Di Dîroknasiya Kurdan De Emrekî Dîrokî: APÊ TORÎ

Apê Torî ji 1931an bigire heya payîza sala 2010an tam 79 salên dûv û dirêj di rêya zimanê kurdî û xizmeta Kurdan de bihurand û di dawiyê de di bihûşta navdêrên Kurdan û di dilê gelê xwe de xwe xiste nav bîr û baweriyên kûr. Apê Torî xizmetên curbecur kirin. Lê xizmet, xebat, nivîs, pirtûk û semînerên wî yên der barê dîroka Kurdan de hê dê gelek caran were xwendin, bîranîn, dê gelek gengeşiyên li ser dîroka Kurdan de navê wî bê bilêvkirin, dê gelek caran 34 pirtûkên bi îmzeya Torî ji hêla neviyên wî ve bên xwendin.

Ferheng Kurdi - Tirki Türkçe - Kürtçe & Mehmet Kemal Işık – Konusu ve Fiyatı –Apê Torî, dîroknas, zimanzan, helbestvan û wêjevan bû. Belê Apê Torî jî dixwest ku tenê di hêlekê de binivîse û bi her awayî kurdî û Kurdan di wê qadê de pêş bixe. Lê mixabin mîna ku Felat Dilgeş gotî: “Ne tenê wî (Apê Torî) hema bêje me (nivîskarên wê demê) hemiyan wekî wî kir. Ji ber ku zeviya me beyar bû û em bi her awayî ji der û cîranên xwe kêmtir mabûn, me dixwest ku em bi awayekî zûka vê zeviya beyar bajon. Loma me êrîşê her cûre nivîsînê dikir û me dixwest ku em di her warî de hin tiştan pêk bînin. Me dabeşkirin û bi pisporî xebat, bi zanebûn ji nifşên pişt xwe re hêştibû.” divê bi awayekî ev nirxên me bihatana parastin û qeyd kirin. Apê Torî wê yekê kir û xatirê dawîn ji me xwest.

Bi navê xwe yê fermî Mehmet Kemal Işik di sala 1931an de li Midyadê ji dayik bûye. Ji aliyê bavê ve Midyadî û ji aliyê dêyê ve Amedî ye.

 

Apê Torî û Qedera Jiyana Wî

Bi navê xwe yê fermî Mehmet Kemal Işik di sala 1931an de li Midyadê ji dayik bûye. Ji aliyê bavê ve Midyadî û ji aliyê dêyê ve Amedî ye.

Dibistana seretayî li bajarê xwe qedandibû. Di sala 1952an de dibistana mamostetiyê li navçeya Erganî ya bi navê “Dicle Köy Enstîtüsü” qedandibû. Bi navê “İlk Cemre” pirtûka xwe ya ewilîn a helbestan weşand. Li gelek deveran mamostetî kir. Di sala 1978an de ji mamostetiyê teqawît bû. Piştî 12ê Rezberê di sala 1983an de welêt terk kir û li Belçîkayê niştecih bû. Ji ber eleqeya wî ya bi dîrokê re hez kir ku li ser dîroka Kurdan hûr be, binivîse û lêkolînan bike.

Li pirtûkxaneya zanîngehên Belçîkayê û yên gelek welatên devdorê Belçîkayê geriya û lêkolînan kir. Piştî wî li ser çand dîroka Kurdan dest bi nîvîsîna pirtûkan kir. Dema ku li Belçîkayê bû, di sala 1985an de pirtûka xwe yê ku yekemîn car bi zimanê kurdî nivîsandibû “Qolinc” ku ev pirtûk jî ji kurteçîrokan pêk dihat da weşandin. Li Enstîtuya Kurdî ya Brukselê jî çend xebat kirin. Di vê navberê de di rojname û kovarên ku li derveyî welêt derdiketin de jî der barê Kurdan de gotaran dinivîsand.

Anadolu Kültüründe Kürt Etkisi-Mehmet Kemal Işık Kitabı ve Fiyatı Mehmet Kemal Işık Kimdir? - En Sevilen ve En Çok Satan Kitapları

Di sala 1991an de vegeriya Stenbol. Lêkolînên xwe di pirtûkxaneyên van deran de jî domand. Beşdarî panelên dîrok û ziman dibû. Ji bo xwendekarên zanîngehan dersên dîrokê dida. Di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de jî gelek xebat kirin.

Di kovarên wekî Zend, Tîroj, Rewşen, Deng, Newroz de û di rojnameyên mîna Dengê Azadî, Fıratta Yaşam û Ronahî de nivîs, gotar û lêkolînên wî çap bûn. Heya roja îro 24 pirtûkên xwe yê çapkirî 8 pirtûkên xwe yên ku li ber çapê ne heye. Ji van 8 heban 5 hebên wan bi zimanê kurdî ne. Apê Torî yekî wî kur û du keçan ve bavê sê zaran e.

Di 18ê kanûna paşîn 2010an de çû ber dilovaniya xwe.

 

LI ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ APÊ TORÎ

Kongreya Duyemîn:

Apê Torî di 17ê avrêlê 1994an de wek endamê lijneya rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate hilbijartin.

Li Amsterdamê Konferans: Di 3-5ê pûşperê 1994an de der barê çanda Kurdan de konferanseke navneteweyî hate li dar xistin. Apê Torî bi Feqî Huseyn Sağnıç re wek bêjekar beşdar bû.

Konferansa Berlînê:

Di 1ê tîrmehê 1994an de Apê Torî der barê dîroka Kurdan de li ser navê lijneya rêveberiya Enstîtuyê wek bêjekar beşdar bû.

Kongreya çaremîn:

Di 15ê berfanbarê 1996an de civiyan. Apê Torî wek endamê lijneya zanist û şêwirmendiyê hate hilbijartin.

Der Barê Şaristaniyên Kurdan de Semîner: Di 24ê avrêlê 1997an de li Stenbolê li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Apê torî der barê “Çaxa yekemîn û navîn de şaristaniyên Kurdan” de semînerekê li dar xist. Bixwe jî bêjekar bû.

Kongreya Pêncemîn:

Di 14ê sibatê 1998an de civiyan. Apê Torî wek endamê rêveberiya giştî hate hilbijartin.

Ji Sendîkayan re Semîner: Apê Torî li ser navê endamtiya xwe ya komîsyona dîrokê ya Enstîtuyê, ji komek rêveberên sendîkayan re der barê dîroka Kurdan de semînerek amade kir. Di 18ê tebaxê 1998an de ev hate li dar xistin.

Du Pirtûkên Apê Torî:

Di kanûna paşîn a di sala 2001an de bi navê, “Kürtlerin Kökeni: Ari Boylarından Urartular”, “Kürt Sultan Salahaddin ve Eyyubi Hanedanı” du pirtûkên Apê Torî ji hêla Enstîtuyê ve hatin çap kirin.

Tarihselden Güncele Kürt Gerçeği Mehmet Kemal Işık Sorun Yayınları | 9789754311136

BERHEMÊN APÊ TORÎ

Berhemên Apê Torî yên ku der barê dîrokê de hatine çapkirin (Bi zimanê tirkî)

  • 1997 Tîrmeh Kürtlerin İlkçağ Tarihi ve Kültürü
  • 1998 Sermawez Kürtlerin Din Kültürü Tarihi
  • 1999 Rêbendan Med İmparatorluğu Sonrasında Kürtler
  • 1999 Adar Anadolu Kültüründe Kürt Etkisi
  • 1999 Rezber Kürt Kültür Tarihi
  • 2000 Adar Bir Kürt İnancı Yezidilik ve Yezidiler
  • 2000 Gulan Kürtlerin İlkçağ Tarihi
  • 2000 Sermawez Kürt Bilgin, Ünlü ve Birinci Kuşak Aydınlar
  • 2000 Sermawez Kürtlerin Ortaçağ ve Yeniçağ Tarihi
  • 2001 Rezber Kürt Sultan Salahaddin ve Eyyubi Hanedanı
  • 2001 Rezber Kürt Kökeni Ari Boylardan Urartular
  • 2002 Rezber Tarihte Kürt-Türk İlişkileri
  • 2005 Rezber Aşiretten Millet Olma Yapılanmasında Kürtler
  • 2006 Rezber Kürtlerin Yakınçağ Tarihi
  • 2008 Kewçêr Asimilasyon Sarmalında Kürtler
  • 2009 Kewçêr Kültür Çatışmasında Kürtler

 

Berhemên Apê Torî yên ku bi zimanê kurdî hatine çapkirin

  • 1985 Qolinc (Kurteçîrok)
  • 1990 Şîlan (Kurteçîrok)
  • 1990 Rêziman
  • 1992 Berfanbar Destpêka Xwendin û Nivîsandina Kurdî
  • 1992 Gulan Ferheng (KurdîTirkî / Tirkî Kurdî)
  • 1992 Tîrmeh Alfabeya Kurdî
  • 2002 Pûşper Mendik (Roman)

Berhemên Apê Torî yên ku dê bêne çapkirin (Bi zimanê tirkî)

Kürtlerin Yeni Çağ Tarihi Pirtûk, ew heremên Kurdistanê yên ku Kurd di çaxa yekemîn a dîrokê li ser jiyabin û heya çaxa nû ya dîrokê ve dest pê dike û heya têkiliyên Kurd -Osmaniyan a dema sultanê III. Mûrat yê Osmaniyan didomîne.

Ahura Mazda İnancı ve Zerdüştlük

Mehmet Kemal Işık Kimdir? - En Sevilen ve En Çok Satan KitaplarıDi bingeha baweriya Ahûra Mazdayê de derketina holê ya dînê Zerdûşt dinirxîne û têkiliya wî ya bi Kurdan re ji bo me eşkere dike. Qala du şaristaniyên Mezopotomyayê dike û cudahiyên navbera baweriyên wan de ji me re rave dike. Wek Mezopotamyaya jêrîn (Sumer-Akad) û ya jorîn (Arî) dide nîşan û eleqeyên navbera wan û baweriya Ahûra Mazda û Zerdûştiyê û bi taybetî jî di vê bingehê de gêhiştina wan a Kurdan (Med) dinirxîne.

Yönetim Yapılanmasında Kürtler

Mijarên wiha hatiye vegotin:

  • Beriya teşekula dewletê de wêrankirina welatên Kurdan, sîyaseta dagirkeran û saziyên dagirkeran ên vî welatî.
  • Teşekula di asta dewletbûyînê de
  • Rewşa Kurdan a beriya mîran û dema mîran
  • Mîr (teşekulên eşîrî)
  • Teşekulên malbatî

Berhemên Apê Torî yên ku bi zimanê kurdî dê bên çapkirin

  • Rêziman (Ji ya berê firehtir)
  • Koçber (Çîrokên Hunerî)
  • Erdeke Hişk Azmaneke Bilind (Roman)
  • Wêjeya Kurdan (wêjeya devokî, wêjeya nivîsandî)
  • Dibistana Seretayî Xwendina Kurdî I-II
  • Ava Likel (Çîrokên Hunerî)

Ferhenga Torî

Ferheng Kurdi - Tirki Türkçe - Kürtçe & Mehmet Kemal Işık – Konusu ve Fiyatı –Ji du beşan pêk hatiye:

Beşa yekem kurdî-tirkî: Ji 16500 heb peyvê pêk hatiye. Piştî xelasbûna tîpa Zyê li ser lêkeran û kişandina wan sekiniye.

Beşa duyem tirkî-kurdî: Ji 12500 heb peyvê pêk hatiye.

Dema ku vê ferhengê amade dike zêdetir qala kêmasiya berhemên nivîskî dike. Ji çend heb kovaran û dostên ku ji zaravayên kurdî yên bilî kurmancî diaxivin(dizanin) sûd wergirtiye. Ferheng zêdetir peyvên heremî di xwe de dihewîne.

Der Barê Apê Torî de Çend Gotinên Felat Dilgeş

Ez, Apê Torî, Apê Feqî Huseyîn Sağniç, Îbrahîm Gurbuz û Şefîk Beyaz, di destpêka salên nodan de, di Komîta Rêvebir a Enstîtuya Kurdî de bi hev re xebitîn. Hingê di civînên Enstîtuyê de em gelek li ser pirsên zimanê kurdî dipeyivîn û li riyên çareseriyê digeriyan. Biryara di pêşkêşiya Enstîtuyê de amadekirina ferhenga zimanê kurdî cara pêşî me hilda. Rêvebiriyên piştî me ev yek bicihanîn. Di van civînên me yên li ser ziman de, carna ji bo demeke kurt be jî me dilê hev dihêşt; belê dû re zûka em li hev dihatin. Heta hin caran min bi “mizawirî” berê Apê Feqî û Apê Torî dikir hev. Rojekê dîsa em li ser hin peyvên kurdî ketibûn hev. Her yekî ji me bi aliyekî ve dikişand. Demekê bi şûnde min bi zanebûn xwe ji gengeşiyê bi paş vekişand; belê vê carê Apê Torî û Apê Feqî bêminetî dan ber hev. Her du jî ji kirta xwe nedihatin xwarê. Apê Feqî got “ Panê ya min rast e”, Apê Torî digot, “Kekê mino, ne wilo ye, tu nizanî ya min rast e.” yek ji wî, yek ji yê din, min dît Apê Torî ji nişka ve bi hêrs got, “Kekê mino! Tu xerat î, ez mamoste me! Vêca tu nizanî! Tu ji bo çi zêde dikî!” Li ser vê gotina Apê Torî, min di dilê xwe de got, “ Aha, me vê carê ediland! Bi Xwedê Apê Feqî nasekine!” Belê Apê Feqî mesele zêde nekir û ev devjeniya ku dikaribû dilê herduyan ji hev bihêle, bi awayekî zêde aştiyane nebe jî qediya. Me ji kûrî ve bêhna xwe da û stand. Jixwe Apê Feqî mirovekî gelek bêhnfireh bû, min tu car nedît ku rojekê ji tiştekî hêrs bûye. Herçî Apê Torî ye, carna hêrs bibûya jî, ew jî zûka aş dibû.”

*Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê – Kenanê Nado

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 4an sal 2011

 

ÇAVKANÎ:

  • Agahiyên Nadîre Işık derbarê Apê Torî de.
  • http://www.enstituyakurdi.org/ dokuman/Kisatarih.pdf
  • Dilgeş, F. “Li pey Apê Torî û Îsmaîl Göldaş”, Kovara Nûbihar, hej.113, Stenbol.
  • http://jiyan.org/2010/10/24/ugurlar olsun/ Şafi Ekinci M.

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply