Dersa Tecwîdê

BI NAVE XWEDAYE REHMAN U REHIM

Rêzepirtûkên Perwerdeyê

TECWÎD

Nivîskar

Hafiz Ahmet Turhalli

Redaksiyon û Mîzanpaj

Fevzi Özmen

DIKG

Dachverband Islamisch-kurdischer Gemeinden e.V

Vogelsangerstr.348 /D 50827 Köln DEUTSCHLAND

Civaka Islamiya Kûrdîstan ê.

Desteya Karûbarên Perwerdê:

Teşkîlata îslamiya Kurd ya Çand û Perwerde

NAVEROK

BEŞA YEKEMÎN

Zanyariyên Xwendina Qura´na Pîroz “TECWÎD”

  1. Wateya Tecwîdê (Tarîfa wê)
  2. Mijarên Tecwîdê
  3. Armanca Fêrbûna Tecwîdê
  4. Ehkamên Tecwîdê

BEŞA DUYEMÎN

Mexrec û Sifetên Herfan

  1. Mexrecên Herfan
  2. Sifetên Herfan

BEŞA SÊYEMÎN

Herf-î Med û Sedemên Medê (Dirêjkirin)

  1. Med çi ye?
  2. Herfên Medê kîjan in?
  3. Hin taybetmendiyên Herfên Medê
  4. Sedemên Medê tê çi wateyê?

BEŞA ÇAREMÎN

Med (An Jî Dirêjkirin)

  1. Meda Xwezayî (Medd-î Tebî-î)
  2. Medên Fer-´î

BEŞA PÊNCEMÎN

Rewşa Tenwîn û Nûnî Sakîn

  1. Tenwîn û nûnî sakîn çi ne û tên çi wateyê?
  1. Îzhar
  2. Îxfa
  3. Îqlab

BEŞA ŞEŞEMÎN

Îdxam û Cureyên Wan

  1. Wateya Îdxamê (Te´rîfa Îdxamê)
  1. Îdxama bi Xûnne (Îdxamî Ma´l Xûnne)
  2. Îdxama bê Xûnne (Îdxamî bîla Xûnne)
  3. Îdxama wek hev (Îdxam-î Mîsleyn)
  4. Îdxama Mutecanîseyn
  5. Îdxama nêzîkî hevdu (Muteqaribeyn).

BEŞA HEFTEMÎN

Rewşa Qelqeleyê û Ya Mîmî Sakîn

  1. Qelqele
  2. Mîma sakîn

BEŞA HEŞTEMÎN

Lama Kifşekirinê “Lamî Te´rîf”

  1. Lamî Te´rîf
  2. Îdxamî Şemsiye
  3. Îzharî Qemeriye

BEŞA NEHEMÎN

Xwendina Lefzetullah û Herfan “ra” yê

  1. Xwendina Navê Xwedê ” Lefzetullah”
  2. Xwendina Herfa ” ra”

BEŞA DEHEMÎN

Zamîr û Sekte

  1. Zemîr ji çi ra tê gotin û çawa tê xwendin?
  2. Sekte tê çi wateyê û çawa tê xwendin?

BEŞA YAZDEHMÎN

Weqf û Îşaretên Weqfan (Sekinandin û îşaretên sekinandinê)

  1. Weqf tê çi wateyê?
  2. Cureyên Weqfê
  3. Ligor Îşaretan cureyên Weqfan.
  4. Qaîdeyên Weqfan

BEŞA DOZDEHMÎN

Secda Tîlawetê û Ayetên Secdê

  1. Wateya secdeya Tîlawetê
  2. Pêkanîna secdeya Tîlawetê

BEŞA SÊZDEHMÎN

Lahn

  1. Lahn tê çi wateyê?
  2. Cureyên Lahnê

PÊŞGOTIN

Binavê Xwedayê ku ji tûnnebûnê hebûn afirandiye. Xweda çavkaniya merhemet û hezkirinê ye.

Xweda ji bo em wî û xwe nas bikin hiş û aqil daye me. Em sipasdarê Wî ne. Wek rehmet, dilovanî Pêxemberê me Hz Muhemmed (sav) ji cîhanê re şandiye. Silavû du´a jî, li ser wî bin.

Pêxemberê me Hz Muhemmed (saw) dibêje: “Mûheqeq gotara herî baş Pirtûka pîroz Qur´ana Xwedê ye” “Qenctir û baştirê we, ew mirove ku Qur´ana pîroz fêr dibe û fêr dike” “Her dem Qur´ana pîroz bixwînin. Roja qiyametê Qur´an dê şefaete li xwendekarên xwe bike.” “Qur´ana pîroz dê xwendekarên xwe bigîhîjîne Bihuştê.”

Di perwerdeya Olî de çavkaniya bingehîn Qur´ana pîroz ü jiyana Pêxember e ku Qur´an bixwe ye û ew jî, bi hiş û eqil ve giredayî ye.

Di karû xebatên me ên perwerdeyê de, temen û pîskolojîya Mirovan cihekî giring digre. Amedebûna Perwerdeyê li gorî van pîvanan e. Memoste û seydayên me jî pewist e, li gorî vê hişmendiyê û vê psîqolajiyê tevbigerin. divê temenên piçûk û yên mezin li ber çavan werin girtin û bi nêzikbûneke zanist perwerde were pêkanin.

Di kar û xebatên me yên Perwerdeya Olî de, xwendina Qur´an a pîroz, bi qaîde û hîmên xwe yên rast, di dersdayina şagirtan(feqiyan) de cihekî sereke digire.

Bawermendên Ola Îslamê ji bo ku Gotara Xwedê, Qur´an a pîroz bê kêmasî û xweş bixwînin, tîpên(herfên) wê çawa tên gotin binasin, telafuz û mexrecên herfan bikarin rast bêjin, kîjan herf ji ku dera qirikê û ji ku dera dev tê derxistin, bizanin, pêwist e di pratika xwendina Qur´ana pîroz de xwe bi awayekî birekûpek amade bikin. Ji vê zanista ku çawa mirov dikare bê kêmasî û li gor esasên xwendinê Qur´ana pîroz bixwîne, re TECWÎD tê gotin.

Qur´ana pîroz li gor esas û hîmên tecwîdê hatiye daxistin, nazilkirin. Ferîşte Cebraîl (as) ji Pêxemberê me Hz Muhemmed (saw) re bi TECWÎD xwendiye û ew fêrî Xwendina Qûrana pîroz kiriye. Pêxemberê me jî, bi heman awayî ev xwendin fêrî hevalên xwe kiriye. Sehabiyên Pêxember jî, bi heman rengî Qur´ana pîroz fêrî nesla li pey xwe kiriye. Hînkirina zanista Tecwîdê gelekî girîng e. Ji bo ku wateya Qur´ana pîroz neyê guhertin, pêwist e, xwendina Qur´anê bi rêk û pêk be. Dema ku mirov Qûranê dixwîne, divê mirov mecbûren riayeta van qaîde û esasên xwendinê bike.

Ji van esasên xwendina Qur´anê re qaîdeyên Tecwîdê tê gotin.

Her çi qas mirov karibe wan esasan ji pirtûkan baş fêr bibe ji, lê pêwist e, mirov xwendina Qur´anê, ji seydayekî ku dikare Qur´ana pîroz baş bixwîne, fêr bibie.

Em wek Civaka Islamiya Kûrdîstanê. Desteya Karûbarên Perwerdeyê: Teşkîlata îslamiya Kurd a Çand û Perwerdeyê, divê li gorî mufredata dersan karû barên xwe bikin ku serkeftina di civakede pek were. Ji hef salan bigre heta heftê salî, divê xwendina Qûr´ana pîroz li ser van hîman were pêk anîn.

Em hêvîdar in, bi vê pirtûka Tecwîdê re, di nav gelê me yê Misilman de xwendina QUR´ANA piroz rast were temamkirin.

Kar û ked ji me, hêvî û alîkarî ji Xwedayê bê heval!

Hafiz Ahmet Turhalli

Civaka Îslamiya Kûrdîstanê-DIKG

Teşkîlata Îslamiya Kurd a Çand û Perwerde

Desteya Karûbarên Perwerdê:

Xwendewan û Şagirtên birûmet

Qur´ana pîroz ji bal Xwedê ve, ji bo ku mirovahî rêya rast bibîne, kêfxweşiya dinya û axretê bi dest bixîne, hatiye şandin. Ji bo mirov rastî û çewtiyê ji nav hev derxîne, zordestiyê li xwe û li derûdora xwe neke, Xwedayê xwe nas bike, jê re serî bitewîne, nazil bûye.

Qur´ana Mecid, ji rêzepirtûkên semawî pirtûka dawî ya pîroz e. Pêxamberê me ji ferîşte Cebraîl (as) ev Pirtûka pîroz wergirtiye û di 23 salan de temam bûye. Heta roja îro bi rêya “tewaturê” ku bi hezaran însan ji ber kiriye û hatiye jiberkirin. Ew yek bi awayekî rast û durust heta roja me ya îro hatiye.

Ev Qur´ana pîroz a ku îro di dest me misilmanan de ye, em dixwînin û didin xwendin, Pêxemberê me (saw) di jiyana xwe de xwendiye, daye xwendin û nivîsandin, heman Qur´an e. Ya ku Xelîfeyê yekem, Hz. Ebubekir (ra) civandiye, kiriyê wek Mushef û Hz Osman (ra) çapkiriye û zêde kiriye, heman Qur´ane û niha di destê me da ye.

Zêdetirî cîhana Misilmanan xwendina Qur´an pîroz, li ser Xwendina “Qira´at a asim û rîwayeta hefs” dixwînin.

Zanyar û alimên Qiraeta(xwendina) Qur´anê gotine; Qur´an dikare bi sê cureyan were xwendin. Ev şeklên xwendinê bi lez û hedixwendinê ve girêdayî ne.

  1. Tehqîq anjî Tertîl:

Gotina Tehqîqê di ferhengê de, ji bo mirov heqê tiştekî bi zedeyî, bê kemasî bine cîh û mubalexe bike. Di Zimanê erebî de jê vê yekê re Tehqîq tê gotin. Li gorî Zanyarên xwendina Qur´ana pîroz (Alimên Qîraetê); dema Qur´ana pîroz tê xwendin, mafê(heqê) her tîpê (herfê) divê bê dayîn, dirêjkirina medan bi awayekî rast û temam were bicîh anîn. Jihevcudakirina Zêr û Ziberan (Herekeyan), pekanîna Şedeyan divê bê kêmasî were cih û di xwendina xunneyan de divê mafê(heqê) her xunneyê were dayîn.

  1. Hadr:

Di Ferhengê de wateya gotina Hadrê, bi lez xwendin e. Li gorî zanyariya(îlma) Tecwîdê, Hadr xwendina Qur´ana pîroz a bi lez e, lê bi pêkanîna qaîdeyên tecwîdê divê pêk bê. Gotina Hadrê dijberî(zidê) gotina Tehqîqê yê.

Hadr; xwendina Qur´anê ya bilez e, lê ne îhmalkirina qaîdeyên Tecwîdê ye.

Di Xwendina bilez(Hadr)ê de, xwendin a bi wesl tê tercîhkirin. Lefzên tên xwendin di tama(qiwama) xwe de tên xwendin. zêr û ziber (hereke) bi temamî tên bicihanîn. Dengê Herfan bi temamî tê derxistin.

Eger ev tişt di xwendina Qur´ana pîroz de neyên pêkanîn, xwendina Qur´anê ne caîz e(ne di cih de ye).

  1. Tedwîr:

Tedwîr; Xwendina Qur´an a pîroz a ku di navbera Tehqîq û Hadrê de ye. Yanî xwendina Qur´anê ya bi rengekî normal, ne lez ne jî hedî ye.

Herdu cureyên xwendinê tên terikandin (Hadr û Tehqîq). Ji vê cureya xwendinê re rêya tewessutê, reya navîn tê gotin. Di xwendina Qur´ana pîroz de daxwaza(terciha) alimên xwendina Qur´ana pîroz ev e. Hafizên Qur´ana Pîroz, di xwendina Xitma Qur´ana pîroz de, dikarin bi lez bixwînin. Di nimêja terawihan de jî, cureya Hadrê ango bi lez xwendinê tê bikar anîn.

Helbestek Kurmancî

Nayêt xwendin Qur´an, eger nebe bi Tecwîd

Were xwendin jî fatîhe, durust nabit Nimêjît

Ger mirov bixwîne bi tecwîd, temam dibe Nimêj û Tewhid

Agahdar be birayê xwendewan, bixwine bide xwendin Tecwîd

Hafiz Ahmet Turhalli

Helbesta bi Zwanî Kirdkî

Eger ti nêwanî Qur´an bi tecwîd,

Temam nêbeno Qur´an û Mecîd

Nimajuk kenî pêru betalu

Wendişu bê tecwîd zwanu lalû

Qur´an biwani wextu ciwani

Veri extiyari qedir bizani

Hafız Ahmet Turhallı

TECWÎD

BEŞA YEKEMÎN

ZANYARIYÊN TECWÎDÊ

  1. Terîfa Tecwîdê
  2. Mijara Tecwîdê
  3. Armanca Tecwîdê
  4. Hukmên Tecwîdê
  5. Terîfa Tecwîdê

Wateya gotina Tecwîdê di Ferhengê de; wek “Xweşçêkirina tiştan, xemilandin ” tê pênase kirin.

WateyaTecwîdê ya naverokê: Bicihanîn xwendin û derxistina herfan a li gorî sifet û mexrecên wan e. Ango bê kêmasî xwendina Qur´ana pîroz e. Ji fêrbûna xwendina Qur´anê ya bêkêmasî re, zanebunên Tecwîdê tê gotin.

Herf/tîp: Ji derxistina dengan re Herf tê gotin, bi gotineke din ji wêneyen dengan re her tê gotin.

Mexrec: Ji cîhên ku wek dev, qirik û sing ên deng jê derdikevin, re Mexrec.tê gotin

Sifat: Tiştên ku di herfê de hene, an jî di rewşa herfê de pişt re pêk tên, re Sifat tê gotin.

  1. Mijara Tecwîdê

Mijara Tecwîdê; Qur´ana pîroz çawa tê xwendin, e. Ango li gorî Tecwîdê, herf û kelîmeyên di rewşên cuda de, bi rengên cuda tên xwendin. Tecwîd, zanîna li ser çawaniya xwendina Qur´anê şîrove dike û dide hînkirin.

  1. Armanca Tecwîdê

Armanca Tecwîdê, bê kêmasî xwendina Qur´ana pîroz, bicîhanîna fermana Xwedê ye. Bi gotineke din; armanca tecwîdê, xwendina bêkêmasî ya Qur´ana pîroz e û xwendekarên vê xwendinê pêk tînin jî, berpirsiyariya axretê û dinyayê bi cih tînin. Lewre xwendina Qur´ana pîroz, ji ber ku kelamê Xwedê ye, divê bê xeta û kêmasî were pêkanîn.

Xwedê weha ferman dike:  وَرَتَّلْنَاهُ تَرْتِيلًا  Me ev Qur´ana pîroz hêdî hedî daxist. (Furqan 32)

  1. Hukmên Tecwîdê

Ferzbuna zanyariyên îlmê tecwîdê bi Qur´an, sunnet û îcmayê misoger e (yanî sabit e). Zanebûna îlmê Tecwîdê li ser her misilmanî ferzî kîfaye ye. Lê emelkirin, bi wateyekî vekiri, Qur´an di jiyana xwe de bicihkirin, ferzul eyn e. Tenê xwendina Qur´anê ne bes e, divê di jiyana mirovê misilman de jî, were bicihanîn.

Pîvana bicîhanîna vê ferzê, xwendina ku wateya Qur´ana pîroz xera neke, divê were pêkanîn, rast û bêkêmasî were xwendin. Bi wateyekî din divê bi Qîraet, ji lahn-î celî kêmasiyên eşkere dûr were xwendin.

Li ser vê bingehê xwendina Qur´anê bi îlmê Tecwîdê Ferz î eyn e.

Lewre Xwedê di Qur´ana pîroz de weha ferman dike:

وَرَتِّلِ الْقُرْاٰنَ تَرْتِيلاً

(Muzemmîl 4)

” Qur´ana pîroz vekirî, eşkere û yeko yeko bixwîne.”

Li gorî vê ayetê, Xweda emrê Pêxemberê me Hz Muhemmed (sav) dike û dibêje, “Qur´anê bi tertîl yanî xweşik û eşkere bixwîne.” Ev ferman di kesayeta Pêxember de, ji me re jî tê fermankirin.

Di ayetê pîroz de gotina “tertîl”ê Qur´anê bi eşkere û vekirî bixwîne, herf bi herf ji hev veqetîne, hêdî hedî bixwîne, ye. Herfan ji hev veqetîne û bide xuyakirin, di devê xwe de nebe neyîne, xwendinekî xweşik û eşkere bixwîne. Ev gotina “tertîl”ê tê wateya; “bi qaîdeyên Tecwîdê Qur´anê bixwîne.”

PIRS

  1. Tecwîd tê çi wateyê?
  2. Herf tê çi wateyê?
  3. Mexrec tê çi wateyê?
  4. Sifat tê çi wateyê?
  5. Mijara tecwîdê çi ye?
  6. Armanca zanyariyên tecwîdê çi ne?
  7. Gotina tertîlê tê çi wateyê?
  8. Hukmê tecwîdê çi ye?

BEŞA DUYEMÎN

MEXREC Û SIFATÊN HERFAN

  1. Mexrecên Herfan
  2. Sifatên Herfan
  3. Mexrecên Herfan

Di devê me de ji cihên ku dengên herfan jê derdikevin, re “Mexrec” tê gotin.

Pênc cihên Mexrecê ev in:

  1. Qirik
  2. Ziman
  3. Lêv
  4. Valahiya navbera dev û qirikê.
  5. Dengê jorî poz.

Di zimanê Erebî de 28 Tîp (Herf) hene.

Li gorî piraniya zanyarên xwendina Qur´anê(Alimên Qîraetê) cihê ku (şûna ku) ev dengê herfan jê derdikevin, pênc in.

Ji van pênc cihan 17 mexrec derdikevin. Ji van herfên erebî cihê derketina xwendinê û cureyên wan cuda ne. Ji wan re “mexarîcî Huruf” tê gotin. Cihê deng derxistina herfan li gorî rêzê wek li jêr in.

Mexrec 1: Navê wê cewf e. Valahiya di navbera qirikê û devê miro de ye. Ji vir ev herfên ku em ji wan re dibêjin herfên Med, ( ا و ي ) dengê dirêjkirina wan ji vê derê derdikeve.

Mexrec 2: Dawîya qirikê, cihê ku bi singê mirov ve girêdayî ye. Ji destpêka vê derê herfa Elîf´ê derdikeve. ( ﺍ‎ ) bi hêz tê xwendin û herfa Hê ( ﻩ‎ ) derdikeve û zirav tê xwendin.

Mexrec 3: Nava qirikê. Qirik hinekê tê şidandin û ji pêşiya qirikê herfa E´yn ê ( ﻉ ‎) , ji paşiya qirikê jî herfa He´yê ( ه ) tê derxistin, bi awayekî nerm û herikbarî tê xwendin.

Mexrec 4: Ji destpêka dawiya qirikê nezikî devê mirov herfa Xeynê ( ﻍ ‎) û li paş wê jî, herfa Xa`yê ( خ‎ ) derdikeve û stûr(qalind) tê xwendin.

Mexrec 5: Ji navbera dawîya ziman û ezmanê dev jî herfa Qaf´ê ( ق ‎) derdikeve. Ev herf stûr û bi hêz tê xwendin.

Mexrec 6: Ev mexrec jî, ji cihê mexreca herfa qafê, lê bi qasî tiliyekê li pêşiya wê û navbera ezmanê devê mirov derdikeve. Ji vê derê herfa Kef´ê ( ك ‎) jî derfikeve, zirav û bi hêz tê xwendin.

Mexrec 7: Ji navbera nîveka ziman û nîveka ezmanê dev pê dike û li gorî rêzê ber bi pêş ve tê derxistin. Ji vê qadê herfa Şînê ( ﺵ‎ ), Cîmê ( ج ) û Yeyê ( ي ‎) derdikeve. Cîm zirav û bi hêz, Şîn nerm û herikbar, Ye zirav û nerm tê xwendin.

Mexrec 8: Ev mexrec, ji navbera du aliyên ziman yên rast û çepên dawiyê û diranên êxrê(azı) derdikeve. Aliyekî zimên an jî herdu alîyên zimên li ser diranên axriyê(kursî) yên jor tên şidandin û bi vî awayî dengê herfa Dad´ê ( ض ‎) tê derxistin. Serê zimanê me di nav devê me de serbest û vala ye. Dengê herfa Dadê dikare ji aliyekî an jî, ji herdû aliyan ve derkeve. Ev herf stûr û bi hêz tê xwendin.

Mexrec 9: Ev mexrec, ji dawiya cihê mexreca herfa dadê derdikeve. Serê zimanê qalin, nêzikî goştê diranên pêşî yên ezmanê jor ê dev dibe. Ji vir serê ziman berbi ezmanê dev tê meyîlkirin û herfa Lamê ( ل‎ ) tê derxistin. Ev herf zirav û vekirî te xwendin.

Mexrec 10: Cihê vê Mexrecê, serê ziman û goştê herdu diranên peşiyê ye. Ji vê derê ne veşartî(îxfa), eşkere(îzhar) tê derxistin. Ev jî herfa nûnê ye ( ن ‎) û zirav tê xwendin.

Mexrec 11: Cihê vê Mexrecê, binê serê ziman û ezmanê diranên pêşiyê ye. Ji vir bi dengekî lerzok(titreşimli) herfa Re´yê ( ر‎ ) derdikeve. Herfa re`yê dema bi ziber û pêş be, qalin, lê bi zêr zirav tê xwendin.

Mexrec 12: Cihê vê Mexrecê, pêşiya ziman, nîvê diranên pêşî heta goştê diranan e. Ji vê derê, nêzîkî goştê diranan herfa Ttê ( ط‎ ) derdikeve. Stûr û bihêz tê xwendin. Hinekî li biniya wê herfa Dal´ê ( د‎ ), hema li jêrî herfa dalê herfa Ta´yê ( ت‎ ) tê. Ev herf bi dengekî zirav û neherikbar tê xwendin.

Mexrec 13: Cihê vê Mexrecê, ji serê ziman heta herdu diranên pêşî, ji nîvê diranan heta serê diranan e. Ji nîveka vî cihê herfa Sad´ê ( ص‎ ) derdikeve. Ev herf stûr, tûj û nerm tê xwendin. Hinekî li jorî herfa Sad´ê, herfa Sîn ê ( س ), hinekî li jorî wê(serê) jî, herfa Zeyn´ê ( ز‎ ) tuj, zirav û nerm tê xwendin.

Mexrec 14: Cihê vê Mexrecê, serê ziman û paşiya diranên pêşiyê ye. Ziman ji nav diranan hinekî tê derxistin û herfa Zzê ( ظ‎ ) derdikeve. Eşkere, nerm û qalin tê xwendin. Ku ji nav diranan hinekê ziman bê derxistin, herfa Zal ê ( ذ‎ ), henekî din ziman peşta were herfa Sê ( ث ) derdikeve. Eşkere, zirav û bi serê ziman tê xwendin.

Mexrec 15: Ji pêşiya diranên pêşiyê û ji nava lêva jêrîn derdikeve. Serê diranên peşiyê li ser lêva jêr tê şidandin û bi vî rengî herfa Fê ( ف‎ ) derdikeve. Ev herf zirav û nerm tê xwendin

Mexrec 16: Cihê vê mexrecê di nava herdu lêvan de ye. Herdu lêv tên ser hev û tên şidandin. Bi vî awayî telafûza herfa Bê ( ب‎ ) derdikeve. Ev herf hişk û zirav tê xwendin. Eger lêv bi rengekî sist bi hev temas bikin, herfa Mîm´ê ( م‎ ) derdikeve. Ev herf bi awayekî zirav û herikbar ji nava poz û dev (genzê) deng derdixîn. Bi dirêjkirina lêvan a ber bi pêş ve herfa Waw´ê ( و‎ ) tê derxistin. Ev herf zirav û bi dengekî nerm tê xwendin.

Mexrec 17: cihê vê Mexrecê, valahiya genzê ye. Ev der di navbera poz û dev de cih digire. Ji vir nûna îxfayê û xunne tên derxistin. Xunne dengê ku ji geniza mirov derdikeve. Ev sifat tenê di herfên Nûn ( ن‎ ) û Mîm ê ( م‎ ) de hene.

Ev zanyari bi giştî her çend zanebunên baş bin jî, divê mirov li cem seyda an jî memostayê ku karê xwendin û qîraeta Qur´anê baş dizane, derse bigre. Da ku kêmasî di xwendinan de temam bibin. Lewre xwendin divê bi ked û pratîk were bicîhanîn û tekrar kirin.

  1. Sifatên Herfan

Sifat; ji tiştên ku di herfê bixwe de mewcut be, an jî di rewşên pişt re peyda bibe, re sifat tê gotin. Mînak: Qalin, zirav, hişk, nerm, eşkere û herikbar

Sê faîdeyên sifatan hene

  1. Jihevqetandina herfên ku mexrecên wan wek hev bin, pêk tîne. Mînak: herfên ku mexrecên wan wekhev in, yên wek ( ط‎,‫ د ,‫ت ‎) bi alîkariya sifatan mirov dikare ji hev biqetîne.
  2. Herfên bi hêz û yên bêhêz ji hev cuda dike.
  3. Xwendina herfên ku mexrecên wan wek hev in, hêsan û xweş dike.

Sifatên ku di herfan de tên dîtin du reng in

  • Sifat-ê Lazime
  • Sifat-î A´riza

Dema herf ji mexrecan tên derxistin, ev tişt girêdayî koka herfê ye û divê ji herfê neyê qetandin. Dema ev sifat werin terikandin an jî guhertin, ev di xwendinê de kêmasî û şaşîyeke mezin derdixe pêş me. Ji vê kêmasiyê re (lahn-î cel-î).tê gotin

Dema bi vî awayî were xwendin, wateya gotinan ser û bin dibe.

Her çendî Sifat-î lazime li gorî zanyarên Qîraetê bihevkirineke yekdengî tunebe jî, lê rewşên meşhûr 17 ne û ew jî wek li jêr in..

SIFAT-Î LAZÎME

1. Cehr 6. Îstî´la 11. Îzlaq 16. Teqrîr
2. Hems 7.Înh´îfad 12. Qelqele 17. Îstî´ale
3.Şîddet 8. Îtbaq 13. Safîr  
4. Rîhwet 9. Înfîtah´ 14. Xunne  
5. Beynîyye 10. Îsmat 15. Tefeşşî  

 

  1. Cehr: Dema herf bi ziber û zêr tên xwendin, nefes tê hepiskirin û deng tê derxistin. Ji vê deng derxistinê re Cehr tê gotin. Herfên Cehrê 18 ne û ev tîp in:

Elîf- Bê- Cîm- Dal- Zal- Rê- Zê- Daad- Ttê- Zzê- E´yn- Xeyn- Qaf-Lam- Mîm- Nûn- Waw- Yê.

ا ب ج د ذ ر ز ض ط ظ ع غ ق ل م ن و ى

  1. Hems: Dema herf bi zêr û ziberê tên xwendin, nefes nayê girtin, deng derdikeve, jê re Hems tê gotin. Herfên Hemsê 10 ne.

Tê- Sê- H´ê- Xê- Sîn- Şîn- Saad-Fê- Kef- Hê-  ت ث ح خ س ش ص ف ك ه

  1. Şîdddet: Dema herf bi sukunê tên xwendin, nefes û deng bi hev re diherikin, jê re şîddet tê gotin. Herfên Şîddetê 8 in.

Elîf- Bê- Tê- Cîm- Dal- Qaf- Kef- Ttê.                  ا ب ت ج د ق ك ط

  1. Rîhwet: Dema herf sakîn yanî bê tevger û hereket were xwendin, deng û nefes bi hev re biherikin, jê re Rîhwet tê gotin. Herfên Rîhwetê 16 ne.

Elîf- Sê- Cîm- Xê- Zal- Zê- Sîn- Şîn- Saad- Daad- Zzê- Xeyn- Fê – Waw- Hê- Yê.

ا ث ج خ ذ ز س ش ص ض ظ غ ف و ه ى

  1. Beyniyye: Dema herf tên teleffûzkirin, deng bi yekcarî nayê hepiskirin, ne jî yekcarê tê herikandin, navê vê rewşê Beyniyye ye. Herfên wê 5 in.

Rê- E´yn- Lam- Mîm- Nûn in.                                          ر ع ل م ن

  1. Îstî´la: Dema herf tên telaffuzkirin, ziman bi dawiya xwe tê rakirin û qalin tê xwendin. Ji vê rewşê re Îstî´la tê gotin. Herfên Îstî´la yê 7 in.

Xê- Saad- Daad- Xeyn- Ttê- Qaf-

خ‫ ص ض غ ط ق ظ خُصَّ، ضَغْطٍ ،قِظْ

  1. Înh´îfad: Dema herf tên teleffûzkirin, ziman di nav devê mirov de berjor naçe, di binê dev de dimîne û herf zirav tên xwendin. Ji vê rewşê re Înh´îfad tê gotin. Înh´îfad berovajî îstî´la yê ye. Herfên Înh´îfadê 21 in.

Elîf- Bê- Tê- SÊ Cîm- H´ê- Dal- Zal- Rê- Zê- Sîn- Şîn- E´yn- Fê- Kef- Lam- Mîm- Nûn- Waw- hê- Yê

 ا ب ت  ث ج ح د ذ ر ز س ش ع ف ك ل م ن و ه ى

  1. Îtbaq: Dema Herf tên xwendin, ziman bi ezmanê devê mirov ve tê zeliqandin. Ji vê re îtbaq tê gotin. Herfên Îtbaqê 4. in.

Saad- Daad- Ttê- Zzê.                                                     ص ض ط ظ

  1. Înfîtah: Dema herf tên xwendin ziman û ezmanê dev, ji hev cuda dibin Ji vê re Înfîtah tê gotin. Înfîtah berovajî Îtbaqê ye. Herfên Înfîtahê 24 herfên din in.

Elîf- Bê- Tê- Sê- Cîm- H´ê- Xê- Dal- Zal- Rê Yê- Sîn- Şîn- E´yn- Xeyn- Fê- Qaf- kef- Lam- Mîm- Nûn- Waw- Hê- Yê.

 ا ب ت ث ج ح خ د ذ ر ز س ش ع غ ف ق ك ل م ن و ه ى

  1. Îzlaq: Dema herf sakin were xwendin, zû û rehet were xwendin jê re îzlaq tê gotin. Herfên Îzlaqê 6 in.

Fê- Rê- Mîm- Nûn- Lam- Bê-

ف ر م ن ل ب

  1. Îsmat: Dema herf sakin werin xwendin û bi zehmet werin gotin, jê re Îsmat tê gotin. Îsmat berovajî îzlaqê ye. Herfên wê 22 ne û derveyê herfên Îzleqê ne.

Elîf- Tê- Sê- Cîm- H´ê- Xê- Dal- Zal- Zê- Sîn- Şîn- Saad- Daad- Ttê- Zzê- E´yn- Xeyn- Qaf- Kef- Hê- waw- Yê ne

 ا ت ث ج ح خ د ذ ز س ش ص ض ط ظ ع غ ق ك ه و ى

  1. Qelqele: Dema ev herf werin xwendin, deng tê weşandin, mexrec tê hijandin, jê re Qelqele tê gotin. Herfên wê 5 in.

Qaf- Ttê- Bê- Cîm- Dal-                                         ق ط ب ج د قُطْبُ ،جَدْ

  1. Safîr: Dema herf tên xwendin, wek fîtikê dikeve dengê tûj û bi hêz tê derxistin. Jê re safîr tê gotin. Herfên wê 3 ne.

Saad- Sîn- Zê.                                                                           ص س ز

  1. Xunne: Dema herf tên xwendin, deng ji genza mirovî derdikeve. Jê re Xunne tê gotin. Herfên xunne 2 ne. Nûn- û Mîm in     ن م
  2. Tefeşşî: Dema herfa Tefeşşî Şîn ( ش ) tê xwendin, deng di navbera ziman û ezmanê devî de belav û dirêj dibe.
  3. Tekrîr: Dema herf ( ر ) tê xwendin serê ziman dilerize. Ev jî tenê di herfa Rê de çêdibe.
  4. Îstîtale: Dema mirov herfa Ddad ( ض ) ê teleffûz dike kêleka ziman bi diranê êxrê heta mexreca herfa Lamê dirêj dibe, îstîtale çêdibe.

b- Sifat-î A´riza

Pişt re û bi sedemekî tevlî herfê dibe, ji wê re Sifat-î ariza tê gotin.

1. Tefhîm 4. Îzhar 7. Med 10. Hereke
2. Terkîk 5. Îxfa 8. Weqf 11. Sûkûn
3. Îdxam 6. Îqlab 9. Sekte  

 

  1. Tefhîm: Dema herf qalin were xwendin, jê re Tefhîm tê gotin. Herfên tefhîmê, Herfên Îs´tîla û herfên îtbaqê ne.
  2. Terkîk: Dema herf zirav were xwendin, jê re terkîk tê gotin. Herfên terkîkê, herfên derveyi herfên tefhîmê ne.
  3. Îdxam: Herfên ku mexrec û sifatên wan weke hev, an ne wekehev, an jî nêzî hev bin, eger herfa pêşî tevlî herfa dûv re bibe û were xwendin, jêre îdxam tê gotin. Li gorî cureyên îdxamê herfên wan cuda ne.
  4. Îzhar: Piştî Tenwîn an jî Nûnî sakîn rastê herfên îzharê yekê werin, îzhar çêdibe. Herdû herf ji hev cuda û eşkere tên xwendin. Xwendin, eşkere bê îdxam û bê îxfa tê kirin. Herfên Îzharê 6.in.
  5. Îxfa: Piştî tenwîn an jî nûn î sakin, ji herfên îxfayê yek were, tenwîn an jî nûnî sakîn bi xunne tê xwendin. Herfên Îxfayê 15 ne.
  6. Îqlab: Piştî tenwîn an jî nûnî sakin, herfa (Bê) were Tenwîn an jî nûn î sakîn tê guhertin, wek herfa mîmê û bi xunne tê xwendin. Ji vê guhertinêre Îqlab tê gotin.
  7. Med: Wateya wê dirêjkirin e. Dirêjkirina herfê li gor rewşa wê ye. Ev dirêjkirin jî, du şiklê wê hene. Dirêjkirina e´slî û dirêjkirina fer-î´. Herfên medê 3 ne (Elîf – Waw- Yê ne)
  8. Weqf: Tê wateya sekinandinê. Li gorî qaîdeyên Tecwîdê di nav kelîme an jî ayetan de, nefes girtin anjî sekna temamkirinê re “Weqf”.tê gotin
  9. Sekte: Wateya wê di xwendina Qur´anê de, di nav du kelîman de, birîna dengê, nefesê, hinekî sekinandin û berdewamkirinê re Sekte tê gotin. Di Qur´an a pîroz de tenê di çar cîhan de heye.
  10. Hereke: Ji herfa ku li ser wê hereket hebe û li gorî wê hereketê deng bigre û were xwendin, re Hereke tê gotin. Sê cûre Hereke hene. Em bi zimanê Kûrdî dibêjin, Ziber- Zêr û Pêş. Bi Erebî dibêjin. Fetha – Kesra u Demma. Bi Tirkî dibêjin. Ûstûn -Esre- Ûtre. Dengê E- Î- Û yê dide Herfan.
  11. Sûkûn: Ji Herfa ku sakîn be, yanî bê herket be, re Sûkûn tê gotin

Pirs

  1. Mexrec tê çi wateyê? Şûna mexrecên Herfan çend in?
  2. Cîhên mexrecan çend in? Çend Herfên Erebî hene?
  3. Herfên qirikê kîjan in?
  4. Herfên ji diranên pêşî derdikevin kîjan in?
  5. Sîn-Şîn-Kef ji kîjan mexrecan derdikevin?
  6. Herfa Qafê ji ku dera ziman derdikeve?
  7. Ji diranên kelekê, kîjan herf derdikevin?
  8. Wateya sifatên herfan bêje?
  9. Çi alîkariya sifatan di xwendina Qur´an ê de heye?
  10. Sifatê lazim-e pênase bike? Û kîjane binav bike?
  11. Sifatê ariz-a pênase bike? Û kîjan e, î binav bike?

BEŞA SÊYEM

  1. HERF- Î MED
  2. SEBEB- Î MED
  1. MED
  2. HERFÊN MED
  3. TAYBETMENDIYÊN HERFÊN MED
  4. SEDEMÊN MED (Sebeb-î Med)

Med tê çiwateyê?

Med; “dirêjkirin, Lê zêdekirin, kaşkirin” tê van wateyan.

Di zanyariyên Tecwîdê de Ji Herfên Med anjî herfên Lîn ê yek hebe, ji dengê dirêjkirina vanre tê gotin, Med.

Tîp (herf) ên Med

Herfên Medê herfên dirêjkirinê ne û sê Herfin.

ا و ى

Elîf – Waw – Yê

a- ELÎF ( ا ): Herfa Elîf eger di nav anjî dawiya kelîmêdebe, bê Hereke û bê cezim be, herfa pêşiya Elîfêjî bi hereka ziber (E) be, wê demê dibe herfa Med ê.

Mînak:

Qale قَالَ, Kane، كَانَ

b- Waw ( و ): Herfa Wawê jî, eger di nav an jî dawiya Kelîmê de be û bê Hereke û Cezim be, Herfa pêşiya Wawê ( و ) jî Herka wê Pêş (û) be, Waw dibe Herfa Med ê.

Mînak:

Exûke اَخُوكَ Qalû قَالُو Ye´ lemûne يَعْلَمُونَ

c- Yê ( ى ) : Herfa Yê di nav an jî dawiya Kelîmê de be, bê cezim be, Herfa pêşiya Yê Hereka wê ziber (Î) be, wê demê yê dibe Herfa Med ê.

Mînak:

Qîyle ، قِيلَ Fîyhîyi, فِيهِ Nûî´ynû نُعِينُ

Şiklên Herfên Med

Waw ( و ) dirêjê kêlekê dike

Eîf ( ا ) berbi jor dikşîne

 ( ي ) berbi jêr dikşîne

Em li ser yek Kelîmeyê van mînakan bibînin.                                             اُتِين

Hinek Taybetmendiyên Herfên Med

a- Ev herf/tîp bê hereke û bê cezmin.

b- Bixwe nayên xwendin, herfa pêşiya xwe didin dirêjkirin.

  • Herfa Elîfê carna di nivîsê de neye dîtin jî, wek Herfî Med tê xwendin. Ji vê Elîfê re “Elîf-a Mûqedder” tê gotin

Mînak:                                                                                   اَلٰلٰۀُ، اِلٰهٌ،هٰذِهِ

d- Carna di nivîsê de, li şûna herfa Elîfê, Yê tê dîtin. Ji vê Elîfê re“elîfa Meksûra” tê gotin.

Ev elîfa ku bi herfa Yê tê nivîsandin

Mînak:                                                                                    عَلٰى،هُدٰى،اَتٰى

e- Carna herfa Elîfê, di nivîsê de were dîtin jî, ne herfa Medê ye.

Minak:                                                                                            لٰكِنَّا، اَنَاi

f- Carna li dû ziberan Elîf were dîtin û di xwendina wê kelîmê de xwendevan bisekine, ew dibe Herfî Med. Eger nesekine, xwendina xwe berdewam bike, nabe Herfî Med.

Mînak:

غَفُورًا،رَح۪يمًا، عَل۪يمًا

Sebebî Med tê çi wateyê?

Li piştî Herfên Med tên dîtin, û zêdetirî Elîfekî herfan dirêj dikin. Du tişt in û dibin sedemê dirêjkirina Herfan. “Sedemên med an sebebên Med”. Ev sedem jî di nava xwe de dibin dû beş.

  1. Sebebên Med:

1- Hemzeye:) ا ء (  

2- Sûkûne ( ه )  ‫:  yanî Cezme. Sûkûn dinavaxwede dibe dû qism: a- Sûkûn-î A´riz

  1. b. Sûkûn-î Lazim

1- Hemze: (ا ء) Di Tîpên Erebî de ji herfan herfekî bingehîn e. Dixwaze bi hereke, anjî bê hereke( bi cezm), di herdû cûreyan de jî sedema Medê ye.(sebebê dirêjkirinê ye)

2- Sûkûn: ( ه ) Bi wateyekî din herfa ku herekeya wê nîne. Herfa ku Cezim li ser wê ye.  ( ه ) Cezim îşaretekî wek reqema sifirê, lê jê piçuktir e û di zimanê Qur´ana pîroz de du herfan bihev dide girêdan)

Sûkûn di nav xwe de dibe dû beş:

a- Sûkûn-î A´riz, Di dema sekinandinê de derdikeve holê, dema berdewamkirina xwendinê de radibe, nayê xwendin.

Mînak:                                                                           يُؤمِنوُنَ، يُؤْمِنُونَ اِلاَّ

b- Sûkûn-î Lazim: Di dema seknê de û di berdewam xwendinê de jî, ji holê naye rakirin û di her rewşê de tê xwendin.

Mînak:                                                                                                             مِنْ، اِنْ،عَيْنْ

كَآفَّةً، كَآفْفَةً

Weke tê dîtin, di Mînakê de, di sekna li ser herfa nûnê de Sûkûn- î a´riz çêbûye.

Ev sûkûn di nivîsê de nîne lê di xwendinê de derketiye holê. Di dawîya ayetên pîroz de zedetirînên sûkûnan bi vî awahî ne.

KARXEBATA FÊRBUNÊ

ق۪ئلَ يَصُومُ قاَلُوا جُوعٍٍ قَاَل
رَحْمَانُ نُورُهَا ف۪يه۪ قَلبْ۪ى وُجُوۀٌ
نَسُودُ اِلٰۀٌ اَلدّ۪ينُ اَخُوكَ لِا۪يلاَفِ
رَاحَ اُوت۪ينَ۪ا مَالَ اَلَّذ۪ى عَلٰى

 

 

Kîjan “Herfên Med in” di tabloya jorîn de bibînin.

ج۪ٓىءَ يُؤمِنوُنَ اَبْنَٓائِكُمْ يَشآَءُ خَيْرٌ
تُحَآجُّوكَ جَآ يَدْخُلوُنَ اُولٰٓ ئِكٓ بَني۪ٓ اٰدَمَ
وَرَآءِ مِنْ اَمْرئ۪ٓ اِلىَ اللّٰه۪ سَمٓاَءٌ عَيْنْ نِدٓآَءٌ
رَبَّنَآ اٰمَنّاَ عَالَم۪ينَ خَٓوْفٌ لآَاِلٰهَ يَآاَيُّهَا

 

Kîjan “sebebî Med in” di Tabloyê jorîn de bibînin.

PIRS

  1. Wateya Kelîma Med ê di ferhengê de çi ye?
  2. Di îlmê Tecwîdê de wateya Medê bêje?
  3. Herfên med tên çi wateyê?
  4. Çend Herfên Med hen e û kîjan in?
  5. Herfên Med ê di mînakekê de nîşan bide?
  6. ( اوي ) Elîf- Waw û Yê çi demê dibin Herfên Med?
  7. Herfên Med kîjan herfan dirêj dikin?
  8. Wateya Elîf -a Mûqedder çi ye?
  9. wateya Elîf -a Meksûr-e ç iye?
  10. Sebebî med tê çi wateyê?
  11. Sedemî Med çend in?
  12. Sebebî med kîjan in?
  13. Hemze tê çi wateyê?
  14. Sûkûn tê çi wateyê û çend cûre ne?

BEŞA ÇAREM

BABETA MEDAN (Dirêjkirin an)

  1. Meda bingehîn (meda eslî)
  2. Mmedên fer´î

Tabloki li vir were bicih kirin

  1. Medd-î muttasîl (med a bihevre)
  2. Medd-î mûnfesîl ( meda jihev veqetandî)
  3. Medd-î a´rız
  4. Medd-î lazım
  5. Medd-lîn

Babeta Dirêjkirinan di xwendina Qûr´ana pîrozde. (Babeta Medan)

Med di esasê xwede dibin du cure Med ê Eslî û ê Fer´î. Direj kirin Bigelemperî ser van dû esasan dimeşin. Med-ê Fer-î dibin banê xwede, dibe pênc beş.

BABETA MEDAN

  1. Meda Eslî
  2. Medd-î Tabîî (Meda xwezayî)

(Elîf -waw-yê)                                                                                         اوي

MEDA FER-Î

  1. Medd-î muttesîl (Elîf-waw-yê arti hemzeelîf)
  2. Medd-î munfasîl. (Elîf-waw- Yê arti Elîfa bi hemze)
  3. Medd-î A´riz ( Elîf- Waw- Yê arti Hêya giloverik)
  4. Medd-î Lîn ( Elîf- waw- Yê arti hêya giloverik)
  5. Medd-î Lazim ( Waw-Yê arti hêya giloverik)
  6. Meda Esl-î (Meda Xwezayî)

Di kelîmekîde ji herfên med ( Elîf waw Yê) were dîtin û ji sedemeên Med tiştekî neyê dîtin, jivêre tê gotin Meda Esl-î yanî Med- a Tabî-î (Xwezayî)

Mînak: Kane Qale Haza.                                                                           هٰذَا، قَالَ، كَانَ

Medda Xweyzayî qasêkû mirov pêçiya xwe bilindke tê dirêjkirin, bi wateyekî din mirov bêje elîf tê dirêjkirin. Ev dirêjkirin ligor Zanyariyên Tecwîdê Wacibe.

  1. Meddên Fer-î

Piştî herfên Med anjî herfên Lîn, sedemên Med (Sûkûn anjî Hemze) werin dîtin, jiwanre tê gotin Med ên Fer-î. Medê Fer-î pênc curene.

Meddê Fer-î Evin:

  1. Meddî Muttesîl (Medda Bihevre)

Di kelîmekîde ji herfên Med ( اوي )  elîf waw Yê werin dîtin û piştî di heman kelîmêde sedema Med ( ء ) Hemze were dîtin ” Meddî Muttesîl” çêdibe.

Mînak: Suue- yeşaaû-                                                                      سُوٓءَ، يَشَآءُ،

Meddî muttesîl gor çar elîfan tê dirêjkirin, Wacibekû herî kêm gere qasê elîfekî were dirêjkirin

  1. Medd-î Munfesîl (dirêjkirina jihev cuda)

Di kelîmekîde ji herfên Med ( ا وي ) (Elîf waw yê) werin dîtin û piştrejî sedemê Med( ) hemze hebe, her yek jivana di Kelîmeyên cudadabin, wê demê “Medd-î Mûnfesîl” (jihev cuda) çêdibe.

Mînak: Yaa- eyyûha, Laa îlahe- Maa- exna.                     يَااَيُّهَا، لآَاِلٰهَ، مَآاَغْنٰى

Meddî Munfesîl çar elîf tê dirêjkirin û tê xwendin. Wacibekû herî kêm qasê Elîfekî were dirêjkirin, lê caîze mirov qasê çar Elîfan dirêjke û bixwîne.

Agahdarî: Medd-î Mûttesîlde, sedema Medê Hemzeye ( ء ). Lê di Medd-î Mûnfesîl de sedemê Med Elîfa dirêj ( ا ) tê nivîsandin

TABLOYA FÊRBÛNÊ

Di tabloya jorîn Meddî tabîî (Xwezay-î) nîşan bidin!

 

صَامَ كُونُوا مَٓااَغْنٰى جَٓاءَ يَٓااَيُّهَا
يَقُولُ قَالَ كَانَ صَدْر۪ عَقْل۪ى
اُولِٰٓئكَ اِسْحَاقَ ق۪يلَ طٰهٰ يَدُومُ

 

Di Tabloya jorînde Meddî Mûttesîl (dirêjkirina bihevre) nîşan bidin!

 

سُٓوءَ لآَاُقْسِمُ نِسَٓاُئُكمْ حَتّٰى يُرَٓاؤُنَ
يَٓااَيُّهاَ جَمِيعٌ كَانُوا مَٓااَصَابَكَ اَلَّذ۪ى۪ اَنْقَضَ
غُثَٓاءَ تَصُومُ وَلِقَٓائِه۪ مِنْ مَٓاءٍ اِلٰهَ

 

Di Tabloya jorînde Meddî Mûnfesîl (Meda jihev cûda)

لآَاِلٰهَ اَلْحَٓاقَّةُنَ اُولٰٓئِكَ لٰٓى اَجَلٍ لآَاٌقْسٍمُ
يزَ۪يدُ قُولُ وَلآَاَنْتُمْ ج۪ٓىءَ سُٓوءَ
كَمَٓا اٰمَنَ اَرَادَ نُع۪ينُ۪ يَٓااٰدَمُ اٰيَات

 

  1. Medd-î A´riz

Di kelîmekîde Ji Herfên Medê yek were dîtin, Ji pişt Herfa Med-ê sebebê med sukun-î a´riz bê, Wê demê „Medd-î A´riz„ çêdibe.

Di seknandinê de, anjî dawiya ayetande îcab dike, dema mirov radiweste ji vê rewşêre û dirêjkirinêre tê gotin Medd-î A´riz.

Mînak: Yewmîddîn- Xaşîû´n- Ye´lemun.

يَعْلمُونَ-خاَشعُونَ- يَوْمِ ا لدّ۪ينِ

Dirêjkirina Medd-î A´riz caize. (Qasê yek Elîf-î wacip yanî mecburiye, lê caîzeku mirov heta çar Elîfan jî bikşîne).

Medd-î A´riz ligor herfakû sukûn-î ariz lisere û herekeya vê Herfê û bi cureyên cuda tê xwendin:

  1. Ger Herfa kû sûkûn-î a´riz lesere, bi ziber be (e) be sê cureyan tê xwendin.
  2. Tûl: Bi dirêjkirina, qasê çar Elîfan.
  3. Tewwessût: Bi dirêj kirina, qasê du an sê Elîfan.
  4. Qesr: Bi dirêjkirina qasê Elîfekî.

Mînak: Rebbîl a´lemîyne- Te´lemune.                            (  ) تَعْلَمُونَ-رَ بِ ا لْعَالَم۪ئنَ

  1. Eger herfakû sukunî ariz lisere, herekeya wê zêr (î) be, bi çar cureyan tê xwendin.
  1. Tûl
  2. Tewwessût
  3. Qesr
  4. Qesr û Rawm

Rawm:Xwendina Rawmê qasêkû mirov bi hindikayî dengê herekeya liser herfê derxîne, ji vê rewşêre tê gotin Rawm.

Lê belê tenê di Rewşa xwendina qesrê de çêdibe.

Mînak: Erreh´îymî- Yewmddîynî                                       يَوْمِ ا لدِّ۪ينِ- اَلرَّجِيمِ

  1. Eger herfakû sûkûn-î a´riz li serbe û herekeya wê pêş (û) be, wê demê kare bi heft cureyan were xwendin.
    1. Tul
    2. Tewwessût
    3. Qasr
    4. Tul û Îşmam
    5. Tewwessût û Îşmam
    6. Qesrû Îşmam
    7. Qasr û Rawm

Îşmam: piştî sûkûnê dema hereke balbi Pêş (û) îşaretê bide, pêwiste lêvê mirov berbi pêşve werin kişandin û were gotin.

Mînak: Mûqîymun- Neste´îynu

نَسْتَع۪ئنُ- مقُ۪يمٌ

  1. Medd-î Lazim

Kelîma „Lazim“ ê di Ferhengêde tê wateya tişta pêwist. Di kelîmekîde ji Herfên Med (ا و ى) (Elîf waw Yê) werin dîtin Piştî herfa Med-ê Sûkûn-î lazim were wê demê „Medd-î Lazim“ çêdibe.

Mînak: Kaaaaffeten- ——Kaafeften.                                                    كَآفْفَةً- كَآفَّةً

Feîn H´aaccuke —— Feîn H´aacucuke                   ( )اِنْ حَآچُّوكَ-فَاِنْحَآجْجوُكَ

Dirêjkirina Medd-î lazim wacibe yanî pewiste. Qasê çar Elîfan tê Med kirin.

5- Medd-î Lîn

Kelîma „ Lîn“ ê di ferhengêde bi wateya nerm kirin nerm bunê tê şîrove kirin.

Di kelîmekîde ji herfên Lîn ê (و ى ) yek were dîtin û herfa kû peşiya wê tê herekeya wê Ziber (e) be û piştî herfa Lînê, sûkûn-î lazim anjî sûkûn-î ariz were, wê demê Medd-î Lîn çêdibe.

Mînak: E´yn- mîn Xewfîn- xeyrun                               عَيْنْ -مِنْ خَوْفٍ- خَيْرٌ

Dirêjkirina Meddd-î links caîze di babeta Medd-î Lînde, Piştî herfa Lîn ê Sûkûn-î ariz were, Weke Medd-î ariz tê xwendin.Eger Sûkûn-î Lazim wereBi Tûl û Tewwesutê tê xwendin. Dema Bi Tûl ê were xwendin, bi qasê sê Elîfan tê dirêjkirin, lê dema bi Tewwesutê were xwendin qasê dû Eîfan tê dirêjkirin.

TABLOYA FÊRBUNÊ

Di Tabloya jêrîn de „Meddî Ariz“ kijanin nîşan bide

يَعْلَموُنَ كَآفَّةً لِلْعَا لَم۪ينَ عَيْنْ عاَبِد۪نَ
لَهُٓ اَخْلدَهُ صَالِحينَ۪ نٓ يَمْنَعُونَ اَلْحَآقّةُ
سُوٓءَ سَوَٓا ءٌ عَز۪يزٌ حَڭ۪يمٌ تُحَٓاجُّونَ خَيْرٌ

 

 

ماَكاَنواُ اَتُحَٓاجُّونَ عَلٰي اَلْمَا عُونَ مِنْ دَٓابَّةٍ
اَلاْٰنَ تَعْلَمُونَ لاَتُضَٓارَّ اَلْحَآقّةُ خَاشِع۪ينَ
صٓ خَالِدوُنَ سٓوُءَ الٓمٓ عَيْنْ

Di Tabloya Jêrîn de „Medd-î Lazim“ bibîne

Di Tabloyêde „Medd-î Lîn“ bibîne

اُولٰٓئِكَ قَل۪يلٌ سَم۪يعٌ دَٓائِرَةُ اَلسَّوْءِ عَيْنْ
بَص۪رٌ خَوْفٌ مِنْ شَيْءٍ وَالصَّيْفِ غَفُورٌرَح۪مٌ
وَلاَنَوْمٌ جَآءَ مَآاَغْنٰ خَيْرٌ نٓ

 

Di Tabloya jêrîn de „Cureyên Meddan“ Pênase bike!

 

عَلَيْهِ وَلاَالضَّآلّينَ۪ اِلآَّاَخْذَهُ مَآاَغْنٰي مَامَلَكَتْ
يَوْمِ الدّ۪ ينِ يَآ اَيُّهَا خَيْرٌ لآَاِلٰهَ اَشُدَّهُ
جَآءَ يٰسٓ نٓ تُحَآجُّونَ الٓمٓ
اَوْ مِنْهَا مِنْ عِلْمِه۪ٓ اِلاَّ يَعْلَمُونَ اُوتي۪نِا كَآفَّةً
اٰيَةٌ سُٓوءٓ عَيْنْ تَنْظُرُونَ اِلَي الطَّيْرِ
يَشَآءُ خَوْفٌ نَسْتَع۪ينُ مِنْ مَآءٍ دَاوُدَ
قَالُوا عَلٰي اُولٰٓئِكَ فَاقْتُلٓوااَنْفُسَكُمْ اَلرَّح۪يمُ
شَيْءٍقَد۪يرٌ اَلاْ۪يماَنُ مَاكَانَ لاَتُضَآرَّ خَاَئِفي۪نَ

 

Piras:

  1. Bi gisti Med Cend curene?
  2. Medi xwezayi cawa cedibe? Minakeki bide u sirove bike.
  3. Meddi Muttesil ciye? Minakeki bide.
  4. Meddi Muttesil qase cend elifan te direjkirin?
  5. Meddi Munfesil ciye? Minakeki bide.
  6. Meddi ariz cawa cedibe? Sirove bike.
  7. Tuul-Tewwessut u Qesr ten ci wateye?
  8. Rewm ciye?
  9. Ismam ciye?
  10. Meddi lazim cawa cedibe? Minakek bide.
  11. Herfen Lín kijanin?
  12. Medd-î Lîn çawa çêdibe? şîrovekin û Mînakek bidin.

BEŞA PÊNCEM

REWŞA TENWÎN Û NÛN- Î SAKÎN

Tenwîn û Nûn- î sakin

  1. ÎZHAR
  2. ÎXFA
  3. ÎQLAB

Tenwîn û Nûn-î sakîn

Di xwendina Qura´ana pîrozde pirsgirêk û babetên herî zêde di Babeta TENWÎN û NÛN-Î Sakîn de çêdibin.

vekirin.

(  ٍن ٌ )

Nûn-a ٍSakîn

(  ْن  )

Nuna kû cezim lisere. Bi wateyekî din Nuna kû zêr ziber û pêş hereke liser nîne, jêre tê gotin Nûn-î sakin. (nun erebî).

Herfa Nûn-a sakin kare di nav kelîmêde û dikare dawîya kelîmêdejî were dîtin.

Mînak:

Leyunbezenne, mîn.                                                                       لَيُنْبَذَنَّ مِنْ

Tenwîn:

Di dawiya henekî Kelîmeyande Dû ziber dû zêr û dû pêş re tê gotin Tenwîn. (en- în- ûn)

Tenwîn bi wateya nûn kirin. Bi wateyekî din, di dawiya kelîmêde, xwendina bi nûna bê hereke, bi cezm (nûn-î sakîn). Me gotibû en-în ûn.

Tenwîn di hemû rewş û halande li dawiya kelîmêde tê dîtin.

Mînak:

H´ekîmun- E´lîmun- δlmîn- Zalîmen                             حَك۪يمٌ- عَلي۪مٌ-عِلْمٌ- ظَالِمًاً

Li kîjan Kelîme û gotarêde Nûn-î sakîn anjî Tenwîn were dîtin ligor Herfê, Qaîdekî Tecwîdê anjî babetekî Tecwîdê derdikeve holê.

Minak:                                                                            مَنْ اٰمَنَ – كُنْتُمْ- غَفُرٌ رَح۪يمٌ

BABETÊN KÛ PIŞTÎ TENWÎN ANJÎ NUN-Î SAKIN ÇÊDIBIN EV BABETIN

  1. Îzhar
  2. Îxfa
  3. Îqlab
  4. Îdxam
  5. Îdxam-î Meal xunne – Îdxama bi xunne
  6. Îdxamî Bîla Xunne- Îdxama bê xunne
    1. Îzhar: Wateya eşkere kirin, eşkere û vekirî xwendin. Bê kêmasî derxistina dengê Herfê

Di Zanyariyên Tecwîdê de Tenwîn anjî Nun-î sakîn rastê herfên Îzharê were, Nava van herdu herfande, dengê herfan vekirî û eşkere tê xwendin. Navbera Herfan tê vekirin ( Bê xunne, bê îdxam û bê qaîdeyên îxfayê ev xwendin pêk tê )

Derxistina dengê Îzharê, serê ziman li goştê diranên azi va tê zeliqandin u deng eşkere derdikeve. Lê dema îzhar tê çêkirin gere hişyarî hebe wek Sektê deng neyê birîn. Di Babetên pêş mede bi îzna Xwedê emê babeta Sektê jî fer bibin.

İzhar                                                                                              ( َاْلإِظْهَارُ ):

Wateya Ferhenge: Redan nisandan.

Tarifa we:Pisti nuna bu cezm anji Tenwin, Ji herfen ku qirike derdikevin ( أ هـ ع ح غ خ ) rast were izhar cedibe.Pekanina izhare, Denge herfa nune be kemasi te derxistin. Denge herfa nune naye wesartin anji girtin.Minaken Izhare:

Minaken Tenwine Minaken Nuna bi cezm Herfen Izhare
كُلٌّ آمَنَ

كُفُوًا أَحَدٌ

وَيَنْئَوْنَ

مِنْ أَلْفِ

اَِ ُ ء
سَلاَمٌ هِىَ

قَوْمٍ هَادٍ

يَنْهَوْنَ

إِنْ هُوَ

هـ
وَلَيَالٍ عَشْرٍ

وَاسِعٌ عَلِيمٌ

أَنْعَمْتَ

مِنْ عَيْنٍ

ع
أَجْراً حَسَناً

عَزِيزٌ حَكِيمٌ

وَانْحَرْ

مِنْ حَكِيمٍ

ح
قَوْلاً غَيْرَ

وَرَبٌّ غَفُورٌ

فَسَيُنْغِضُونَ

مِنْ غَيْرِ

غ
ذَرَّةٍ خَيْرًا

لَطِيفٌ خَبِيرٌ

وَالْمُنْخَنِقَةُ

مِنْ خَوْفٍ

خ

 

Herfên Îzharê 6 hebin. Ev Herf jiberkû hemû dengên van herfan ji qirikê derdikeve, jiwanre tê gotin (Huruful H´elq) Herfên qirikê.

Herfên despêkê ê van kelîmanin: Ellahu- H´eyyun- Xaliqun- Xeniyyun- E´dlun-Hadiyen.

          اَلّٰلهُ- حَيٌّ-خاَ لقٌ- عَدْلٌ- غَنِيٌّ- هاَدِيَا

Mînak: E´zabun E´zîmun- , Mîn Xeyrîn. Men Amene.

عَذَابٌ عَظ۪يمٌ مِنْ خَيْرٍ-مَنْ اٰمَنَ

Em Herfên Îzharê liser Şemakî temaşêe bikin.

اَلٰلهُ 2  ح- حَيٌّ-3  خ- خَالِقٌ- 4 ع- عَدْلٌ- 5 غ- غَنِيٌّ- 6 ه-هَادِيًا  1

Îxfa:                                                                                                ( َاْلإِخْفاَءُ )

Di ferhengêde bi wateya sergirtin veşartin, tê zanîn.

Di zanyariyên tecwîdê de, Tenwîn anjî nun-î sakîn rastî herfên Îxfa yê were, ev nun-a kû dawaiya kelîmêde tê gotin, dengekî di navbera îdxam û îzharê bi xunne( ji genîzê) tê derxistin.

Herfen Ixfaye:                                       ت ث ج د ذ ز س ش ص ض ط ظ ف ق ك )

Xunne: dengêku ji genza mirovan wek mirov bevla xwe bigre û denge vizîna mêşê derxîne. Heman demede herfaku pistre te gere ewji bas were derxistin. Jiber van sideman, herfa pisti ixfaye ziravbun, qalinbun u sifaten dine e herfan gere werin hiskirin.

Pekanin: Jiboku denge nune were vesartin gere ziman xwe bi goste diranen pesiyeve ne zeliqine. Eger weha bibe we deme, Izhara nune cedibe. Di pekanina Ixfayede qase du herekeyan Xunne te cekirin.

Ligor reza Minaken Ixfaye:

Minaka Tenwine Minaka nûn a bi cezm Herfên îxfaye
جَنَّاتٍ تَجْرِى

قِبْلَةً تَرْضَاهَا

أَنْتُمْ

مَنْ تَابَ

ت
مُطَاعٍ ثَمَّ

مَاءً ثَجَّاجًا

مَنْثُورًا

مِنْ ثَمَرِهِ

ث
فَصَبْرٌ جَمِيلٌ

حُبًّا جَمًّا

أَنْجَاكُمْ

وَمَنْ جَهَرَ

ج
دَكًّا دَكًّا

قِنْوَانٌ دَانِيَةٌ

عِنْدَ

مِنْ دُونِ

د
سَبِيلاً ذٰلِكَ

بَاسِطٌ ذِرَاعَيْهِ

مُنْذِرُ

مَنْ ذَا الَّذِي

ذ
غُلاَمًا زَكِيًّا

مُبَارَكَةٍ زَيْتُونَةٍ

أَنْزَلَ

مَنْ زَكّيٰهَا

ز
بَشَرًا سَوِيًّا

فَوْجٌ سَأَلَهُمْ

َاْلإِنْسَانَ

مَنْ سَبَقَ

س
رَسُولاً شَاهِدًا

غَفُورٌ شَكُورٌ

أَنْشَأَكُمْ

فَمَنْ شَهِدَ

ش
عَمَلاً صَالِحًا

رِجَالٌ صَدَقُوا

فَانْصَبْ

عَنْ صَلاَتِهِمْ

ص
قُوَّةٍ ضَعْفًا

قِسْمَةٌ ضِيزَى

مَنْضُودٍ

مِنْ ضَرِيعٍ

ض
كَلِمَةً طَيِّبَةً

بَلْدَةٌ طَيِّبَةٌ

يَنْطِقُ

مِنْ طَيِّبَاتِ

ط
ظِلاًّ ظَلِيلاً

نَفْسٍ ظَلَمَتْ

يَنْظُرُونَ

مِنْ ظَهِيرٍ

ظ
مَاءً فَأَخْرَجَ

خَالِدًا فِيهَا

يُنْفِقُونَ

مِنْ فِئَةٍ

ف
وَفَتْحٌ قَرِيبٌ

أُمَّةً قَانِةً

أَنْقَضَ

مِنْ قَبْلِ

ق
كِتَابٌ كَرِيمٌ

كِرَامًا كَاتِبِينَ

عَنْكُمْ

مِنْ كُلِّ

ك

 

Herfên Îxfayê 15 ne. Ew herfên ku despêka gotinên di vê beytê de ne ew in.

 صِفْ ذَا, ا ثَنَا, جُودَ, ثَخْصٍ, قَدْ, سَمَا , َكَرمًا, ضَعْ, ظَاِلمًا, ,ِزْد, تُقٰ مِنْ شَرٍّ, كُتُبٌ قَيّمَةٌٌ ,لَنْ تَنَالُوا, اُنْظُرْ, كُنْتُمْ ى, ُدمْ, طالِبًا, َفَتٰرى,

Îxfa; qasê Elîfû nîvek tê dirêjkirin

Em herfên Îxfayê liser şemayê temaşe bikin dakû babeta Îxfayê baş bê fêmkirin:

ا-1- صِفْ 2 ذاَ – 3 – ث – ثَنَا – 4 – ج جُودٍ-5 ش -شَخْصٍ-6- ق- قَدْ 7  س- سَماَ-8-ك- كَرَماً-9- ض-ضَعْ-10-ظ -ظَالِمًا-11- ز-زدْ  -12- ت-تُقٰي-13-د -دُمْ-14- طَالِبًا- 15- ف- فَتَرٰي

  1. Îqlab:                                                                             ( َاْلإِقْلاَبُ )

Îqlab di ferhengêde tê wateya guhertinê, qelibandine. Di zanyariya Tecwîdê de, piştî Tenwîn anjî Nun-î sakîn herfa îqlabê kû herfa bê ye ب hebe wê deme herfa bê, wek herfa mime tê guhertin û bi xunnê tê xwendin.

Pekanin:Iqlab Qaideyeki bi du siklan pek te.

  1. Bere Nuna bi cezm anji tenwin wek Herfa Mîm’e ( مْ ) te guhertin.

( مَنْ بَخِلَ ← مَمْ بَخِلَ )

  1. Ev Mim,bi ixfaze te xwendin.Wateya ixfayeji vesartinbu.

Pek anin bi ve avahi ce dibe:

Jiboku em karibin herfa mime bi qaideya ixfaye bixwinin, em leve xwe zede najdinin, bi sikleki nerm bihevre didin temaskirin.

Dive rewsede qase du hereka em xunne cedikin. ( Deng di genza mirovde te girtin.)u piste we ( ب ) bi awayeki zelal te telafuzkirin.

Minaken Iqlabê:

Minaken Tenwine Minaken Nuna bi Cezm Herfa Iqlabe
سَمِيعٌ بَصِيرٌ

زَوْجٍ بَهِيجٍ

قَوْلاً بَلِيغًا

آيَةً بَيِّنَةً

أَنْبَتَتْ

لَيُنْبَذَنَّ

مِنْ بَعْدِ

أَنْ بُورِكَ

 

ب

 

 

Mînak: Mîn be´dî – Mim be´dî— Leyunbezenne- Leyumbezenne— semîun besîr- semi´um bessir.

مِنْ بَعْدِ- — مِمْ بَعْدِ—لَيُنْبَذَنَّ—لَيُمبَذَنَّ- سَم۪يعٌ بَصِيرٌ-سَم۪يعٌمْ-

U wekvan minakan. ( Aliştirmalar)

اِنْ اَنْتُمْ وَمَآاَنْفَقْتُمْ وَانْحَرْ مِنْ زُخْرُفٍ
مِنكُمْ وَلِمَنْ خاَفَ اُنْظُرْ غَنِيٌّ حَم۪يدٌ
مِنْهُنَّ وَمااُنْزِلَ وَمَنْ خَفَّتْ مِنْ جُنْدٍ
عَل۪يمٌ خَب۪يرٌ مِنْ شَيْءٍ مِنْ خَلْفهِ۪ منْ سِجِّيلٍ
اِنْ كاَنَتْ مِنْ هَادٍ مِنْ فُطُورٍ يَنْهٰي

 

Kelîmeyên di tabloya jorda kijan kelîme bi îxfayê tê xwendin.

 

مِنْ خَيْرٍ اِلٰهٌ غَيْرُهُ حُبًا جَمًا مَنْ اٰمَنَ
اَنْهَارٌ لَنْ تَنَا لُوا عَذَابٌ عَظ۪يمٌ كنْتُ
فَانْصَبْ مِنْ  غَيْرٍ قَوْمٌ طَاغُونَ عَز۪يزٌحَك۪يمٌ
اَنْعَمْتَ مَنْ ضَلَّ مِنْهُمْ حَك۪يمٌ حَم۪يدٌ
جُرُفٍ هَارٍ عِنْدَهُ كُلٌّ اٰمَنَ مِنْ شَرٍّ

 

Di Tabloya jorînde kîjan kelîme bi îzharê tê xwendin.

لَيُنْبَذَنَّ مِنْ بَيْنِهِمْ اِنْ لَمْ مِنْ بَعْدِ
مِنْ بَن۪ٓيٓ اِسْرَٓائ۪لَ مِٓنْهَا عَنْ ذِ كْرٍ بِذَنْبِهِمْ
عَلَيْهِمْ مَا نَفْسٌ بَاَيِّ ذَنْبِه۪ نُزُلاً بِمَا
ذُرِّيَةً بَعْضُهَا سَم۪يعٌ بَص۪يرٌ اِذِانْبَعَثَ غَفُرٌ حَل۪يمٌ

 

Di tabloya jorînde kîjan kelîme bi Îqlabê tê xwendin.

PIRS

  1. Nuna sakîn kîjane û tê çi wateyê?
  2. Nuna sakîn li kê derê kelîmêde tê dîtidn?
  3. Tenwîn tê çi wateyê û li kê dere kelîmêde cîh digre?
  4. Bi tenwîn û nuni sakîn kîjan babetê Tecwîdê çêdibin? Wan babetan bijmêrin.
  5. wateya îzharê di Ferhengêde çiye?
  6. Îzhar têt çi wateyê? Şîrove tarîf bike û bi mînakekî nivisîn nîşan bide.
  7. Herfên Îzharê çendin? Bi kelîmeyên kû tu fer Bubi bi herfên destpêkê wan kelîmeyan binîvîse.
  8. Herfên îzharê liser şemakî nîşan bide.
  9. Kelîma îxfayê wateya wê ya Ferhengî çiye?
  10. Îxfa cawa çêdibe? Bi mînakek nîşan bide.
  11. Herfên îxfayê çendin? Ev destpêka kîjan kelîmeyan bun? Wan kelîmeyan binivîse.
  12. Xunne tê çi wateyê? Şîrova wê bike.
  13. Herfên îxfayê çendin? Liser şemayê nîşan bidin.
  14. Wateya Îqlabê di ferhengêde çiye?
  15. Îqlab cawa çêdibe? Bi mînakek nîşan bide.
  16. Herfa îqlabê kîjane?

BEŞA ŞEŞEM

ÎDXAM Û CUREYÊN WÊ

  1. TE´RÎFA ÎDXAMÊ ( nasandina îdxamê)
  2. ÎDXAM-Î MEA´L XUNNE ( Îdxama bixunne)
  3. ÎDXAM-Î BÎLA XUNNE ( Îdxama bêXunne)
  4. ÎDXAM-Î MÎSLEYN
  5. ÎDXAM-Î MUTECANÎSEYN
  6. ÎDXAM-Î MUTEQARÎBEYN
    1. T´erîfa Îdxamê

Kelîmeya Îdxamê di Ferhengêde „ Tiştekî navxistina tiştekî din, navhevxistin, daxilkirina, dengan li dengan.

Di zanyariyên îlmên Tecwîdêde: Herfên wekhev, herfên kû mexrecên wan, yanî dengên wan wek hev, sifatên wan ne weke hev, lê nizikê hev. Herfa pêşiyê tevlî herfa piştre tê kirin û bi vê rengî tê xwendin. Jivê tevlîhevkirina dengre tê gotin Îdxam.

Bi şîrovekî din; Herfekî sakin yanî bê hereke, tevlî herfekî bi hereke dibe û bi şedde tê xwendin.

MÎNAK:

În neh´nû- Înneh´nû . Yekun lehû – Yekullehû. Eredtum- Erettûm, (erebiya wanji)

اِنْ نَحْنُ——اِنَّحْنُ-  يَكُنْ لَهُ—-يَكُلَّهُ    اَرَدْتُمْ—– اَرَتُّمْ

Di îdxamêde, an mexreca wek hev, anjî mexrecên nêzî hev, ew herfakû sakinê herfa pêşî jêre tê gotin herfa ( Mûdxam) herfake bi herekeye û piştre tê jure tê gotin (Mudxemûn fîh) tevlî dibe.

  1. Îdxama m`eal xunne ( Îdxama bi xunne)

( َاْلإِدْغَامُ مَعَ الْغُنَّةِ )

Wateya ferhengi: “Îdxama ku bi xunneye” tevkirin, anina bahev.

Xunne; deng “ ji geniz” di nav bevila mirovi jore bevilede deng qase du herekeyan were girtin u histin.

Tarifi a we: Pisti Nuna bi cezm anji Tenwine: ( يَمْنُو ) Herfen ku ev kelime je cebuye ( ي م ن و )  werin ditin“İdgam a Me‘alxunne” (idxama bi xunne ) cedibe.

Pekanin: Jiboku mirov karibe denge herfa Nune idxam bike ( يَمْنُو ) Ev herfana gere kelimeyen paswede u di sere we kelimede werin ditin.

Agahdari:Dema denge Herfa Nune, tevli van herfan dibe,hemu pek anin ne wek hevin.

Weke: *Denge Nûn e ( ي و ) tevli van herdu herfan bibe yek carê naye veşartin u hindakirin, heneki gere denge Nune were bihistin. Hindik mirov kare denge Nune beje u dawiya we ( ن ) bi herfa were ( ي ) temam kirin.

Di rastiyede mirov kare beje idxamaku bi van herfan te cekirin, idxama kem ya bi xunne. Minaken Idxama Meal Xunne:

 

Minaka Tenwine Minaka Nuna bi Cezm Herfen idxama Meal xunne
يَوْمَئِذٍ يَصْدُرُ

خَيْرًا يَرَهُ

وَمَنْ يَعْمَلْ

مَنْ يَقُولُ

ي
لَهَبٍ وَتَبَّ

سِرَاجاً وَهَّاجًا

مِنْ وَلِىٍّ

إِنْ وَهَبَتْ

و

 

*Denge Nûn e ( م ن ) dema tevli van herdu herfan bibe bi temami te hundakirin, Xunne te cekirin, xwendina bi seddete fesale.Jiber we sedeme mirov kare beje idxamaku bi temami bi xunne cedibe eve.

Minak:

 

Minaka bi Tenwin Minaka Nuna bi Cezm Herfa idxama Mael xunne
رَاضِيَةً مَرْضِيَّةً

قَوْلٌ مَعْرُوفٌ

مِنْ مَسَدٍ

وَمَنْ مَعِيَ

م
يَوْمَئِذٍ نَاعِمَةٌ

كُلاًّ نُمِدُّ

مِنْ نَفْسٍ

(.

ن

 

Ev minaka han di dersen pes meda ku em bibinin heri zede neze idxami, Misleyn mael xunne ye

Not:cawa me li jore sirove kir, Nuna bi Cezm anji Tenwin ( يَمْنُو ) di van herfanre were idxam kirin, di kelimeyen cuda de gere raste hevdu werin.

Dema di heman kelimede raste hevdu werin idxam naye cekirin.

Weka ku qaideyen izhare heze Nun Eskere te xwendin.

Ev Rewş di Qur´ana Pirozde tene car kelimeyande te ditin. U pişti Nûn’e ( ي و ) bi hatina van herfan çêbûye.

Ev in:

( اَلدُّنْيَا بُنْيَانٌ صِنْوَانٌ قِنْوَانٌ )

Piştî Tenwîn ê Anj î Nun-î sakin ê, di kelîmêde ev çar herfên ( يَمْنُو ) han werin dîtin, îdxam-î meal xunne ( Îdxama bi xunne) çêdibe. Bi şêweyekê din, Jêre tê gotin îdxama bi xunne.

Mînak:

Munadîyen yunadîy- Mîn Narîn- We Men ye´mel- Mutehheretun wehum.

مُنَادِيًا يُنَاد۪ي— مِنْ نَارٍ—وَمَنْ يَعْمَلْ—-مُطَهَّرَةٌ وَهُمْ

ي م ن و

Herfên Îdxam-î Mael Xunne.

Di Îdxam -a meal xunnêde Herfên îdxam a meal xunnê ( يَمْنُو ) tenwîn û nun-Î sakin di Kelîmeyên cudade cîh digrin.

Mînak: Fedlen Mînellah-î . Elem nekun me´kum.

فَضْلاً مِنَ الّٰلِه ،اَلَمْ نَكُنْ مَعَكُمْ

Agahdarî: Eger herfên, Yê-Waw-Mîm û Nun- di heman kelîmêde bin, wê demê îzhar çêdibe.

Mînak: Sînwanun- Qînwanun- Bunyanun- Fid dunya.

صِنْواَنٌ، قِنْوَانٌ ، بُنْيَانٌ، فِ الدُّنْيَا

Îdxam-î meal Xunne wek îdxamên din û îxfayê qasi elif û niv te med kirin. Yanî dirêjkirin.

Tabloya xwe hînkirinê

مِنْ رَبّهِم لَهَبٍ وَتَبَّ خَييْرٌلَكْمْ مِنْ وَالٍ
غَفُرٌ رَحِ۪يمٌ مُناَدِياً يُناَ دِي مُطَهَّرةٌ وَهُمْ وَمَنْ يَبْتَغِ
مِنْ نَّارٍ مِ لَدُنّا مِنْ رُوحٍ رَسُولٌ مِ الّٰلهِ
فِي ا لدُّ نْيَا مِنْ نعْمَةٍ خَيْرًا يَرَهُ خَيْرًا لَهُمْ

 

Di Tabloyêde Kelîmeyên îdxamî meal xunnê bibîne.

  1. Îdxam-î Bîla Xunne ( Îdxama bê xunne)    ( َاْلإِدْغَامُ بِلاَ ْغُنَّةٍ ):

Di Ferhengede: Yanî Îdxama bê Xunne.

Tarifa we: Piştî Tenwîn anji Nun-î Sakîn, ev herdu herf werin dîtin, لَرْ Îdxam-î bîla xunne Çêdibe ,

Pekanin: Îdxam-a bê xunne miro ji genza xwe deng dernaxîne, herfa pey wan bi şedde dixwîne. ( Îdxama bi xunne ji genza mirovî deng dertiket, îdxama bê xunne deng ji genza mirovê dernakeve) mirov wan bihevre girêdi de u jivêre tê goitin Şedde.

Mirov herfe du cara duxine dijdine.

Minaken Idgama bila Xunne:

Minaka Tenwine Minaka Nûn a bi Cezm Herfen idxama Bilâxunne
وَيْلٌ لِكُلِّ

مَالاً لُبَدًا

يَكُنْ لَهُ

مِنْ لَدُنْهُ

ل
غَفُورٌ رَحِيمٌ

عِيشَةٍ رَاضِيَةٍ

أَنْ رَاٰهُ

مِنْ رَبِّهِمْ

ر

 

Mînak:  Weylun lîkullî- mîn rebbîke- mîn rebbîhîm- Xefurun rehîm.

رَح۪يمٌ وَيْلٌ لِكُلِّ، مِنْ رَبِّكَ، مِنْ رَبِّهِمْ،غَفُورٌ

Tabloya hînkirinê

 

مَثْوًا لَهُمْ خَيْرٌ مِنْ وَاِنْ لَمْ تَكُنْ لِمَنْ يَرٰي
مِنْ نَارٍ اَ خٌ لَهُ لِمَنْ يَخْشٰي منْ لَدُ نَّا
مَنْ نَشَٓاءُ مِنْ رَبِّهِمْ وَاٰيَةٌ لَهُمْ اَنْ يَتَّخِذَ
مِنْ رَسُولٍ نَارٌمُؤْصَدَةٌ وَاِنْ لَمْ اٰيَةٌ مِنَ الّٰلِه
خَيْرٌ لَكُمْ مِنْ رَبِّه۪ بَضرٍّ لاَتُغْن۪ي وَيْلٌ لِكُلِّ

 

Di tabloyêde Kelîmeyên Îdxam-î bila Xunne destnîşanbikin.

Îdxam-î Mîsleyn

( إِدْغَامُ مِثْلَيْنِ )

Wateya Ferhenge: Tisten ku weke hevin tevlihevkirina wanre te gotin misleyn.

Herfên kû mexrec û sifatên wan wek hevbin, herfa pêşiyê sakin be, bê herekebe, herfa pişt wêjî heman herfbe û bi herekebe, îdxamî Mîsleyn çêdibe. Ev herf lihev tên şidandin û bi şeddê tên xwendin.

Minaken ku di heman kelimeyede pek hatine:

Xwendina wan Minak
يُدْرِكُّمُ يُدْرِكْكُمُ
يُوَجِّهُّ يُوَجِّهْهُ
يُكْرِهُّنَّ يُكْرِهْهُنَّ

 

Minaken İdxam a Misleyn ku, du kelimeyande pek hatiye:

Xwendina Minak
وَقَدَّخَلُوا وَقَدْ دَخَلُوا
اِذْهَبِّكِتَابِى هٰذَا اِذْهَبْ بِكِتَابِى هٰذَا
طَلَعَتَّزَاوَرُ طَلَعَتْ تَزَاوَرُ
إِذَّهَبَ إِذْ ذَهَبَ
وَاذْكُرَّبَّكَ وَاذْكُرْ رَبَّكَ
تَسْتَطِعَّلَيْهِ تَسْتَطِعْ عَلَيْهِ
فَلاَ يُسْرِفِّى الْقَتْلِ فَلاَ يُسْرِفْ فِى الْقَتْلِ
لَمْ نَجْعَلَّهُمْ لَمْ نَجْعَلْ لَهُمْ
أَوَّزَنُوهُمْ أَوْ وَزَنُوهُمْ

 

Herfen ku di minaken sertu mercen jorde werin idxam kirin, ( م ) anji( ن ) be, qase du herekeyan te girtin u xunne te cekirin. Ev wek İdgam Misleyn Me‘algunne te binav kirin.

Li jor me mînakên bi herfa Mimê a bi cezm dabûn. Niha jî em li ser herfa Nûnê çend Mînakan bidin.

 

Xwendina wê Minak
أَنَّعْبُدَ أَنْ نَعْبُدَ
مِنَّفْسٍ مِنْ نَفْسٍ
أَنَّأْكُلَ أَنْ نَأْكُلَ

 

Mînakên di:

Mînak: Rebîh´et tîcaretuhum- îz zehebe- în neh´nû.       رَبِحَتْ تِجاَرَتُهُمْ،اِذْ ذَهَبَ،اِنْ نَحْنُ

Eger ev îdxam ji herfên ( ن م ) pêk were, jêre tê gotin „îdxamî mîsleyn meal xunne“

Ji herfên din Pêk were, „jêre tê gotin, „ Îdxamî mîsleyn bîla xunne.“

Mînak: În-ne, sûm-me, mîn- narîn, mînen- nasî.              اِنَّ،ثُمَّ،مِن نَارٍ،مِنَ ا لنَّاسِ

Tabloya Hîn bûnê

مِنْ رَبِّه۪ مِنْ نَارٍ اِذْذَهَبَ اِنَّ
اَطْعَمَهُمْ مِنْ جُوعٍ مِنَ الظَّا لِم۪ينَ اِنْ نَحْنُ اَشَدُّ حُبّاً
وَبَشِّرِالَّذي۪نَ ثُمَّ مِمَّا تُحِبُّونَ مُطَهَّرَةٌ
عَلَيْهِمْ مُؤْصَدَةٌ اِنّ۪يٓ اَعْلَمُ اَلْجَنَّةُ اِلاَّبِاِذْنِه۪

 

Di tabloyê de kelîmeyên îdxamî mîsleyn meal xunnê bibînin.

Tabloya hînbunê

اِلاَّمَا عَلَّمْتَنَا عَمَّا اِلَي ا لْحَقِّ مِنْ نُطْفَةٍ
اَمَّنْ هٰذَا ا لَّذ۪ي وَلْيَكْتُبْ بَيْنَكُمْ قُلْ لِمِنِ ا لْاَرْضُ نُسَبِّحُ
زُيِّنَ لِلنَّاسِ مِمَّنْ اَطْعَمَهُمْ مِنْ وَلِكُلِّ دَرَجَاتٍ
مِنْهُنَّ اَمْ حَرّمَ اِذْهَبْ بِكِتَاب۪ي قُلْ لَوْكَانُوا

Di ta bloyêde kelîmeyên îdxamî mîsleyn bîla xunne bibînin.

Îdxam-î mûtecanîseyn                                                                             ( إِدْغَامُ مُتَجَانِـثَيْنِ )

Wateya Ferhengi: Ciheku du herf je derdikevin u tekli hevdu dibin.

Terifa we:Herfên kû, Mexrecên van yekin, sifatên wan ne wekhevin. Herfa pêşî sakin û ya duduyan bi herekebe (zêr ziber pêş) be, werin cemhev „ Herfa pesi idxame herfa du xwe dibe, u bi ve renge Îdxamî mûtecanîseyn „ çêdibe. Herfa bi hereken şidandî bi şedde tê xwendin. Ev îdxama wacibe.

Pekanin:Ev naye wateyaku hemu herfen ku mexrecen wan wek hevin, bi hev ten idxam kirin.

Tene Herfe bi riwayetan hatine diyarkirin, heneki herfan u rewsande ev idxam cedibe.

Sê Babetande em karin mexrecên îdxam-î mûtecanîseyn penase bikin.

Mexrec yek:                           ط د ت

Mexrec dûdû:                        ظ ذ ث

Mexrec sisê:                              ب م

  1. Mexreca yekem: T´ê- dal- Tê ne.( ط د ت )
  2. Ev Herfên han mexrecên wan wek hevin, lê sifatên wan cudane.
  3. Mînak: Eh´t tum – Ma E´bed tum- Ma feret-tum- Ered-tum

 اَحَطْتُمْ، مَاعَبَدْتُمْ، مَافَرَطْتُمْ،اَرَدْتُمْ

( ت د ط ) harfleri. Pozisyona ve Gruban herfanku ten idxam kirin minaken wan wehane.

Bere bi cezm herfa ( ت ), pistre herfa bi hereke ( د ) were;

( ت ) herfa, bi temami ( د ) herfa dale dibe ( د ) herfa bi seddete xwendin. ( ت ) Ji herfa te tisteki namine.

Xwendina wê Minak
أَثْقَلَدَّعَوَا اللهَ أَثْقَلَتْ دَعَوَا اللهَ
أُجِيبَدَّعْوَتُكُمَا أُجِيبَتْ دَعْوَتُكُمَا

Berê bi cezm ( د ), pişt re bi hereke ( ت ) were;

( د ) herfa, bi temami ( ت ) tevli herfe dibe u bi careki ( ت ) herfasedde te xwendin. (د ) Ji herfa dale tisteki naye xuyakirin.

( د ) u ( ت ) heman kelimede herdu herf u Minaken İdgam Mütecâniseyn:

Xwendina wê Minak
عَبَتُّمْ عَبَدْتُمْ
أَرَتُّ أَرَدْتُ
رَاوَتُّهُ رَاوَدْتُهُ
حَصَتُّمْ حَصَدْتُمْ
وَوَعَتُّكُمْ وَوَعَدْتُكُمْ
عَاهَتُّمْ عَاهَدْتُمْ
صَدَتُّمْ صَدَدْتُمْ
عُتُّمْ عُدْتُمْ
كِتَّ كِدْتَ
رُدِتُّ رُدِدْتُ
أَشْهَتُّهُمْ أَشْهَدْتُهُمْ
وُلِتُّ وُلِدْتُ

 

( د ) u ( ت ) du kelimeyen cudade Minaken İdgam Mütecâniseyn:

Xwendina wê Minak
قَتَّبَيَّنَ قَدْ تَبَيَّنَ
لَقَتَّقَطَّعَ لَقَدْ تَقَطَّعَ
Xwendina wê Minak
لَقَتَّابَ لَقَدْ تَابَ
وَلَقَتَّرَكْنَا وَلَقَدْ تَرَكْنَا
وَقَتَّعْلَمُونَ وَقَدْ تَعْلَمُونَ

 

Berê bi cezm ( ت ), pist re bi hereke ( ط ) were;

( ت ) herfa, bi temami ( ط ) tevli ve herfe dibe u bi yek seddeyi ( ط ) te xwendin. ( ت ) Ji herfa te tu dengeki namine.

 

Xwendina wê Minak
وَدَّطَّآئِفَةٌ وَدَّتْ طَآئِفَةٌ
وَقَالَطَّآئِفَةٌ وَقَالَتْ طَآئِفَةٌ
إِذْ هَمَّطَّآئِفَتَانِ إِذْ هَمَّتْ طَآئِفَتَانِ
فَآَمَنَطَّآئِفَةٌ فَآَمَنَتْ طَآئِفَةٌ
وَكَفَرَطَّآئِفَةٌ وَكَفَرَتْ طَآئِفَةٌ

 

Berê bi Cezm ( ط ), u pistre bi hereke ( ت ) were;

( ط ) herfa , ( ت ) bi yek cari u temami naye idxam kirin. Lewre ( ط ) herfeki denge we qalene u ( ت ) deha bi heztire. Bi teya bi sedde ( تّ ) nikare were ifade kirin.

Berê ( ط ) pewiste em herin mexrece herfa, qaliniya we were bi cih anin. ( ط ) beriyaku telafuza Te were bi cih anin ( ت ) telefuza Te ( ت ) were temam kirinr. Ji ve Pekaninere te gotin idxama ne temam.

 

Xwendina wê Minak
أَحَطْتُ أَحَطْتُ
لَئِن بَسَطْتَ لَئِن بَسَطْتَ
فَرَّطْتُمْ فَرَّطْتُمْ

 

Mexreca duduyan: Z´ê- Zal- sê ne. ( ظ ذ ث.  ) Ev herfên hanjî mexrecên wan yekin, lê sifatên wan cudane. Di Qur´ana pîrozda ev mexrec tenê li du cîhande heye.

Mînak: Yelhes- zalîke û îz- Zelemû ne.                                   يَلْهَثْ ذٰلِكَ ، اِذْ ظَلَمُوا

Herfen  ( ث ذ ظ ). Herfen ve kome pozizyon u minaken wan bi ve sekline:

Pesiye herfa bi Cezm ( ث ), pistre ya bi hereke ( ذ ) were;

Herfa ( ث ) bi temami ( ذ ) Tevli herfa Zale dibe u tene ( ذ ) bi seddeki te xwendin. Ji herfa ( ث ) tu receki namine.

Di Qur´ana pirozde tene minakeki heye.

Xwendina wê Minak
يَلْهَذّٰلِكَ يَلْهَثْ ذٰلِكَ

 

Lebele eger nav herdu kelimeyande ligor isareta weqfe seknandin cebibe, idxam naye cekirin.

Pesiye herfa bi Cezm ( ذ ), u pistre bi herke ( ظ ) were;

Herfa ( ذ ) bi temami, tevli ( ظ ) dibe ubi yek ( ظ ) seddeyi te xwendin. Ji herfa  ( ذ ) tu isareteki namine.

Xwendina wê Minak
إِظَّلَمُوا إِذْ ظَلَمُوا
إِظَّلَمْتُمْ إِذْ ظَلَمْتُمْ

 

Mexreca s êyem: bê û mîm in. ( ب م ) Ev herfên hanjî sifatên wan cuda lê mexrecên wan mîna hevin. Jibokû bi van herfan îdxam pêk (were, beer gere herfa Bê di kelîmêde were dating. dema herfa Mîmê pêşde were , îxfa-î şefewî çêdibe. Girêdayê vê babetê, tenê di Qur´ana pîrozde cîhekîde Mînak heye,

Mînak: Ya buneyye- rkeb me´ana. (Sura Hud ayet 42)

يَا بُنَىَّ ارْكَبْ مَعَنَا

Pesiye herfa bi cezim ( ب ), pistere herfa bi hereke ( م ) were;

Herfa ( ب ) bi temami, tevli herfa ( م) dibe u careki ( م ) bi sedde te xwendin. Ji herfa ( ب ) tu isareteki namine.

Di Qur´ana pirozde tene Minakek heye.

Xwendina wê Minak
يَا بُنَىَّ ارْكَمَّعَنَا يَا بُنَىَّ ارْكَبْ مَعَنَا

Îdxam-î Muteqarîbeyn

( اِدْغَامُ مُتَقَارِبَيْنِ)

Wateya Ferhengi: Ciheku derketina denge du herfan nezike heve u dengen wan tevli hevdu dibin.

Tarifa we:

Herfên kû mexrec û sifatên wan nêzî hevin, ji herdû herfan ê peşî sakin ( bê hereke) be, herfa duduya biherekebe û werin ba hev, herfa yekem tevî herfa duyem dibe, jivê bihev vekirina herfanre tê gotin, îdxamî muteqaribeyn.

Ev îdxama ligor zanyarên îlmê Tecwîdê wacibe-

Pekanin:Li vedereji naye we wateyeku, herfen ku mexrecen wan u sifaten wan weke hevin, tev ten idxam kirin.

Tene herfen hatine destnisankirin u rewsen kifsekiride idxam kare were cekirin.

Dû mexrecên vê Îdxamê hene:

Mexreca yekem:           ( ق ك )

Mexreca duyem:           (ل ر )

Mexreca yekem kû Herfên Qaf û Kefêne. ( ق ك ) Ev herfên han meures û sifatên wan nêzî hevdune. Girêdayî vê babetê tenê di Qûrana pîrozde yek Mînak heye. Elem Nexlûq-kûm

Minak:                                                                                           أَلَمْ نَخْلُقْكُمْ

Mexreca duyem kû mexrecên Herfa lam û rê ne.             ( ل ر )

Mexrec û sifatên van herfan nêzî hevel bi şertê kû Herfa Lamê pêşî were ev îdxama çêdibe.

Mînak:

We qul-Rebbî. Bel refe´hullahû

،وَقُلْ رَبِّ، بَلْ رَفَعَهُ

Di vê mexereca hande, ne Herfa lamê,ل Herfa rê ر pêşî were nabe îdxam , dibe îzhar.

Mînak: Rebbîxfîrlîy.

رَبِّ اغفْرل۪ي

Ev herfen ku behsa wan te kirin em karin, wek du 2 koman sirove ya wan bikin:– Herfen han   (ل ر )

Pesiye herfa bi Cezm ( ل ) , Pistra herfa bi hereke( ر )were idxam cedibe.

Herfa ( ل ) bi temami ( ر) tevli re dibe u tene herfa ( ر ) bi sedde te xwendin. ( ل ) ji herfa lame tu eser namine.

Xwendina Minak
وَقُرَّبِّ وَقُلْ رَبِّ
بَرَّبُّكُمْ بَلْ رَبُّكُمْ
بَرَّفَعَهُ بَلْ رَفَعَهُ

 

  • Herfen (ق ك ).
  • Pesiye herfa bi Cezm ( ق ), pistre bi hereke ( ك ) were idxam cedibe.

Pekaninaku te tercih kirin, herfa ( ق ) bi, ( ك )’ debi temami naye idxam kirin. Lewre ( ق ) herfeki qaline u ji, ( ك ) bi heztir u qewwettire . Jiber we sedeme nikare suna  ( كّ ) were ifade kirin.

Bere ( ق ) em dicin mexreca herfa Qafe,Qaliniya we didin his kirin. Pisti telafuza   ( ق )’ bi temami were bi cih anin, derbase herfa ( ك )’e dibin (ك ) u bi sikleki temam telafuza Kafe te bi cih anin.Evji idxameki ne temame.

Di Qur´ana pirozde tene Minakek heye.

Xwendina wê Minak
أَلَمْ نَخْلُقْكُمْ أَلَمْ نَخْلُقْكُمْ

 

Tabloya hînbunê

قَالَتْ طَا ئِفَةٌ جَزَٓاءً بِمَا قُلرَبِّ اَحَطُّتُ
اَلَمْ نَخْلُقْكُمْ مَاعَبَدْتُمْ مِنْ نَخ۪يلٍ اِذْ ذَهَبَ
اِنَّ رَبَّهُمْ مِنْ نَارٍ مَافَرَطْتُ مَنْ يَعْمَلْ
اَرَدْتُمْ مَرَّةٌوَهُمْ بَسَطْتَ يَا بُنَيَّ اْركَبْ  مَعَنَا
قُلْ لَنْ يَلْهَثْ ذٰلِكَ وَعَدْتَ اِذْظَلَمُوا

 

Di tabloyêd e Îdxam-î mutecanîseyn an bibînin.

Tabloya Hînbunê

 

وَالشَّمْسِ طَآئِفَةٌ اَلَمْ نَخْلُقْكُمْ اِذْ ظَلَمُوا
بَلْ لَجُّوا لَآ اِلَهَ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌ وَجَدْتُ
وَالْقَمَرُ شَهِدْتُمْ يَكَادُالْبَرْقُ مَا عَبَدْتُمْ
وَقُلْ رَبِّ يَلْهَثْ ذَٰلِكَ وَالنَّاسِ رَبّ۪ اغْفِرْل۪ي

 

Di Tabloya jorde Îdxam-î muteqaribeyn an bibînin.

Tabloya hînbunê

 

يُضِلُّ بِه۪ اَ خٌ لَهُ اَلْجَنَّةُ اَنْ يَتَّخِذَ
مِنْ مَٓاءٍ يَلْهَثْ ذٰلِكَ مِنْ لَدُ نَّا وَعَدْ تَ
وَقُلْ رَبِّ غَفُورٌ رَح۪يمٌ اِنَّمَٓااَ مْوَالكُمْ خَيْرًايَرَهُ
مُطَهَّرَةٌ وَ هُمْ بمِا لْحَقِّ قُلْ لَوْ كَانَ اِنْ نَحْنُ
اِلاَّ بِاِ ذْنِه۪ مِنْ رَبِّه۪ اَ لشَّمْسُ بَلْ رَفَعَهُ الّٰلهُ
اَطْعَمَهُمْ مِنْ مِنْ وَرَائِهِمْ اِ نَّ اَلَمْ نَخْلُقْكُمْ
حَرَّمَ عَمَّ وَمَنْ يَعْمَلْ يَابُنَيَّ ارْكَبْ مَعَنَا
عَدُوٌّلَكْمْ اِنّ۪ي اَعْلَمُ مِنَ الظَّالِم۪ينَ ثُمَّ

 

 

وَيْلٌ لِكُلِّ اِذْذَهَبَ مِنْ  رَبِّهِمْ وَمَنْ يَبْتَغِ
مُنَادِيًايُنَاد۪ي مِنْ رُوحٍ الرَّحْمٰنُ مِنْ نِعْمَةٍ

 

Di Tabloya jorde cureyên îdxaman bibînin û destnîşan bikin.

PIRS

  1. Di Ferhengêde wateya Kelîma îdxamê çiye?
  2. Îdxam tê çi wateyê ? Te´rîfa wê bikin.
  3. Herfên îdxama meal xunne çendin? Û kîjanin?
  4. Îdxama meal xunne çawa çêdibe? Liser Mînakek şîrova wê bike.
  5. Wateya Xunnê çiye?
  6. Îdxama bîla xunne çiye? Te´rîfa wê bikin.
  7. Du mînakan liser îdxama bîla xunne bidin.
  8. Îdxam-î Mîsleyn tê çi wateyê?
  9. Îdxamî mûtecanîseyn tê çi wateyê?
  10. Çend mexrecên îdxam-î mutecanîseyn hene?Kîjanin? Ser her yekê mînakek bide.
  11. Îdxam-î muteqarîbeyn tê çi wateyê?
  12. Çend mexrecên îdxam-î muteqarîbeyn hene? Ev mexrec kîjanin?

BEŞA HEFTEM

Rewşa QELQEL-Ê û MÎM- Î sakîn

QELQELE

REWŞA MÎMÊ BÊ CEZIM. ( Mîm a sakin bê hereke)

Qalqale

Di Ferhengêde bi wateya hejandin, ji cîh leqandin.

Di zanyariyên Tecwîdêde; Mexreca Herfêde , cureyekî bi hêz û şidandî her were xwendin. Ji normalê zêdetir ûbihêztir derxistina dengê Herfêye.

Herfên Qelqelê Pêncin. Ewjî ev herfin. (قُطْبُ َجْد ) ( Qutbu ced)

Dieser Anja nîvê Kelîmêde jivan pênc Herfan yek hebe u ew herfa sakken be, bi cezmbe, bê herekebe, wê demê Qelqele çêdibe.

Mînak: yedxulûne- nece´el- Îqre- ferxeb- ettwara.

يَدْخُ لُونَ،نَجْعَلْ،اِقْرَأْ،فَارْغَبْ،اَطْوَارًا

Ji Herfên Qelqelê yekbi hereke di dawîya kelîmêde were dîtin, Liser wê herfê were seknandin cardin qelqele çêdibe.

Herfên Qelqelê Şema

In  د ج ب ط ق

Tabloya Hînkirinê

 

مَنْ خَيْرٍ بِرَبْ وَةٍ لَقَدْ تَابَ الّٰلهُ لَمْ يَلِد
يَجْتَب۪يكَ وَا لشَّمْسِ بَه۪يجْ وَ ا لْقَمَرِ
فَيَقْتُلوُنَ وَلَمْ يُولَدْ اِقْرَأْ وَلَدْنَهُمْ
اَجْرٌعَظ۪يمٌ وَتَبَّ مَا مَطْلَعِ الْفَجْرِ اَحَطْتُ
فَرْغَبْ مِنْ بَعْدِ اَطْوَارًا حَم۪يدٌمَج۪دٌ

 

Di Tabloyê de Kelîmeyên Qelqelê bibînin.

MÎM-Î SAKÎN Û REWŞÊN MÎM-Î SAKÎN

Ji Mîma bi cezmra tê gotin Mîma sakîn. ( م ) Babetên Tecwîdê ên kû bi Mim-î sakînve girêdayîne. Evin.

İxfa ( ب ،م ،،) idxam

Izhar herfen din

Şema

Rewşa mim-î sakîn

Bê Îxfa.  Mim Îdxam Herfên din dibin îzhar.

  1. Îdxam

Piştî Mîm-î sakîn mîma bi hereke were „ Îdxam-î mîsleyn meal xunne“ çêdibe.

Mînak: E´leyhîm muesadetun- Ete´mehûm mîn cuî´n.

عَلَيْهِمْ مُؤْصَدَةٌ،اَطْعَمَهُمْ مِنْ جُوعٍٍ

  1. Îxfa

Piştî mîm-î sakîn herfa bê ( ب ) bi hereke were, îxfa çêdibe. Jivê îxfayêre tê gotin, îxfa î şefewîye. (Îxfa lêvan)

Di vê rewşêde mim bi xunne tê xwendin.

Mînak: Termîhîm bîhîcaretîn- înne rebbehum bîhîm.

تَرْم۪يهِم بَحِجَارَةٍ، اِنَ رَبَّهُمْ بِهِمْ

  1. Îzhar

Piştî Mima sakîn herfa bê û mim( ) herfên din ên zimanê erebî werin îzhar çêdibe. Ji viyara tê gotin, îzhara mîm-î sakîn Di vê rewşêde mim-î sakîn bê îxfa û xunneyê tê xwendin.

Mînak: Hum-fîhî . Lekum-dîynukum.

هُمْ ف۪ليهِ، لَكُمُ د۪ينُكُمْ

Pirs

  1. Qelqele tê çi wateyê?
  2. Herfên qelqelê çendin?
  3. Mînakek ser qelqelê bidin.
  4. mim-î sakîn cend cureyan tê xwendin?
  5. Îxfa şefewî çiye?
  6. Îzhara Mîm-î sakin çawa çêdibe?

BEŞA HEŞTEM

XWENDINA LAMA TE´RÎFÊ

  1. LAM-Î TE´RÎF
  2. ÎDXAM-Î ŞEMSÎYE
  3. ÎZHAR-Î QEMERIYE

Lam-î Tarîf tê çi wateyê?

Navên bi zimanê erbî tên nivîsandin, Herfa Elîf û Lama ku serê vê Navêdene, û nava kifşe dikin, mirov zanekû bi wateya tiştê kifşere tê gotin Lam-î Te´rîf anjî Herfa Te´rîfê.

Mînak:

لْوَاَ ‫ لَدُ اَتَّوْبَةُ

El weledu Ettewbetu

Lam-î Te´rif herfakû pişt wê tê ya bi îdxam anjî bi îzhar tê xwendin. Îdxam-î Şemsîye

Piştî Lam-î Te´ref ji Herfên Şemsiye yak were dating „ îdxam-î Şemsiye „ çêdibe.

Mînak:

اّشمْسُ ‫, اَلنَّارُ‫, اَلّد۪ينُ‫, اَلسَّارِق

Di zimanê Erbande dû cure Herf hene. Herfên Şemsî ( roj) û herfên Qemerî (heyv) î hene.

Herfên Şemsî 14 ne u herfên despêkê yê vê beyta erebîne.

(ت ث د ذ ر ز س ش ص ض ط ظ ل ن )

تُبْ , ثُمَّ , دَعْ,  ذَنْبًا, َرمٰى, ِزدْ, سُمْعَةً, شِمْ, صَدْرَ, ضًيْفٍ, طَابَ, ظَنٌّ, لَهُ, نِعَمْ.

Lam-î Te´ref rats van herfan yekê werelama elîff lamê nave xwendin, bi herfa pişt xwere tê îdxam kirin û bi şedde tê xwendin. Sedemaku ji veré tê gotinha îdxam-î Şemsiye Jiberku dema roj derdikeve stêrk xuya nakin lê stêrk hene. Çawa di vê kelîmêdajî herfa lamê hatiye nivîsan, lê naye xwendin

Em Herfên îdxam-î Şemsiye li ser şemakî temaşe bikin.

Şema were çêkirin:

Di heman demêde îdxam-î şemsiye dibe îdxam-î Mîsleyn. Dirêjkirina wê qasê Elîfu nîvekêye.

Îdxamî Şemsîye di nava xweda dibe du qism:

  1. Îdxam-î şemsiyye Mîsleyn me´l Xunne:

Piştî Lam-î Te´rîf ( ا ل) Herfa ( ن ) were, (  )  wê demê „ îdxam-î şemsiyye mîsleyn meal xunne çêdibe.“

Mînak:

Wennasî, Wennarî.

انَّاسُ وَ ‫, وَا انَّارُ

  1. Îdxam-î Şemsiyye Mîsleyn Bîla Xunne:

Piştî Lama Te´rîfê (ا ل) Bê Herfa  ( ن ) ê= Ji Herfên Şemsî yek were, wê demê „ Îdxam-î şemsiyye mîsleyn bîla xunne çêdibe“.

Mînak:

Wetturî, Wessemaî.

وَا اطُّورِ‫, وَا اَّسمَآءِ

Îzhar-î Qemeriyye

Piştî Lama Te´rîfê (ا ل) Ji herfên Qemerî yek rast were, wê demê „ Îzhar-î Qemeriyye çêdibe“.

Herfên Qemerî ( Heyv-î) 14 dene û van kelimeyande hating civandin.

Elîf- Bê- Xeyn- H´ê- Ccm- Kaf- Waw- Xê -Fê- E´yn- Qaf- Yê- Mîm- Hê.

اَبْغِ , حَجَّكَ, وَخَفْ, عَق۪يمَهُ

Piştî Lama Te´rîfê (ا ل),  jivan carde Herfan yek were dîtin, ل Lam nayê îdxam kirin û bi rengekî wekirî û eşkere tê xwendin.

Jibo çi jivan Herfanre tê gotin harfen Qemerîyye: Dama Heyv derdkive Çawa stêrk tên xweyakirin, herfa ( ل ) jî bi vê awahî eşkere tê xwendin nayê îdxam kirin.

Mînak: El ane- wel fecrî- wel qemerî.

اَلْاٰنَ‫, وَاْلفَجْرِ‫, وَالْقَمَرِ

Em Îzhar-î qemeriyye liser şemaya lêbikolin.

Tabloya hînkirine

اَلْمَاعُونَ وَالشَّمْسِ اَليَت۪يمُ اَلرَّحْمٰنُ
ف۪ي الْاَرْضِ اَلْكِتَابُ اَلصَّالِحَاتُ اَلشِّتآَءُ
اَلرَّح۪يمُ اَلنَّوْمُ اَلصَّمَدُ اَلْعَالَمُ
يَكَادُالْبَرْقُ اَلطَّلاَقُ بِاليَوْمِ اَلتُّرَابُ
الظَّالِمُونَ بِالْكَافِرِينَ وَالذَّارِيَاتِ اَلْمُفْسِدُونَ

 

Di Tabloya hînkirinêde Îdxam-î şemsiye kîjane destnîşan bikin.

Tablo

 

اَللَّيْلُ وَالْقَمَرُ اَلتَّوْبَةُ وَالْفَجْرِ
اَلشَّمْسُ اَلْمُؤْمِنُ اَلْاِنْسَانُ اَلدّ۪ينُ
اَلْبَلَدُ اَلسَّارِقُ اَلْيَوْمُ اَلذِّكْرُ
اَلْجِبَالُ وَالنَّارُ اَلصَّلٰوةُ اَلْوَاحِدُ
اَلنَّاسُ اَلْحَمْدُلِلّٰهِ وَالْعَصْرِ وَالتّ۪ينِ

 

Di Tabloya fêrbunê ya jorde, îzhar-î Qemeriyye destnîşan bikin.

PIRS

1- Lam-î te´rift tê çi wateyê?

2- Lam-î Te´rîf , ligor Herfa pişt wê tê, bi çend cureyan tê xwendin?

3- Îdxam-î Şemsiyê Çiye?

4- Herfên Şemsî çendin? Evana destpêka kîjan kelîmeyan bun?

5- Îdxamî Şemsîye, dinav xweda çend qisme? Mînakekkî bidin?

6- Piştî Lam-a Te´rife herfa ( ن ) ê were, cend Qaîdeyên Tecwîdê çêdibin?

7- Îzharî Qemeriyye tê çi wateyê?

8- Herfên Qemer-î çendin? Û kîjan kelîmande hatine tomar kirin?

9- Liser Îzhar-î Qemeriyye sê mînakan bidin.

BEŞA NEHEM

PIRSA LEFZETULLAH Ê ( ‫) الله Û CUREYÊN XWNDINA HERFA RÊ ( ر )

XWENDINA LEFZETULLAHÊ ( الله )

XWENDINA HERFA RÊ ( ر )

Xwendina Lefzetullahê

LEFZETULLAH bi wateya Kelîama lefza Xwedê ELLAH ( الله) Herfa Lamê ( ل ) ku di vê Kelîmêdaye. Ev herfa ل carna Qalin û carnajî zirav tê xwendin.

a- Şunakû zirav tê xwendin:

1- الله

Herfa beriya Lamê ( ل ) zêr be yanî dengê Î liserbe, wê demê zirav tê xwendin.

Mînak: Mîn dunîllahî- Bîllahî- Emîllahî

مِنْ دُونِ الّٰلهِ،بِالّٰلهِ،اَمِ الّٰلهِ

b- Cîhêkû Lam qalin tê xwendin:

الله

1- الله

Lefze Ellahê serê kelîmêde be,wê demê herfa Lamê qalin tê xwendin.

Mînak: Ellahû – Rebbuna- Ellahû nurussemawatî.

اَلّٰلهُ رَبُّنَا ،اَلّٰلهُ نُورُالسَّمٰوَاتِ

2- الله

Di Lefzullahê de herfakû pêşiya Lamê tê bi Ziber anji Pêşbe yanî E anjî U be wê demê, qalin tê xwendin.

Mînak: Huwellahu- Înnellahe- Nesrullahî- Resulullahî

هُوَالّلٰهُ،اِنَّ الّٰلهَ،نَصْرُالّٰلهِ،رَسُولُ الّٰلهِ

Tabloya hînkirinê

 

لِاِ حْسانِ الّلهِٰ وَالّٰلهِ ف۪ي الّٰلهِ اَلّٰلهُ
عَلَي الّٰلهِ مِنَ الّٰلهِ اَلّٰلهُمَّ حَرَّمَ الّٰلهُ
مِنْ عِبَادِالّٰلهِ نَصْرُ الّٰلهِ مِنْ رَسُولِ الّٰلهِ فَضْلُ الّٰلهِ
بِاالّٰلهِ بِاِذْ نِ الّٰلهِ اِنَّ الّٰلهَ لِلّٰهِ
هُوَالّٰلهُ الَّذ۪ي بِعِلْمِ الّٰلهِ مِنْ دُونِ الّٰلهِ رَسُولُ الّٰلهِ

Di Tabloya jorînde kîjan kelîma Lefzetullahê, zirav û kîjan qalin tê xwendin bibînin.

Çawa Xwendina Herfa RÊ

Herfa Rê Ligor herekeya xwe, qalin anjî zirav tê xwendin. Di nav u serê Kelîmêdejî cîhêkû zirav, cîhêkû qalin tê xwendin heye.

Şunakû Herfa Rê qalin tê xwendin: ( ر )

a- Herekeya ser herfa Rê Û anjî E be ( Zêr û Pêş be) Wê demê Herfa rê qalin tê xwendin.

Mînak: Errehmanû – Erreh´îmû- Nesrullahî.

اَلرَّحْمٰنُ، اَلرَّح۪يمُ،نَصْرُالّٰلهِ

b- Herfa sakinbe ( bê herekebe) , Herfa berê rê were hereka wê E anjî Û be ( Ziber -Pêş) wê demê qalin tê xwendin.

Mînak:

Wennhe´r- we´mur

وَنْحَرْ، وَأْمُرْ

c- Herfa ( ر ) sakinbe, bê herekebe, herkeya herfa pêşiya wê, Î be zêr be, herfa dû wê, bi ziber E anjî Û pêş be, herfekî qalin were wê demê, Herfa RÊ qalin tê xwendin.

Mînak:

Qîrttasîn- Îrssadîn- fîrqetîn.

قِرْطَاسٍ، اِرْصَادٍ، فِرْقَةٍ،

Herfên Qalin evin: ( Huruf- û Îstî´la) Xusse- Dexttîn- Qîzz

خُصَّ، ضَغْطٍ، قِظْ

d- Herfa Rê ( ر ) sakinbe, herekeya herfa pêşiya wê,arizî ( ne esasî) Herfa Rê Cardin qalin tê xwendin.

Mînak:

Îrke´û- Îrcî´î- Lîmenîrteda.

اِرْكَعُوا، اِرْجِع۪ي، لِمِنِ ارْتَضٰي

Agahdarî: Bi temamî Hemz-î wasila ( hemzeyê derbasbunê, hemzeyê neseknandinê) herekeyên hemzeyan re ev qaîde derbas dibe.

e- Herfa Rê ( ر ) sakinbe, bê herekebe, herfa pêşiya wêdeye, ewjî bê herekebe, herfa pêşiya wê herfêjî herekeya wê, E ziber anjî Û pêşbe cardin herfa Rê qalin tê xwendin.

Mînak:

Kelqessr. Weke,

بِالصَّبْرْ، كَالْقَصْرْ

Cîhêkû Herfa rê Zirav tê xwendin:  ( ر )

a- Dema herkeya herfa Rê Î zêr be zirav tê xwendin.

Mînak: mîn rîzqîn- e´n zîkrîllahî

مِنْ رِزْقٍ، عَنْ ذِكْرِالّٰلهِ

b- Herfa ( ر ) sakinbe, bê herekebe, Herfa pêş wê tê, hereka wê Î be , wê demê herfa zirav tê xwendin.

Mînak: Westexfîrhû, Wessttebîr.

وَاسْتَغْفِرْهُ، وَاصْطَبِرْ

c- Herfa ( ر ) sakinbe, herfa pêşiya wêjî sakinbe, ( bê herekebe) herfa pêşiya vê herfê jî herkeya wê zêr î be, wê demêjî herfa rê zirav tê xwendin.

Mînak: Bessîr- qedîr- zîzzîkr.

بَص۪يرْ، قَد۪يرْ، ذِي الذِّكْرْ

d- Herfa sakinbe, herfa pêşiya wê ye, ji herfên lînê yê ( ي ) be, zirav tê xwendin.

Mînak: Xeyr- seyr:

خَيْرْ، سَيْرْ

Cîh û warêkû Herfa Rê ( ر ) kare hem qalin û heman demêjî zirav were xwendin.

Rewş heyekû herfa ( ر ) têde hem qalin û hemjî zirav tête xwendin.

a- Herfa ( ر ) sakinbe, bê herekebe, Piştî wê herfa ku di esasê xwede qaline û herkeya wê jî zêr î ye, kare hem qalin û heman demêde zirav jî were xwendin. Di Qûrana pîrozde tenê yek mînak heye. Ewjî di Sureya Şûa´ra ayet 63 deye. Kullu fîrqîn.

كُلُّ فِرْقٍ

b- Dema herfa sakinbe, bê herekebe, herfên pêşiya wê tênji, herfên qalin yekbe û ewjî sakinbe û bê herekebe, herfa pêş wê herfêjî, bi zêr î be wê deme hem kare hem qalin hemjî zirav were xwendin.

Mînak: Mîn mîssr- E´ynel qîtr.

مِنْ مِصْرْ،عَيْنَ الْقِطْرْ

TABLOYA HÎNBUNÊ

 

وَضْرِبْ وَأْمُرْ حِجْرْ رَبُّهُمْ
مُرْدِف۪ينَ يُر۪يدُ رُشْدًا رِجَا لٌ
رِبِّيُّونَ رُجُومًا ف۪ي مِرْيَةٍ مِرْصَادٍ
اَرْحَمَ فَكبِّرْهُ وَلاَ بِكْرْ اِرْكِبْ
بَص۪يرٌ اِرْتَابُوا وَاسْتَغْفِرْهُ وَا لْعصْرْ

 

Di Tabloyêde şunaku Herfa Rê qalin tê xwendin destnîşan bike.

 

وَنْحَرْ بَص۪يرٌ الرَّحْمٰنُ مِنْ رِزْقٍ
اِرْكَعُوا فِرْقَةٍ وَاصْطَبِرْ لِمَنِ ارْتَضٰي
مِنْ شَرٍّ اَلرَّح۪مُ قَد۪يرٌ اَرَأَيْتَ
قِرْطَاسٍ وَا سْتَغْفِرْهُ اِرْجِع۪ي سَيْرٌ
خَيْرٌ نَصْرُالّلهِ عَنْ ذِكْرِالّٰلهِ عِمْرَانَ

 

Di tabloya hînkirinêde cîhêkû herfa Rê zirav tê xwendin bibîne.

 

رَسُولٌ اِذَايَسْرْ رَحْمَةُالّٰلهِ كُلُّ فِرْقٍ
يَصْطُرُونَ رَاغِبٌ اِحْرَاقٍ رَاعُونَ
رَف۪يقٌ اَنْ اَسْرْ مِدْرَارًا رِزْقٌ
اِشْرَاقٍ صَبْرٌ رِجَالٌ عَيْنَ الْقِطْرِ
ذِكْرُالّٰلهِ مِنْ مِصْرْ وَف۪ي الرِّقَابِ فَاَسْرْ

 

Di tabloyêde cîhêku herfa Rê hem qalin û hemjî zirav tê xwendin nîşan bide.

PIRS

1- Lafzetullah tê çi wateyê?

2- Lefza Allah ê kengê û çi rewşêde zirav tê xwendin?

3- Lefza Allah kengê û çi rewşêde qalin tê xwendin?

4- Herfa Rê bi giştî cend cureyan tê xwendin?

5- Herekeya Herfa Rê demi E Ziber û Pêşbe, cawa tê xwendin?

6- Herfa Rê kija rewşêde qalin tê xwendin?

7- Herfên qalin di zimanê erebîde kîjanin? Û di kîjan kelîmeyande hatine berhevkirin?

8- Herekeya herfa Rê zêr î be çawa tê xwendin?

9- Herfa Rê kîjan rewşêde zirav tê xwendin?

10- Herfa Rê di kîjan rewşande hem zirav û hemjî qalin tê xwendin?

BEŞA DEHEM

ZAMÎR Û SEKTE

ZAMÎR

SEKTE

Zamîr ji çira tê gotin? Û çawa tê xwendin?

Ne ji esasên kelîmêye, lê li dawîya kelîmê wek herf hatiye pêvakirin. Di zimanê Kurdîde wek „ew“ kes herfa ( HÊ) re tê gotin zamîr. ( ه ه )

( ه ) , ( ه )

Mînak: H´emelthû- Rebbehû- bîhi.

حَمَلَتْهُ،رَبَّهُ،بِه۪

Zamîrakû di dawîya kelîmeyande ye, henek rewşande tê dirêjkirin û henekî rewşandejî nayê dirêjkirin.

a- Rewşên kû Zamîr bi dirêjkirinê tê xwendin.

1- Hefa pêşiya zamîrê bi herekebe, zamîr tê dirêjkirin bi meddê tabîî xwezayî tê xwendin.

Mînak: Rebbehû- Lehû- semîe´hû.

رَبَّهُ، لَهُ،سَمِعَهُ

Di van rewşande Zamîr bi dirêjkirinê med-ê tê xwendin. Yanî piştî zamîrê wek med heye, tê xwendin û qasê yek elîfê tê dirêjkirin.

2- Herfa pêşiya Zamîr bi herekebe, pişt wê Hemze were dibe Meddî Munfasîl (Medda jihev cuda). Wê rewşêde qasê çar elîfan tê dirêjkirin. Qasê elîfekî dirêjkirin wacip, çar elîfan caîze.

Mînak: Ayatîhîîîî Enneke- Emruhuuuu Îza

اٰيَاتِه۪ٓ اَنَّكَ، اَمْرُهُٓٓ اِذَا.

b- Rewşên kû zamîr bê dirêjkirinê tê xwendin.

Di henekî rewşande ev zamîr nayê dirêjkirin. Ev rewş evin.

a- Herfa peşiya zamîrê sakinbe ( bê herekebe bi cezm be) zamîr nayê dirêjkirin.

Mînak: Nunekkîshû- Nu´emmîrhû- L´ebîyhi.

نُنَكِّسْهُ، نُعَمِّرْهُ، عَلَيْهِ.

b- Beriya zamîrê ji herfên Med yek were, zamîr bêyê kû were dirêjkirin tê xwendin.

Minak: Fîhî- Enzelnahû- Lî-ebîhî.

ف۪يهِ، اَنْزَلْنَاهُ، لِاَب۪يهِ

c- Di henekî kelimeyande ev herfa wek zamîr tê ditin, lê di eslê xwede ne zamîre. Herfak û di dawîya kelîmêdeye, li ji eslê kelîmeye, ne zamire , bê dirêjkirin tê xwendin.

Mînak: Leîn lem yentehî- Fewakîhû- Manefeqehû.

لَفَوَئِنْ لَمْ يَنْتَهِ، اكِهُ، مَانَفَقَهُ.

d- Herfa piştî zamîrê sakinbe, herfa beriya zamîrê, dixwazî sakinbe, dixawze bi herekebe, ev zamîr bêkû were dirêjkirin tê xwendin.

Mînak: Kursiyuhu ssemawatî- A´hede e´leyhullahe.

كُرْسِيُّهُ السَّمٰوَاتِ، عَاهَدَ عَلَيْهُ الّٰلهَ.

TABLOYA HINKIRINÊ

عَلَيْهِ مِنْ اٰيَاتِه۪ نُعَمِّرْهُ سَمِعَهُ
اِسْمُهُ ف۪يهِ بِه۪ كُرْسِيُّهُ السَّمٰوَاتِ
اَنْزَلْنَاهُ عَلٰي حُبِّه۪ مَواز۪ينُهُ يَرَضٰيهُ
فَوَاكِهُ عَنْهُ لِاَب۪يهِ نُنَكِّسْهُ
مِنْهُ بِيَدِه۪ فَاُمُّهُ خُذُوهُ

 

Di tabloyêde cîhên ku zamîr tê dirêjkirin bibînin.

 

بِيَدِه۪ مَاابْتَلٰيهُ رَبِّه۪ مِنْهُ
خُذُوهُ فَاُمُّهُ مِنْ اٰيَاتِه۪ عَلَيْهِ
اِنَّهُ سَمِعَهُ ف۪يهِ نُعَمِّرْهُ
فَبَشّرْه بِعَذَابٍ عَنْهُ هَدَيْنَاهُ اِسْمُهُ
مَالَهُ لِاَب۪يهِ بِه۪ وَاجْتَبَاهُ

 

Di tabloyêde cîhê kû zamîr nayê dirêjkirin nîşan bidin.

Sekte çiye? Û çawa tê xwendin?

Gotina sekteyê di ferhengêde tê wateya; bêdengbun, seknandin, navberdayin û birîna gotinê.

Di wateya xwe ya îlmê Tecwîdêde; Di Kitêba pîroz Qur´anêde, henekî kelîmeyên ku tên zanîn, Di taybetmendiya wan kelimeyande tên naskirin, Ev kelîme dema rastê me werin, deng û nefes tê seknandin (tê birîn) û berdejam tê xwendin, jivê seknê birîna nefes û dengêre tê gotin „ Sekte“.

Di Qur´ana pîrozde tenê car cîhande sekte heye, ji vanan dudu li le ser herfa Elîfê û duduyê dinjî liser sûkûnê ne.

Ev Sekte li jêrêne.

a- Sureya Kehfê ayet 1 û 2 de ye: δwecen qeyyîmen, Di vê ayeta hande, li ser δwecenê tê seknandin û sekte li wê der çêdibe. Di vierde jibokû wateya ayetê şaş neyê fehmkirin Sekte tê çêkirin.

عِوَجًا،،،،عِوَجًا قَيِّمًا

b- Sureya Yasîn ayet 52. de: Mîn merqedîna haza, li ser mîn merqedîna tê seknandin û sekte tê çêkirin. Li vîderêde sedemê çêkirina sekteyê, jiberkû wate ya gotinan tevlîhev nebe.

مِنْ مَرْقَدِنا،،،،مِنْ مَرقَدِنَاهٰذَا

c- Sureya Qiyame ayet 27 deye: We qîle men raqq, ev xwendina we qîle men û piştre sekte tê çêkirin. Di vê derêdejî jiboku were zanîn ev herde kelîme jihev cudane ne yek kelimeye.

وَق۪يلَ مَنْ،،،،وَق۪يلَ مَنْ رَاقٍ

d- Sureya Mutaffîfîn ayet 14 deye: Kella bel rane, Piştî kella bel ê sekte tê çêkirin . Di vêderêdejî jibok û were zanîn ev herdu ne yek kelîmene, du kelîmeyên jihev cudane.

كَلاَّبَلْ،،،كَلاَّبَلْ رَانَ

PIRS

1- Zamîr tê çi wateyê?

2- Herfa pêşiya Zamîrê bi herekebe, zamîr çawa tê xwendin?

3- Herfa pêşiya Zamîrê sakinbe, zamîr çawa tê xwendin?

4- Herfa pêşiya Zamîrê bi herkebe û pişt zamîrêjî hemze were, kijan med çêdibe?

5- Herfa piştî zamîrê sakin be, zamîr bi çi awahî tê xwendin? Bi mînakekî pênase bikin.

6- Sekte çiye? Çawa çêdibe?

7- Di Qur´ana pîrozde Sekte çend cîhande heye?

8- Ayetên sektê de, sekte çêkin û bixwînin.

BEŞA YAZDEHEM

WEQF-E Û ÎŞARETÊN WEQFÊ

WATEYA WEQFÊ ÇIYE?

CUREYÊN WEQFÊ

LIGOR PÊNASE Û ÎŞARETAN CUREYÊN WEQF-Ê

QURALÊN WEQF-Ê

Weqf-e çiye? Tê çi wateyê?

Kelima Weqf- ê di ferhengêde; girten, seknandin, birîna deng û navber dayin.

Di zanyari ya Tecwîdê de, Dema xwendina Qûrana pîroz tê kirin, di dawîya ayetan u nav ayetande seknandin.

Mînak: Nefsen îlla wuse´ha- Elhemdu lîllahî Rebbîl alemin.

نَفْسًااِلاَّوُسْعَهَا)ط(لَهَا،،،اَلْحَمْدُلِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَ.

Cureyên Weqf-ê

Ligor cudabun û îşaretên Weqf-ê , cure û şiklên Weqf-ê hene. Ev Teqsîm û jihev cudakirina Weqfeyan, cara yekem Îmam Secawend Xweda jê razî çêkiriye. Jibo kû ev zanyar, alim û pîsporê xwendina Qur´ana pîroze, va tişta giring pênase kiriye, jivê qaîdêre Weqf-ê re hatiye gotin Secawend.

Ligor Îşaretan cureyên Weqf-ê.

Weqf-î Lazim: ( م ) Mim

Cîhê ev îşaret were ditin pêwiste seknandin çêbibe. Ger seknandin çênebe, wate diguhere.

Weqf-î Mutleq: ( ط) Ttê

Weqfa Mutleq e. Seknandin şerte.

Weqf-î Caîz: ( ج ) Cîm

Di dîtina vê îşaretêde seknandinjî, berdewamkirina xwendinêjî caîze, yanî di cîhdeye. Lê seknandin baştire.

Weqf-î Mucewwez: ( ز )

Di vê îşaretêde seknandinjî, derbasbunjî caîze. Lêbelê xwendin baştire ji seknandinê. Nefesa mirov têrê neke mirov kare bisekine.

Weqf-î Murexxes: ( ص) Ssad

Dema Xwendinêde nefes teng be, kare bê seknandin. Îşaretê Musaadeye.

Cureyên din yên Weqf-ê

( قِفْ ) „Qîf“ – tê wateya raweste ( bisekine) . Di vê îşaretêde rawestan baştire.

( لا ) Lam– Cîhêkû ev îşaret têdebe rawestan çênabe. Ev îşaret tê wateya raneweste.

a Eger rawestan çêbe du rewş derdikevin holê, ger rawestan dawiya ayetê be, mirov xwendina xwe ji despêka ayeta pey re dest pêdike.

Mînak: ( لا, ل ) Wel Qur´anîl hekîm… Înneke lemînel murselîn.

وَالْقُرْاٰنِ الْحَك۪يمِ       isareta ayete   اِنَّك لَمِنَ الْمُرْسَل۪ينَ   ل

b- Dema rawestan di nava ayetêdebe, Kelîmeyên ku berê hatine xwendin ê (uygun) destpêdibe û tê verdejam kirin.

Mînak: ( ل , لا ) Mîmma rezeqekumullahû qalellezîne keferû.

مَّا رَزَقَكُمُ الّٰلهُ قَالَ الَّذ۪ينَ كَ

( صِلِي ) Ssellî : Tê wateya derbasbe, raneweste, Lêbelê mirov kare di vê îşaretêdejî raweste.

( ق ) Kaf: wateya wê îşaretê , wek îşareta berêye.

( ع ) A´yn: Îşareta Rukû´eye. Tê wateya bidawî anîna babetê. Di behsa nimêjêde ev Îşaret were dîtin, gere xwendin were seknandin û Rukû a Nimêjê were pêk anîn.

( :. ) Sê nuqte:

tê gotin, Weqf-î mua´neqe (Mua´neka) . Di van îşaretande yekêde rawestandin çêbe, gere ê dinde çênebe, nexwe wate ya ayetê tê xera kirin.

( ق ) Qaf: Cîhê vê îşaretêde karin rawestin. Lêbelê îmamên Qîraetan gotine mirav raneweste çêtire.

( مَدْ ) Med: Alemeta dirêjkirinê li ser herfê tinebejî, ev îşaret, herfaku tê dirêjkirin di bin wîde cîh digre. Wateya wê ev herfakû ev îşaret, di binê wêde cîh digre, qasê Elîfekî tê dirêjkirin.

( قَصْرْ ) Qesr: Cîhêkû dirêjkirin xuya dike, dibin herfêde tê dîtin, wê demê herf nayê dirêjkirin, tê kinkirin.

Qaîdeyên Weqfê

Dema xwendina Qur´ana pîrozde, di rawestandina kelimeyande henekî Qaîde hene. Em karin van Qaîdeyan weha bi rêzkin.

a- Weqf herdem li ser sûkûn çêdibe. Ev sûkûn ya sûkûn-î ariz-e anjî sûkûn-î lazime. Di vê rewşêde herfa dawi sakin yani bê hereke tê xwendin. Di rawestandin anji seknandina xwendinêde hereka herfa dawi nayê xwendin.

(  ) Îze şşemsu kuwwîret, Elh´emdulîllahî Rebbîl a´lemîn.

اِذَاالشَّمْسُ كُوِّرَتْ، اَلْحَمْدُلِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَ.

b- Du ziber, du zêr, du pêş.(en, În, Un) jiberku bi zêdehîya wan bi herfa elîfê tê nivîsandin. Ev rawestandin bi Elîfê tê kirin. Dema rawestandin çênebe Elîf nayê xwendin. En, în û un tê berdewam kirin.

Mînak: Mewquten, Kebîyren, Sewaen, Maen.

مَوْقُوتًا، كَب۪يرًا، سَوٓاءً، مَٓاءً.

c- Kelîmeyên ku herfa wan ê dawi tê ya gloverikbe ( ۀ ) dema rawestandin çêbe, ev Herf wek Hê ( ة ) tê xwendin.

Mînak: Nasîbeten- Nasîbeh, Muttehheretun- Muttehhereh, Qeyyîmetun- Qeyyîmeh.

نَاصِبَةٌ) ,) نَاصِبَهْ( ,(،مُطَهّرَةٌ) ,) مُطَهَّرهْ( ,( ، قَيِّمَةٌ) ,) قَيِّمَهْ)

d- Henekî kelîme hene derveyî Qaîdeyan, bê tenwîn (  ) en in un, hatine nivîsandin. Rawestandina di van kelimeyande, ev elîf wek herf-î med tên xwendin.

Mînak: Lakînna, Erresula, Qewarîra. (  )

لٰكِنَّا، اَلرَّسُولاَ، قَوَار۪يرَا

e- “Ha”yakû îşareta zamîrêye ( هٰذِه۪ ) Hazîhî (   ) dema liser vê kelîmê rawestandin çêbe, ev herfên hê bi cezm tên xwendin.

Mînak: Hazîhî (    ) Hazîh, E´leyhî (     ) E´leih, δnde Rebbîhî, δnde Rebbîh (     )

هٰذِه۪، ) هٰذِهْ ( ،عَلَيْهِ)  عَلَيْهْ  ( ،عِنْدَرَبِّه۪ ) عِنْدَرَبِّهْ

f- Îlla huwe ( اِلاَّهُوَ،وَلِيَ، اُوتِيَ ) Welîye, Ûwtiye.

() sekna di van kelimeyande be pek anin, kelimeyande med çêdibe, kelime tên dirêjkirin.

g- Herfa dadawiye ku weqf-e ser çêdibe bi şedde be, ser sedd e rawestandin çêdibe.

Mînak: El emanîyy. ( اَلْاَمَانِيّْ )

TABLOYA HÎNBUNÊ

ط قِفْ م لاَ
ع ك :. :. ق
ص صِل۪ي ج ز

 

Îşaretênku weqf-ê didine nîşandan, wateya wan bibêjin.

PIRS

1- Weqf tê çi wateyê?

2- Weqf-î lazim tê çi wateyê? Mînakek bide.

3- Rawestandin di Weqf-î lazimde pêk neyê çi çêdibe?

4- Weqf-î Mutleq tê çi wateyê?

5- Weqf-a Mucewwez tê çi wateyê?

6- Weqf-a Murexxes tê çi wateyê?

7- Ji Îşaretên Weqf-ê pênc heban bêje.

8- Kelimeyên ku bi tenwînin „en, în, un“ çawa rawestandin pêk tê?

9- Liser têya () gloverik çawa tê rawestandin?

10- Herf bi şeddebe rawestandine kî bi ci rengî çêdibe?

BEŞA DOZDEHEM

SECDA TÎLAWETÊ Û AYETÊN SECDÊ

SECDA TÎLAWETÊ (SECDA XWENDINÊ)

PÊKANÎNA SECDEYA TÎLAWETÊ

Wateya secdeya tîlawetê çiye?

Kelîma Secdê di Ferhengêde, Hurmeta herî bilind û danîna enîyê liser erdê ye.

Wek Terîm Secda tîlawetê, yanî secda xwendinê. Di Qur´ana pîrozde di carde ayetande heye. Di xwendin û gohdarikirina van ayetande, dema cîhê secdê hat, secde tê kirin. Jiber wê sedemê jêre tê gotin secdeya xwendin ê Tîlawetê.

Pêk anîna secdeya Tîlawetê

Ger ayeta secdê li ser nimêjê were xwendin, secda tîlawetê di nava nimêjêde gere were pêk anîn. Ger derveyê nimêjê, an be xwendin, anjî bi guhdarîkirin, leqî mirov were, mirov kare piştre cîhekî u demekî musaîd de pêk bîne.

Ayetên secdê ên tên xwendin u guhdarîkirin, jibo her ayetê gere secdeyên cuda bên kirin. Lê eger heman ayet gelekî bê tekrarkirin, yek car secde bese. Secdeya Tîlawetê her kes kare serê xwejî û bi îmam, melerejî secdê pêk bîne.

Sureyakû an ayetakû mirov dixwîne û secde têdeye, ayeta secdê û cîhê secdê nexwîne Mekruh e. Nêzikê heramê ye.

Secdeya Tîlawetê bi vê awayî tê kirin.

Kesê secdê dike, Radibe piya, kare roniştîjî pêk bîne.

.Berê xwe dide qîblê, jibo Secde niyet dike, ( Min niyete ez dikim secda Tîlaweta Qur´anê) Kare wek ser nimêjê destê xwe rakejî, ranekejî û bêje ALLAHU EKBER û biçe secdê.

Di secdêde sê cara dibêje „ Subhane Rebbiyel -A´la.“

Dibêje ALLAHU EKBER û radibe ji secdê û wiha dibeje, „ Semî´na we Ete´na xufraneke Rebbena we îleykel messîr“

Bi vê rengê secdeya tîlawetê tê temam kirin.

PIRS

1- Kelima Secdê di Ferhengêde tê çi wateyê?

2- Secda Tîlawetê çiye?

3- Di nav Nimêjêde secda Tilawetê çawa tê kirin? Lêkolîn bikin.

4- Derveyê Nimêjê Secda Tîlawetê çawa tê pêk anîn?

5- Di Qur´ana pîrozde cend ayetên secdê hene?

BEŞA SEZDEHEM

LAH´N

LAH´N

LAHN-Î CELÎ

LAHN-Î XEFÎ

Lah´n çiye?

Kelima Le´hn ê di Ferhengêde; „ kirina xetayê, ji durketina ji rastiyê“.

Di wateya Îlmê Tecwîdê de Dema xwendina Qur´ana pîroz pêk tê, Xwendin û mexrecên herfan, sifatên wan û herekeyên wanande, xwendin derveyê qaîdeyên tecwîdê bê kirin, jêre tê gotin „La´hn“ Navê kêmasî û xetayên xwendinê Di Tecwîdêde La´hne.

Mînak: Xwendina kelîma Xeleqê-  ( خَلَقَ ) Bi heleqê. ( حَلَقَ ) were xwendin

حَلَقَ  wek  خَلَقَ

Leh`n dû cureye

a- Leh´n-î Celî ( şaşiya eşkere)

Ev di xwendinêde, şaş xwendina bi curekî eşkere. Dema xeta û şaşiyên bi vê awayê werin kirin, naverok u wate diguhere. Mînak ev kêmasî ser Nimêjê werin kirin Nimêj betal dibe. Têk diçe.

Ev şaşî bi sê şiklan pêk tê; Herf, Hereke û sûkûnin.

1- HERF: Xeta û kêmasiyên kû di xwendina Herfande werin kirin, Sîfetên Herfan tên guhertin.

Mînak: Gotina (  ) Xeleqê- Afirand, dema em vê herfê bikin (  ) Heleqe, bi wateya Qusandin tiraş kirin.

خَلَقَ) afirand ،،،، tiras kir ( حَلَقَ ) wek we dit wate biyek cari guheri.

2- Hereke: Xeta û kêmasiyênkû di Herekêde çêdibin, guhertina herekane. Dema mirov ziber zêr û pêş biguherîne evjî şaşiyekû li gelekî xwendinande mirov dibîhîze.

Mînak: (  ) En e´mte e´leyhîm kelîma en e´mt ê (  ) wek en e´mtû (  ) were xwendin, di esasê xwede bi ziberê, lê bi şaşî bi pêş were xwendin. Dema ev hereke bi Pêşê were xwendin Wate û me´na wê xira dibe.

Were xwendin wateza kelime xera dibe. (،اَنْعَمْتُ،) kelima، ( اَنْعَمْتَ )، gotina (،اَنْعَمْتَ عَلَيْهِمْ، )،،

Sûkûn: Şaşiyên kû di Sûkûnêde tên dîtin, herfakû sakine lê bi herege tê xwendin.

Mînak: (  ) kelîma Lîqewmîn de herfa Wawê bi hereke were xwendin, (  ) Lîqewemîn were xwendin.

Were xwendin naverok xira dibe  ( لِقَوَمِ ) wek  (،،،لِقَوْمِ،،،،) Kelima

Qasêkû mirov di xwendina Qur´ana pîrozde ji xeta û kêmasiyên Lahn-î celî xilas bike, xwendina îlmê Tecwîdê Ferze.

Lehn-î Cel-î ango ev kêmasiyên li jorê hatin rêz kirin, di xwendevanekî Qur´ana pîrozde werin dîtin, nayin bexşandin. Qur´ana pîroz gere li gor esasên xwendinê were bicîh anîn.

b- Le´hn-î Xef-î ( di xwendina Qur´ana pîrozde kêmasî û xetayên veşartî)

Ev kêmasî û xeta, kêmasiyên biçukin, kêmasiyên bi vê cureyî de, wate nayê guhertin û naverok naye xira kirin. Ev kêmasî ew qaîdeyênkû di babetên Îlmê tecwîdêde me dîtin, wek Îxfa- Îzhar, û îdxamêne, wate û naverok nayê xira kirin, lê qaîdeyên Tecwîdê nayin bi cîh anîn.

Ev Şaşî bi dû avahîyan derdikeve holê:

1- Ev şaşî, Nedirêjkirina îdxam- îxfa- îzhar û îqlabêye.

Mînak: ( مَنْ اٰمَنَ ) xwendina kelîma Men Amene yê bi Îxfa.

( مَنْ اٰمَنَ ) Xwendina kelîma Mîn be´dî bê bi cîh anînan qaîdeya îqlabê.

م

2- Di tekrarkirina Herfa Rê ( ر ) û di xunnekirina herfa ( ن ) Nûn ê de mubalexekirin.

Mînak:Di Kelimeyên ( اِنَّ ) Înne û Mîn Şerrî ( مِنْ شَرٍّ )  mirov zêde liser herfa bisekine û bixwîne.

PIRS
1- Kelîma Leh´ nê tê çi wateyê?
2- Leh´n çiye Û Te*rîfa wê bêjin.
3- Cend cure Leh´n heye?
4- Leh´n-î Celî tê çi wateyê?
5- Leh´n-î Celî çend cureyan tê pêk anîn?
6- Di babeta herfande, ji Leh´n-î Cel-î mînakek bide .
7- Leh´n-î Celîyê-kû di Herekeyandeye, Wateya kelîmê xira dike an na?
8- Kêmasî û Şaşiyênkû di Sikûnêde ne, bi çi şiklîne?
9- Leh´n-î Xef-î tê çi wateyê?
10- Leh´n-î xef-î çend şiklande pêk tê?
11- Du Mînakan liser Lehn-î xef-î bide?

PIRTUKA PÎROZ QUR´ANA PAQIJ
Gotina Xwedaye ev, hem pîrozû hem pake
Rê nîşanî me dide, hem ronî û hem çake
Bê wê jiyan kêm dibe, mirov diçe hîlake
Bi wê jiyan temame, bi kesayet û civake
Ev îkrama tenebe, rêya me hatû bate
Jibo em rê bibînin, ferman selat zekate
Fermana teyê dîtir, edalet û xebate
Alîkariya mezlûm, emrê cehdû lebate
Ferman dike bixwine, bihizire bibine
Binivise ferbibe, bixwine zana bibe
Xewcuyan hisyar dike, berdewam roni dide
Ji nezanan xuy dike, ji zanayan hes dike
Ewe dermane dilan, ewe rehetiya can
Behs dike ji cirokan, jibo ders were hildan
Hikmete dide insan, daku bihist be cihan
Dibe nekuje tu can, xera neke welatan
Malu milk tev e Yezdan, belavke li ruhberan
Nebe dile nefsa xwe, nasbike pexemberan
Ez ci bejim misilman, bixwine bibe insan
Binave desthilate, em durxistin ji Qur´an
Hafiz Ahmet TURHALLI

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply