Ez Rabirdû di Derî re Derdixim

Hêmin be dilê min

Me herdûyan semt şaş kir

Tu korî

Min jî bawerî bi te kir.

…

Herdû bi xemgînî li hev dinêrin

Heyva payîzê

Û zarokekî bê malbat.

…

Kalemêrê ku milêbê li ser bênderê hildide

Xewnên me jî pêre radike.

…

Çavê te li jina ku di bin baranê de dimeşe

Û çavên min jî li baranê.

…

Ez rabirdû di derî re derdixim

Di pencerê re vedigere.

…

Di riya berve te de

Bi awirên te dilukumim.

…

Pêmpilîka ku vê carê

Ji ser lêvên te firiye

Ne peyv bûn

Ew ramûsan bû.

…

Şax digrî û dilorîne

Ger ku ji darê cuda kirin.

…

Perçeyê textî

Li kêlek argûn

Dilê xwe bi rojên daristanê dimîne.

…

Ew jî mîna wan diêşe

Toprîhana ku li ser gorekê datînin.

…

Her ku darek ket

jina êzingvan

digrî.

…

Her ku yek ji malbatê ket

Dara tenha di hewşa malê de

digrî.

…

Pirên di navbera me de

Li pey hev ketin

Ji ber ku me

Bi pûş û qamûşê ava kiribûn.

…

Li mala xwe bi tenha serê xwe ye

Li pêşiya sobê

Pîrejin roja evînê a yekemîn bibîr tîne.

…

Pştî salan di ser cengê re

Her ku zivistan hat

Li ber amûra xwe ya kevin rûdine

Û kurtikekî ji zarokê xwe yê mirî re didrû.

…

Gava ku te bi paşila paltoyê min girtiye

Û te bi hêz ber xwe kişandime

Êş ji destê min ket

Û li ser masê şikest.

…

Ez ê embara te bi peyvan dagrim

Ew jî weke zêr

Diçrûsin.

ــــــــــــــــــــــــــــــــ

Helbestvan: Abderrahim El Khassar.

Wergerandin ji zimanê erebî Majêd a Mihemed

Etîket: Helbest, Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle