Derbarê jiyan û berhemên Baba Tahir de hinek agahî

Baba Tahirê Uryan kesayetiyek kurd ê mezin e ku di sedsala 11an de an jî gor riwayeteke din derdora sala 930 de hatiye dinê û  jiyaye û bi ramanên xwe, bi dîtinên xwe yên mîstîk û felsefî, bi dubeytî, bi carînan (rubayî/çarîn) mohra xwe li dîrokê daye. Helbestên xwe bi zaravayê Lorî  yên Kurdî nivîsandine. Di heman di dewra Siltanê Selçûqî Tugrul Bey de jiyaye. Di çavkaniyan de der barê jiyana wî de agahiyên zêde nînin.

 Li gor îdeayeke din, Baba Tahir di dema hikûmeta Hakewî û Daylemî ya Hikûmeta Hemdanê de jiyaye. Ew hevdemê Îbnî Sîna ye ku di sala 428 H. (1037 M.Z.) wefat kiriye. Li gorî pirtûka bi navê Rahatu’l Sudur, Baba Tahir hevdemê Nesredîn-î Tûsî ye ku di sala 672 hicrî (1274 hicrî) de wefat kiriye.

Li ser zimanê Baba Tahîr jî gengeşî hene lê xebat û belgeyên îroyîn nîşan didin ku Baba Tahir Hemedanê ye û Lorî ye. Dîroknas dibêjin ku Baba Tahir ji eşîra Lorî bû. Baba Tahir zimanên Hemedanî û Loristanî bi kar anîne. Di navbera van her du zimanan de ferqa zaravayî hebû. Lê zaravayê Baba Tahir bi serê xwe zaravayek bû. Ne dişibiya van herdu zaravayan. Nam=Num, Reftem=Reftum, ev peyv dişibin Lorî. Vac=Qese, kar=kirdin, vana dişibin zaravaya navendî ya hersê beşên din ên kurdî. Lê belê, têgînên Mikro=Eyka û Eye=Det dişibin zaravayê goranî.[1]

Gelek caran ku Baba Tahir di helbestên xwe de behsa jiyana bêmal û bêcihtiyê dike, bi kerpîçan wek balîf radizê û her tim di tengasiyê de ye, nîşan dide ku ew jiyaneke qelenderî an jî yarsanî dijî. Dibe ji ber vê sedemê paşnavê “Uryan” girtibe. Uryan, rut/tezîbûn e. Dema ku em têne dinyayê rût têne dinyayê û em ne xwediyê tu tiştekîne, di sofîtîyê de jî ew fîkre heye, dibe ku Baba Tahîr jî ji bo wê  ’’Uryan’’ bikaranîbe.

Baba Tahir heta sedsala me baş nehatibû naskirin, ji ber ku hejmareke bisînor ristên wî di tazkireyên sedsala 19. de hatin dîtin. Ji sala 1885an ve, lêkolînên rojhilatnasan û lêkolînên li Îranê yên li pey van lêkolînan, ne tenê van çarînan zêde kirine, lê di peydakirina hin xezalên wan de jî bûne alîkar. Werhasil, Vahîd-î Destgirdî heştê û heft risteyên ku heta wê demê dihatin zanîn, kir 296an û hejmara xezelan jî ji yek kir çar û bi navê Dîvan-i Kamil-i Baba Tâhir Uryan çap kir. (Tehran 1306 hş.). Lê belê, wekî ku di rûbaîyên Omer Hayyâm de tê dîtin, zehmet e ku mirov bibêje ku ev hemû ristên Baba Tahir in.[2]

Helbestên wî bi awayê Dubeyitê ne û wezna van helbestan ji rubaiyan cuda ye. Ji ber ku berhemên wî dest gel de derbas bûne, bi demê re di nav gel de guherîne. Ji ber vê sedemê, hinek ji wan nekarîbûne orîjînal bimînine. Berhema wî ya herî girîng berhema Erebî Kelîmâtu’l-Qisâr (Gotinên Watedar) e ku tê de fikrên xwe yên li ser mijarên exlaqî û mîstîk radigihîne. Ev xebat ji 23 beşan pêk tê. Wergerên farisî û erebî hene. Her wiha beşên ku bi tirkî hatine wergerandin jî hene. Mixabin hîn Kurdî ya wê tune. Beşek ji vê berhemê jî ji aliyê mûzîkjenên Îranî ve hatiye çêkirin. (Mohsen Namjoo)[3]

Pirtûka xwe yê din jî Dîwana Dubeytîyan e. Em li wir hinek çarînan bidin;

“Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse
Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye”

Çarîneke din;

“Werin sotîdilan em lev bicivin
Li ser derdê xwe pevre bipeyvin
Terazî bînin em derdan bipîvin
Derdê kê girane em tev bibinin”

Çarîneke din;

“Xem û derdê min ji ettar bipirse
Dirêjiya şevê j’nexweş bipirse
Hemû mexlûqat halê min dipirsin
Tu ku can û dil î, yek car bipirse”

 

Nivîs: Firat Bawerî

Çavkanî: 

[1] rudaw.net/turkish/opinion/15122020

[2] Ansîklopediya Îslamê ya TDV, c.4, r.370-371 rûpelên 370-371 de cih girtiye.

[3] https://kundir.net/baba-tahir-uryan-siirlerinin-dili/

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply