Gunnar Ekelöf Li Cîhanê û Firat Cewerî Li Cîhana Wî

Nivîskarên navdar yên ku bi zimanê xwe xwendin ev in:

Firat Cewerî bi kurdî

Lotta Muth bi swêdî

Xiaohui bi çînî

Dorothea Bjelfvenstam almanî

Özkan Mert bi tirkî

  1. Wêjeya cîhanê

Materiyalên gotara min ji nivîsên Gunnar Ekelöf bixwe, lêkolînên berê,  pirtûkên teorîk û belgeyên cuda ji arşîva Gunnar li Uppsalayê pêk tê. Ji bo ravekirin û têgihîştina zaroktî, oldarî û helbesta Gunnar Ekelöf, psîkolojiya ezbûmê (egopsîkolojî), çawa dikare were bikar anîn ji bo ku mirov bikaribe wî nas bike? Di navbera dîndariya Gunnar Ekelöf û zaroktiya wî de têkiliyek çêdibe û heke têkiliyek hebe ev çawa xuya dibe?

“Firat Cewerî, ku bi xwe di birêvebiriya hevkoma Gunnar Ekelöf de ye, bi salan e li ser dîwana Gunnar Ekelöf ya bi navê Mîrê Emgionê şevên helbestxwendinê li dar dixe…  ”28ê Cotmeha 2023, demjimêr 14an de helbestên şaîrê swêdî Gunnar Ekelöf li Pirtûkxaneya Kurdî hatin xwendin. Tişta herî balkêş ew e ku wergera ji swêdî ji bo kurdî, çînî, almanî, erebî û tirkî ye. Mîjar Mîrê Emgîonê ye ku  ew mîrekî kurd  û ji bajarê Wanê e. Gunnar Ekelöf bi vê Dîwana xwe ya bi navê Mîrê Emgîonê mora xwe li dîrokê xistîye û bûye navdar. Firat Cewerî û nivîskarên navdar helbestên resen ji Dîwana Mîrê Emgîonê bi awayekî hunerî û avakarî xwendin.

Armanca Firat Cewerî ya bi organîzekirina êvarên edebiyatê ên pirzimanî ew e ku ew balê bikişîne ser ziman, mîras û edebiyata kurdî, herweha bi rêya şaîrê swêdî yê navdar Gunnar Ekelöf miletên din bi dîrok, ziman, mîrasa çandî û edebiyata kurdî bihesîne. Di êvara Gunnar Ekelöf ya li Pirtûkxaneya kurdî de ji Dîwana Mîrê Emgionê bi pênc zimanan hate xwendin; bi zimanên orjînal swêdî, kurdî, çînî, almanî û tirkî. Mîjar Mîrê kurd- Mîrê Emgîonê, wek me got li ser mîrekî kurd e. Gunnar Ekelöf bi vê Dîwana xwe ya bi navê Mîrê Emgîonê mora xwe li dîrokê xistîye û bûye navdar. Firat Cewerî helbestên resen ji Dîwana Mîrê Emgîonê bi awayekî hunerî û avakarî xwend.

  1. Gunnar Ekelöf kî ye?

Gunnar Ekelöf, di 15ê îlona 1907an de hatiye dûnyayê, di 16ê adara 1968an de çû ser dilovaniya xwe.  Ew di sala 1958an de bû endamê Akademiya Swêdê, di sala 1958 de li Uppsala´yê Fîl. Doktoreya Fexrî wergirt.  Wî di 24 saliya xwe de dest nivîsîna helbest î wergerê kir û di kovara Pencerê de helbestên xwe weşand. Projeya Zanîngeha Lundê ya li ser helbestên Gunnar Ekelöf  yên neçapkirî û teknîkên tîpoografîyê  pir balkêş e. Di vê navberê de, Ekelöf (1933, (1934).  ) wek wergêr û gotarvan di nav hunerên cuda de bi rêya antolojiya surrealîzma fransî  ket bin bandora sed salên helbesta Fransî ya Nûjen. Gunnar Ekelöf hê neh salî bavê xwe wenda kir û bêbav mezin bû. Bêbavî û problemên wî yên zaroktiyê bandorê lê kirin. Di sala 1962an de cara ewilî berhevoka helbestên xwe ”Dereng li ser Erdê” digel helbestên xwe ên berê çap kir.

Gunnar Ekelöf rexnegir, nivîskar, helbestvan û wergêr bû û ew di sala 1958an de bû endamê Akademiya Swêdê Andersson, Davîd, 2004; B. Landgren, 1982; A. Lundvall, 2009; B. Wisforss,1983; S. Carson & A. Liffner, 1956). Wî piştî zaroktî û jîyaneka dijwar bi bavekî nexweşiyê derûnî re eleqedar dibe, derbas kir. Eleqeya wî bi lêkolînên paşerojê yên farisî û Sanskrîtî ve girêdayî ne. Ekelöf ji modernîzma fransî îhtîmalên bibiryar wergirtibû bi taybetî salên 1929-1930 de li Parîsê ma û ket bin bandora modernîzmê. Wî li wir beşa muzîkê xwend û di nav hunermendên navdar de ma û ji wan sûd wergirt. Huner û erotîka avakariyê di nivîsên Gunner Ekelöf de xuya dibe. Ew hem helbestvan û hem jî rexnegirekî edebîyatê bû. Li gorî Ann Lundvall (2009) li beşa lêkolînên wêjeyî li Zanîngeha Stoclholm´ê, nivîskariya Ekelöf bi têkiliyên balkêş di navbera wêje û hunerên dîtbarî de diyar dibe. Nimûneyên hunerên dîtbar ên ku îlhama Ekelöf dane, yek jê hunermendê navdar Erîc Grate ye.

  1. Mîrê Kurd û celadên Bîzansî

“Mîrekî kurd yê ji bajarê Wanê dikeve ber xezeba celadên Bîzansî û êşkenceyeke dijwar dibe. Çavên mîr bi derziyên sorkirî dirijînin û wî bi korîtî dişînin welatê dengbêjên kor, Kurdistanê…” Edebiyata Bîzansî ji serdema Bîzansê ku di navbera   salên 330 – 1453an de ên wekî dîroknivîs, retorîk û helbesta epîgramê dijîyan, piştre formên edebiyatê yên nû afirîn. Împeratoriya Bîzansî domdariya desthilatdariya Romayê bû, împeratorê pêşîn Diocletiomus bû, lê avakirina bingehîn a dewletê bi Konstantinus ve hate avakirin.  Berhema Gunnar Ekelöf a bi navê “Şev li asoyê” li vir armanc ew e ku bi taybetî girîngiya ”hêmanên Bîzansê” yên cihêreng ku li gorî Ekelöf, karekterê dîmena ku li wir Şevek li horîzonê tê lîstin. Qonaxa dawin a helbesta Ekelöf, sê berhevokên Dîwanê yên helbestan diyar in. Ji mîstîsîzma Rojhilatî, îkonên Bîzansî û eklektîzma çandî ya îslamî hatine îlhamkirin. Dîwana li ser mîrê Emgîonê 1965, çîroka Fatûmê 1966 û Rêbernameya Cîhana bindest e. Gunnar Ekelöf di heman demê de gotarvanekî navdar bû, lê nefispiçûk bû.

Helbestên Gunnar Ekelöf berê bûbû navenda lêkolînên mîstîsîzmê. Rexnegir û lêkolînerên edebiyatê bûne du beş. Beşekê bawer dikin  ku Ekelöf  bi eşkere  mîstîkek bû û yên din jî bi tundî xwe ji wê  binavkirinê dûr dixin. Têkiliyek di navbera  zaroktî û olperestiya Ekelöf de tê xuyakirin, nêrîna olî di helbesta wî  de rava dibe.

Hevkoma Gunnar Ekelöf bi hevkariya Pirtûkxaneya Kurdî rojeka poesî/wêjeyî û hunerî li Pirtûkxaneya Kurdî li dar xist. Mîjar mîrekî kurd e û ji vê mîjarê ji Dîwana Mîrê Emgionê helbest hatin xwendin. Firat Cewerî bi xwe di birêvebiya koma Gunnar Ekelöf de ye, bi salan li ser Dîwana mîrê Kurd şevên helbestxwendinê amade dike. Ew nivîskarekî jîr û wî Kovara Nûdem derdixist. Cewerî bi kovara Nûdem´ê edebiyat û çanda kurdî li cîhanê belav kir, lê hezar carî mixabin li gorî keda wî aliyên siyasî jê re xwedî dernakevin.

  1. Firat Cewerî û êvarên helbestxwendinê

“Firat Cewerî navekî naskirî li wêjeya kurdî û herwisan jî pirekê di navbera çanda kurdî û swêdî de ye. Ew ji bo wêjeya kurdî ronahî bi xwe ye…”

Wergera ji swêdî ya ”Mîrê Emgionê” ji aliyê Ferat  Cewerî ve hate wergerandin. Li gorî rêza kronolojîkê “EKELÖF LI CÎHANÊ”:

  1. Cara pêşîn li Balyozxaneya Swêdê ya Stenbolê bû.
  2. Cara duyan li Berlîna Almanyayê bû.
  3. Cara sêyan li lokala hikumeta hêremana Kurdistanê li Stockholma Swêdê bû.
  4. Cara çaran li navenda literatura Uppsala´ya Stockhom´ê bû.
  5. Cara pêncan li Pirtûkaneya Kurdî li Alvîka Stockholm´ê bû .

Armanca helbestan çi ye? Divê helbestên cuda di nava xwendevanan de tiştekî şiyar bikin, tovekî ku em paşê biçînin bidin me. Firat Cewerî û nivîskarên jîr bi pênûsên xwe hunerên wêjeyê diafirîn û me didin hizrandin. Divê helbest me bidin hizrandin. Firat Cewerî helbestên resen ên Gunnar Ekelöf bi kurdî xwend. Em di wê baweriyê de ne ku Firat Cewerî bi qasî edebiyata kurdî, bi pênûsa xwe di edebiyata cîhanî de jî bi ser ketiye. Armanca helbestan çi ye? Divê helbestên cûda di nava xwendevanan de tiştekî şiyar bikin, tovekî ku em paşê biçînin bidin me. Firat Cewerî û nivîskarên cîhanê hunerên wêjeyê diafirîn û me didin hizrandin. Dîroka me helbestê teşe dike û çarçoveyeke ku li gorî me ye dide helbestê. Divê helbest me bidin hizrandin.

Nivîskarê cîhanê Firat Cewerî helbestên resen ên Gunnar Ekelöf bi kurdî xwend.

Em di wê baweriyê de ne ku Firat Cewerî bi qasî edebiyata kurdî, bi pênûsa xwe bi ser ketiye.

Poesî ne romanek e, ku tu li gora xwe fireh bikî, ne jî kurteçîrok e. Poesî ne wek helbestan e.

Nivîskarên navdar yên ku bi zimanê xwe xwendin ev in:

Firat Cewerî bi kurdî

Lotta Muth bi swêdî

Xiaohui bi çînî

Dorothea Bjelfvenstam bi almanî

Özkan Mert bi tirkî

  1. Kurte

Îro 28ê Cotmeha 2023 demjimêr 14: 00 helbestên şaîrê swêdî Gunnar Ekelöf li Pirtûkxaneya Kurdî hatin xwendin. Tişta herî balkêş ew e ku wergera ji swêdî ji bo kurdî, çînî, almanî, erebî û tirkî bû. Mîjar Mîrê Emgîonê ye ku wek me got ew mîrekî kurd e. Gunnar Ekelöf bi helbest û vê Dîwana xwe ya bi navê Mîrê Emgîonê mora xwe li dîrokê xistîye û bûye navdar. Firat Cewerî  helbestên resen ji Dîwana Mîrê Emgîonê bi awayekî hunerî û avakarî xwend . Wî  Cewerî di axaftina xwe ya pêşkêşkirina êvara Ekelöf de behsa dema  destpêka salên 1990î kir  û gotina xwe anîn  li ser Kovara Nûdem´ê ku li Swêdê derçûye. Cewerî, di vê kovara vê de helbesteke Gunnar Ekelöf ya bi navê Celad ji swêdî wergerandibû kurdî û di Kovara Nûdem´ê de weşandibû. Xwendevanên Nûdem´ê meraq kirin ka bê çawa şaîrekî swêdî, Mîrekî Kurd ji xwe re kirîye mijareke edebî û hunerî. Ev mîjar bala Cewerî dikişîne ser edebiyaya cîhanê. Xebatên Cewerî yên Kovara Nûdem û nivîskariya wî û piştî wê jî, Cewer dest pê dike dîwana Mîrê Emgionê ji swêdê werdigerîne kurmancî û bi van kirinên xwe yên li ser ziman û edebiyata kurdî, di rêya xwe ya serbixwe de dibe şirîkên ziman û edebiyata cîhana Ekelöf. Firat Cewerî bi xwe, bi romanên xwe mora xwe li dîrokê xistiye, ji sînorên Kurdistanê derbas bûye û ew bi xwe bûye cîhana edebiyata Kurdî li cîhanê. Romanên wî, pir tên xwendin, li dû hev werdigerin zimanên dinyayê û di çapemeniya cihana edebiyatê de  jî rexneyên pir baş werdigire.

“Firat  Cewerî bixwe di  birêvebiya Hevkoma Gunnar Ekelöf de ye û bi salan e ku ew helbestxwendinê bi saziyên edebiyatê re li dar dixe…” Cara pêşîn li Balyozxaneya  Swêdê ya li Stenbolê, cara duyan li Berlîna Almanya, cara sêyan li Nûnêrtiya hikumeta herêma Kurdistanê KRG li Stockholmê, cara çaran li navenda edebiyatê ya Uppsalaya Swêdê û ya dawî jî bi hevkariya hevkoma Ekelöf û Pirtûkxaneya Kurdî  rojeka poesî, helbestvanî û hunerî li Pirtûkxaneya Kurdî hate li darxistin. Seroka Ekelöf-hevkomê Lotta Muht e û ev sazî di sala 1989an de hate avakirin. Kesayeta Gunnar Ekelöf bingeha edebiyata modernîzmê ya Swêdê ye, hem ji hêla xwe û hem jî ji hêla ji kesên din ve diyar e ku wî ji mîtolojîyê hez dikir û bi pênûsa xwe ve edebiyatê diafirand.

Maruf YILMAZ

Doktoremend, mamoste û nivîskar

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply