Eqîdeya Ehmedê Xanî

Çewa ku ji nave weê jî te zanîn ev berhem, baweriya ola îslame ye ku mamosteye nemir Ehmede Xanî ew bi helbestkî û bi zaravaye kurmancî nivîsiye. Tê de 73 malik hene, hemû bi keş û qafiye û bi yazdeh kiteyan dikişin. Mele Ehmede Qoxî li ser Eqîdeya Xanî şerheke bi zaravaye kurmancî le dîsa bi tîpên erebî nivîsiye, navê wê daniye “Rebere Sanî Şerha Eaîdeya Ehmede Xanî’ û di 1984an de daye çapkirin (*). Ev nusxe Eaîdeya Xanî û berhema wî ya bi navê Fî Beyanı Erkan-îl îslamî ku riknen îmanê û yên îslamê beyan dike, di 1305an (1887) de bi desten

Mele Mihemede Wanî hatine nivîsandin. îcar di dawiya Sedsala Nozdehan de gava ku Dewleta El maniyaye li Rojhilata Navîn destnivisên Kurdî dane berhevkirin, ev Jî ji aliye A. Von Lecoq ve hatine dîtin û di 1903an de, tevî gelek destnivîsên kurdî yên din, bi nave “Kurdische Texte” li Elmanyaye wek pirtûk çap bûne.
Ew pirtûka mîrze Lecoq, niha di binê parastine de ye û tene kesen lekolog karin 16 binerin. Lê di 1989an de, gava ez li Kungliga Biblloteke (Pirtûkxana Qiraliyetê) ya li Stockholme dişixulîm, min bi emanetiya qederê meheke ew
pirtûk stend. Ewçax min jî, hemû destnivîsên lazimatiya xwe kopî kirin.

Îcar min ew Eqîde, çewa ku Mele Wanî nivîsiye her wisa Ji tîpên erebî wergerande tîpên latenî. Heta li hin deveran te de kem û z6deyî jî tene xuyakirin, lê ez hîç tekil nebûm. Ew 73 mailken Eqîdeyê ev in:

*Di 1986an de min ew şerh wergerande tîpên latînî û di Sibata 1990î de, li Elmaniyayê ji aliyê Dengê Yekîtiyê ve hate çapkirin.

Zeynelabidîn Zinar

METNA EQÎDE
01- Li ba te muheqqiq bitin ev cewab
Duhî göte min hatifi behîcab:

02- Se Ehmed sena ke bi qewlin sehîh
Li tewhîdê Barî bi lefzê fesîh;

03- Xwudê yek e, bê hevrî yû bê heval
Ne me’zûlî ye, ne mirin, ne zewal

04- Ne esi û ne fesi e, ne da û ne bab
Heye û heyîna wî nabit hîsab

05- Ji bo wî tu nîne cîhat û mekan
Ne manend û misi û ne hemta, nîşan

06- Mekanan mebîne ji bo wî rewa
Nihayet ‘elel ‘erşî qed îstewa

07- Li wî ra neborîn ne weqt û zeman
Ne sal û ne mah û ne hîn û ne an

08- Ebed wê hebîtin ezel her heye
Di dunya û ‘uqba xwudanê me ye

09- Ewî aferînand me û cumle xelq
Nihin xeyrê wî qet çu xaliq bi heq

10- Resulê di wî cumle heq in temam
Xusûsen, Muhemmed ‘eleyhîs’selam

11- Ku serdeftere cumle ‘alem ew e
Nubuwwet e mektûb û xatem ew e

12- Xwudê aferînand ji bo wî felek
Ji bo xizmeta wî şihandin melek

13- Ku Qun’an ji ‘erşan digel wî hinar
Ji bo yî hebîbe xwu yê îxtiyar

14- Ji bal xwu boraqek ji wî ra şiyand
Lê zînek muzeyyen ewî rûniyand

15- Boraqê digel Refrefe dest bi dest
Bi emrê Xwudê ew birin peşî dest

16- Di heft asîmanan Xwudê ew gerand
Bi qasê du qewsan bi bal xwu gehand

17- Helanî Xwudê perde, rakir nîqab
Cemala Xwudê dîtî ewî bê hîcab

18- Du caran be çavan cemala wî dît
Li derre, melaê dibêjin nedît

19- Mebe sebebe munkirî “qed rea!”
Ji xelqê tumarûn ‘ela “ma yera”

20- Eğer tu dibejî “Li ku dî Xuda?”
Xwudê ku 11 nik Sîdret-ul Munteha

21- Muheqqeq bizan wî Xwudê dîtiye
Nihayet nizanit heqîqet çi ye

22- Ji bo wî tu nîne ne mîsl û şebîh
Kesê wesf biket, dê çi bejit bedîh

23- Sîfate di seb’e ji bo Zulcelal
Bizan heft in, ey ‘arife bil kemal:

24- Heyat we Zanîn, Qudret we Vîn, Kelam
Bihîstin digel Dîtine bû temam

25- Qedîm in wekî zate, cumle sîfat
Ne ‘eyniye zatî ne, ne xeyre zat.

26- Xwudê nîne cewher, ne cîsm û ne ‘erd
Ne kull e, ne be’d e, bizan bê xered

27- Eğer be guneh me mu’ezzeb biket
Ji bo wî heye me mueddeb diket

28- Rewayet biket ew li xelqê mesaq
Bi qehra xwo teklife “Malayutaq”

29- Bi zulme eğer ew tekelluf biket
Di mulke xwu de ew teşerruf diket

30- Li me ferz e herçî ji bo wî bikêr
Ne ferz e li wî ya ji bo me bixêr

31- îradet diket ew bi xeyr û seran
Riza nîne emma be fi’la seran

32- Bizan bende muxtare fe’la xwo ye
Ne Xaliq ne mecbûre fe’la xwo ye

33- Muwafiq nebit qewl û niyet- ’emel
Li ba me de mînit îman bi xelel

34- Mirove bi îman di dojê muqîm
Namîniti bizan tu hekîm

35- Musilman bi qetl û zinaye tu car
Ne kafir dibit, ne muxelled di nar

36- Ji me’sîyyetan wacib e tewbe zû
Guneh nîne tewbe divetin li dû

37- Ne me’zûr e cahil ku xafil bitin
Ji Xaliq, bi cehla xwe xafil bitin

38- Mirovê nizane delîlan durust
Dibejin, bi teqlîdê îaman durust

39- Di weqtê ‘ezaba Xwudê ket nuzûl
Bi ser kafiran da nîne îman qebûl

40- Wekî ji bo ‘asiyan nîne tewbe rucû’
Ji weqta kî rojê ji mexreb be tulû’

41- Ji fe’la gunahan nebî ne berî
Ji qismê jinan nîne peyxemberî

42- Weliyyan keramet dikin jî zuhur
Dikin herfe ‘adet gelek jî zuhur

43- Xwudê dê bibinin musulman bi çav
Wekî li sayî bitin hîva şivav

44- Ji bîr dê bikin ni’meta cennete
Wekî b’dest keve dewleta ru’yete

45- Betal e tenasux. mehal e hulul
Meke îttîhada du tiştan qebûl

46- Eğer tiştikî pur mucezza bikin
Qebûl naket êdî tecezza bikin

47- “Heyula” tu nîne “edîm û ‘edîm
Dine, kafir e, ê dibejit “qedîm”

48- Meke lic di Luqman û Eskenderî
Ji bo wan ne me’rûf e peyxemberî

49- Yezide mirî le’nete 1ê meke
Pelîd e, xebîs e, xwo tekil meke

50- Melayik, şeyatîn, cinan û wucûd
Heyin ta nekey buna wan cuhûd

51- Wekî yek in ev herdu beşek, temam
Di rizqîyyete da helal û heram

52- Bêjime te fedla sehabe Resul;
Bi can bawer e, bi dil ke qebûl:

53- Ebû Bekrê Siddîq e yare şefîq
Ew e “Sanîyesneyn” di Xarê, refîq

54- Ji ewwel di fedla sehab, sermed ew e
Kerîm û ‘ezîz û sahibkiramet ew e

55- Di pey wî, bi heqê, ‘Umerê dînpenah
Bi fethe di wî şa ne xwundkar û şah

56- Xîlafet kemer ji bo mecala wî best
Ji hikme wî, puşta muxalif şikest

57- Di pey wî ve ‘Usman bi heqq bû Hekim
Di ‘ilme ‘elîm û di hukme helîm

58- Ji kerrarî efdeltir e beguman
Ev e î’tîqada me derheqê wan

59- Di pey wan Elî sahibe Zulfeqar
Suware li Duldul şehe namîdar

60- Tefewwuq li ser yê di mayî heye
Bi me’na biraye Resule me ye

61- Sefa’et dikin ewliya û enbiya
Bi îzna Xwudê bo kese eşqiya

62- Di xeybê, huddûre du’a ye eser
Dibîtin ji bo ra, eya ba xeberer

63- Bi fele di qenc tu mekî minnete
Bi fedla Xwudê de biçî cennete

64- Bihişt û cehennem heyin ve deme
Fena nabin ew naçine ‘edeme

65- Yeqîn de bibîtin di Yewm-il Qiyam
Hîsaba helali w ezabe heram

66- Ji bo ehle xeyran necat û riza
Ji bo ehle seran ‘îqab û ceza

67- Di qebre da dê bît ji xelqê mirî
Suala Nekîrî digel Munkerî

68- Di heşre terazû û mîzan heye
Xerabî û qencî û keşan heye

69- Sîrat ew pira pur bi xewf û xeter
Cemî’ê xelaiq dikin 1ê nezer

70- Cehennem li bin da û cennet li pêş
Li ser wê, îlahî tu destem bikêş

71- Wegerne ezê mucrim ê bed’emel
Dizanim ku dê bete ser min xelel

72- Bi fe’lê di min ya ÎLahî tu nekey
Digel min bi îhsan û lutfa xwo key

73- Min û cumleê ummeta Mustefa

Bibî cennete tabi’ê Mustefa.

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply