Çîroka Malbata Evdo – Firat Cewerî

ÇÎROKA MALBATA EVDO
Firat Cewerî
NÛDEM

Weşanên NÛDEM 39
Çîroka Malbata Evdo
Stockholm: 1999

© Weşanên NÛDEM
Pergala bergê û rûpelan NÛDEM
Wêneya bergê: Beşek ji bergê pirtûka Yilmaz Guney ya bi navê “Boynu
Bükük Öldüler”
Çap bergê: Jakobsbergs Tryckeri
ISBN: 91 88592-39 1
Box 177
177 23 Jarfalla-Sweden
Tel û Fax: 8-580 131 62
8-583 564 68

ÇENDGOTIN

Çîroka Malbata Evdo ji çavkaniya bûyereke rastî hatiye hûnan- din. Navên gernasên çîrokê û navên cih û deran jî rast in.

Gernasê vê çîrokê Evdo, pismamê min e. Min bûyer bi çavên xwe dîtiye û ez ji destpêkê heta dawiyê bi wan re bûm.

Min di sala 1979an de li welêt dest bi nivîsandina vê serpêhatiyê kiribû û di dawiya sala 1980yî de ew li Swêdê xelas kir. Min hingî ev çîroka ha nîşanî R. Zîlan jî dabû. Şîret û pêşniyazên wî yên di derheqa zimên de pir bi kêrî min hatibûn. Ez gelekî spasî wî dikim.

Paşê min di sala 198lê de çîroka xwe bi deqtîlo nivîsand û çend kopyayên wê derxistin. Min dixwest ez çap bikim lê îmkan tune- bû. Di sala 1983an de min kopyayeke wê ji rehmetiyê Qanatê Kurdo re şand Lenîngradê, da ku ew jê re pêşgotinekê binivîsîne. Qanatê Kurdo bi nameyekê hezkirina xwe anîbû zimên û li ser ji- yana min hin agahdarî xwestibû. Lê berî ku Qanatê Kurdo bigihî- je pêşgotinê binivîsîne, wî wefat kir. Çîroka min ma. Êdî min bêtir meyla xwe berdabû ser prosayê (nesrê) û min dev ji nivîsandina bi vî celebî berdabû. Paşê îmkanê çapê çêbû jî lê min nexwest ez çap bikim. Min nedixwest ez bi vî şiklî çap bikim. Ez demekê fikirîm ku wê mîna roman an jî piyes binivîsînim, lê ew jî nebû. Êdî min ew bi tenê weke bîranînekê hilanî bû. Piştî 17-18 salan, min îsal ew derxist û xwend. Min xwend û min rojên buhurî bi bîr anîn. Rewşa karkerên pembo û bêçaretiya wan hat ber çavên min. Di bîranîna salên buhurî de resimekî salên heftêyî di serê min de diyar bû. Gelek tişt hatin bîra min. Wê ji ber tesîra 18 salên surgunê û dûriya ji welêt be, ez hisî bûm. Loma min biryar da ku ez vê ber- hemê çap bikim û gernasên wê di bîranînan de zindî bihêlim. Çi di aliyê zimên de çi jî di aliyê naverokê de min tu guhertin di vê ber- hemê de nekir.

Bêguman ger min îro ev berhem binivîsanda min ê bi awayekî din, bi raman û felsefeyeke din, bi celebekî din ê edebî binivîsanda; lê ez ê tu carî evqasî realîst nêzîkî mijarê nebûma û ez bawer na- kim ku min ê bikarîba zimanekî weha zindî û xwezayî bi kar bi- aniya.

Bi hêviya ku wê bi dilê we be…

Firat Cewerî Stockholm 1998

 

ÇÎROKA MALBATA EVDO

Maleke donzdeh kuflet
Ya Evdo lawê Eshed
Li Balfisê dijiyan
Hûr û mezin dil bi jan
Tim li nav çol û erdan
Kevir û kuç Vedidan
Ji bo ku wek hevalan
Ew jî rûnîn ber malan
Ne min got donzdeh kes bûn
Ji bo wan ew ne bes bûn
Heft heb law û sisê qîz
Tev paqij wek rûnê hîz
Diya wan a nâv Zergê
Digot qey wê rojek bê
Vê qedera bêmirêz
Em ê bixînin bi hêz
Wan pir rê didan ber xwe
Da ku bibin serbixwe
Li beriya Dêrikê
Wek qijnik û gêrikê
Geh xizmet û geh palî
Dikirin li her alî
Lê rebenan tim birçî
Tim belengaz tim bê cî
Ew li hev rûdiniştin
Bi gazin û bi gotin
Ax li vê cîhana han
Em reben û perîşan
Timî stûxwar in em
Bê rêzan û devbigem
Mezinê malê Evdo
Digot xêr e çi ye lo?
Vê dêlika felekê
Wê me têxe ser rêkê
Hingî em ê jî helbet
Parîk nanê bê minet
Bixwin weke însana
Wê bimire ev jana
Li wî gundî tenê ew
Bê şîr û mast û dew
Req û rût û birçî bûn
Bê erd û bê xanî bûn
Rokê dawiya havîn
Wan li malê kir civîn
Wextê çinîna pembû
Da ku ew jî herin zû
Ew deynin qûtê salê
Dîs vegerin bên malê
Li hev kom bûn jin û mêr
Li mal hiştin ên bêkêr
Bi koçmalî ketin rê
Dîsan wek karê berê
Çûn hêla Nisêbînê
Xizmet bikin bo jînê
Kon vegirtin li nav erd
Ji xizanî dil bi derd
Ji deh salî ta pêncî
Li ser pembo bûn bi cî
Tenê Evdo û Besê
Ew mabûn li Balfisê
Evdo tim carna digot
Xwezî ez bibûma xort
Lê çi mixabin hûn xort
Bûne naylon wek min got
Çi ye digot ev çi hal
Hûn bê welat û bê al
Tim digot dest bidin hev
Wek bira hûn rabin tev
Pêşverû bû û dilxwaz
Lê hewceyê rûn û gaz
Piştî çendakî ew jî
Ket rê bi hiş û mejî
Çû gihîşt ba karkeran Da bide hev pir peran
Karkerên li ser erdan
Ne xerîb bûn tev pismam
Evdo ji wana pirsî
Hûn çawan in balfisî?
Peyakî henekker bû
Bi emir navsere bû
Pir henek kir wê şevê
Tevî çîroka devê
Dû re Evdo zû pirsî
Kanî bermalya Weysî?
Çavên wî zûka lê ket
Weke tîrek li dil ket
Got ev çi ye Helîmê?
Jehr têkeve vê jînê
Helîmê bûka wî bû
Pîreka kurê wî bû
Tim nexweş bû rebenê
Lê kar dikir wek genê
Ji bo ku peyv neyê ser
Wê kar dikir bê hember
Gava Evdo weha got
Dil û ceger li wê sot
Zergê gote civatê
Derbas bin hundur ba tê
Şîva wan a li ser ar
Zergê çû ew danî xwar
Dû re got şîv hazir e
Şîv tirşik û bulxur e
Kerem bikin ser sifrê
Wextî kekê Elî bê
Evdo dîsan keniya
Got hey xezala çiya
Zergê jina Evdo bû
Eslê wê ji Kelê bû
Ne jin bû wek zilama
Ne xwende bû lê zana
Evdo pesnê wê dida
Digot şikir ji Xweda
Ku ev jina daye min
Ez kirime serbilind
Zergê sifre hazir kir
Pêşî bang zilaman kir
Zilam çûne ser sifrê
Gişan gotin ya Xwedê
Evdo pîvazek jî xwast
Got ma heye çeqilmast?
Mahmûdî pê keniya
Got heye goştê miya
Mahmûd peyva xwe dom kir
Berê xwe b’ Evdo vekir
Dîsan keniya û got
Pezên ku me îşev dot
Ka wî şîrî hûn bînin
Ber Evdo axa dînin
Bi kêf û bi henekan
Dixwarin tirşik û nan
Zîna Mamê got Evdo
Ka rewşa gund bêje lo
Dev ji henekan berdin
Em tev bi kul û derd in
Ji birçîna bûn koçer
Digerin li çol û der
Hinan ji me mal hiştin
Hinan jî zarok û jin
Zînê hîn jî pêş de hat
Dil radibû dadihat
Lawê Zînê ê mezin
Ji wan ew mabû li gund
Zînê ji ber bi tirs bû
Ber ku lawik durust bû
Şoreşger bû û zana
Ji bo mafê însana
Wî kurî tim şer dikir
Şerekî baş û ji dil
Ji ber vê yekê Zînê
Digot ax li min dînê
Ger ev kur were girtin
Pêt dikeve mala min
Çavên Zînê zû şil bûn
Dilê wê tije kul bûn
Evdo bersiv da û got
Ew zîrek in xort in xort
Ew ê tim bikin xebat
Ta ku em bibin felat
Zilaman êdî têr xwar
Ji tirşikê û girar
Zilam paş de vekişyan
Dor êdî bû a jinan
Îcar zarok û pîrek
Li ser sifrê bûne yek
Li pir hêlên Kurdistan
Hê jî ev toreya han
Zilam digel pîrekê
Rûnanin ser sifrekê
Tim berê zilam dixwin
Dû wan re zarok û jin
Zilaman merş raxistin
Cigarên xwe vêxistin
Pişta xwe dan behlîfan
Lingên xwe ber xwe berdan
Dinya baş tarî bûbû
Tenê ji kon diçû dû
Ji gundê nêzîkî wan
Kûçik bilind direyan
Şev ker bûbû û tarî
Ewr xwe dabû her alî
Carna dikire gir-gir
Carna jî barana gir
Konê wan zûka şil bû
Hew ji kon bilind bû dû
Ba û bahoz û baran
Dengê birûsk û ewran
Li wê çolê belav bû
Pir neçû lehî rabû
Zarok û jin û zilam
bê zar û bê çare man
Hinan gotin bismilah
Hinan got emrê Elah
Lê dîsa Edvo rabû
Got gidî çi bela bû
Zarokên hûr ên şîrmij
Bi ser avê ketin giş
Qîr û wîra pîrekan
digihîşte asuman
Qaf û qûtê rebenan
Tevî nan û danê wan
Giş bi ser avê ketin
Digel wî konê mezin
Nav wî zevî bûbû ceng
Qîj û wîj eman û deng
Evdo wa bi dengê hêl
Gazî kir got dihêt pêl
Hûn tev xwe bidin alî
Ev xezeb e dibarî
Bi zar û zêçan ketin
Got em dev ji mal berdin
Li ser riya qîr û zift
Hatin ser hev pale gişt
Lê kon û xwarina wan
Belav bû li nav erdan
Tenê req û rût mabûn
Ji mirinê xelas bûn
Piçkî çû dinya vebû
Ewrî ji hev belav bû
Ba û baran rawestîn
Ew ber bi gundan revîn
Xwe gihandin gundekî
Her yek çû mala yekî
Kincên li xwe guhertin
Di cihê xwe de ketin
Lê wisan zarokên wan
Dinaliyan digiryan
Evdo giş vehewandin
Got xwe kar bikin rabin
Em bidin rê herin mal
Jehr têkeve mal û kar
Apê EIî got nabe
Divê pembo xelas be
Evdo pirsî got çima?
Nabînî rewşa jina?
Elî got ev qet nabe
Axa mafê me nade
Dibêje pemboyê min
Hûn ê gişî biçinin
Elî çawîşê wan bû
Hem jî merivê wan bû
Wê çi bikira reben
Nezanê hem dev bi gem
Evdo îcar wa bi hêrs
Bi qûnkişkê hate pêş
Elî re got bide rê
Em herin mala axê
Elî got Welleh nabe
Ew dev ji me bernade
Evdo îcar bi hêrs go
Rabe bide dû min lo
Bê razan û bê sebir
Wan ew şeva derbas kir
Paşê herdu derketin
Bi ser riya gund ketin
Rê bi herî çirav bû
Dîs lehî li wan rabû
Bi zor xwe gihandin gund
Kincên wan şil bûbûn rind
Di gund de ew berjor bûn
Ber bi mala axê çûn
Li ber hewşê sekinîn
Ew hinekî fikirîn
Tev pêlavên bi herî
Hêdîka çûn ber derî
Li derî kirin teqteq
Kurekî axê derket
Got ma hûn çi dixwazin?
Çima evqas dikazin?
Wan bi zûka bersiv dan
Gotin me nîn e hedan
Wan zû pirsîn ji lêwik
Kanî bavê te kurik?
Got li oda banî ye
Dema xwarina wî ye
Pêlikan de berjor bûn
Ber bi oda banî çûn
Hêdî li derî xistin
Dengekî nizim kirin
Ka derbas bin hûn kî ne?
Mêvan in an gundî ne?
Hêdî derî vekirin
Wan çav li axê kirin
Rûniştibû çarmêrkî
Xezeb difûrya ji wî
Hundur tev raxistî bû
Tev paqij û şuştî bû
Li hawîrdora dîwêr
Neqişandî weke zêr
Çarmedorî behlîf bûn
Tev behlîfên hirî bûn
Wêneyekî bavê wî
Bi dar de bû li ser wî
Rawestan li ber derî
Mîna du kesên mirî
Axê her xwarin dixwar
Serî ranekir ji xwar
Sifra wî sifrek fire
Ji wan siniyên gire
Ji xwarinê ew mişt bû
Tije goşt û birinc bû
Kevçiyê dawî danî
Nû serî hilda banî
Got wan solên bi herî
Deynin ber devê derî
Û derbas bin hunduro
Ka bê we xêr e wilo
Solên xwe ji pê kirin
Şelwerên xwe hilkirin
Û ew derbas bûn hundur
Bi dilên keser û kul
Xwe dane ser çokên xwe
Û gotin ya dilê xwe
Axayê me ê delal
Zaro divên herin mal
Êdî baran û lehî
Bi serê te Wellehî
Em hew karin biçinin
Me divê êdî biçin
Berî zar û zêçên me
ew herin ji destên me
Destûr bide axê me
Bide keda destên me
Axayê wan vê carê
Xwe dirêj kir cigarê
Bi nermî çend hilm kişand
Dest û rûyê xwe şidand
Paşê tirş û tal bû zû
Nêv simbêlan berda dû
Cigara ku di destan
Xwelîdankê de çikand
Serê xwe bilind kir
jor Dest avêt simbêlên sor
Berê xwe bi wan vekir
Birûyên xwe bilind kir
Dû re devê xwe dagirt
Got min xwe pir li we girt
Ev pemboyê weke zêr
Mirovên wek we bêkêr
Tev li ber lingan birin
Mala min xera kirin
Hûn hîna jî bê fedî
Pera divêtin gidî
Heta ku vî pemboyî
Hûn neçinin hemûyî
Ez çerxîkî nadim we
Ger Xwedê be bavê we
Evdo hebkî pêş de hat
Edî li ber axê hat
Got binere tu axa
Ev kar nameşe weha
Berî ku birêje xûn
Divê ku em bê pevçûn
Li hevdu bên wek biran
Bide mafê karkeran
Axê li Evdo nêrî
Got li min xwelî serî
Li kincik û rewşa wî
Min re dike berberî
Elî got na xêr axa
Em neghane wan çaxa
Çi ji me re berberî
Ez bi qurbana serî
Em feqîr in belengaz
Bo parîk nan û pîvaz
Ji xwe re dixebitin
Çi berberî û kuştin
Dîsan axa peyivî
Got nadim we yek çerxî
Hûn ê vî pemboyê min
Biçinin gişî ji bin
Îcar Evdo û Elî
Li çavên hev nihêrî
Paşê Evdo destê xwe
Bi lez xist bêrîka xwe
Qutya xwe derxiste der
Ji tûtina xwe ya zer
Cigarek qalind pêça
Elî re got le vêca?
Dû re wî cigara xwe
Xist nav herdu lêvên xwe
Bi hestê xwe ê berê
Vêxist serê cigarê
Du hilmên kûr li ser hev
Dû berda di poz û dev
Wa hêdîka îcarê
Wî berê xwe da axê
Got çima wa dibêjî
Te fêhm nekirî hê jî?
Em ji te re dibêjin
Em feqîr in bê hêz in
Ev zarokên me ên hûr
Ser hev de dikin zûr-zûr
Ger ew nexweş bikevin
Em ê bin de bikevin
Ber ku em belengaz in
Hewceyê rûn û gaz in
Bê dirav û bê mal in
Ji feqîrî dinalin
Bê çare ne em reben
Em xwediyên kul û xem
Destûr bide em herin
Da zaro ji dest nerin
Mehek hate dagirtin
Ku em zar û mêr û jin
Li nav vî erdê pembo
Diçinin bi şev û ro
Lê em çi bikin niha
Edî nameşe weha
Di konan de nexasim
Em qet nikarin razin
Em bê nan û xwarin man Em tev reviyan gundan
Lavelava jinên me
Qîrînên zarokên me
Wan em ji guhan kirin
Hişê serê me birin
Dibêjin em nikarin
Digirîn û dikalin
Axa îcar bi qîrîn Got ez ê birjînim xwîn
Ez qet nadim we dirav Bes hûn bikin lavelav
Ger hûn dixwazin herin
Li cendirman bigerin
Hûn li min gilî bikin Qala mafê xwe bikin
Evdo û Elî nerîn
Pere nake bergerîn

Lê ne ji xwe bi zorê
Axa nade wan doré
Bi wan dilên bi birîn
Herdu bîskê fikirîn
Paşê rabûn ber derî Solên xwe ên bi herî
Xistin herdu lingên xwe Rahiştin çakêtên xwe
Dîs berên xwe dan axa Got wê bimre ev çaxa
Gava ew derketin der
Dîtin segekî mexel
Wî segî êrîş bir wan
Lê zûka revî gavan
Segî ji wan veqetand
Cihê wî de rawestand
Elî Evdo û gavan Ew bi hev re meşiyan
Evdo wa di ber xwe de Got jiyan kul û derd e
Gavan li wî zîvirî
Got ji bo çi ez gorî
Elî got lo ez xulam Rast e derd e ev jiyan
Derdên xwe jê re gotin Dil û ceger lê sotin
Gavan bi wan re daket Ta ku ji gund bi dûr ket
Peyivîn ew li ser gund Ser mirovên pîs û rind
Peyv zîvirî û peyv hat Hâte ser kar û xebat
Evdo got xort rabûne Bo azadî kar bûne
Pir pêwîst e ku em wan Biparêzin bi çavan
Şer dikin bi roj û şev
Bi zanyarî û bi dev
Ji bo jîna wekhevî
Ji bo mal û bo zevî
Ew hertim vê dibêjin
Yên ku xwînê dirêjin
Em ê wana bixînin
Erdan ji wan bistînin
Li gundiyan belav kin Axan ji navê rakin
Gavên got lawê min jî Tim ji min re dibêjî
Dibêje ku divê em Bişkînin merbend û gem
Derdê axê nemaze
Kurê min qet ranaze
Piştî ku peyv xelas kir Derxist qutî û agir

Sê heb cigare pêça
Ji bo xwe û ji bo wa
Cigarên xwe kişandin
Xatir ji hev standin
Gavan vegeriya gund Ew jî rê ve çûne rind
Gihîştin gundê berê
Cê karker li wê derê
Zarokên wana ên hûr
Hatin pêşya wan ji dûr
Çend pîrek û çend zilam Ber derî bendî wan man
Ta ku Evdo û Elî
Ew gihîştin ber derî
Bi hev re ketin hundir
Berên xwe bi wan ve kir
Bi dilekî bi birîn
Wan rewşa axê pirsîn
Evdo piçkî hizirî
Paşê li wan zîvirî
Got paleno mixabin
Em ê pembo xelas kin
Yan na mîrzayê axa
Wê me bişîn destvala
Wî got hûn gilî bikin Qala mafê xwe bikin
Ez çerxîkî nadim we
Ger Xwedê be bavé we
Bi hêrs got gelî pala Weha ye ev pergala
Em rencber bin bê rûmet
Wê rewşê ev be helbet
Divê em hişyar bibin
Li xebatê kar bibin
Van axan û van began Em wan bidin ber lingan
Yan na em ê weha bin Ew ê tim ejderha bin
Gava Evdo weha got Ji wira hol bûn çend xort
Xwestin herin ser axê
Wî têxînin bin axê
Bi gotin û bi gazin
Evdo ew rawestandin
Paşê got xortên delai
Wê bikeve ev pergal
Divê li hember dijmin Em pirî bi sebir bin
Va keç û xort rabûne
Bo azadî kar bûne
Nemaze bo karkeran
Ji bo mafê rencberan
Bi xurtî ne bi sistî
Xebatek bi zanistî
Dajon li dijî axan Li dijî stemkaran
Heçî karker û gundî Pêwîst e ku peywendî
Bi wan kesan re bikin
Bi kuştin û bi girtin
Evdo hîn dipeyivî
Li ser axa û zevî
Baş vebûbûn çavên wî
Ji wî difûrya hêvî
Dem derbas bû ji nîvro
Ber bi ava diçû ro
Rabû mazûbanê wan
Xwarinek danî ber wan
Palan destên xwe şuştin Li dor sifrê rûniştin
Piştî ku xwarin xwarin Av bi ser de vexwarin
Cigarên ku li ber wan Pêxistin dûman berdan
Evdo li der nihêrî
Rabû ber devê derî
Dest danî paş qûna xwe
Ponijî li jîna xwe
Ber bi derve meşiya
Çakêt li nava piya
Serê wî di ber de bû
Cigare di dev de bû
Hebkî din jî meşiya Wî berê xwe da çiya
Got hûn cihê mêran in
Hûn cihê pilingan in
Paşê serî berda jêr U got em in ên bêkêr
Roya ku li ber ava
Ew êdî diçû ava
Tîrêjên wêna yên tûj
Dicemidî weke bûz
Ji rojantî ketibû
Wek heyvê lê hatibû
Hêdîka çû paş benê
Dest avête doxînê
Vekir wê doxîna sist
Bi şelwer girt û rûnişt
Roya bûbû weke hêv
Daket xwarê roj bû şêv
Evdo rabû ber bi gund Meşiya bi gavên rind
Ser sergo de berjor bû
Ber bi malikê ve çû
Li derî xist ket hundir
Weysî namek pêşê kir
Got bavo va ev name
Gundîkî anî da me
Behçet ev nivîsiye
Li halê me pirsiye
Paşê jî ew bi gazin Dibê pera dixwazim
Xwe davêje bextê me Dibê ez bê pere me
Berî ku mala Evdo Herin ser erdê pembo
Lawê Evdo î Behçet Ketibû bin çek û rext
Ango ew bûbû leşker Dûr çûbû ji welêt der
Evdo hebkî ponijî Ew name girt ji Weysî
Got tişt nabe lawê min
Em ê pera bişînin
Lê kengî ku ev pembû Ew ji bin de xelas bû
Hingî ez ê bidim rê Herim ba mala axê
Pera ji wî bistînim Ji lêwik re bişînim
Paşê berî da palan U got gelî hevalan
Bi xêr em ê sibê zû Herin ser erdê pembû
Pêwîst e ku hûn îşev Firaxên xwe têxin tev
Ji bo ku çer em rabin Bi ser riya erd da bin
Karkeran gotin baş e Evdo rast e ne şaş e
Ew piştî şevbuhêrkê Her yek çûne hêlekê
Firaxên xwe xistin tev Ji eşa derbas bû şev

icar bû çaxê xewê
Giştik raketin li wê
Piştî ku bû sibê zû Evdo berî wan rabû
Wî bang palan gişan kir
Yek bi yek ji xew rakir
Gava ku karker rabûn Li firaxên xwe kar bûn
Ew dan û savarên xwe Danîne ser milên xwe
Paşê ji gund derketin Bi ser riya erd ketin
Zarok, pîrek û zilam Giş bi rê de meşiyan
Bi qasî nîvsaetê Ew gihîştin ser xakê
Çûn şûna xwe a berê
Cihê kon li wê derê
Kon ji erdê rakirin
Ji heryê paqij kirin
Paşê ji wan çend zilam
Sing di erdê de kutan
Konê xwe zû vegirtin Pêşmalên xwe wergirtin
Gişan berî dan pembo Ji bîr kirin kulên do
Ketin serê berên xwe
U gotin kilamên xwe
Piçkî nav pembo de çûn Pêşmalên wan tije bûn
Çûn vala kirin telîs
Dîs ewrekî reş î pîs
Bi ser wan de xwe berda .
Wan berên xwe dan Xweda
Gon ca bila dilê te
Bisote bi halê me
Gotin ev çi xezeb e Qe tu dev ji me berde
Lê wê tavê wa bi hêrs Xwe berda ser wan bi hêz
Wek merşekê li esman
Wê xwe vekir li cîhan
Bû girîn bi dû wê re
Wek tu esmên bihêre
Wisa baran bariya
Ewr wek ziha kişiya
Dîs li wê çolê bû deng Cih li wana baş bû teng
Vir de wê de reviyan
Ew zû bi kon ve gihan
Xwe epişandin ser hev Ew roj li wan bû wek şev
Hingî ew ava bû şet
Konê wan ser wan de ket
Xwarina wan a mabû
Nav avê de wenda bû
Dîsan zarok giriyan
Evdo got nema jiyan
Ax û wax bi wan ketin
Ji biné kon derketin
Dîtin ku wî ewrê han
Dîsan kişiya esman
Girîna ewr hat birin
Lê di wan de nema jîn
Belengazan zû rabûn
Li danîna kon kar bûn
Wan konê xwe vegirtin
Xwarinên xwe wergirtin
Ji wê xwarinê gişî
Ji wan kîsikên tijî
Tenê kîsikek mabû
Baş bû ku tije nan bû
Lê §il bûbû. ji avê
Vekir danîn ber tavê
Demê nîvro li paş hişt Karker pir birçî bûn gişt
Tıştekî wan nema bû
Ne xwarin ne nan û dû
Ji bil nanê wan ê şil Ne pêxwarin ne bulxur
Lê ramanek pir paqij Karker lê fikirîn giş
Çend zarok hilbijartin Ji bo kuvarkan rakin
Zarok şandin kumikan Bê sebir benda wan man
Ew zarokên kuvarkvan
Pir zûka vegeriyan
Wan pir baş rakiribûn Tûrê xwe dagirtibûn
Nanên ku li ber tavê
Ew ziwa bûn ji avê
Zergê çû anî hundir
Li karkeran belav kir
Wê her yek perçek da wan
Di tûr de sê-çar nan man
Wan zû ew kuvarkên sar Şuştin danîne ser ar
Wextekî kurt tê de çû Kuvarkan bilind bû dû
Beroşê peqilk veda Kuvark zûka keliya
Zergê rabû ew xwarin Belav kir li mêr û jin
Paşê para zarokan Wê danî ser nanê wan
Çend parî kuvarkên din Sêniyê de hilandin
Xwarna wan a êvarî Tenê mabû çend pan
Evdo rahişt şewqê xwe
Berepaş da serê xwe
Paşê berî da palan
Got de gelî hevalan
Va me zikê xwe dagirt Em rabin ser pembo xurt
Çend saetan bidin hev
Berî li me bibe şev
Karker giş rabûn ser xwe
Girêdan pêşmalên xwe
Çûn ketin serê pembo Ewr çûbû xweş bûbû ro
Çinîn nîv-saetekê
Ji nav pîrekan yekê
Kir qîrîn got dilê min
Ji hevdu ket ew ji bin
Verşiya li serê ber
Verşîneke rengreş û zer
Hin karker çûn ser wêna
Ew vekşiyan ji bêhna
Ew jinik bîskê li wir Wek tu agir berdî dil
Digot bavo dilê min Welleh perçe bû ji bin
Bavê wê lê nihêrî
Guhertinek tê de dî
Dît ku rûyê wê ê sor Bûye kesk û zer û mor
Wan çavên reşbelekî
Ew bûbûn zer û spî
Ji devan girêz diçû
Dev bostekê vedibû
Bav got xêr e înşallah Ev çi bobelat e Ellah
Xwe daqûl kir ser keçê Destê xwe da rûyê wê
Zû destê xwe kişand jê
Wek tu agir berdiyê
Çi rûkî sincirî bû
Wî rûyê wa nedîbû
Destên xwe da bin çengan
Da wê rake ser lingan
Dît ku hejiya û ket
Nikarîbû rabe qet
Hîn bi wê dilebikîn
Kirin dengekî îskîn
Keça Weysî Fedîla
Bi qîrîn digiriya
Hin karker çûn ser wê jî
Ew digiriya hê jî
Kir nekir neverşiya
Paşê rabû ser piya

Dilê wê li hevdu ket
Rabû ser xwe dîsa ket
Paşê diya dilşewat Helîmê bi ser de hat
Got keçika diya xwe Hela tu rabe ser xwe
Karkerên ku li nik wan
Rûnişt li ser tûtikan
Lê keçik ranedibû
Tenê çav lê vedibû
Ew jî wek pîreka din Carna dihat hejandin
Piştî wextekî kurt Wê herdu çavên xwe girt
Qîrîn bi Helîmê ket
Got ji dest min çû ev keç
Dît ku dîsa çavên wê
Vebûn mîna ên berê
Keçik piçkî rûxweş bû Riwê wê li wê geş bû
Serê xwe hilda banî
Got dayê avnê bînî
Dê bazda ber bi şerbik
Jê tije av kir tasik
Anî da destê keçê Wê vexwar bi carekê
Wan jina din jî anîn
Li ba Fedîla danîn
Karker tev hatin ser hev
Saetek ma bibe şev
Pêşên xwe girêdan zû Çûn ketin serê pembû
Çinîn piştî şêst deqan Wan dev ji pembû berdan
Dawên xwe vala kirin Rahiştin kîsan birin

Berî dane qapanvan Li bênderê civiyan
Wan pembo wezinandin Kaxezên xwe standin
Paşê çûn ba nexweşan Hinek ket bin milên wan
Rahiştin firaxên xwe
Berî dan çadira xwe
Ne me got xwarina wan
Nemabû têra gişan
Tiştê ji ber wan mabû
Ew zipî ziwa bûbû
Wan ew danîn ser êgir
Li hev kom bûn hûr û gir
Sê-çar nanên bin kîsik
Zergê çû ew jî derxist
Gava ku kuvark germ bû Dîsa Zergê rabû zû
Çû ji ser êgir daxist Rahişt sifrê û raxist
Kuvark danî nîvekê
Nanê xwe da kêlekê
Her yekî hinek xwarin Bi dû re av vexwarin
Ew hemû nîvbirçî man Man bê xwarin û bê nan
Ji bo qismetê sibê
Wan xwe spartin Xwedê
Yek ji nava pîrekan Bi lez rabû ser piyan
Çû çira anî daxist
Tije don kir û pêxist
Ew şev pir tarî bûbû Lê tenê kon rohnî bû
Çend stêrkên li esman Ew yek bi yek rijiyan
Ne me got şet rabûbû Lê erd zû ziwa bûbû
Çend heb merşikên kevnik Çend heb jî kevnekincik
Wan li binî raxistin
Paşê kulîn daxistin
Nivînên xwe rast kirin
Xwe li ser dirêj kirin
Pal dan li ser nivînan
Payiz bû ne zivistan
Ne pir sar bû ne pir germ Lê ew ditirsyan her dem
Heger bihata baran
Wê biketa konê wan
Baş bû ku wê şeva han
Baran nehat ji esman
Lê raketin dilbitirs
Nêr û mê û hûr û girs
Hin xewnên tewlomewlo
Di xewê de dît Evdo
Xwêdan lê bûbû zîpik Pir hêrs bûbû ew bê şik
Birûyên wî ên qalind Ew şil û pii bûbûn rind
Di wê navê de kabûs
Bi awirên xwe ên tûj
Xwe tije kir xwe dagirt
Xwe li ser Evdo raxist
Xwêdana li ser Evdo
Hîn bêtir bû bû wek co
Evdo xwe piçkî leqand Kabûs hebkî wê de şand
Paşê jî bi yek derbê
Got ya Ellah û Xwedê
Rabû li ser xwe rûnişt Derve dihat xişte xişt
Gava ew rabû ser pê
Dît ku dinya diçe tê
Dîs xwe girt û zû derket
Çavên wî li Mahmûd ket
Mahmûd daqûlkirî bû
Bi verşînê bilî bû
Evdo lezand çû ser wî Dît ku herdu çavên wî
Bûne wek du fîncanan
Fireh bûne wek tasan
Evdo rûnişt li nik wî Got xêr e Mahmûd gidî
Mahmûd got apo mirim Tu dibê qey bê dil im
Evdo got de ka bêje
Kê dera te diêşe
Mahmûd got ser û hundir
Ew li min bûne agir
Nişkav Evdo hejiya Û got belq û verşiya
Çav di serî de vebû Xwêdan dîsa lê der bû
Piçkî man çend gedên hûr
Wan jî kirin zûrezûr
Bi kurtebirî ew giş
Bûne mîna ên bêhiş
Hemû derketine der Riwên gişan bûbûn zer
Dest î li ser zikên wan
Wan diviyan verşiyan
Evdo got xêr e gidî
Ev çi tiştên kesnedî
Ma ev çi bobelat e
Bi serên me de hâte
Mîna êşa mirîşkan
Ketibû di nêva wan
Cihê xwe de gêj dibûn
Diketin û radibûn
Giş ecêbmayî mabûn
Ew bi dian ketibûn
Nizanîbûn ku çi ye
Ev nexweşî ji çi ye
Ew dinya reş û tarî
Vedibû hêdî hêdî
Wê sar û seqema han Xwe berdidane ser wan
Bi girî û bi îskîn
Ji êşê dirikrikîn
Nexweşya hina ji wan Pir dijwar bû û giran
Yên ku rewşa wana baş
Li çîrokê mabûn şaş
Wan rahiştin lihêfan Avêtin ser nexweşan
Pîrek û zarokên hûr
Her dikirin zûre zûr
Çav li wan bûbûn sorîn
Hêsir bûbûn weke xwîn
Bêdeng bûn ew li erdê Xwe spartibûn Xwedê
Hebkî çû dinya vebû
Dorhêl êdî rohnî bû
Roj derket ji paş çiyan
Tîrêjên xwe ên giran
Berda nav çol û erdan Xwe berda nav konê wan
Di kon de jî derbas bû
Derbasî hunduro bû
îcar ew roja hanê
Bûbû weke hêlkanê
Xwe davêt vir û wira
Ew bilind bû ji gira
Pîrek û zarokên han
Hîna jî digiriyan
Nexweşên dirêjkirî Bûbûn wek meytên mirî
Evdo wa bi yek derbê Got ev çi ye lo Xwedê
Berê xwe da karkeran Dîsa got gelî palan
Got divê ku em rabin Bi ser van riyan da bin
Tirimpêlkê em bînin
Van nexweşan hilînin
Gava Evdo weha got Rabûn ser xwe sê-çar xort
Bi lezîn û bi revê Wan berên xwe dane rê
Dîtin ku texsîk spî Ew weke ba dipekî

Gava gihîştin ser rê
Dîtin yeka din jî tê
Destên xwe jê re hildan Şofêrî dan rawestan
Yek nêzîk bû jê re got Me hene çend keç û xort
Ew nexweş in pir giran Ji bo xatirê Yezdan
Em wana zûka rakin
Da ku em wan xelas kin
Şofêrî ji wan re got Ma ka li ku ne ew xort?
Yekî ji wan bi desta Kon nîşanî şofêr da
Bazara texsî kirin
Ser peran li hev kirin
Paşê ketin riya kon
Çûn sekinîn li ber kon
Dengê giriyê jinan Dîsa diçû asuman
Tew zarok qutifî bûn Hemû zer û şîn bûbûn
Evdo gote şofêrî Alî me ke ez gorî
Wan alî hevdu kirin
Nexweş ji wir rakirin
Yekî baş hilbijartin Nexweşan re hinartin
Şofêrî ajot û çû
Ber bi Nisêbînê bû
Ew di rê de weke ba Mîna teyrên li hewa
Wisa xurt û zû diçû Rê winda dibû ji dû
Li herdu aliyên rê Kevnerêçikên berê
Ji rêwiyan e w mişt bûn Tev xizanên bi rişk bûn
Hin erebokên hespan Hin peya hin bi keran
Ber bi Nisêbîn diçûn Bo şekir û kîlok rûn
Lê texsiya nexweşan Weke ba û bageran
Pekî ji wan bihurî
Hin nexweşan bi girî
Got zû bajo bi qurban Di me de nema jiyan
Şofêr ajot îcar xurt Makînên din li paş hişt
Zîvirî kete bajêr Nexweşan re got bi xêr
Hûn ê hemû xelas bin Rehet bibin û rabin
Ajot ber nexweşxanê Nexweşekî got anê
Şofêr çû kete hundir Bi dengekî gur bang kir
Got hey bijîjkên zana
Rehetkirên însana
Ji bo xatirê Xwedê Hûn bi lez rabin ser pê
Çend doktorên cilspî Zû derketin ber derî
Erebok derxistin der
Ew nexweş danîne ser
Derencan de hilkişyan Nexweş danîne odan
Li ser text dan rûniştin
Cilên li wan derxistin
Çend şûşên tije derman
Anîn danîne ber wan
Milên wan tazî kirin
Ew hemû derzî kirin
Pere nekir ew derman Nexweş giş dihejiyan
Doktor li wan nihêrî Derzî nake tu perî
Çûn pirtûk li hev xistin Derzek din jê derxistin
Ji bo jehra kuvarkan Serûm berda canê wan
Lê ew nexweşan hê jî Wek bê hiş û bê mêjî
Dirêj bûbûn ew bêdeng Cih li wan baş bûbû teng
Ku demek di nav re çû Edî çavên wan vebû
Piçkî ser xwe ve hatin Hinan ji wan av xwastin
Li wan nêrîn doktoran
Ku baş dibe rewşa wan
Divê e w avê ji bin Qurtekê jî venexwin
Yê bi wan re hatibû Dît ku rewşa wan baş bû
Icar wî xwest ku here
Li yên dinê binere
Destûr xwest ji doktoran
Tembîha wana da wan
Wek bayé derket derê
Çû rawesta li ser ré
Li makînê siwar bû
Tenga zevî peya bû
Berî da kon û lezand Ji Xanî helbestek xwand
Helbest li ser kurdan bû Ser kurdên perişan bû
Hîn wî ew helbest dixwend Qîj û wîjek pir bi deng
Hat herdu guhên wîna Cih de bû mîna dîna
Wî gavên xwe ramedan
U reviya bi bazdan
Çû li ber kon sekinî
Ji xwe re çi dibînî
Hin zarok diperpitin
De ver û ketine jin
Zarokên diperpitîn Bûbûn wek mirovên dîn
Zer û şîn û kesk dibûn Çavên wan fireh dibûn
Carna jî bi derbkê re Wek mirov wan bihêre
Bi xurtî diqîriyan
Qîrîn diçû asûman
Tew tiştên ku kesnedî Wî di zarokan de dî
Ew zarok carina jî Dibûn wek darên bejî
Lê tenê diranên xwe
Diavêtin laşên xwe
Goştikên xwe dibirîn Laşê wan tev dibû xwîn
Pîreka Evdo Zergê
Berê xwe dida Xwedê
Gazî dikir esheban Hem şêx û hem ewliyan
Lê hal tê de nemabû
Bi çerm û hestî mabû
Hinarîkên wek sêvan
Bûbûn wek çermê solan
Birhên wê ên pênûsî
Bûbûn wek tayên rizî

Gepên wêna kort bûbû Lê nema bû poz û rû
Evdo li wê nihêrî
Got dê bimre Wellehî
Dû re çû ser zarokan Got bi navê esheban
Ger evên ha xelas bin
Wê mirî hemû rabin
Lê ji xwe wîna bi xwe
Her dixware laşê xwe
Lêvên wî daliqya bû Çav serî de nemabû
Rûyê wî yê girover Bûbû kesk û mor û zer
Simbêlên wî yên spî
Ew bûbûne têl têlî
Tê de nemabû jiyan Bûbû rengê miriyan
Bi wê rewşê got Zergê Zû rabe ji bo Xwedê
Em xwe bighînin bajêr Di me de nemaye xêr
Zergê li wî nihêrî
Got te divê tu herî
Tu tim li me wa dikî
Mala me xera dikî
Evdo ma tu nizane
Perê doktor gitan e
Evdo got keçê rabe Jehr di nav peran da be
Zergê dîs li ber xwe da
Got bi navê esheba
Ez ji vir nalebitim Ger zanibim bêm kuştin
Dû re bi dilşewatî
Got ma Evdo te nedî
Behcetkê min ê zîrek
Pê re nemabû ribek
Bo me silav şandibû
Ji me pere xwestibû
Dîsa Evdo got keçê
Zû rabe ji bo Xwedê
Em herin ser doktoran
Da em nekevin devan
Bila qet xelk nebêjin Evdo tev zar ok û jin
Wan ruh û canê xwe dan
Ji bo mal û bo peran
Hingî Zerga min û te
Li erdê bû berate
Herdu çav hatin girtin Wê xwe winda kir ji bin
Evdo bang kir got Weysî Lawo hûn mane sêwî
Zûka bazde lawê min Hûn makînekê bînin
Weysî derket û bazda Di rê de çû weke ba
Gava ku gihîşt ser rê Dît ku wa ye texsîk tê
Herdu destên xwe hilda
Xwe bi ser rê ve berda
Gava texsî nêzîk bû
Ew ber bi texsiyê çû
Şofêr got hey lo ehmaq
Mafê te ne çend şîmaq
Got ma te xêr e wisan
Xwe davî ber makînan
Weysî got ji bo Xwedê Dest min diçin bav û dê
Kerema xwe re bajo Beri here ava ro
Şofêr tew guh neda wî Bi xurtî ajot texsî
Weysî bi dû de bazda Got lawo ji bo Xweda
Welhasilî da gazé Wî Weysî hişt li ser ré
Pir neçû texsîke din
Jor de hat xuyakirin
Weysî hêrs bûbû ji xwe Da ber çavan canê xwe
Gava texsî hat berê
Wî xwe avêt orta ré
Dîsa got ji bo Xwedê Dest min diçin bav û dé
Şofêr lé deri vekir
Berê xwe bi wî vekir
Dû re got xêr e qurban Bo çi ye ev kelecan
Weysî çîrok jê re got
Dil û ceger li wî sot
Şofêr got siwar bibe
Rê nîşanî min bide
Texsî serberjêrî bû Bi xurtî ber bi kon çû
Dîtin ku ew rebenan
Ketine rengê dehban
Zergê û çend jinên din Ji xwe ew ber xwe didin
Tew Evdoyê qehreman Tê de nemabû jiyan
Weysî got zûka rabin
Li texsiyê siwar bin
Dê çi bikin rebenan
Nikarin rabin piyan
Evdo got rabe Zergê Qey ev e bela Xwedê
Gişan alî hev kirin Jin li texsiyê kirin
Şofêr xurt ajot û çû Ber bi Nisêbînê bû
Nexweşan hew nihêrîn
Ew gihîştin Nisêbîn
Lê wê rojê ew sûka
Ji mezin û biçûka
Bi dev re tije bûbû
Tev jin û mêr û zarû
Ji ber ku ew roja han Pir xweştir bû ji rojan
Dinya sar bû wê demê Lê wê rojê ji germê
Mirov çakêt diavêt
Tena qutik û atlêt
Hingî zehf xweştir dibû Ji ber ku ew roj germ bû
Di wê navê de texsî
Weke bazdana tazî
Di sûkê re derbas bû
Ber bi nexweşxanê çû
Wê sûka bi pir însan Hemû ecêbmayî man
Hinan got neyarî ye
Hinan jî got qeza ye
Lê hin jî ji wana çûn Nexweşxanê hazir bûn
Ew nexweşxana hanê
Ketibû rengê xanê
Yên ku kuvark xwaribûn
Zêdeyî bîst kesî bûn
Lê ji bilî wana jî
Hebûn çend kesên din jî
Welhasil ew odena
Tije bûbû ji wana
Wê demê ez nanpêj bûm Westiyayî û gêj bûm
Lawikek hâte nik min
Giriya û gote min
Got xweha te Helîmê
Hatiye Nisêbînê
Ew lawik dîsa girî
Min tişt fêhm nekir ji wî
Min got te xêr e kuro Ma ev çi rewş e wilo?
Got apo zûka heydê
Apo Evdo te divê
Min dîsa jê fêhm nekir
Min her nanê xwe vekir
Firina min sor bûbû
Ji wê qet nediçû dû
Nanê ku pê venijî
Pir zûka digermijî
Perçak ji wî nanê germ Tîrşikek xweş jî li cem
Min da bo wî kurê han
Wî her got apo eman
Wî devê xwe nedayê
Berê xwe jî nedayê
Hingî min zû têderxist Min pêşmala xwe daxist
Min zû bazda û ez çûm Rastî Elyê Remo bûm
Got birazî bo Xwedê Xwe bighîn nexweşxanê
Gava çûm nexweşxanê
Rast bû bûbû wek xanê
Meşîm û ketim hundur Xweha min çav li min kir
Bi derbkê re çavên wê Herdu bûn mîna avê
Bi dilekî pir şewat
Hêsir ji çavan dihat
Ku min berê xwe guhert Çavên min li ên din ket
Te digot qey Balfisê Rabûye hatiye vê
Biçûk û mezinên wan
Digel jin û mêrên wan
Li wir hatibûn ser hev
Devên wan ketibûn tev
Tev nezan bûn bê ziman
Vir de wê de baz didan
Wan doktorên cilspî
Li wan nedibûn xwedî
Ez bûbûm wek doktoran
Digeriyam li ser wan
Geh min ji wan dipirsî Geh jî min dinivîsî
Ji nav rewşa wan gişan Tenê rewşa pêne kesan
Zehf xerab û pîs bûbû
Di wan de nemabû rû
Ez çûm oda doktoran Min wa bi hêrs gote wan
Min got tabin ev mirin Ca hûn li wan binerin
Yek ji nav wan zû rabû Ber bi nexweşan ve çû
Bo wan nexweşên giran Herkê derzîk nivîsand
Dû re min ew xewle kir Min pirsa rewşa wan kir
Got welle ez çi bêjim
Nikarim tiştkî bêjim
Min got doktor bo Xwedê Bo min rastiyê bibê

Got ez nizanim kuro Rewşa wana a îro
Ew meşiya ji nik min Hingî min got giran in
Dîs vegeryam çûm ser wan
Min dest da eniya wan
Eniya wan wek ar bû
Ruh di wan de nemabû
Ji wê odê çûm a din
Min dît hin ber xwe didin
Zû reviyam çûm ser wan
Dikirin ax û eman
Rûyên wana zer dibûn
Çav li wan spî dibûn
Kulmên xwe dişidandin
Û dihatin hejandin
Dîsan ji wir derketim
Ser riya doktor ketim
Ez çûm min deri vekir
Doktor li min mêze kir
Got xêr e çi ye dîsan
Hatiyî bikî pirsan?
Min got doktor beg mirin
Çend zarok û çend heb jin
Min got zû rabe qurban
Binêre li rewşa wan
Hingî ew rabû ser xwe
Wî rahişt alavên xwe
Em bi hev re meşiyan
Çûne ser wan nexweşan
Doktor li wan mêze kir
Got rakin Diyarbekir
Kula mezin îcarê
Bi ser me de hat xwarê
Ji xwe çîroka peran
Ew bû ya heri giran
Çil rojî kar kiribûn
Lê pere nestandibûn
Xwediyê pembûyê wan
Tu pere nedabû wan
Min dît ku tune çare
Rakima nexweşan re
Hingî ji wir derketim
Çûm nik doktorekî din
Bi bergerîn û lavlav
Min got me re bibe bav
Min got em qet tunene
Bê mal û bê pere ne
Min got ma qe çi dibe
Makînekê bidin me
Wana gotin çênabe
Nîne makîneyên me
Dîsa li ber geriyam
Min got ji bona Yezdan
Min kir û nekir nebû
Ew doktor jî nerm nebû
Wî ne makîne da me
Ne jî bû xwedî li me
Dîsan paş de vegerîm
Min dît ku hin digirîn
Hin ji hişê xwe çûbûn
Hinek jî raketî bûn
Ji oda herî jêrîn
Dengek hat min bi qêrîn
Bi wî dengî daketim
Ez çav li Menco ketim
Keça wê a ku li dest
Di destên wê de. dişkest
Çavên wê beloq dibû
Bi wê re nedima rû
Rû bûbû wek gîha şîn
Di nav re dikir qîrîn
Menco berê xwe da min
Got qurban mit keça min
Ji bo xatirê Xwedê
Ji doktoran re bibê
Bila werin vê derê
Binerin li vê keçê
Min got baş e jinamê
Ez herim bêjimê
Lê min ê çi bigota
An ji kê re bigota
Min serê xwe xist ber xwe
Cigarek xist devê xwe
Ez weha bi poşmanî
Hilkişiyam çûm banî
Apê min Evdo dîsan
Got li me diêşe can
Ma ev çi doktorî ye
Ev çi nexweşxane ye?
Li vê nexweşxana han
Nîne ji bil du sûtan
Qaşo ew ên zane ne
Pir dîtî û xwende ne
Jehr têkev xwendina wan
Ger ev be nêrîna wan
Dibînin ku em dimrin
Ew li me nafikirin
Min got apo tişt nabe
Tu bi ser sebrê da be
Got çi tişt nabe kuro!
Ma qey ev dibe wilo?
icar em derketin der
Rûyê wî baş bûbû zer
Çû li quncikê rûnişt
Dîsa qutya xwe derxist
Wek rengê esrarkêşa
Cigarek qalind kêşa
Piştî wê ew verşiya
Jê hat ûrîna ziya
Ez gêj bûbûm wê demê
Bûbûm mîna makînê
Dîsan reviyam hundir
Min dît dimrin hûr û gir
Me pere peyda kirin
Bangî makînan kirin
U nexweş siwar kirin
Ji wê xanê rakirin
Me ew birin Mêrdînê
Da bidin wana jînê
Doktor zû hatin ser wan
Wan jî serûm berdan wan
Lê paşê ew winda bûn
Nizanim bi ku de çûn
Nexweşên me ên giran
Di dêv de sist bûn ziman
Bi hejmar deh nexweş bûn
Yên din hemû rabûbûn
Lê ev deh nexweşana
Çi bêjim bo we zana
Hemû zer û şîn dibûn
Dimirin û radibûn
Ji bo wê nexweşya wan
Ne av û ne parîk nan
Diviyabû ew nexwin
Qet nexwin û venexwin
Ji nav doktoran yekî
Hat ser wan bi xweşikî
Got ger ku hûn bixwazin
Dikarin bixwin xwarin
Wê demê hin nexweşan
Qurtek av û parîk nan
Wan xistin ber dilê xwe
Ji bîr kirin kulên xwe
Lê piştî wê xwarinê
Serî hilda mirinê
Keçek biçûk çar salî
Mir li oda wî alî
Weke êşa mirîşkan
Ket nava wan beşeran
Diketin diperpitîn
Di wan de nedima jîn
Me dît rewş xerabtir bû
Her ku çû girantir bû
Lê êşgiranbûna han
Piştî wê xwarina wan
Xuyabû serî rakir
Dilê wana perçe kir
Di wê navê de Evdo
Gazî kir got lo derdo
Paşê serî bilind kir
Berê xwe bi min ve kir
Got birawo em mirin
Me ji vir rakin bibin
Nexweş piri tirsiyan
Ji wana çû ruh û can
Gotin ger rewş weha be
Kesek ji me ranabe
Em fıkirîn ponijîn
Ku wê bimre ji wan hîn
Ji bo em wan xelas kin
Divabû em zû rakin
Me pirsî bo Ankara
Da em wan bibin wira
Ankara dûr bû ji wir
Diviyabû perên pir
Nas û dost û hevalan
Dixebitîn ji bo wan
Nemaze şoreşgeran
Ji bo wana didan can
Di wê demê hinekan
Li wira kirin civan
Got em rakin Amedê
Doktor pir baş in li wê
Ji boni wan nexweşan
Me vir de wê de bazdan
Welhasil bi mirîtî
Me bar kirin bi xurtî
Du dolmîşên wek agir
Berî dan Diyarbekir
Rê de diçûn weke ba
Wek makînên daweta
Gava çûn Siltan Şêxmûs
Qudretê tenê got kûz
Paşê deng jê biliya
Edî hew tevliviya
Lê hîn diçûn pir bi xurt
Rêwî tev li dû dihişt
Baqî pir bi heyecan
Berê xwe da nexweşan
Wî xwest ku cara pêşî
Bibîne bavé Weysî
Ew ditirsiya hero
Ji bo apê xwe Evdo
Wî pêşî dest da ser wî
Li dev û çavan nêrî
Dît ku ew hîna dijî
Dilebitin çavên wî
Paşê dest da Qudretê
Baş nêrî li çavên wê
Çav bûbûn weke tasan
Ling bûbûn wek misasan
Baqî got ax mala min
Welleh mir dotmama min
Lê nehişt dê-bavê wê
Bibhîzin mirina wê
Mîna ku tunebû tişt
Evdilbaqî dîs rûnişt
Ew dolmîşan hîna jî
Wek kîroşk û wek tajî
Bi tîtîn û bi girîn
Li dû hev diçerixîn
Ku gihan Diyarbekir
Evdo çavên xwe vekir
Bi dengekî ne zelal
Du peyv ji dev hatin xwar
Got Evdilbaqiyê min
Çawan in zarokên din?
Evdilbaqî got apo
Rewşa wan pir baş e lo
Paşê Baqî jê pirsî
Got apo qet metirsî
Bi xêr hûn ê tev rabin
Ji vê rewşê xelas bin
Piştî wan peyvên hanê
Gihîştin nexweşxanê
Nas û dost û hevalan
Hemû hatin alî wan
Ew daxistin û birin
Li odan dirêj kirin
Qudretê keça xama
Dolmîşê de tenê ma
Hin ji wan nexweşnêran
Dawiyê pê hesiyan
Bihîstin ku Qudretê
Zûde çûye rehmetê
Tenê nexweşên gitan
Bi wêna nehesiyan
ibram û Evdilbaqî
Evdilqadir û Weysî
Herçar li hev rûniştin
Hin rê ji hev derxistin
Gotin em vê keçikê
Rakin bibin Balfisê
îbram ji xwe neqandin
Bi keçikê re şandin
Hersên din bi dilkulî
Fena sê kesên mirî
Di derî re derbas bûn
Ber bi nexweşan ve çûn
Dîtin ku nexweşên wan
Dikin qîrîn û eman
Lê doktorên cilspî
Edî li wan bûn xwedî
Ji bo wê nexweşya wan
Vir de wê de baz didan
Pirtûk li hev dixistin
Rê ji hev derdixistin
Wana hîn ew nexweşî
Nedîtibûn li kesî
Gava ku ew vegerîn
Gon lazim e hinek xwîn
Kuvark tev bi jehr bûne
Xwînê de belav bûne
Ji ber jehra giran e
Damar tev riziyane
Loma wana gotin xwîn
Zû bigerin û bibîn
Kula mezin û giran
Nû ve xwe berda ser wan
Ew ê ji ku bibînin
Xwîna mirovan bînin
Nexweşnêrên li nik wan
Xwîn nemabû di giyan
Belkî çar rojên temam
Nexwaribûn av û nan
Ber vê yekê bûbûn şîn
Sekinîbû don û xwîn
Hîn wilo Evdilbaqî
Li doktor kire gazî
Doktor rabû çû nik wî
Got xêr e çi dixwazî?
Wî got doktor min divê
Ez ji xwe berdim xwînê
Nemaze bo apê min
Ger zanibim bimirim
Doktor li wî nihêrî
Got hela wê de herî
Xwîna di te de maye
Ew hemû ziwa bûye
Wê demê de çend ciwan
Kom bûn li nik doktoran
Milên xwe rapêçandin
Tim diçûn û dihatin
Wan digotin me divê
Xwînê bidin wek avê
Baqî ji wana pirsî
Got me qet hûn nenasî
Xortan lê vegerandin
Gon hevalan em şandin
Baqî got heval kî ne
Hûn ji me re şandine?
Xortan gon em şoreşger
Yên kar dikin ji bo gel
Hingî Baqî got fermo
Hûn sed carî bijîn lo
Doktoran ew dan dû xwe
Birin hundur oda xwe
Qutikên wan jê kirin
Li ser text dirêj kirin
Derzî xistin milên wan
Serê şexs şûşek xwîn dan
Doktor bi lez û bezan
Xwe gihand ser nexweşan
Xwîn tevî serûman kir
Berda canê wan ji dil
Hingî ew nexweşên han
Baş bùn piçkî kewiyan
Nexweşxane mişt bûbû
Tıje hûr û gir bûbû
Du birîndarên giran
Li oda nêzîkî wan
Ruh ji wan çû û mirin
Xwedyên wan hatin birin
Belkî pêncî heb mirov
Tev rebenên ku ne hov
Bi qîrîn digiriyan
Qîrîn diçû asûman
Nemaze jineke pîr
Bi wan destên wek hevîr
Ser çavên xwe diqelaşt
Hedan ji Xweda dixwast
Bi dilşewatek giran
Sitiran davêt ser wan
Zarok û pîrekên din
Bi girî û bi him him
Vir de wê de bazdidan
Wan jî davêtin ser wan
Piştî demek tê re çû
Evdo got Zergê çi bû?
Zergê got Welleh nizam
Hin ji derve digiryan
Evdo got nebe keçê
Hin ji me bin bo Xwedê
Zergê got dengekî nas
Nehat guhê min evqas
Hîn welê dipeyivîn
Çavên Zergê lê livîn
Evdo got keçê xêr î
Qey tu dikî bimirî?
Deng ji Zergê derneket
Diranên wê li hev ket
Evdo dîsa jê pirsî
Çi dibe diya Weysî?
Lêvên Zergê çû û hat
Bi zor du peyv jê derhat
Got Evdo va dimirim
Lê rewşa Behcetkê min
Dengê dawî ku derket
Dîs peyivî bo Behçet
Got wî pere xwestibû
Gotibû bişînin zû
îcar bû mîna lalan
Lê aliqî ew ziman
Bi lêvan dipeyivî
Çavên wê hew lê livî
Evdo got ax mala min
Qey mir î bermalya min?
Hêsirên çavên Evdo
Bû wek çem û weke co
Xwe vir de wê de livand
Ew serûm ji xwe kişand
Xwest xwe bighîne Zergê
Carkê hemêz bike wê
Kir û nekir ranebû
Çav serî de fireh bû
Xwe vir de wê de livand
Tim kulmên xwe dişidand
Evdilbaqî ket hundir
Wek xencerkê têxî dil
Kir gazî û kir qîrîn
Hêsirên wî hatin xwîn
Serê xwe da ser Evdo
Bi qêrîn got lo Xwedo
Paşê serê xwe rakir
Çavên Evdo mêze kir
Çavên wî jî bûbûn tas
Ling lê jî bûbûn misas
Tenê herdu lêvên wî
Mîna ku dipeyivî
Sê-çar caran çû û
hat Gotin ji dev dernehat
Hingî Baqî reviya
Berê xwe da gundiya
Got gundîno birevin
Apo û amojin mirin
Gundiyan gon xêr e lo
Ma ew çi rewş e wilo?
Baqî dîs got birevin
Ap û amojin mirin
Pîrek û xort û zilam
Giş bi xurtî reviyan
Hatin ser wan sekinîn
En dilşewat zû girîn
Tenê di wê odê de
Evdo û Zergê tê de
Textikên wan li nik hev
Û çavên wana ji hev
Qîj û wîjek pir bi deng
Mirov digot bûye ceng
Wisan li wê deverê
Li ser Evdo û Zergê
En porên xwe weşandin
Ên ku rû qelişandin
Nemaze jî pîrekan
Pir bêtir digiriyan
Qîj û wîja wan dengan
Li wê odê olan dan
Baqî got bisekinin
Em wan zû rakin bibin
Nexweş nemabûn ji bin
Ên rabûn ên ku mirin
Çend peyayên rîsipî
Guh dane peyvên Baqî
Zûka makîne girtin
Di nav xwe de hilgirtin
Ew xistine makînê
Berî dane Mêrdînê
Gava nêzîkî gund bûn
Gundî li pêş wan rabûn
Porê hinek pîrekan
Bûbûn wek ên lawikan
Gişan reş girêdabûn
Hêsirên wan dihat xûn
Gava Evdo û Zergê
Daxistin danîn erdê
Hingî bi yek derbê re
Wek mirov wan bihêre
Li ser Zergê û Evdo
Hêsir bûne weke co
Dirêj kirin yek bi yek
Dayik bav û hem jî keç
Hersé jî wek hev dirêj
Pir paqij bûn ne qirêj
Zarokên wan ên hûrik
Li wan perçe bûn dilik
Ji girînê çavên wan
Bûbûn derya hêsiran
Wê hewşa wan a mezin
Tije biçûk û mezin
Gundî tev hatibûn wê
Berên xwe didan Xwedê
Berî vê bi sê mehan
Dîsa jî evqas însan
Li wir hatibûn ser hev
Heftekê bi roj û şev
Gume-guma defê bû
Zire-zira zirnê bû
Lê hingî kêf û henek
Kincên xweşik ên bi reng
Gişan li xwe kiribûn
Tije xort ù keçik bûn
Hingî daweta wan bû
Menduhê pak zava bû
Dayika zavê Zergê
Dia dikir ji Xwedê
Digot ev lawê sisya
Ku min ew kirin zava
Hertim serê govendê
Destmal di destê Zergê
Bi çarpîne bi lîlî
Ew govend diherikî
Lê şûna wê kêfa han
Bûbû axîn û eman
Gundî diçûn dihatin
Tim hêsir dirijandin
Ji bonî wan meytên han
Meytşo kom bûn li ser wan
Ew şuştin bi fatîhan
Dia kirin ji bo wan
Paşê ew kefen kirin
Her çaran yek rakirin
Nîvê gund dane dû wan
Ketin riya goristan
Bi hev re ew veşartin
Vegeriyan û hatin
Zarokên Evdo ên hûr
Wan dikirin zûre-zûr
Bi ser hev de digiryan
Wan re namabû jiyan
Lê nemaze Aydinkê
Hertim digot dayikê
Tu min jî bibe ba xwe
Min têxe hemêza xwe
Ji kekê xwe ê mezin
Weysî re dikir gazin
Weysiyê wek zinarkî
Bûbû wek darikekî
Xwîna wî sekinî bû
Reş û zer û şîn bûbû
Wî ji bilî cigarê
Tiştek nedavêt xwarê
Ew roj di ser wan re çû
Gundî hemû belav bû
Wê şevê ta bi dereng
Ji Weysî derneket deng
Wî zor dabû cigarê
Difikirî bo malê
Di gumanan de pir çû
Got gelo axa çi bû?
Malik li me şewitî
Me ev axa qet nedî
Wî ne mafê me da me
Ne xuya bû li nav me
Weysî sê caran got ax
Vê feleka malkambax
Eger em tev mirov in
Qey hin reben hin hov in?
Hin xwedî zevî û erd
Hin jî xwedî kul û derd
Hin dimirin bi malî
Hin kêf dikin sed carî
Piştî wan peyvên hanê
Weysî bû wek hêlkanê
Pirça wî li wî gij bû
Çavên serî lê gir bû
Xwêdan li ser bû zîpik
Herikî ta biné ling
Wê şevê bi wî halî
Jê re nebû debarî
Bi hêrsbûn û bi fikir
Wî ew şeva derbas kir
Ew xwedî dost û nas bûn
Hemû pê hesiyabûn
Gava ku bilind bû ro
Hatin şîniyên Evdo
Ji dorhêlên Dêrikê
Zarên ap û metikê
Ji Nisêbîn û Batman
Hatin pismam û dotmam
Diyarbekir û Wêranşar
Jê hatin dost û heval
Welhasil ji wan deran
Dost hemû lê vehewyan
Şîna wana mehekê
Dom kir li ser wê xakê
Nêviyê gund ê bêtir
Hîn neguhertibûn cil
Lê ji xwe heçên zilam
Dirêj bûbûn rihên wan
Li nav gundê Balfisê
Gişan digon mêrê çê
Ew tu caran pir najîn
Li vê dinya derewîn
Lawê Evdo ê leşker
Wilo li wir mabû kerr
Wî name li ser namê
Dişandin boyî malê
Lê ji malê tu kesî
Nedida bersiva wî
Ji ber vê yekê ew kur
Dihizirî pir ji dil
Digot ger ev sax bûna
Wê bersiv bişandina
Nama wî a dawî hat
Weysiyî bersiv hinart
Got keko em kar dikin
Bi malî çûk û mezin
Em çûne Nisêbînê
Kar dikin li gundê wê
Em ê îsal pir peran
Bidin hev bi hezaran
Bi xêr piştî mehek din
Tê xelas kî werî gund
Em ê bi wan perên han
Xwe re bikirin dehban
Bi kirîn û fırotin
Em ê karekê bikin
Piştî name xelas kir
Canê wî bû wek agir
Bêî hemd hêsirên wî
Rijiya ser nama wî
Wî ew name wisa şand
Pir neçû Behçet stand
Gava ku Behçet vekir
Hêviyên wî bûne gir
Piştî wê nameya han
Behçet bû wek mirovan
Dikenî û kêf dikir
Wî her digot pir şikir
Berê tim difikirî
Bi îskîn û bi girî
Wî tu name nedistand
Lê wî her name dişand
Wextê Behçet bi kêfî
Derbas dibû li wî cî
Rojin ser de derbas bû
Leşkerya wî xelas bû
Ew dûr bû li Qibrisê
Pirî dûrî Balfisê
Kinc mincên xwe dane hev
Tev hevalên xwe bi şev
Li cîkî vehewiyan
Kêf kirin wek mirovan
Paşê kete makînê
Berê xwe da Mêrdînê
Rojekê û du şeva Ew bi
Mêrdîn ve giha
Behçet rahişt çentê xwe
Berê xwe da gundê xwe
Berî berbanga sibê
Behçet gihîşt Balfisê
Di nav gund re derbas bû
Ber bi mala xwe ve çû
Çû ber derî sekini
Ji kêfan tim dikeni
Bi xurtî wa bê sebir
Wî bangî diya xwe kir
Çû ber pacê sekini
Li pacê kir teqînî
Got lê dayê deri vek
Ez im kurê te Behçet
Hingî zar û zêçên hûr
Ser hev de kirin zûr-zûr
Weysî got Helîm rabe
Ne Behcetê bira be?
Behçet got belê ez im
De hûn hebkî bilezin
Hesen lawê deh salî
Hingî rabû ber derî
Behçet re derî vekir
Dû re hêsir paqij kir
Behçet got çi bû ye kur?
U bi êrîş çû hundur
Bavo ew çi bibîne
Sê heb di mal de nîne
Hingî Behçet kir qîrîn
Hêsirên wî hatin xwîn.

 

1979-1981

 

  • Bûka Evdo, pîreka Weysî, Helîmê, ku xwişka min a mezin bû, di sala 1989an de gava mîna berbû ji Qiziltepeyê diçin Di- yarbekirê, otomobîlên wan li Sikan Şêxmûsê radiwestin û berbû bêhna xwe berdidin. Di wê navê re keçika wê ya biçûk ku çar salî bû diçe ser rê. Gava diya wê dibîne ku ji jor de otobusek tê, bi xar baz dide ser rê da ku keçika xwe xelas bike, lê otobus li herdiwan jî diqelibe û herdu jî dimirin.
  • Kurê Evdo, Weysî, di dema destpêka avabûna partiya HEPê de serokê HEPê yê Mêrdînê bû. Ew niha sekreterê Komeleya Mafên Mirovan yê şaxê Mêrdînê ye û di YSEê de karmend e. Ji nû ve zewicî ye û mala wî li bajarê Mêrdînê ye.
  • Keça Weysî, Fedîla, niha di ser bîstî re ye. Ji ber jehra kuvar- kan stûyê wê xwar bûye. Ew li ba bavé xwe, li Mêrdînê dimîne.
  • Kurê Evdo, Hesen, niha komûtanekî gerîla ye. Li ku ye, sax e, mirî ye, nayê zanîn.
  • Kurê Evdo, Menduh, ji ber xebatên siyasî niha ji muebedê li Trabzonê di girtîgehê de ye.
  • Kurê Evdo, Aydin, ku ji ber biçûkbûna xwe di çîrokê de bi navê ”Aydinkê” dibuhure, niha zewizî ye û mala wî li Mêrdînê ye.
  • Kurê Evdo, Behçet, mala wî li Manîsayê ye. Li gora agahda- riyên ku gihîştine min ew niha di girtîgehê de ye.
  • Pismamê Evdo, Evdilbaqî, ji ber xebatên xwe yên siyasî mehkûm e.
  • Gundê Balfisê, ku li jêrî Dêrika Çiyayê Mazî ye, van salên dawiyê ji aliyê dewletê ve gelek tade û neheqî dîtiye. Gundî di îş- kenceyên nedîtî re derbas bûne, lê belê rûmeta xwe parastine û ranehiştine sîlehên dewletê.

Çîroka Malbata Evdo ji çavkaniya bûyere- ke rastî hatiye hûnandin. Min di sala 1979an de li welêt dest bi nivîsandina vê çîrokê kir û ew di sala 1981ê de li Swêdê xelas kir. Min heta niha ev çîroka ha li tu derê çap û belav nekiriye, lê min ew mîna rohniya çavên xwe parastiye. Ji ber ku ez yek ji jahidê trajediya gemasên çîrokê me, her ku min ev çîrok xwendiye dilê min ewçend perçe bûye, ez ewçend li ber wan ketime û bîranînên salên buhurî di serê min de ewçend zindî bûne. Ji xwe armanca min bi çapkirina vê çîrokê ew e ku ez gernasên vê çîrokê di bîranînan de zin­dî bihêlim û rewşa karkerên welêt ya kambax raxim ber çavan.

Bêguman, ger min îro ev çîrok binivîsanda, min ê ew bi celebekî din, bi uslùbeke din a edebî, bi nêrîn û felsefèyeke din binivîsanda, lê ez bawer nakim ku ez ê evqasî realîst nêzîkî mijarê bibûma û dîsan bawer nakim ku min ê bikarîba zimanekî weha zindî û hêsan bi kar bianiya

Firat Cewerî

Derbar Rêvebir

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply