Mîrate

Ji bavê min ra

Şev tarî, şev bêdeng û bêkeys e
Qêrînek tê: dibê ” Bavê min tuneye”
Dem serê xwe hildide diçe,
tu nikarî bidî sekinandinê
Kok dirize, belg zer dibe,
Dawî li kulîlkê diqele,
Asîman diqelişin,
Çiya dikevin nava şermê!
Êşâ dawiyê xwe dide xuyakirin….
A ku nayê guherandin her rastî ye.

Mirin mîna zarokên bêkes e
Tena serê xwe, tiktenê
Û stûxwar…
Li Rehwayê gelek caran berf û bager bê wext hatiye…

Ew jî te ewqas mirin dîtin
Ewqas êş, xezeb
Te nîşan da mirov çawa dikare
wek derya Ûmmanê difikire
û çawa qasî çiyayekî dijî.
Te got bila rûmeta axê neşkê
Şîlan di çilaka xwe da neçilmise
Tu wisa bi awayekî serbilind mirî.

Tevî te…
Rûmet bi êşê
Hezkirin bi hêsirên çavan ra
Mirovahî bi xemginiyê va tacîdar bû
Ew bişirîna te hîşt ji me ra mîrate ma
Ew kenê te hîşt ji me ra mîrate ma.

Helbest : Serdar Epözdemir
Wergêr : Yücel Aslan

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply