Romana Semerqand – 22 (Amîn Me’lof)

Wê şevê, bêhna mijmijikan ji bayê Isfexanê dihat. Lê kolan bêcanbûn! Xeyam xwe di nêrîngeha xwe de asê kiribû. Gelî caran, diçû wir, çavên xwe didan ezmên û tekelê usturlaba(*) xwe ya gizûratî gigirt destê xwe û cîhan ji bîr dikir. Lê vê carê ne welê bû. Stêr bê dengbûn, ne dengek yê mûzîkê, ne pispisek, ne jî dayîna razekî…

Emer heter nekir, dibê ku sedemek yê bêdengiya wan hebûya. Berê xwe da malê û hêdî hêdî meşiya. Di destê wî de dilopên avîtiyê hebûn ku carina diketin ser bêrzên, carna jî diherikin ser tehrikeke serhildêr.

Niha ronahî vemirandî ye û xwe ser cihikê xwe re dirêj kirî ye. Di hembêza wî de Cîhanek xeyalî û çavên wî ji mey û girînê sor bûne… Li milê wî yê çepê, li erdê surehiyek û badînek zîvîn. Dest tavêtayê, bi xemgînî û qurtek vedixwar û di dilê xwe de, bi Cîhanê re, Nîzam re bi xeyalî diaxiviya. Bi teybetî Xwedê re. Ev gerdûna tê bişkivtin, ji wî pêştir kê dikarê bisekinîne?

Emer bi serê gêj û westayî encaq fecrê re xew de çû. Gelo çend saetan razabû? Bi tep repa lingan hişyar bû. Tav hilketbû û ber perdê re, tîrojan dabû çavên wî. Ancaq hingê, zelamê bi qelebalixa xwe ve hatî ber sîlanoka dêrî dît. Zelamek bejin dirêj û bi simbêl bû. Bi destê xwe, qevdika şûrê xwe misdida. Şaşika li serê wî, kesk bû û dibiriqiya. Îşligê artêşa nîzamiyeyê yê kurt, avêtibû ser navmilê xwe. Bawîşik dihatin Xeyam, ber bawîşkan re pirsî:

—Tu kî yî? Bi çi mafî te xewa min şeriqand?

—Ustadê min, te ti carî ez li cem Nîzamulmûlk nedîtim e? Ez muhafizê wî bûm, sihika wî bûm. Ji min re dibêjin Wartanê Ermenî.

Bîra Emer hat, lê ewle nebû. Hesko pê heft werîsan hatî girêdan, welê aciz bûbû. Naxwesta tirsa xwe bide der:

—Te got muhafiz û siha wî? Parastina wî, ma ne karê te bû?

—Ferman dabû ku ez jê dur bisekinim. Herkes dizane ku wî mirinek welê dixwest. Min ew kujer bikuşta jî, yê yêk din derketa. Ma ez ê biketam navbera efendiyê xwe û çarenûsa wî de?

—Tu çi dixwazî?

—Şeva berî yekîneyên me çirisîn nav Isfexanê. Biryargeh bû hevalê me. Siltan Berkyarûk hat rizgarkirin. Êdî ev der bajarê wî ye.

Xeyam ji nişka ve rabû ser piya:

—Cîhan!

Ev qêrek, heman demê de pirsek dilfikar bû. Wartan tiştek negot. Rûyê wî yê bi endîşe, li helwesta wî ya leşkerî nedihat. Hesko Emer di çavên wî de îtirafek erjeng dîtibe. Efser milmiland:

—Min zehf dixwest ku ez wê xelas bikim. Min jînevala wî, sax selamet teslimê Emerê Hêja kiribûya, min ê xwe şad bihesibanda. Lê ez dereng mabûm. Gelê qesrê hemî, ji alê leşkeran ve hat kuştin.

Usturlab: Alavek a zemanê berê. Ji bo pivana demê dihat karanin. (nişeya wergerkar)

Emer xwe avêt efserî:

—Ji bo vê agahiyê tu bidî min, tu hatî?

Destê yê din hêca qevda şûrê wî ve bû. Ji kalan dernexist. Bi dengeke sakîn domand:

—Ez ji bo tiştek din hatim. Efserên Nîzamiyeyê biryara mirina te dan e. Heke şêr bê birindarkirin, divê bê kuştin. Peywira kuştina te dan min.

Xeyam ji nişka ve vesekinî. Di kêliya dawî de windanekirina hêminîyê! Ewqas zanyar hene ku ji bo bigihijin çarenûsa mirovan ya vê asta bilind, jiyana xwe feda kirine! Emer jî ji bo bijî, ne niyetbû xwe biparaze! Dijî wê, her gava diborî tirsa wî kêmtir dibûya. Pêtir di serê wî de Cîhan hebû. Bawer bû ku ew jî hêmin mabû.

— Hûn mafdarin ku dixwazin ji min xelas bibin. Kesên jina min kuştîn min ê ti carî ew efû nekiran. Heta ez saxbûma, ez ê neyarê wan bûma. Min ê xeyalê roja kazûxdana wan bikira.

—Fikra min ne ev e Ustadê min. Yê ev biryar dayîn, em pênç efser bûn. Hemiyan mirina te xwest, ez tenê mam muxalif.

—Te çewtî kirî ye. Hevalên te bi aqilîtir tevgerane.

—Min zehf caran, tu Nîzamulmûlk re dîtî. Hûn wek kur û bav bûn. Tevî tevgerên jina te jî her tim hez ji te kir. Heke nav me de bûya, tu mehkum nakira yî. Yê jina te jî, ji bo xatirê te efû bikira.

Xeyam li zelam nêrî, hesko nû ew ferq kiribe:

—Madem te mirina min navê, ji bo kuştina min tu çima hatî?

—Ev peywir min xwest. Yên din yê tu bikuştana. Niyeta min xilaskirina te ye. Hey nexwe ez ê halê bisekinîm û te re biaxivî ma?

—Tu yê vê yeke, ji hevalên xwe re çawa rave bikî?

—Ez rave nakim. Ez ê herim. Bi te re.

— Tu çiqas tebitî dibêjî, hesko ji zû ve te ev biryar dayî,!

—Belê rast e. Ez bê fikar tevnagerim. Ez xizmetkarê Nîzamulmûlk yê herî sadiq bûm, ji wî re baweriya min bê kêmasî bû. Heke xwedê bihişta, ji bo parastina wî min ê canê xwe bida. Lê ji zû ve ye, min biryara “heke efendiyê min bimirê, ne ji kurên wî re, ne ji warisên wî re ez xizmetê nakim û ez ê ji dev leşkeriyê berdim” dabû. Şêweya mirinê, pêwîst kir ku ez ji bo wî xizmeteke dawî bikim: Tiliya min jî di mirina Melîkşah re heye û ez ji bo wê nepoşmanim. Kesê ew kirî sultanê herî mezin, li wasîyê xwe, li “ata”yê xwe, îxanet kir. Mirin heq kiribû. Diviya ez bikujim, lê dîsa ez nebûm qatîl. Qet min, jinek nedikuşt. Dema hevalên min Xayam jî êxistin nav lîsteya reş, min got wextê guhertina şêweya jiyana min hat. Ez welê fikirîm ku wextê ketina bi temtêla keşeyekî, hozaneke gerok hat. Heke tu ji ya min bikî, tu çi tiştî hildî hilde û em zû ji vî bajarî derkevin.

—Ji bo em herîn kû?

—Te kû der bivê. Her derî ve ez ê li pey te werim. Weke mûminekî. Şûrê min bin fermana te de ye. Dema aramî çêbû em ê vegerin.

Efser hesp zîn dikirin, Emer jî pirtûka xwe ya destnivîs, taxima nivîsandinê, avdanka xwe û kîsikek zêrê xwe hilanî. Nav bajarê Isfefxanê re borîn, ji sêrî heta binî. Heta taxa Mazbin ya li rojava, leşkeran nesekinandin. Bi yek gotina Wartan, derî hemî vedibûn, nobedaran bi rêzgirtinî rê ji wan re vedikirin. Borîna evqas hêsan, bala Emer kişand lê welê jî, ji rêhevalê xwe pirs nekir. Niha ji bawerkirinê pêştir, ti çareya wî tinebû.

—Piştî rêketina wan, saetek borî neborî, girseyek qelebalix, wek çawa heywanek hêc werîsê xwe qetandibe, êrîşî mala Xayam kirin. Mal talan kirin û agir berdanê. Dema wext gihatî piştî nivro, nêrîngehê de kuç li ser kuçî nema bû. Heman demê de, cendekê Cîhanê li ber dîwarê qesrê hatibû binaxkirin.

Dera lê hatî veşartin, ne kêlek ne kevirek hatibû daçikilandin. ji bo diyarkirinê, ti îşaret tinebûn.

Jêgirtinek ji Destnivîsa Semerqendê:

“Sê heval, li zozanên Îranê yên bilind digeran. Pilingek tûşî wan hat ku afirandîyê li ser rûyê erdê yê herî wehşî bû. Piling dûvdirêj li her sê zelaman nihêrî û bezî wan. Yê ewul, zelamê herî extiyar, herî dewlumend, herî bihêz bû. Qêrî: ‘Xwediyê van deran ez im, ez qet destûrê nadim ku heywanek warê min serobino bike.’ Du “Seyên Mehindî”(*) berdan pilingî. Kûçikan piling gez dan lê piling dijwartirbû. Herdu kûçik jî kuştin, xwe avêt xwediyê wan û zikê wî çirand.”

“Ya bûyî qismetê Nîzamulmûlk ev bû.

“Yê dudoyê ji xwe re got: ‘Ez zanyar im, her kes ji min re rêzê digire, Ez ê ji bo çi çarenûsa xwe bêxim nav lepê piling û kûçikan de?’ Nema hêviya dawîya şer û şûn ve revî û çû. Ji wê rojê ve, ji şkeftekî diçe şkefteke din, ji kûlilkekî diçe kûlilka din. Ji wî we ye, hêca piling wî dişopîne û ew jî digerê.

“Ya bû yî qismetê Emer Xeyam ev bû.”

“Yê sisiyê zelameke baweriyê bû. Destên xwe vekirin û cem wî ve çû. Çavên wî tûj, zimanê wî şêrîn bû û got: ‘tu bi xêr hatî vî welatî. Hevalên min, ji min dewlemendtirbûn, te ew şelandin, ji min şanaztirbûn, te serê wan tewand. Piling guhdar dikir. Wek çawa hatibe hîpnozkirin, çawa hatibê rê, welê sekinî. Zelamê sêyemîn pêbî bû, ew kedî kir. Ji wê rojê pê ve, ti piling nîzingê wî nebûn, mirovan jî xwe jê dûr girt.”

Dest nivîsa Semerqendê digihê vê encamê: “Dema tevlîhevî despê bikê, kes nikare bisekinîne, kes nikare birevê. Hinek kes jî, dixwazin feydekî jê bigirin. Hesen Sebah, kedîkirina wehşeta li ser rûyê erdê ji herkesî çêtir pêkanîbû. Ji bo xwe bispêre warê xwe yê piçûk Alamûtê, li dora xwe bizdandin belav kiribû.

Hesen Sebah, piştî keleh bi dest xist, ji bo wê ji dinyayê qut bike, dest bi xebatê kir. Ji berî her tiştî, dixwest ku pêşiyê li çizirandina neyaran bigire. Bi alîkariya avahiyên bi zanyarî hatîn çêkirin û teybetmendîyên herêmê yên derasayî, neqebên navbera du bistiyan de girtin.

Lê ji Hesen re, ev ne bes bû. Bi êrîşan destxistina Alamûtê ne pêkan be jî, êrîşkaran dikariya ew birçîbûnî û bêaviyê re rûbirû bihiştan. Gelî dorpêçkirinan de dorpêçker, encamê de bi vê yekê serketibûn. Ji ber ku ava Alamûtê hindike, ji wî alî ve lewaz e. Melayê Mezin, ew jî çareserkir. Şûna avê ji cûyên derdorê bicivînê, çiya dan qul kirin û sarincên ew qas mezin dan çêkirin ku nehatîn dîtin. Berê ava baran û berfê dan van sarincan. Jûra mezin ya Hesen têde diket xewlê de, “birkek bimucîze” heye. Hewiz, çiqas av jê diçe her tejî dibe, lê ti carî ser de naqulibe. Heke mo li nav bermahiyên kelehê bigerê, pêkane mo vê birtkê jî bibînê.

Melayê Mezin, ji bo erzeq jî, bîrên têde ron, sirke, hingiv dihatin parastin dan kolan. Ji bo têra salekî fêkiyê hişkirî, bezê dûvê berxan, qelî û ce jî êxist van bîran. Ev qas erzeq, ne bi qaweta dorpêçkeran bû. Bi teybetî zivistana heremê ya dijwar de…

Bi vî awayî Hesen, bûbû xwediyê mertalek bê kêmasî. Bi van bergiriyan, çekeke parastinê yê teqez dest xist. Bi fedaiyê xwe ve girêdayî jî çekeke teqez yê êrîşê! Kesê ji mirinê re amadebê yê bergiriyek çawa lê werê girtin? Her cûreyê parastinê li ser hîmê pêximandinê hatibû sazkirin. Wek tê zanîn kesên giring, ji aliyê mihafizên her êrîşkar ji wan ditirse ve dihatin parastin. Lê heke êrîşkar ji mirinê re amade bê? Heke bawer kiribe ku bi şehîtbûyînê deriyên biheştê vedike? Heke ev gotinên Melayê Mezin ji serê wî derneketibe: “Hûn ne ji bo vê dinyayê, ji bo dinya din hatine afirandin. Ma masû ji gefxarina avêtina deryayê ditirse?” Vêca heke fedaî, nizilîbe nîzingê kesê bike qurban? Ti kes û ti tişt nikarê wî bisekinînê. Rojekî Hesen ji walîyekî re: “Ez hinge siltan ne bihêz im, lê ez dikarim ji ya ew bide te zehftir xusarê bidim te.” nivîsandibû

(*)Seyê Mehindî: Cûreyeke seyan(kûçikan) e. Ev cûre se, parêzkarên baş in û gurxenêq in.                                                                                                         (Nişeya   Wergerkar) 

Hesen Sabah, çi amûrê ji bo şer hebê, hemî cih kirin û ket keleha xwe û êdî hew jê derket. Kesên jînenigariya wî nivîsandîn, gotin e: “sêh salên emrê xwe yê dawî de, du caran ji mala xwe derketi ye. Ew jî derketî ye serê bên” ji sibehê heta êvarî, li ser hêsîreke peritî û ti carî nehatî guherandin rûdinişt, hîndikir, dinivîsand û fedaiyên xwe berdidan pey neyaran. Rojê pênç caran, li ser wê hêsîrê bi mêhvanên xwe re nimêj dikir.

Kesên li bermahiyên Alamûtê negerayîn, divê mo ji wan re bêjê, Heke Alamût bi tenê keleheke di serê zinarekî ya destxistina wê zor bû ya; an tenê keleheke mezin ku hembêza xwe de bajarekî, nebî bajarokekî zozanê xwe ve dihewîne bû ya. Di dîrokê de ew qas navdar nedibû ya. Serdema Haşhaşiyan de, li alê rojhilat bi tûneleke teng re, rê diçû keleha jêrî û meydanê re diborî û hildikişî keleha jorî. Keleha jorî dişibûya şûşeyeke paldayî. Alê fireh li rojhilat, yê teng li rojava bû. Alê teng pihêt dihate parastin. Mala Hesen li serê vê dera teng bû. Yek pencera wê hebû û ew jî pêşberî keverê bû. Nava kelehê de, kelehek bû.

Melayê Mezin yê Haşhaşiyan, ji ber kuştinên dayin kirin, tariqat û keleha wî û efsaneya li dora wî pêkhatî, bênavber li ser rojhilat û rojava tirs û xof belav kiribû. Li her bajareke Îslamê, peywirdarên bilind hatibûn kuştin û xaçparêzan jî windahiyên giring dabûn. Lê gelî cara tê jibîrkirin ku esas terorê mezin, li Alamûtê bû. Gelo ji rêveberiya awarte, xerabtir çi heye? Her saniyeya jiyana mumînan, di destê Hezretê Mela de bû. Hemî amûrên mûzîkê qedexe kiribûn. Bilolek piçûk jî dest biketa dihate şewitandin, lingê xwediyê wê li qeydê didan, qamçî dikirin û soxînê ji cîvatê dihate avêtin. Cezayê vexwurkê girantirbû. Kurê Hesen bi xwe, rojekî ji alê babê xwe ve nîvsermest hat girtin û cezayê mirinê lê hat birîn. Lavekirina diya wî jî ew rizgar nekir û ji bo bibê ibret, berê sibehê re serê wî firandin. Ti kesî nedikarî dilopek mey vexwê.

Edaleta Alamûtê, zû encam dida, lê bela meslehetê bû. Kurê Hesen yê duyemîn, ji aliyê zelamekî ve hatibû tewanbarkirin, bê vekolandina rastî û xwehriyê, Hesen, serê kurê xwe yê paşî dabû jêkirin. Piştî çend rojan, sûnçkerê rastî îtiraf kiribû û serê wî jî hatibû jêkirin.

Kesên jiyanameya Melayê Mezin nivîsandîn, ji bo bê alîgirî û dadmendiya wî nîşan bidin, dankuştina kurên wî mînak didin. Dibêjin: “Ji ber van cezayan, gelê Alamûtê rewşeke bi mînak girtine û ketine asta sinc û fazîleta herî bilind.” Bawerkirina vê yekê ne zehmet e. Dîsa jî ji hinek çavkaniyan em tê digijin ku roja piştî van îdaman, jina wî û keçên wî li dijî wî derketine û Hesen ew ji Alamûtê derêxistine. Ji peyrwên xwe re jî şîreta tevgerandina bi vî awayî kirî ye. Ji wan re gotiye: “divê hûn bi bandora jinan, ji rê dernekevin.”

Xewna tewşo mewşo ya Hesen Sebah; kişandina dest û lingên xwe ya ji vê dinyayê, veqetandina xwe ji hawirdorê û dorpêçkirina xwe ya honandina dîwarên bi kevir û tirsê bû.

Welê jî, ji vê valehiyê aciz bûbû. Mîrên herî xurt jî an dînek, an jî qeşmereke wan heye. Bêhna wan derdixin. Lê zelamê çav kusandî, tenêtiyeke bê hempa de bû. Mala xwe de, keleha xwe de û di nava xwe de, xwe veşartibû. Ji bo ştexaliyê ti kesê wî tinebû. Li dora wî, mijarên beredayî, xulamên bêdeng, mûmînên hatîn sêhrîkirin hebûn.

Nav mirovên nasdikirin tevan de, ne bi dostîbe jî, lê ji dil kesê pê re biaxive, bi tenê Emer Xayam bû. Ji wî re nivîsand. Di bin gotinên wî yê bi şanazî de, bêhêviyek erjeng hebû:

“Şûna tu weke qaçaxekî bigerî, tu çima nayî Alamûtê? Wek te, min jî zehf êş kişand. Lê niha ez didim kişandin. Li vê derê tu yê bêyî parastin,  yê xizmet ji te re bê kirin, yê rêz ji te re bê girtin. Hemî emîrên cîhanê bicivin, nikarin destê xwe bidin yek mûyê serê te. Min pirtûkxaneyî zehf mezin avakirîye. Tu yê berhemên herî nadîde tê de bibînî, bixwînî û binivîsî. Tu yê li vê derê bigihijî aramê.”

 

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply