Romana Semerqand – 45 (Amîn Me’lof)

Sala 1911ê li Îranê her kesî digot: “Emerîkî û hey Emerîkî!”. Heke ez bêjim wê salê, li Îranê di nava berpirsyaran de kesê herî dihat heskirin û herî xurt Morgan bû, yê ne pirole bê. Tiştên dixwestin bike bi rojnamegeran re parve dikirin û heta ji ber ku mijarên asê de fikrên wan jî werdigirtin desteka rojnameyan jî pirbû.

Bi ser de jî haxta serbiketa, di peywira dayî li ser milê xwe de. Di ber hilweşandina pergala darayî de bi tenê berlêgirtina dizî û bizreyiyê û hevseng kirina budçeyê pêk anî. Ji berî hatina wî prens, wezîr, peywirdarên paye bilind kaxizên gemar û qermîçok dişandin xezînê û ka çiqas dirav dixwestin, destnişan dikirin. Karmendên li wir dixebitiyan jî ji ber ewlehiya peywira xwe, an jî canê xwe her daxwaz tanîn cih. Rojekî her tişt bi Morgan guherî. Heke mînakek pêwîstbe: Roja 17ê Pûşperê Shûster di Desteya Wezîran de ji bo dayîna mehaneyên yekîneyên li Tehranê, bi daxwaza çil hezar tûmanî re rû bi rû ma. Emîrê Azam, Wezîrê Şer yê nû gotibû: “Hey ne, yê sêrî hildin û berpirsyarê vê yekê jî yê xezînedarê giştî bê.” Shûster jî ev bersiv dabû wî:

-Wezîrê birêz ji berî deh rojan, ewqas dirav standin. çi ji wan kir?

-Min bi wan deynên kevin dan. Malbatên leşkeran birçîne. Efser hemû deyndarin. Rewş bêhêviye.

-Wezîrê birêz baş dizane ku ji wî diravî qet tiştek nemaye?

-Çerxiyek jî…

Shuster kaxizek piçûk ji berîka xwe derêxistibû, li nivîsa hûr ya li ser kaxizê nihêrî bû û paşê gotibû:

-Diravên ji berî deh rojan ji xezînê hatîn standin di hesabên xulamên wezîr de hatine razandin. Yek çerxî jî jê nehatiye xerçkirin. Di destê min de navê bankeyê û numreya hesêb heye.

Emîrê Azam radibe ser xwe û ji hêrsan her derên wî lerizîne, awir ji hempîşeyên xwe vedane û bi pirs gotî ye:

-Tê xwestin ku bi rûmeta min bêleyîstandin?

Dema deng ji ti kesî dernakevê, dibêje:

-Heke diravek halê di hesabê min de hatibê razandin, ez sond dixwum, haya min ji vê yekê nîne û ez nû pê dihesim.

Soxînê bankvan anîne. Dema bankvan hatiye, Wezîrê Şer beziye cem wî û bi pispisandin çent peyv jê re gotine. Paşê hesko bêgunehbê dev biken gotiye:

-Vî bankvanê xwelîser! dîrektîfa min çewt fêhm kirî ye. Diravên yekineyan nedane. navberêde çewt fêhmkirinek heye.

Buyer bi xurtî hatiye nixwumandin. Lêbelê piştî vê buyerê ti wezîran hewl nedan ku xezîneyê bişelînin. Kesên ev yek xweşê wan nediçûya hebûn, lê ji deng nekirinê pêştir ti çareya wan tinebû. Ji lew re gelek sedemên pir kesî, heta wezir jî keyfxweş dikiran hebûn: Di dîroka Îranê de cara yekem bû ku karmend, leşker, û dîplomatên li derve mehaneya xwe, di wextê wê de distandin. Li derdorên fînansê yên navneteweyîde, bi mucîzeya Shuster baweriyê despê kiribû. Bi rastî jî, Braderên Selîgman yê di Londonê ji Îranê re vekirina krediya çar milyon sterlînan pejirandibûn. Bi van krediyan re, tawîzên biçûkxistinê jî ne dihatin xwestin. Ne desteserkirina dahatên gumrikê, ne jî îpotek hebûn. Weke deyn dana muştêrîykê ji rêzê bû! Ev gavek giring bû. Li ber çavên hêzên dixwestin sêrî li Îranê bitewînin jî gavek bi xetere! Desthilatdariya Ingilîz ji bo deyn bloke bike mudaxele kiribû.

Lê Çar serî li şêwazên dijwartir jî dida. Tîrmehê de agahiyek hat. Şahê kevin bi du birayên xwe re, bi artêşek ji leşkerên diravdar pêkhatî ve dimeşiya ser Tehranê. Armanca wî, destxistina îktidarê bû. Lê ma qey ne bi soza qet yê venegere Îranê û li Odessayê bin çavdêriya hikumeta Ûrûs de dima? Dema ji rêveberên Saînt-Petersbork hat pirsîn, bersiva: “Şah reviyaye, bi pasaporteke sixte rêwîtî kiriye, çek di sindoqên li ser “ava madenê” hatî nivîsandin de kişandine. ji lew re ti berpirsyariya me bi vê reva şah re nîne.” Bi vî awayî şah, ji niştingeha xwe ya li Odessayê vediqete, bi sedan kêlometreyên navbera Ûkrayna û Îranê de bi çekên xwe ve diqetîne û ti kes nabînê! Bi çekên xwe ve li keştiyeka Ûrûsan siwar dibê, Deryaya Xezerê derbas dike û dikeve nav axa Îranê de û ne Çar, ne hikumet, ne artêş û ne îstixbarata wan Oxrana ji vê yekê agahdar dibê!

Lê nîqaşkirin ne lazim e. Diviya rê li ber hilweşandina demokrasiya Îranê ya tenik werê girtin. Parlemetoyê ji Shûster dirav xwestin. Vê carê Emerîkî qet nemerdî nekir. Nava çend rojan de, ji bo artêş bi çekên herî baş bê arastin, tişta ji destê wî hat kir. Heta gavek pêşvetir jî avêt. Pêşniyar kir ku Efrayîm Xan, ji bo fermandariya artêşê were tayînkirin. Efrayîm Xan, efsereke Ermenî yê jêhatîbû û nava sê heyvan de yekîneyên şahê kevin perçiqandin, pijiqandin û avêtin wî alê tixûb.

Cîhan hemî şaş mabû; gelo bi rastî jî Îran bûbû welateke modern? Serhildanên weke vê, berê bi salan didomand. ji bo piraniya çavdêran yek bersiva vê hebû, Ew jî: Shûster bû. Ew, êdî ne tenê xezînedarê giştî bû. Pêşniyara dijzagonî ilan kirina şahê kevin jî wî da parlementoyê. Eynî weke fîlmên Emerîkan yê kovboyan çawa bêjin “Lê tê gerandin”, ji kesên wî û birayê wî bigirê re, soza diravan dihat dayîn.

Çar, qet seh jî nekir! Fêhmkiribû ku heta Shûster li wir e, mebestên wî yên li ser Îranê nayên cih. Pêwîstbû ku ew herê! Geleke buyerek bihata qewimandin, buyerek mezin! Ev peywir, balyozê Tebrîzê yê kevin ê niha Sefîrê Tehranê Poxîtanoff, girt li ser milê xwe!

Gotina peywirê, peyvek gelek piçûke. ji lew re heke behsa komployeke bi kêrhatiyek zehf bi hostayî hatî honandin bê kirin yê rastir be. Parlementoyê, biryara desteserkirina malên şahê kevin û herdu birayên wî standibû. Li ser navê xezînedarê giştî Shûster, xwest ku vî karî bi gorî zagonê pêkbînê. Ji wî malî tebabek, li qesra “Ronahiya Seltenetê” ya nîzingê Qesra Atabeg bû. Emerîkî, hinek peywirdarên sivîl yên di destê wan de belgeyên zagonî heyîn bi tîmek cendirmeyan ve şandin wê derê. Ew û Kazakên balyozxaneya Ûrûs şandîn  rû bi rû man. Kazakan nedihiştin cendirme bikevin nava qesrê û digotin: “Heke hûn xwe nedin alî, em ê serî li hikumetê bidin.”

Dema Shûster bi vê hesiya, alîkareke xwe şand balyozxaneya Ûrûs. Poxîtanoff, gef li zelamê hatî xwarin: Xwediyê qesra “Ronahiya Seltenetê” diya mîrzade, name ji Çar û Çarîçe re nîvîsandine û xwestîye qesir bê parastin. Me jî ev yek girtî ye li ser milê xwe.

Dema Emerîkî ev gotin sehkirin, matmayî ma. Kesên wezîreke Îranê kuştîn, ji ber ku welatiyên Çar bûn nehatin darizandin. Heyîna destnedana biyaniyan fêm dikir. Ev qaîdeyeke guhertina wê zehmet bû. Lê ev tiştek nehatibû sehkirin bû ku, di rojekî de Îranî parastina mal û milkên xwe teslîmê fermanrewanê biyaniyan bikin û dijî zagonan werin. Shûster nediviya vê qebûl bikê. Ferman da cendirmeyan ku ji bo teslîmgirtina qesrê bi biryardarbin, lê ti lihevdan û tevlîhevî çênebin. Vê carê Poxîtanoff deng nekir. ‘Agir berdabû kayê û xwe dabû ber bayê’. Karê wî neqediya bû.

Bertek dereng nema. Li Saînt-Petersborgê daxuyanameyek a hikumetê hat weşandin. Dihat gotin ku tişta qewimî, yê li hemberê Rûsyayê weke êrîşekî û ji bo Çar û Çarîçeyê jî  weke heqaret lê kirinê bê hesibandin. Dixwest ku hikumeta Tehranê, bi awayeke fermî lêborînê bixwaze. Serokwezîr bizdihabû û ji wê şaşwaziyê li Ingilîzan şêwirî. Wezareta Karê Derve ya Ingilîz digot; Henekên Çar tine ne, yekîne derêxistine Bakûyê û amadekariya dagirkirina Îranê dikê. Ji ber wê qebûlkirina ultimatomê yê baştir bê.

24ê Sermawaza sala 1911ê de Wezîrê Karê Derve yê Îranê, kezepşewitî çû Balyozxaneya Ûrûs, Destê balyoz girt û got:

“Ekselans, ji ber ku mensûbên balyozxaneya hikumeta we tûşî heqaretê bûne, hikumeta min, ji bo lêborînê ez peywirdar kirime.”

Nûnerê Çar, dema destê dirêjê wî bûyî girt û şidand ev bersiv da:

“Lêborîna we, weke bersiva ultimatoma me ya yekemîn hat qebûlkirin. Lê ez mecbûrim we agahdar bikim ku niha li Saint-Petersborgê amadekariya ultimatomeke din tê kirin. Dema bigihînin min hûn ê bi naveroka wê fêr bibin.”

Dewama van gotinan zû hat. Piştî pênç rojan, 29ê Sermawazê dema nîvro, Balyozê Ûrûs ultimatoma nû da Wezîrê Karê derve û vê carê pesenda Londonê jî ragihand:

“Xal Yek: Divê Morgan Shûster herê.

Xal Dido: Ji îro pê de, ji bilî pesendkirina balyozxaneyên Ûrûs û Ingilîz yê pisporên biyanî neyên xebitandin.”

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply