Romana Karmamiz a Elî Hesenyaniyî bi kurmancî hatiye weşandin

Weşanxaneya Nayê romana Karmamiz a Elî Hesenyaniyî bi kurmancî weşandiye. Roman di dema nivîsandinê de carekê bi avê de çûye, carekê bi agirê bombeyan şewitiye û carekê jî rêveberiya girtîgehê dest danîye ser. Lê nivîskarî her carê roman ji nû ve nivîsandiye û di sala 1971an de biwadî kiriye.

Muhsîn Ozdemîrî roman ji soraniyê wergerandiye kurmanciyê.

Roman behsa jiyana Pêşmergeyekî dike û bi çîroka vî pêşmergeyî behsa dîroka gelê kurd dike.

Elî Hesenyanî bi navê xwe yê din Hawarî ji bo romanê wiha gotiye:

“Di sala 1964an de, wê dema ku li zîndana Qizilqela ya Tehranê bi tawanê kurdîtiyê zîndanî bûm, min çîrokek bi zimanê farsî nivîsî bi navê “Ronak Ahuyê Kuhestan” ango “Ronak, Mamiza(Xezala) Zozanê”. Mixabin di ketin û rabûnên jiyanê de, tevî gelek helbest û nivîsar û çîrokên din ji destê min çûn û tunebûn. Lê çawaniya çîroka min her di bîra min de mabû, heta ku di sala 1979an de, li binê çiyayê Qendîlê rastî pêşmergeyekî hatim, me hev naskir. Bîranînên xwe ji min re vegotin. Serpêhatiya wî gelekî dişibiya serpêhatiya lehengê çîroka min. Min bi wî re biryar da ku serpêhatiya rasteqîn ya wî pêşmergeyê qehreman bi serpêhatiya xeyalî ya lehengê çîroka xwe bikim yek û bikim çîrokek, min dest bi nivîsandina wê kir. Mixabin hêj nîvco bû bi min re ket nav çemê Kewlê, tevî hin nivîsarên din, ew jî di avê de çû.

Min ji nû ve dest pê kir. Ji ber jiyana pêşmergetiyê her bi kû ve biçûma min nivîsên xwe jî bi xwe re dibirin û ji bo nivîsandinê min ji her derfetekî sûd werdigirt. Heyanî şevekî li gundekî aliyê Hewşarê ku min danî odeyekî. Topeke dijmin li xênî dikeve û çîroka min jî dibe belagêraya we. Min dev jê berneda û sêyemîn car dîsa min nivîsand. Lê mala xwedê ava vê carê min di roja 1971an de, li gundê Kavlanê ya navçeya Gewreka Mehabadê temam kir.”

(Bianet/FD)

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply