ji raperîna reşahiyên çavên te
heybeta sekna te
û ji peyvên te yên azadiyê
tirsiyane
taaa ji Kawayê Hesinkar heta îro
hesabê têkoşînê
ala berxwedanê
ji te pirsîne
qêmîşî bejna te ya zirav
rûyê te yê bedew
û kenê te yê dilgerm kirine
wekî gurên har
sotine laşê te
û wekî bazekî birîndar
te danîne li ser axa ku
her roj dinale
gotine
te bêriya dayika xwe
û birayê xwe yê biçûk Mûro kiriye
te bêriya kolanên zaroktiyê
bêriya avzêman berfînan
û girara dew a pungê kiriye
êla te pirsîne ji çend kesan
ger rastî min bihatana
wê bizanibûna navnîşana te
di nexşeya dilê min de veşartiye
wê bidîtana tîpên navê te
di kulma min a hinekirî de
neqişandiye
û wê bidîtana
xwîna te
ne li ser mêrgên reş û spî
dilop bi dilop
li ser kezeba min rijandine
Muqades Agirî