Dilawerê Zengî: ”Çawa dayika xelkê nabe dayika mirov, weha jî zimanê xelkê nabe zimanê mirov”

Lokman Polat – Pirs: 1 – Birêz Dilawerê Zengî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Dilawerê Zengî Bersiv: Belê, Ez, bi xwe ji xelkê Kurdistana Bakur im, ji (Qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik), û ji êl û ‘eşîra Dumila me. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, di şerê Dewleta Osmanî û Ûris de, û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê, bapîrê min (Mihemedê ‘Emê) tevî malbata xwe, ji gundê  xwe  Qewmik, Sirsê û Zeviya Sor) derdikevin û berî didin Binxetê. Bi rê de, û li gundekî ji gundên Wêranşehrê, Mihemedê ‘Emê dimire. Lawên wî Isma’îl (bavê min) û Mihemed (apê min) meşextî biniya Xetê dibin û li bajarê Amûdê bicî dibin.

Ez, di sala 1961ê de, li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Amûdê, hatime dunyayê. Ji ber rewşa xizaniyê, min xwendina xwe ya bilind biserî nekir. Lê, ji xwendina pirtûkan û çûn û hatina li nik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd û civatên wan bêpar nemam. Ez, li ber destê diyeke welatparêz û miletperwer mezin bûm. Evê diyê (Ferîde Elî) riç û bandûreke mezin li jiyana min a nivîskarî û ramyariyê kir. Diya min, Ferîde Elî, gelek zarok ji nav agirê Sînema Amûdê riha kirine.  Lê, heyf e ku wê nikarîbû kurê xwe Ehmed ji nav agirê Sînema Amûdê riha kiriba, û kurê wê yê din Mihemed jî ji ber riç û bandora şewata agirê sînemê, tim nexweş bû, û vê dawiyê ew jî mir û bi jiyana xwe şad nebû.

Di sala 1980yan de, ji neçarî min berê xwe da bajarê Şamê û li Zanîngeha Şamê, min dest bi kar kir. Lê, ji ber xebata min e siyasî, ewlekariya dewletê ez ji kar dûr xistim. Ji wê rojê de, min xwe ji nivîsandin, lêkolîn û xebata ji bo ziman, çand û wêjeya Kurdî re vala kiriye. Li bajarê Şamê, min gelek qursên fêrkirina zimanê Kurdî, li nav Kurdên Şamê lidar xistin, û bi sedan xort û keçên Kurd fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî kirin. Herweha, di warê ramyarî û siyasetê de jî, min li dora 35 salan karê siyasî kiriye, û min di vî warî de gelek cefakêşî û dijwarî kişandiye. Di warê çapkirina pirtûkên bi zimanê Kurdî de, li bajarê Şamê min li dora (300) pirtûkên li ser wêje, çand, dîrok, û folklorê Kurdî çapkirine; herweha jî, gelek kovar, rojname û poster dane weşandin. Di sala 1998an de, min û çend nivîsevanên Rojavayê Kurdistanê, (Xelata Osman Sebrî bo Dostaniya Gelan) damezirand. Ez, di 12/7/2000î de, li ser navê Komîta (Xelata Osman Sebrî) çûme  bajarê Enqerê û li wir, min xelat pêşkêşî prof. Ismaîl Beşikçî kir.

Ji bilî nivîsandina lêkolîn û helbestan, min karê rojnamevanî jî kiriye. Di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de nivîsandiye, hem jî di hin rêdaksiyonên kovar û rojnameyên Kurdî de kar kiriye. Mîna: Gelawêj, Pirs, El-Hîwar û Newroz.

Di sala 1979an de, li ber destê Seydayê Tîrêj, ez hînî awayê nivîsandina helbestê bûm, û ji wê rojê de heta roja koçkirina Seyda, hevaltiya me berdewam bû. Hêjayî gotinê ye ku, Seydayê Tîrêj navê Dilawer li min kiriye. Di sala 1983yan de, ez li ber destê Osman Sebrî hînî nivîsandina pexşan bûme. Ji wê rojê de, li dora deh salan, têkilî di navbera me de berdewam bûn, ta sala 1993 ku Apê Osman ji nav me koç kir. Di sala 1987an de, min Rewşen Bedir-Xan jî nas kiribû, û piştgiriya wê di amadekirin û weşandina çend pirtûkên wê û yên malbata wê de kiribû.

Min gelek dîwanên helbestvanên Kurd yên navdar, ji tîpên Erebî veguhestine tîpên Latînî, û min pêşgotin ji wan re nivîsandiye, ji wan: (Seydayê Cegerxwîn ‘Şerefnameya Menzûm’, Seydayê Tîrêj ‘Berhemên wî tev’, Seydayê Bêbuhar ‘Dîwana Zindan’, helbestvan Ebdurehmanê Mizûrî ‘Herdû dîwanên wî: ‘Ji Evîna Çirayên Kevin’ û ‘Li Xelkî Telê bi Min Şêrînê’, û dîwana helbestvan Hizrevan.

Berhemên min di warê helbest, çîrok, ziman, dîrok, wêje, folklor û wergerandinê de, li dora (40) pirtûkî hatine çapkirin. Gelek pirtûkên min ên destnivîs jî hene..

Ji ber rewşa siyasî û lêpirsîna ewlekariya dewletê, ji bilî navê xwe yê nivîskariyê, min di bin gelek nasnavan de berhem, pirtûk, gotar û lêkolînên xwe belav kirine.

Ji sala 2013an-2020an de, ez serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê bûm.

Lokman Polat – Pirs: 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Dilawerê Zengî Bersiv: Di sala 1977an de, min dest bi nivîsandina Zimanê Kurdî kir. Di wê demê de, çand, wêje û pirtûkên bi zimanê Kurdî qedexe bûn. Li bajarê Amûdê, em çend kes, li ser serê tiliyan dihatin jimartin, ên ku bi zimanê Kurdî dinivîsîn. Kêm zêde, heta radeyekê hayê me ji hev hebû. Rast e rewş pir dijwar bû, girtin, zindan û lêdan her li ber çavan bû, lê ez bi ser zimanan ketim û min tirsa xwe avêt; bi rengekî xuya, di sala 1979an de, li nav xelkên bajarê Amûdê hatim naskirin. Min ji xwe re digot: Ez Kurd im, divê bi zimanê xwe bixwînim û binivîsim. Ji ber setem û zordariya rêjîmê, ez pirtir bi ziman û çanda xwe ve hatim girêdan. Ez lê haydar bibûm ku ziman, çand û wêjeya me di metirsiyekê de ye, lewra ji min tê xwestin ku, li gor derfet û karîna xwe, wan ji wendabûnê biparêzim û bi serbestî belav bikim. Min helbestên xwe li şevbuhêrkan, li civatên siyasî û li ber çavan û xuya li rojên Cejna Newrozan dixwendin.

Min bi helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û Tîrêj, wêjeya Kurdî nas kir, û bi helbestê jî dest bi wêjeya Kurdî kir. Bi saya alfabeya nemir Osman Sebrî, fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî bûm. Berhema min ya pêşîn dîwana helbestan bi navê (Pêdarî) bû, pêşgotina wê Seydayê Tîrêj nivîsiye. Li  çapxana Emîral, Beyrût – Libnan, sala 1985an hatiye çapkirin. Dîwana min, ji helbestên evînî, şoreşgerî, neteweyî, welatperwerî, xweşxwan, marş, aştî, jîna hov û teban, dîrokî … û bi awayekî kilasîk hatine hûnandin. Lê, ez bawer dikim di naveroka xwe de pir nûjen û hevdemî ne. Ew bi zimanekî pir bilind hatine hûnandin. Li vê dawiyê, min helbesta nûjen jî hûnandiye. Naveroka helbestên min tev li ser rewşa Kurd û Kurdistanê ye, li ser bindestî, perçebûn û xizaniya gelê Kurd e, li ser berxwedan, azadî û serxwebûna Kurdistanê ye, li ser raperîn û şoreşên Kurdî ye, û li ser hezkirina welat, ziman, dîrok, pêşmerge û nemiran e.

 

Lokman Polat – Pirs: 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Dilawerê Zengî Bersiv: Berî her tiştî ziman nasnameya neteweyî ya miletan e, her miletek bi zimanê xwe tê naskirin. Çawa dayika xelkê nabe dayika mirov, weha jî zimanê xelkê nabe zimanê mirov. Zimanê bav û kalên me zimanê Kurdî ye. Nivîskarên ku bi zimanekî din dinivîsin, ew nivîskarên wî zimanî ne; bê guman, ew ne malê zimanê xwe ne. Lewra, divê û pêwîst e nivîskarên Kurd bi zimanê xwe binivîsin û pirtûkxaneya xwe dewlemend bikin. Nivîskar bi çi zimanî binivîse, ew bi wî zimanî tê naskirin. Mirov bi kîjan zimanî binivîse, mirov niviskarê wî zimanî ye. Dîwarê ku me ji dijmin diparêze ziman e. Wek bavê neteweya Kurd Ehmedê Xanî dibêje: “Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye”. Qet, ew Kurdên ku bi zimanê Erebî, Tirkî yan Farisî dinivîsin, nabin nivîskarên Kurd. Ew pirtûkxaneya Tirkî, Erebî û Farisî dewlemend dikin. Nivîskaro, tu bi kîjan zimanî binivîsî, wêjeya te li ser wî zimanî tê jimartin! Zimanê Kurdî pir dewlemend û cihê şanazî û serbilindiyê ye. Heger te ziman û çanda gelê serdest, di ser ziman û çanda xwe re girt û hilbijart, bizane ku ew rengek ji rengên koletiyê ye.

Lokman Polat – Pirs: 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Dilawerê Zengî Bersiv: Wek tê naskirin, hemû gel di sê qûnaxan re derbas bûne; Qûnaxa devkî, qûnaxa nivîskî û qûnaxa temaşayî. Gelê Kurd jî, mîna hin gelên bindest, bi derengî derbasî qûnaxa nivîskî bûye, lewra wêjeya Kurdî ya devkî ji ya nivîskî dewlemendtir e, ji ber ku tevaya wêjeya Kurdî bi devkî hatiye gotin. Zargotina Kurdî vedigere berî hezarê salan ve, lê ya nivîskî nû ye. Em jibîr nekin ku civaka Kurdî rûneniştî ye, welatê Kurdan dagirkirî ye, çand, wêje, ziman, û kultûra wî jî li her çar-pênc perçên Kurdistanê qedexekirî ye. Ji bilî vê jî, zimanê wî yê neteweyî bi gelek zaravayan, û bi sê alfebeyan, tê nivîsandin. Ne tenê wisa jî, lêbelê ew dûrî perwerdekirinê ye jî. Herweha, rewşa her perçeyekî ji perçeyên din cuda ye. Bi rengekî giştiyane, girêk, derd, sedem û ûştên vê rewşê wê pir hebin. Di baweriya min de, li gorî çerxa cîhangîriyê, rewşa dunyayê nemaye wekî berê, hatiye guhertin. Hin şaxên wêjeya Kurdî pir li pêş in, ne kêmî yên cîhanî ne; nemaze ku me zimanekî pir dewlemend heye. Me ji ezmûnên cîhanê, ji wêjeyên wan pir wec û mifa wergirtiye, û ber bi wêjeyeke cîhanî ve diçin. Ez di wê baweriyê de me ku, zargotin û wêjeya Kurdî ya devkî mîna kaniya şîrê dê ye. Kurên vê diyê, çi helbestvan û dîrokzan, çi ronakbîr û zimanzanên ko hene, tevan ji vê çavkaniyê vexwarine, di hiş û raman, bîr û baweriyên xwe de, di aşê yek zimanî de, meyandine. Meyandina zargotin, kelepûr û wêjeya devkî, afirandina berhemên nûjen e. Bê guman, wêjeya Kurdî ya devkî ye dewlemend, wê wêjeyeke nivîskî ye nûjen û bedew vejîne.

 

Lokman Polat – Pirs: 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Dilawerê Zengî Bersiv:. Tore û wêjeya nivîsandî,  bi du celeban par ve dibe:

– Pexşan bi hemû beşên xwe ve wek: Çîrok, kurteçîrok, roman, gotar, lêkolîn, şano û piyês.

– Helbest bi hemû cork û coreyên xwe ve: Stran, sirûd, ristî, xweşxwan.. û htd.

Helbest jî, mîna hunerên din, dikeve navbera nakokiya kevin û nûjen de, lê gerek e em bizanibin ku ne helbesta bi rêzbend kevin e, û ne ya serberdayî ye bêkêş nûjen e.

Vêca tore û wêjeya Kurdî jî, wek toreyên cihanê kelepûr û pêmayên miletê Kurd dide xuyakirin û cihê xwe di nav wan de dibîne, tevlî ku di sedên salan de, şerê wî bûye û zimanê wî, bidarê zorê, hatiye qedexekirin, ji çand û kultûra xwe hatiye dûrkirin, lê ewî ser neçimandiye û zimanê xwe parastiye.

Nifşê didiwan ji tore û wêjeyê helbest e. Helbest bi xwe jî.. dikeve pêleya herî bilind ji pêpelûka wêjeyê, û li asta jorîn perwaza dide; lewra, ew ji karên bihtirîn pîroz e, ji ber ko li ser ziman û sînga gelan radiweste, û mirov bi gotinên helbestê dinehwirîne, û ji ber ku seretaya ziman û zargotinên miletan e.

Ez dibêjim şaxên wêjeyê ji hev cuda ne, li gorî cih û demê têne hevberkirin û hevsengkirin. Bê guman, helbesta kilasîk li pêş û dewlementir e. Helbesta kilasîk nixurê wêjeya kudî ya devkî ye, û heyvanê meyandina wêjeya Kurdî ya nivîskî ye, Temenê wê jî zêdetirî hezar salî ye. Lê şaxên wêjeya Kurdî yên din nû ne. Piştî helbesta kilasîk çîrok û roman li pey hev dikulin û şano bi fedîko û zikkêşî têye meydanê.

 

Lokman Polat – Pirs: 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Dilawerê Zengî Bersiv: Rexne, lêkolîna berfireh a berhemeke wêjeyî ya piştî biserîkirina nivîsandina wê ye. Dema ku metna wêjeyî rast were nirxandin, xalên nirxbilind û yên nirxnizm tê de diyar dibin, rade û nirxa wê bête destnîşankirin û dû re, li gorî hin pîvanan, ew berhem tê ravekirin û zelal, û di dawî de, bi yên di heman kavdanê de tê dabeşkirin.

Rexne li gorî rêzek çareserî û gavên pêwîst e. Ew di sê qonaxan re derbas dibe. Ew jî ev in: Qonaxa şîrovekirinê: Di vê qonaxê de naveroka metnê û wateya giştî ya ku nivîskar xwestiye ji xwendevanan re ragihîne, zelal dibe. Qonaxa lêhûrbûnê: Şêwaza vegotina raman û hestên nivîskar tê ravekirin. Qonaxa nirxandinê: Qonaxa dawîn a pêvajoya rexnegiriyê ye, û ev jî tê wateya dadbarkirina berhema wêjeyî, yan bi serkeftina wê yan jî biserneketina wê.

Bi kurtî cûdahiya di navbera rexneya avaker û rexneya wêranker de weha dibînim:

Rexneya avaker: Rexnegir hewl dide şaşiyan rast bike û li ser bingehên zanistî, dûr ji rêhişkî, pozbilindî, dilxwestinî, xal û xwarzêtî, quretî û derxistina pêşdaraziyan be, tenê hewl bide şaşiyan rast bike û xalên hêja bide xuyakirin.

Rexneya wêranker: Ew rexne ji bo ku nebaşî û ziyanê bide kesên din, wan kêm û bêrûmet bike û bi nîşandana şaşîtiyên wan yên kesayetî bê palpişt, belge û piştrastkirinê.

Ji vê yekê xuya dibe ku rexnegir di rexneya avaker de rexneya pisporî li ser bingeha rêbazên zanistî di warê pisporiya xwe de pêşkêş dike, lê rexnegir di rexneya wêranker de, bê dadmendî rexne dike û dibe ku li ser riswakirina mirovan be. Ji ber bawerhişkiya wî ya ji ramanekê re, û dibe ku dûrî mijara wî be. Rexneya avaker jî ji bo rastkirina rewşê ye. Ji ber vê yekê, rexnegir dixwaze şîretan li mirovan bike, an jî bêyî ku payenizmkirinê bike, şîretan li mirovan bike. Lê, armanca rexnegir di rexneya wêranker de pozbilindî û serkeftin e, pêwîst nake ka ew rast dibêje yan na. Li cihê ku rexne li vir dixwaze tola xwe ji yên din hilîne û wan piçûk bike.

Ji aliyê din ve, rexnegir di rexneya avaker de dibîne ku ramana wî dikare were pejirandin an redkirin, lê rexnegir di rexneya wêranker de dibîne ku ramana wî rastiya reha ye ku nayê redkirin. Digel ku cudahiya sêyemîn di pêşwaziya rexnegir de, ji hemî ramanên ku di rexneya avaker de têne pêşkêşkirin, diyar dibe. Ew bi qasî ku bala xwe dide ramanê jî ne xema xwediyê ramanê ye. Lê rexnegir di rexneyên wêranker de, bi qasî ku li gorî rewşa mirovan bi rexnekirinê re pêwendîdar e, lê bi pêşkêşkirin û gotûbêjkirina çareseriyan re têkildar nabe. Cûdahiya dawî ev e ku rexnegir di rexneya avaker de her ramanê ji ya din vediqetîne, û ramanên din ên erênî yên ku ji heman kesê ku wî rexne kiriye pejirandî dike. Di rexneya wêranker de, rexnegir hemû ramanên ku ji aliyê kesê ku wî rexne kiriye, red dike, her çend girîng bin jî.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Dilawerê Zengî Bersiv: Mexabin, min li jor jî got, karên rexneyê bi pîvanên xal û xwarzêtiyê di nav nivîskarên Rojavayê Kurdistanê de dimeşin. Eger ez nebêjim rexnegir di nav me de tune ne. Ta roja îroyîn, tu berhemên min neketine ber pênûsa rexegirê avaker. Lê, ez rastî rexnegirê wêranker hatime.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

Dilawerê Zengî Bersiv: Ji rêbaza rexneyî re du têgih hene: yek ji wan Giştî ye, bi xwezaya ramana rexneyî ve girêdayî ye, bingehên wê ji aliyê Dîkart ve hatine danîn, ku rêbaza wî li ser nepejirandina wê baweriyê, ne yên nepêdivî çespandinê bûn berî ku wan ji hiş re pêşkêş bike; ew lêhûrbûn dike û serbor dike; paşê, ji bo verastkirina rastbûna wê, ya din têgihek taybetî ye, ku ji hêla xweza, hêman, yasa û têkiliya toreyê bi civakê, dab û  nerîtên wê ve, bi diyardeyên afirîneriya wêjeyî ve girêdayî ye. Rêbazên rexneyî li ser du pergalan tên dabeşkirin: pergela dîrokî û pergala nûjenparêz.

Gelo rexnegirê Kurd ji van rêbaz û têgihan di çi radeyê de ye?. Di baweriya min de, rexnegiriya Kurdî di radeya zikkêşiyê de ye, hîn li ser piyan nesekiniye. Eger rexnegirî nebe, pêşketin wê nebe. Di hemû warên jiyanê de: civakî, zanistî, wêjeyî, bîrnasî, siyasî û ramanî, eger çanda rexnegiriya Kurdî nebe, em miletekî pir şûnmayî ne.

Ji bo me Kurdan hin merc hene divê di rexnegiriya Kurdî de bêne bicihkirin. Ji wan: jêhatîbûn û behreya rexneyî, bi riya ku rexnegir dikare tiştan rast binirxîne; ew karê baş ji karê xirab cuda dike.

Xweserî û jêhatîbûna zanistî: ku rexnegir taybetmendê rexnekirina berheman di warê taybetmendiya xwe de ye, û di warên cihê de xwediyê çandek berfireh e; ya ku wî jêhatî dike da ku ramana xwe bi pêbawerî bide.

Dadmendî û dadperwerî: Nerîn û dîtinên xwe bi zelalî û duristî, û dûrî bawerhişkî û xal û xwarzêtiyê bide; Ev bi rastdarkirina dadbarên xwe û şîrovekirina ramana xwe ya li ser bingehên zanistî yên ku ne li ser hewes û arezûyên wî yên kesane ne. Ew tu nerîn û dîtinên xwe nede, ji bo ku nirxbilindiyê bide kesekî, yan jî rûmeta kesekî din kêm bike.

Pabendbûna bi toreyê: Divê rexne dûrî gotinên bê tore bin, û kesên din şerpeze û tengezar nekin; Rexne li ramanê tê kirin, bêyî ku ziyanê bide kesên ku bi ramanê re ne razî ne, her çend ew şaş bin jî.

Li gorî dîtina min û wek min li jor nerîna xwe zelal kir, rexnegirî hîn di nav Kurdan de cihê xwe bi rengekî rast û durist negirtiye û bi awayekî zanistî rûneniştîye.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çinê?

Dilawerê Zengî Bersiv: Min li ser mijareke taybetî nenivîsiye. Dema ku min dest bi nivîsandinê kir, ziman, wêje û çanda Kurdî qedexekirî bûn. Tu pirtûkên Kurdî li ber destan tune bûn. Ji bilî dîwana melayê Cizîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, dîwanên Cegerxwîn û elfebeya Osman Sebrî. Di wê demê de, min karê siyasî jî dikir. Ez endamê PDK.s bûm. Min di komîta rêveberina kovara Gelawêj de kar dikir. Ji ber tunebûna pirtûk û berhemanên zimanê Kurdî, pêwîstiya me bi gelek mijaran hebû. Min di warê helbest, çîrok, ziman, folklor, dîrok, jînenameya navdarên Kurd û karê wergerandin, lêkolîn û nivîsandina pir gotarên wêjeyî û zanistî kiriye. Naveroka wan berhemên min tev li ser ziman, dîrok, çand û kultûra Kurd û Kurdistanê ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 10Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Dilawerê Zengî Bersiv: Bê xwendin nabe. Nivîskarên ku pirtûkên hev naxwînin girêkên kîn û zikreşiyê di nava wan de pir in. Ew nexweş in. Li gorî derfetê ez dixwînin. Ji xwe bê xwendin her nabe û tu kes jî pêş nakeve. Ez li gorî pêwîstiya xwe û mijara ku hez dikim, pirtûka kê be bila bibe wê dixwînim. Ez bawer im, nexwendin bi têgitiştin û jîrbûna wî nivîskarî ve girêdayî ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

Dilawerê Zengî Bersiv: Rast e, rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye.

Hebûna wêjeyê berî hebûna rexneyê ye, û dibe ku wêje hebe û rexne jî nebe, wek mînak di dema kevin, dema helbesta kilasîk de, helbest gihîştiye gupik û radeyek e herî bilind, lê rexne hema bêje tune bû, an jî nehatibû gotin di wê heyamê de.

Rexne li gorî hunera ku rexne lê tê kirin, bi pîvan û biryara xwe cuda dibe. Rexneya ku li nivîskar û rexnegiran tê kirin ji rexneya ku li hiqûqnasan tê kirin, weku rexneya bingehîn ji rexneya zanyarên nûjen, cuda ye. Her yek ji wan awa û biryarên xwe hene, lê ya hevpar ew e ku li berhema wêjeyî binêre û bi naverok û şêwazê ve hûrnêrîna wê ye, paşê dadbarkirin û nirxandina wê ye.

Rast e, helbestvan pir in lê helbest kêm in. Helbest çi ye?

Helbest, ne diyardeyeke sekinî û bê liv e, ne jî dîtaneyeke ekadîmî ye. Liv û guhêzeke hundirî di cîhana peyv û bêjeyan de digere, û jiyaneke sermedî ye. Di pêşketin û nûkirina raman, hizir, ziman, huner û civakê de, roleke mezin dilîze. Helbest deryak ji evîna bê dorpêç û bê sînûr e; bê rawestandin û miçiqandin, dizê û diherike. Lewra, mirov nikare pend û şîretan li helbestvanan bike. Lê mirov, wek xwêner, dikare nerîna xwe di helbestê de bide. Xwendina helbestê ji mirovekî ta bi mirovekî din ne tenê cuda û tê guhertin. Lêbelê, xwediyê (afirênerê) helbestê bi xwe, piştî çend xwendinan, tiştin nû jê re xuya dibin. Ev jî ji ber ko hest di sînora gotin û peyvan de nayê bestîn, û ne jî tê hevragirtin. Ji ber ku ziman nikare hest di bûyîna wî ya xweber de jiber bike. Divê pêwendî û têkiliyek giyanî di nava herdû aliyan de, di navbera xwendevan û helbestê (rakêş û rakêşayî)yê de hebe.

Ji xwe min li jor jî got, ku rexnegirên wêjeya Kurdî di hemû celebên xwe de nînin. Yên hene jî di bin bandora dilxwestin an reşkirinê de ne.

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Dilawerê Zengî Bersiv: Rast e, nivîskarên weha hene. Lê bê rexne pêşketin çênabe. Heger rexnegir bi awayekî zanistî û, wek min li jor rexnegirê avaker da nasîn, weha be, ez destxweşiyê didimê. Lê eger ne weha be û nexnegirê wêranker be, wê gavê ziyanê digihîne wêjeya Kurdî, û ew rexnegirekî sextekar e.

Lokman Polat – Pirs : 13Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

Dilawerê Zengî Bersiv: Berî her tiştî, berpirsiyariya rexnegir li pêşberî nivîskar û xwendevanan berhem e. Bi awayekî zanistî û bê reşkirin û xweşkirinêwî berhemî binirxîne. Têkiliya di navbera nivîskar û rexnegir de ne têkiliya mamoste û xwendekar e, belkî pêvekirinek e ku rexnegir destê xwe dide ser kêmasiyên metnê. Ji bo ku bala nivîskar bikişîne ser tiştên ku ew dike, bêyî ku kêmasiyê bibîne, ya ku di dawiyê de dibe sedema peydakirina baştirîn berhema wêjeyî. Nivîskar berhemê xwe dinivîse, xwendevan dixwîne û rexnegir dinirxîne. Dema nivîskar berhemê xwe nivisand, pirtir hayê wî ji xwendevan ne ji rexnegir hebû. Rast e nivîskar ev berhem nivîsiye, lê êdî tu mafê wî li ser berhemê nemaye. Her kes dikare bixwîne û binirxîne. Berpirsiyariya nivîskar li pêşberî rexnegir û nerîn û dîtinên wî, cihê rêzgirtinê bin, ne cihê şer, xirûcir, êrîş û paşgotinê be. Helwesta wan divê cihê rêzgirtinê be. Destxweşiyê bi hev din.

 

Lokman Polat – Pirs : 14Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Dilawerê Zengî Bersiv: Çêbûna atmosfera rexneyê bi tu tiştî ve negirêdayî ye, tenê yek xal heye ew jî asta têgihiştin û zanîna mirovê nivîskar e. Nivîskarê Kurd lawê vê civaka şûnmayî, nezan, girtinhev, nakokî û xirûcira tewş e. Eger ev aste û rewşa nivîskaran be, ma gelo wê encam çi be?. Heger nivîskar zana û têgihiştî be wê çima rexneyê erê neke. Lê heger qure, mejîteng, pozbilind û ji xwe ne bawer be, ew tiştekî din e. Em Kurd sergerm û dilsar in, zû bihinteng dibin. Vêca emê çawa rexneyê bipejirînin. Bênfirehî ji têgihiştin û zanebûnê tê.

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, perşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên Kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

Dilawerê Zengî Bersiv: Di berhemên Kurdî de, di wêjeya devkî de, stran, çîrok û zargotina bav û kalên me de zor pir in. Min di berhemên nivîskarên vê demê  de jî xwendine. Li ba hin romannivîs û helbestvanan peyda dibin. Ji mêj de civaka Kurdî ji civakên gelên derdora xwe pirtir azad e. Ev terz di zargotin û kevneşopên Kurdî de pir hene. Lê birastî min qet di nivîsandinên xwe de bikar nanîne.

 

Lokman Polat – Pirs : 16Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Dilawerê Zengî Bersiv: Wek min li jor nerîna xwe diyar kir, pêwîst nake dubare bikim. Min berhemên hinekan  xwendine. Lê, niha nikarim dermafê wan berheman de, tiştekî bibêjim.

Lokman Polat – Pirs : 17Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

 

Dilawerê Zengî Bersiv: Ji ber rewş û pergala gelê Kurd û welatê wan Kurdistan, pir dijwar e mirov bibêje ku bandora yek dibistana wêjeyî ya cîhanî li wêjeya Kurdî heye. Li gorî her qûnaxekê û rabûna bayê dibistaneke wêjeyî, nivîskarên Kurd dikevin bin bandora wê dibistanê. Em jibîr nekin rewşa her perçeyekê ji perçeyên Kurdistanê taybetmendiyek wê heye. Çanda serdest ya wan dagirkeran heye. Çanda penaberiyê jî heye. Bê guman wê bandora vê rewşê li nivîskarê Kurd hebe. Di baweriya min de, ya Ewropî û Ûris bêhtirî bandora xwe li wêjeya Kurdî kirine. Piraniya berhemên wêjeya Kurdî û bi taybetî helbesta nûjen, çîrok û roman di bin bandora dibistana peyrewa biyaniyan de ne.

 

Lokman Polat – Pirs : 18Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?

Dilawerê Zengî Bersiv: Wêjeya cîhanê di gelek qonaxan re derbas bûye. Ji dema kevin hetanî roja îro, gelek gûhertin bi ser alavên nivîsandin û afirandinên wêjeyê de hatine. Kurdan jî li gorî derfet û şiyana xwe wec û mifa dîtine. Kêm zêde, nivîskarên Kurd ji kaniyên her çar dibistanan vexwarine; realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê, û ji her çar alavên dibistanan di berhemên wêjeya Kurdî de hene û divê hebin, kêmbûna wan qelsbûna wêjeya me ye.

Ez bi xwe, xwe wek nivîskarekî ji dibistana realîst dibînim; lê nayê wê wateyê ku dibistanên din paşguh dikim. Ez bawer im piranîya nivîskarên Kurd ji dibistana realîst in. Ew jî ji ber rewşa gelê Kurd û girêdana Kurdan bi jîweriya ku tê de dijîn hatiye.

Mafir ku tu nivîskarekî ji dibistana surrealîzm, modernîzm an postmodernîzmê bî, bê wêjeya rastiya jiyana rojane, realîzm nabe, û xweş bizane riya ber bi wêjeya cîhanî di gundê we re derbas dibe. Ew rê riya serkeftinê ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 19Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

Dilawerê Zengî Bersiv: Wêje, ji çar hêmanan pêk tê: hest, wate, şêwaz û xeyal. Mebesta me bi vê yekê ew e ku, her cureyê wêjeyî divê van her çar hêmanan bihewîne û ji yekê ji wan bêpar nîne. Çîrok ew e ku hin cureyên wêjeyî ji wan hêmanan zêdetir pêwîstiya wan bi cûreyek din heye.

Wek nivîskarê navdar ê Îrlandî George Bernard Shaw gotiye: “Xeyal destpêka afirîneriyê ye. Hûn xeyal dikin ku hûn çi dixwazin, tiştê ku hûn xeyal dikin dixwazin, û di dawiyê de, hûn tiştê ku hûn dixwazin bikin”.

Ji mêj ve Yewnaniyan gotiye: Helbest, erebek e .. du hesp wê dikişînin, yek ji wan hespan Helbest û şanikên pêjinî ne, û hespê dî: Kilîşt û sawêr (Xeyal) in, û yên wan hespan dajo hiş û aqil e. Bê aşope (xeyal), rêberiya hest û aqil qet nabe. Ez dibêjim ne her kes siwarê hespa sipî ye. Helbestvanê Kurd melayê Cizîrî xwediyê aşopeyeke pir berfireh û bi hêz e. Li gorî têgihiştina min, aşope (Xeyal) di hemû cûreyên wêjeyê de pêwîst e. Nebûna aşopeyê cihê kêmasî û lêgirtinê ye. Pêşî bikaranîna xeyalê ji bo têgihîştina xwîner ji mijara berawirdkirinê di asteke kûrtir û tevlihevtir de, bi berawirdkirina wêne û ramanan bi hev re û bikaranîn û veguhertina wan bi awayên nû û nenas. Ji bo xeyaliyê, ew cîhana hundurîn a nedîtbar e ku ji bo her yekî ji me taybetî ye. Rastî yek cîhan û yek bûyer e, lê cîhanên me yên hundirîn gelek cuda ne. Her yek ji me dinyaya xwe heye; lê rastî cîhaneke bisînor e ku, qanûnên xwe hene û gelek kes tê de beşdar dibin. Ez dibêjim di roman û çîroka Kurdî de afirînerî û xeyal hene, lê pir kêm in.

 

Lokman Polat – Pirs : 20Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Dilawerê Zengî Bersiv: Wêje, bê guman, afirandineke afirîner a mirovî ye ku hîm, bingeh, bintar û stûnên xwe ji kûrahiya jiyanê werdigire. Hunerên wêjeyî bûnewer û zindiyên bi giyan, henase û bên in ku ji sawêr, hest, dîtin û ramanên curbecur ên mirov dertê. Berhema wêjeyî gotina nivîskî ya bi nivîsandinê ve girêdayî ye, û bi rêzan tê parastin, wêjeyê hînî mirov dike, ku çawa di hunera xwe de nûjeniyê bike û ji kar û pîşeya xwe hunerek zîrek, yekta û bêhempa bafirîne.

Wêje yek ji razên bedewiyê ye, şaxek ji şaxên hunerê ye û binyat û pêkhateya wê ziman û peyv e. Lê ziman ew e ku wêjeyê dike huner, çawa ku deng, melodî, beste û mûzîkê çê dike û wan dike huner, û wekî rengalavek di çêkirina hunera wênesaziyê de, û herweha kelûpelên peykersaz kevir, kanza û metal in; lewra peyv li gorî hunerên navborî, deng, reng, kevir û metal, di  wêjeyê de, hêmanek sereke û bingehîn e. Ji ber vê yekê peyva bedew qor û kevirê bingehîn ê wêjeyê ye, ku yek ji hunerên xweş, û belkî jî ya herî bilind, çeleng û bedew be. Peyv hestên mirov dihejîne, hestên wî dipejinîne û dihêle ew birame û bihizire, û dikare jî ramanên wî jêrdest bike. Dîroka wêjeyê bi dîroka hişmendî, têgihîştin, bişkivandin û hilbûna ramanî ya mirovî ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, ji me re xuya dike ku, li vê cîhanê pêşveçûn û pêşkeftina gel û neteweyan bi heman rengî ye. Wêje, di jiyana kom û neteweyan de xwedî roleke bibandor e, û tu cudahiyeke mezin û girîng di wê de nîn e, ku bibe sedema pêşvebirin û pêşketinê. Em dizanin ku wêjeya Kurdî bi rengê xwe yê devkî, gelêrî û nivîskî, di jiyana gelê Kurd de, xwedî roleke bibandor bû.

Bêdiro, heyvanê nivîsandinê li ba hemû nivîskaran yek e, lê meyandina heyvên li ba wan ne wek hev e. Di meyandinê de, her nivîskarek li gorî behre, têgihiştin, zanîn û şiyana xwe di nîhad, hest û hizrê xwe de dimeyîne. Vêca nûjenî di çi warê wêjeyê de be bila bibe, çi helbest, çîrok, roman, şano, dîrok û çi serpêhatî û çirçîrokan de be. Nivîskarê Kurd xwe di çi mijarê de bibîne bila binivîse. Di roja îro de, di bin navê nûjeniyê de, helbestên tiroviro û serberadayî pir têne dinîsandin û belavkirin. Di baweriya min de, li Rojavayê Kurdistanê destên gemar û sexte li dû vê lîska xerab in, wek çawa çandek pir sexte li nav nivîskaran tê belavkirin.

Wek min li jor got, berhemên min di warê helbest, ziman, dîrok, çîrok, folklor, wergerandin, wêje û çanda gelê Kurd de ne, li ser êş, azar, bobelat, koçberî, perîşanî,  serhildan, raperîn, şoreş, pêşmerge û azadiya Kurd û Kurdistanê ne.

 

Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Dilawerê Zengî Bersiv: Ez jî tevlî nerîn û dîtina we dibim. Rast e pêwîst nake mirov danûstendinê li ser vê dîtina şaş bike. Di baweriya min de, dîtinek ne di cihê xwe de ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 22Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Dilawerê Zengî Bersiv: Ez, ji hemû nivîskarên Kurdan hez dikim, ên nas dikim û yên nasnakim, ne ji bo tu tiştî, tenê ji ber ku berhemên wan bi zimanê me yê xweş û şîrîn hatine nivîsandin û belavkirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 23Te qet pirtûkên min xwendiye?

Bersiv: Belê, hema bibêje min çend pirtûkên cenabê te xwendine.

 

Lokman Polat – Pirs : 24Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Dilawerê Zengî Bersiv: Belê, du berhemên min hema bêje min bi dawî kirine. Yek jê li ser têgeh û pênaseyan e, û ya din li ser jiyanameya 230 nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ye. Lê sed heyf û mexabin, ez ji aliyê weşanxaneyên Kurdî ve bê si’ûd im. Ez di nav agirê nakokiyên partiyên siyasî yên Kurdî (PYD û ENKS) de şewitî me. Ez ne alîgirê tu kesî me, lewra pirtûkên min nayên çapkirin û weşandin.

 

Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…

Dilawerê Zengî Bersiv: Ji bo vê derfetê, ez ji dil û can pir spasiya te dikim. Gotina min a dawîn ev e: Dîwarê ku me ji dijminan biparêze, ziman e. Ziman, kesayetiya wî miletî bicî dike. Vêca, berî her tiştî divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Xwedîderketin ji rêber, zana û rewşenbîran tê xwestin. Ziman jî mîna heybereke jîndar e; dijî, nesax dikeve û dimire; hişk dibe û geş dibe. Heger em guh nedinê û xwedî lê dernekevin, ji mafê zimanê me ye ku ew li welatparêziya me gilî bike”.

 

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

27/04/2023

Qamişlo

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply