ez
di xitimandina peyvên xwe
ên sist û pist de
eşqa xwe diyarî
dilê te yê berketî dikim
li perestgeha koşka giyanê te
melodiya xwezgîniyê
dilorînim
ji çarguliyên porê te yê xumrî
bêhna gulên biharê tê
bi bayekî xerîb re
li hinava canê min belav dibe
di melûliya neynika awirên te de
xwe dibînim
tu
bûyî bîranîneke
ji tîrêja heyva çardehşevî
di giyanê min yê newêrek de
li ber pencera hilmgirtî
evîndar û bendewarê te me
xulamê koşka dilê te me
di xemkêşiya helbesta
gora dilê te de
binax dibim
ji pêta ramûsana lêvên sor
şerbeta gerdeka şevên te
vedixwim
dil û kezeb
di kelkela henasa gewriya te de
hatin biraştin
êdî bese were
qêrîn û hawar
di gewriyê min de
fetisî
dergûşa nava dilê min
di bin lihêfa xewnên xwe de
aşt bike
westîbûna laşê bîranînan
li ser doşega qefesa xwe
vehesîne
ji piyala dest û lepên serxweşan
meya hesreta qolincên te
dinoşim
şewata agirê cotmemikên te
di axîna maçên lêvên xwe de
diguvişim û vedimirînim
bêhna qurnefîlan
ji navika te ya nazik û nermik
difûre
şewqa çira awirên xwe
li dor bejn û bala te ya nazdar
direqisînim
tu
heyîna min a jîndarî
çavkaniya helbesta
li ser lêvên pênûsa min î
xweşbêhna gula baxçeya min î
rengê xemla fîstanê te ya hevrîşimî
di kefa mista xwe de
vedişêrim
min
girnijîna li ser lêvên te
di nasnameya gerdena xwe de
kola
riya xwe
di pisûlaya sewdaya te de
winda kir
û berê xwe da oxira felekê
ez
mişextê melûliya çavên te me
mehkûmê zîndanên xemzeya te me
li dadgeha bejna te ya zirav
têm darizandin
di bijang û ebrûyên te de
dilbirîndar im
were
bi lezeta zimanê xwe yê hingivî
kul û birîna eşqa min bikewîne
dilbera min
berxa min
yara min
sorgula min
Xizan Şîlan – 2008-05-29 – Stockholm