mêr. Birayê wê jî ji piçûktîya xwe hetanê mezin be, bi bavê xwe re golikvanî, berxivanî, şivanî û gavanîya gund kiribû. Di xortanîya xwe de tevê çend zarên gund, berê xwe dabû Stenbolê çûbû xebatê. Her wiha, bi gorî gund, jîyaneke rihet, aram û serbixwe bidest xistibû! Dê û bavê Hacê, tevê Hacê, di gund de bi tenê mabûn û bi şandina pereyên kurê xwe û bi alîkarîya gundî û cînarên xwe di nav jîyaneke nemirnejî de bûn.

Ji piçûktîya Hacê hetanê niha, jîyan ji bo wê û malbata wê dijwar derbas bûbû. Rabûn û rûniştandin, xwarin û vexwarin…her tişt. Dayîka wê jê re wek gopal û palpişt bû. Bavê wê ji ber êxtîyarî û pirsgirêkên tenduristîya xwe aciz bû. Lê belê qasê jinikê nebe jî, bi gelemperî ji bona xizmet û alîkarîya keça xwe ya belengaz çi ji destê wî bihata dikir û axirî barê jina xwe sivik dikir û çavderî lêdikir.

Wexta piçûk bû li ber çavên dayîka xwe winda biba dayîka wê wek niha zêde xemgîn nedibû. Lê êdî bûbû keçikeke xama û ezeb. Ji ber vê yekê dayîka wê hergav li pê digerîya û ji ber çavên xwe winda nedikir. Vê dawîyê wexta Hacê winda dibû, dayîka reben dîn û har dibû, derî derî digerîya û keçika xwe didît, ji ber ku keçika wê rastê « qeza û belayek nedîtî » nehatibû şa dibû û destê keçika xwe bi dilxweşîyeke bê hempa digirt, dianî malê. Dayîka Hacê hergav digot:

-Gelo rojek Haca min rastê xirabîyek û rastê yekê bêwîjdan, bênamûs û xwedênenas werê ezê çawa bikim ?

Fikrên wiha serê dayîka Hacê diêşand û wê bêaram dikir. Hergav dia dikir :

-Xwedê, Rebbî te vê keçika bi asteng daye min, ku ez ji ber belengazîya wê roj bi roj dihelim, tu wê ji hemû qeda û belayan biparêzî, tu dilê min careke din neşewitînî ! Tu dilê vê gunehkara xwe neperitînî !…

Di nav tî û birçîbûnê de tevê astengî û kêmasîyên xwe Hacê mezin bûbû. Dayîk û bavê Hacê jî, bi taybetî bavê wê, êdî pîr û kal bûbûn. Nikarîbûn wek berê lî pê qîza xwe bigerîyan û li wê çavderî bikirana!

Hacê şanzdeh, hevdeh salî bû. Xal û xetên ezebîyê êdî lê çê bûbûn. Rojek xema ku dayîka Hacê ji bo Hacê dikişand hat serê Hacê!

Despêka meha tebaxê bû. Hacê di nav gund de digerîya û li ber xirabeyek sekinî û rûnişt. Bi dengek bê mane vingevinga wê bû, qaşo kilam digot! Paşê ket nav kevir û dîwarên xirabeyê, di quncikekî de bi dar û beran ji xwe re dilîst. Nişkave sîya yekî bi ser ket, destê xwe da pêşîya enîya xwe û serê xwe rakir, çavên xwe zûr kir û lê mêze kir. Lawê cînarê wan Eno li ber wê sekinîbû!

Wexta Hacê ketibû nav diwarên vê xirabeyê Eno ew dîtibû û teqib kiribû. Her wiha fikir û ramanên bênamûsîyê di dilê wî de derbas bûbû.

Bi rewşeke devken ber bi Hacê çû û li ba wê rûnişt. Pê re hinek list û rabû ser xwe. Destê xwe dirêjê Hacê kir. Li bejn û bala Eno mêze kir, li devê wî yê biken û li destê wî yê ber bi wê dirêjkirî mêze kir. Wê jî destê xwe dirêjê Eno kir, Eno destê wê kişand û ji erdê rakir. Hacê li pê xwe kişand û ber bi cîyekî taldebir û ji çûyin û hatina gundîyan dur xist. Destên xwe li bedena Hacê gerand û pê şa bû. Hacêya reben çi fehm dikir? Di dawîyê de dest avêt Hacê. Hacêya reben qêrîya û zarîya…Enoyê bênamûs destê xwe yek dabû ser devê Hacê… tu kesek qêrîn û zarîna wê nebihîst û nehat hawara Hacê!…

Eno ji wê derê dûr ket.

Hacê bi daw û delingê bixwîn û peritî geh ket geh rabû û ji nav wan xanîyên wêran derketibû. Rastê gundîyekî hatibû û bi alîkarîya wî çûbû derê mala xwe. Dayîka wê ji hereket û îşaretên wê fêhm kir ku çi bûye û çi qewimîye! Ser û guhê Hacêya bêzar û bê ziman şûşt û cilûbergên vê guherand. Dayîka reben rewşa wê bi mêrê xwe re parve kir. Herduyan nizanîbûn çi bikirana. Tişta ku dayîka reben jê ditirsîya îro hatibû serê wan! Hacê li pê vê bûyerê serhev dîn û har bûbû. Diqêrîya û dizarîya. Ji qêrîn û zarîna wê û ji îşaretên wê jinik û mêrikê reben di derheqê kiryarê bûyerê de tiştekî bidest nexistibûn. Dayîka wî du sê rojan keçika xwe berneda derve û ew mêre xwe bêdeng, dilteng û bêçare di mala xwe de mabûn. Çi hatîye serê Hacê, ji kesekî re negotibûn. Lê di dawîyê de jinikê gotibû:

-Em vê bûyerê nikarin bincil bikin û veşêrin, divê em ji muxtar û mezinên gund re bibêjin!

Gazî muxtar dikin û jê re dibêjin, muxtar bavê Hacê digire û dibe mala mezinîya gund. Li wir jî bûyerê û rewşa Hacê parve dikin.

Enoyê bênamûs jî, wan rojan dernediket derve, eger derbiketa jî ji mala Hacê dûr digerîya. Çend roj derbas bûbû û tu agahîyek bi destê kesî neketibû. Hacê êdî di mal de nedisekinî, dayîka wê  nikarîbû pê û bêçare berbide derve. Di nav gund de, merivan digot qey Hacê şopê digerîne. Çawa dibe Eno li ber çavên wêdikeve. Hacê dike qêrîn û hawar, bi îşaretên destan bê namûsîya wî tîne ziman. Her wiha herkes bi bênamûsîya Eno dihese! Bavê Eno, ew avêtibû erdê pirî lê xistibû di xwînê de mehucandibû û kiribû halê mirinê! Eno piştî kutana xwe ji tirsa gundîyan ji gund derketibû çûbû û kesî nizanîbû kuda çûye! Haya tu kesî jê tune bû! Enoyê bênamûs winda bûbû! Ji xwe eger derketa nav gund, dê kuştina wî bi destê gundîyan ba! Hemû gundî û cînaran sonda wî xwaribûn.

Sê-çar meh şûnda êdî herkesî, ji zikdayîna Hacê, dizanîbû ku Hacê hamîle ye. Dê û bavê Hacê jî di çareserîya rewşa Hacê de bûn. Digotin:

-Em nikarin Hacê Xwedî bikin, ka emê pitika wê çawa xwedî bikin? Xwedê kirî kiryarê bûyerê kifş e, dê û bavê Eno mecbûr in ku li pitikê xwedî derkevin û lê mêze bikin! Em çiqas xwe kerr bikin, malbavanên Eno jî ewqas ji berbirsîyarîya xwe dûr dikevin.

Mixtar û mezinê gund re gilî û gazinên xwe kirin. Her wiha, ji bona çareserîyek bibînin û wexta ku Hacê rabikeve xwedî li pitikê derkevin, mixtar û mezinê gund qasid şandin mala bavê Eno. Ji ber ku pirsgirêkê çareser bikin gundî û cînar jî hatin û li hev civîyan. Lê miqabil tu ronahîyek bi wan ve xwîya nekir! Hemû cînar û gundî gîhiştibûn vê encamê : « Hacê dîn û bêaqil e, zewac jê re nabe! Ji xwe Eno jî tune ye û kes nizane çûye kuderê! Hetanê zarok bibe dê em bisekinin. Wexta zarok hat dinyayê emê teslîmê dayîk û bavê Eno bikin.» Fikrê xwe ji dê û bavê Hacê û Eno re gotin û dê û bavê Eno jî gotinên gundîyan qebûl kirin.

Dê û bavê Eno ji bo vê bênamûsîya kurê xwe pirrî şerm dikirin, ji mala xwe dernediketin û digotin :

– Gelo em vê rûreşîya hanê çawa li ser xwe rabikin ?

Bavê Eno hatibû mala bavê Hacê di ser dayîk û bavê Hacê de girîya got :

-Hûn, hemû eqreba û gundî, çi biryarê didin, bidin ez ji emrê we re amademe. Gilî dikin, gazin dikin û zaroka Hacê digirin…hûn çawa dikin bikin! Eger hûn dixwazin em gilîyê Enoyê bênamûs bikin û bila wî biavêjin hepsê.

Herkes li çareserîyê digerîya, ji destên kesî tu tiştekî nedihat.

Bavê Eno her roj bi xwe re qisedikir û dilûband :

-Kuro Eno, bênamûsê ji bênamûsan, ev çi rêxe te xwarîye! Çawa te vê xirabîya hanê bi Hacêya Dîna pepûk re kir, ji xwe Xwedê lêxistibû…Hey Xwedê li te xisto! Xwedê afat ji te re anîyo! Te çawa rûyê me reş kir !

Dayîka Eno jî lê nifir dikir :

-Hey lawo, Xwedê bela te bide ji ber lingên te. Zikê te têr nebe, tu ji gur birçîtir û ji mar tazîtir bî. Emegên min li te heram be!

Roj bi roj elametê ducanîyê li can û bedenên Hacê zêde dibû! Di gund de herkesî bênamûsîya Eno û bêçaretîya mala bavê Hacê û belengazîya wê qisedikir. Digotin:

-Bi halê astengî û kêmasiyê, bêhiş û bêaqilîyê Hacê û malbata wî çawa ji binê vê pirsgirêkê radibin? Bi zikê tijî û bi ducanî dê çawa bikin? Enoyê bênamûs, bênamûsîya xwe kir û pişta xwe da me û keçika belengaz! Kî dizane niha li ku derê ye û li kêfa xwe mêze dike. Divê meriv wî bigire zox bike û tî û birçî li ser xuşkî girê bide…

Hingî elametê ducanîyê li Hacê çê bûbû, hetanê niha, dayîka Hacê gelek caran ji ber ku Hacê pitika xwe winda bike çend rê û rêbaz ceribandibû. Gelek dermanên navgundî û yên pîrejinan bi wê dabû xwarin û vexwarin. Destdar li ser zikê qîza xwe gerandibû, giranî pê dabû ra kirin, destên Hacê bi arîka ve girêdabû û daliqandibû…dikirû nedikir tu tiştekî nedibû! Hacê pitika xwe winda nekiribû ango pitikê kiribû înat, ji dayîka xwe neqetîyabû!

Gundê serê çîya de, ne doxtor ne nexweşxane hebû. Ji bajar dûr bûn. Ji bê derfetîyê û feqîrîyê dê û bavê Hacê nikarîbûn bibirana doxtor. Her wiha tu çareserî ji Hacê re nedîtibûn. Dayîk û bavê Hacê ji bêçaretî û belengazîya xwe êdî dev ji halê Hacê berdabûn! Di gund de herkes li hêvîya rihma Xwedê û li hêvîya raketina Hacê bû!

Hacê, bi giranîya xwe, di nav gund de digerîya, dîsa diçû malan, gundîyan ji berê zêdetir xwarin û vexwarin didanê. Bêhişî û bêaqilîya wê nebes bû, ji ber ducanîyê, roj bi roj bêaramî û nerihetîlê zêde dibû. Çend deqîqeyan li cîyekî rûnedinişt. Rabûn, rûniştin û sekinandina wê de tu nîzam û pergalek tune bû. Geh diket qelaxan, geh li ber dîwaran bû û geh di şaxên nav gund de bû. Wexta ji ber çavan winda dibû, dayîka wê dikir qêrîn û hawar, gundî û cînar lê digerîyan, didîtin û dianîn malê!

Bû payîz; sermahî, şilî û şepelîya welatê Serhedê destpêkir. Gorî salên berê şert û mercên jîyana Hacê îsal zedetir giran û dijwar bû! Çiqas dayîk û bavê wê, ji berê zêdetir wê teqib bikin jî, tî dima, birçî dima, yek caran li derve dima…Geh diket û geh radibû. Lê, ecêba giran, pitika wê ji rewşa dayîka xwe, ku ewqas zor û dijwar bû, bandordar nedibû. Xwe bi dayîka xwe ve ango bi jîyanê ve zeliqandibû. Bê pirsgirêkên tenduristîyê, di zikê dayîka xwe de dilivîya û xwe kin û dirêj dikir! Hacê tiştek ji vê rewşa xwe ya niha fehm nedikir! Ser xwe de xwar dibû û destê xwe li ser zikê xwe digerand û ji wê wertirê têr xwarîye !

Çileyê pêşîn xilasbûbû, çileyê paşîn despêkiribû û di nav zor û zehmetîyên mezin de Hacê dijîya. Serma û sazax li gundê wan ji salan pirtir tesîr dikir. Rewşa Hacê jî wek salan nebû! Ducan bû, zû tî û birçî dibû. Di vê rewşa xwe ya niha de ji berê zêdetir hewceyê rihetî û aramîyê bû. Xwarin û wexwarina ku gundîyan didanê êdî têra wê nedikir! Jixwe di mala bavê de jî tiştek tune bû! Dayîk û bavê Hacê jî pîr û extîyar bûn û nikarîbûn li xwe baş mêze bikirana, li Hacê jî, gorî rewşa wê ya niha, nikaribûn baş mêze bikin. Xwarin û vexwarina wan têra wan nedikir. Di çend çavîyên xirabe de rûdiniştin. Cîyê tê de radizan bi tên bû û her wiha sar bû. Havînê wek ardû çi berhev kiribûn, yabanî û qotên daran, ew bû! Gundîyan payîza paşîn, di nav hev de hinek sergîn û dar dabûn wan.

Dawîya çileyê paşîn bû, sar û sermahîya welatê Serhedê zêde bûbû. Meriv di xanîyan de star nedibû. Hingî sermahîyê dest pê kiribû, dayîka Hacê, du lihêf davêt ser Hacê. Hacê berîya ducanîya xwe yek caran binê xwe şil dikir, niha jî hema hema her şev çek û çolên xwe û cîyê xwe di mîzê de dihîşt. Ji bona binê xwe û kiras û derpêyên xwe şil neke, dayîka wê, ew bişev radikir, dibir di koxê dawîn de dida runiştandin û danî dikir nav cîyan. Wexta cîyê xwe şil dikir jî dayîka wê cilûbergên wê diguherand, naylona ku ji bona mîzê bernede ser doşegê dişûşt, zuha dikir û cardin li ser doşegê radixist. Vê şevê jî Hacê dîsa binê xwe şil kiribû, li ber çiraya neftê dayîka reben dîsa dişixulî û digot:

-Hacê berê jî binê xwe şil dikir, lê ewqas nebû. Niha bûye wek kanî, av jê diherike. Çek û çolên wî, cî û nivînên wî her şev di avê de dimînin. Xwedê kirî ez vê naylonê davêjim ser doşega wê! Wer neba minê doşega wê di vê sermahîyê de li ku derê zuha bikira ?

Cî û nivînê keçika xwe çê kir, çek û çolên zuha û temîz lê kir. Hacê kir nav cîyan û herdu lihêf li ser wê çê kir. Ji ber ku çokên dayîka reben diêşîyan, bi zorê rabû ser xwe pif kir çirayê, vemirand…

Di ronahîya sibehê de Hacê rabû. Jixwe zû radibû, dayîka wê jî rabû. Xwelîya sobeyê derxist û sergîn kir sobeyê. Ji lastika kevn perçeyek jê kir û kir ber sobeyê. Çiraya neftê vêxist da binê lastikê û pêşîya sobeyê gurr bû vêket. Çaydank tijî av li ser sobeyê bû… Sinî û sifreya xwe rast kirin, bi hev re taştêya xwe xwarin. Hacê îro bikêf bû û di odeyê de diçû û dihat. Carna ji odeyê derdiket di nav malê de digerîya, dayîka wê ji ber ku necemide, gazî wê dikir dianî odeyê. Ber bi nîvroyê Hacê hat ba dayîka xwe destên xwe li ser çavên dayîka xwe gerand pê şa bû. Dayîka reben destên xwe bilind kir:

-Xwedayo min çi guneh kiribû te halê wê keçika min da ber çavên min! Edî bes e! Emanetê xwe berê ji Hacê paşê ji min bigire…

Bê mecal û bê quwet bû dayîka reben! Ji ber rewşa keçika xwe gelek xemgîn dibû û hergav digirîya! Dîsa dilê wê şewitî û girîya, hêsir ji çavên wê dibarîya, dilopên hêsiran dirijîyan ser singê wê. Destên Hacê girt berneda û çend caran maç kir. Hacê destê xwe ji destê dayîka xwe revand, çû li ber bavê xwe sekinî û çok da erdê. Destê bavê xwe girt û maç kir da ser serê xwe. Ne bavê Hacê ne jî dayîka wê îro tu tiştek ji keça xwe ya belengaz fehm nekiribûn! Li hev mêze kirin…Hacê rabû ser xwe, bi alîkarîya dayîka xwe daw û delingên xwe çê kir, milên xwe wek baskên teyran ve kir, li vî alîyê û li wî alîyê xwe li ba kir û ber bi derî meşîya. Ji malê derket çû…

Dê û bavê Hacê, ango Hacê jî, nizanîbûn ku îcar ji mal derketina wê cara paşîn e!

Hacê wexta derket ber derî bêhneke dirêj girt û berda. Hewa sar  bû û bêhna bayê qulbê dihat. Çû nav gund. Dîsa di nav gund de bi halê xwe yê giran, gerîya, çû çend malan. Li ser tenduran malhazirî çi hebû xwar û vexwar. Ji malan tiştên ku xweşê wê biçe digirt û dikir turikê xwe. Bezîya çû ser kanîya gund, qîz û bûkên gund pê şabûn. Tu li cîyekî tirûş negirt, bêhizûr bû rihetîya wê tune bû. Dayîka wê carekî derket ber derî. Mêze dike ku rewşa hewayê gorî sibehê pirr giran bûye. Di dilê xwe de got :

-Di vê sar û sermahî û bagerê de, xwezila min Hacê berneda derve. Ka meriv dikare bi Hacê, ma keq di mal de disekinî ?

Çavên xwe li nav gund gerand. Hacê ber çavên wî ket, hinek ew şopand û vegerîya malê.

Ji sibehê de hewa sar bû û berf dibarîya. Bi bayê qulbê ve hêdî hêdî tîpî çê bûbû û esira dereng xênjî Hacê tu kesekî li derve nemabû. Ji ber ku ji malek derdiket diket maleke din tu kesî nizanîbû Hacê li derve ye yan li hundur e. Hacê xwe avêt mala Misto. Li mala Mistoyê teşk xwar, tevê wan çend îskan çay vexwar û derket. Misto li pê wê xwe bi xwe gotibû : « Wext dereng e û berf dibare, gelo bikaribe biçe mala xwe? Bi rastî mala wan jî pirr dûr nin e ! » Li pê vê gotina xwe Misto cangiranî kir bi Hacê re derneket ber derî…

Hacê wexta ji mala Misto derdikeve, bayê qulbeyê berf û baran li hev digerand. Hacê geh berê xwe ji bayê vedigerîne geh egala serê xwe dida ber rûyê xwe gav bi gav ber bi mala xwe diçe. Hinek pêş de diçe û ji ba û berfê aciz dibe, nîv saetî zêdetir, li ber şaranên kermeyên mala Yaqo de disekine û xwe ji bagerê diparêze. Dikarîbû şûnda bihata mala Misto, lê di hiş û aqilê wê de xenjî çûyîna malê tu tiştek tune bû ! Radibe, dîsa ber bi malê dimeşe. Li qîyameyê mala Yaqo, ji bayê bêhna wê diçike, ber bi jêr dadikeve. Dîsa di ber şaranê kerman de rûdinê û bêhna xwe dide û bi gavên piçûk ber bi jor ango ber bi mala xwe hildikişe. Qîyameyê mala Yaqo jê re bûbû wek gêdûk, dikir nedikir ji vî qîyameyê dernediket! Bayê sar berfa pûk kiribû ser rê, ji ber vê yekê lingên Hacê erd nedigirt û dişiqitî. Hacêya reben gavek davêt du gav şûnda xiş dibû. Êpêy bi berf û bûzê re şer kir, di dawîyê de li erdê ket û bi zor rabû ser xwe. Hinek çû cardin ket. Rabû…ket…ber bi jêr geh xiş bû gehtilor bû! Hacê wer hîs kir ku tiştek ji hundurê wê qetîya û êşek giran di zikê wê de digerîya, hişê wê çû, çavên wê tarî bûn û qasekî li erdê, li ser berfê ma. Çend caran hêzkir ku rabe ser xwe tu mecal û quwetek di xwe de nedît û dengê wê jî dernediket ku bike qêrîn û hawar. Êvar bû êdî tarî ketibû erdê. Di vê êvara bi ba û bager de kesek li derve tune bû ku were hawara Hacê!

Dayîka Hacê ew teqîb kiribû di dawîyê de ditibû ku ketîye mala Misto. Mala Mistoyê teşk xwar nêzikê mala wan bû. Hergav ji wê derê bê pirsgirêk Hacê dihat malê. Bavê Hacê ji jina xwe re gotibû :« Keçê, Hacê heye, tune ye! Tu hay jê heyî? » Dayîka Hacê jî gotibû: « Waye li mala Misto de ye, ji wir bi rihetî tê malê. Eger dereng bikeve ezê biçim bînim. » Dayîka reben di wê demê de sobe tijî kiribû û ketibû nav hazirîya nanê êvarê. Her wiha ketibû bîra reş! Him rewşa hewayê him jî Hacê bîrve kiribû !

Hacê li erdê dirêj bûbû, destên wî bûbûn wek bûz. Berf û tîpî êdî zêde bûbû û reş û qelatûyên nav gund li ber çavên Hacê winda bûbûn. Hacê hêz kir û rabû li ser xwe rûnişt. Li der û dorên xwe çavên xwe gerand û starek ji xwe re dît! Qelaxa mala Yaqo. Qelaxa mala Yaqo ji xwe re, di vê tîpîyê de wek stargeh hesibandibû. Qelax hinek li jêr bû. Bi çaplûk û qunkişkan ber bi jêr daket û li ber qelaxa mala Yaqo sekinî. Pirrî di nav berfê de mabû û xwe kaş û berkaş kiribû ji navê berjirtir çek û çolên wî şil bûbûn. Li ber derê qelaxê bi zorê xwe xwar kir û bi çaplûkan ket qelaxê. Dêlika mala Yaqo di kelaxê de bû. Ji ber Hacê revîya û ji qelaxê derket çû. Hacê li cîyê dêlika reş de xwe bicî kir. Xuşkîyê ku dêlik li ser ketibû, germ bû, di binê xwe de germahîya xuşkî hîs kir. Hacê ya qijik ji berf û bahozê xilas bûbû lê belê êşa zikê wê hey pê de zêde dibû, pitikê çend caran xwe li zikê dayîka xweya bêçare xist, perpitî, lingên xwe kin û dirêj kir…Diyaxa Hacê ji ber êşa wê nemabû îcar jî di binê xwe de germahîyek dinê hîs kir, êdî Hacê bi xwînê der bûbû. Di heman demê de dewxa wê çû, çavên wî tarî bûn. Pala xwe da sergînan û ling û dest ji ber xwe berda… demek kin de ji xwe çû, xeriqî. Dergûş ji ber çû…

Bagerê berf li hev digerand qelax dorpêç dikir her wiha derê qelaxa Yaqo ji berfê hat girtin. Ji berf û bayê rêç û rêyên nav gund di nav tarî û tîpîyê de winda bûn.

Piştî nimêja mexrebê hişê dayîka Hacê hatibû serê wê! Belê Hacê hîna nehatibû. Derket derve. Ji tîpîyê çav çavan nedidît. Ji ber rewşa hewayê nikarîbû biçe mala Misto. Kir qêrîn û hawar û gazî Misto kir. Mêze kir bê feyde ye, çarşevek bi xwe wer kir, xwe li mala Misto girt, ber bi jêr çû. Ji ber ba û tarîyê diket û radibû. Bi zor û zehmet xwe avêtibû ber derîyê mala Misto. Li derî xist. Misto derket ber derî ecêb mabû û ji dayîka Hacê pirsî:

-Daka min te xêr e ?

-Hacê, Hacê li mala we nin e ?

-Dayîka min Hacê hîna tarî neketibû erdê hat. Çawa? Nehatîye malê ?

-Wey mala xirab be! Kî dizane Hacêya reben li ku ye û çi hatîye serê wê !

Dayîka Hacê û Misto û jin û zarên xwe kiribûn hawar û gazî. Her wiha hemû gundî û cînar, di gurranîya berf û bagerê de li Hacê gerîyan. Li goman, tewlan û kavil û wêranên gund hetanê nîvê şevê mêze kirin. Lê belê gundî ewqas di ber qelaxa Yaqo de çûn û hatin, tu kesî wehma qelaxê nekir û li hundurê qelaxê mêze nekir !

Dayîka wê diloran û digot :

-Rebena te me Hacê, porên min kur be, çawa ez ketim bîra reş, min tu birve kir! Tu li kuderê yî, tu heyî yan tune yî, tu sax î yan mirî yî, gelo guran û rewelan te xwar?

Hetanê sibehê ew û mêrê xwe yê bêçare serê xwe dananîn ser balîfê û raneketin.

Bû sibe. Gundîyan bilez û bez derî û bacên xwe ji berfê vekirin. Di nav gund de û li der û dorên gund li Hacê digerîyan. Hacê tune bû! Ji ber windabûna Hacê li rûyê herkesî xemgînî û bêçaretî hebû. Dê û bavê wê jî li ber derîyê xwe li benda xeberekî xêrê bûn.

Berf û bagera êvarê çû bû, tav hêdî hêdî bilind dibû û tava sibehê avêtibû ser berfa teze, berfa pûkpelik pelik li ber tava sibehê dibiriqî, çavên merivan qarixî dibûn û merivan nikarîbû çavên xwe vebikira! Piştkûrî û civanên malan ber derî û ser xanîyan bi berfok û bêrên dar paqijdikirin. Bûka Yaqo, ji ber ku tendûr û sobeyên malê re sergînan bîne, çapûka binçeng girt, ber bi qelaxê meşîya û çû ber qelaxê, siqawêla qot derê qelaxê gerand, berf paqij kir, derê qelaxê serrast kir, siqawêl li lingên Hacê ket…kir qêrîn û hawar. Hemû gundî bi hawara bûkê re bi lez û bez li ber qelaxê kom bûn.

Di qelaxê de Hacê û pitika wê ya beravêtî, di nav berfa ku bayê di qelaxê de gerandibû û li ber qeşa û sermayê qerisî bûn. Dayîk û bavê Hacê, bi qêrîn û hêwirzeyên gundîyan re, bi alîkarîya cînaran hatin rewşa keça xwe dîtin. Dayîka Hacê bi awazekî dilşewat ser û guhên xwe dirûçikand û digot:

Wey mala min ji te re bişewite Hacê rebenê! Xwedê! Ya Rebbî! Te duayên min qebûl kir! Te Hacê, bi vê rewşa hanê, ji min girt û ji belengazî û rebenîyê xilas kir! Tu çima ruhê min jî nagirî?

 

Nasır KEMALOĞLU

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply