Rêzehevpeyvînê Jina (24) – Reyhan Sarhan

Lokman Polat – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Reyhan Sarhan – Di sala 1981’ an de li Êlihê hatim dinê.

Di sala 1992 an de, tevî malbata xwe me koçî İzmirê kir.

Ji bo sedemên koçberiyê min derfet nedît biçim dibistanê.

Lê belê min xwe bi xwe, hînî xwendin û nivîsandine kir û hetanî lîse berdewam kir. Ez ji sala 2002 an ve kurdî dixwînim û dinivsînim. Ez demeke dirêj di nav kar û xebatên Jinan de mam, min beşdarî li gelek çalakiyên bo mafên mirov û jinan kir. 

Helbestên min, di Kovarên wek W, Kovara  Çîrûsk, Welat, Welatê me, Rojeva welat, Azadiya welat, Newaya jin û Kovara Tîroj de, hatin weşandin.

Ez demekê wek rojnameger jî xebitîm nûçe û dosyayên min di Newaya jin û Azadiya welat de hatin weşandin. 

Ev demeke dirêj e, li ser helbest û pexşanên wêjeyî dixebitim. Heya niha sê pirtûkên min yên helbestan hatine çapkirin.

Berhem û pirtûkên min yên ku heta niha hatinê weşandin ev in:

-Dilopek Ji Ezman- Weşanên Tevn, 2006,  Helbest

– Her Yek Ji Me- Weşanên Do, 2011, Helbest

-Mijdar- Weşanên Do, 2013, Helbest

Lokman Polat – 2 – Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Reyhan Sarhan – Min di zarokatiya xwe de (1992) ji xwe dipirsî; çima em jî wek zarokên gelên din ne li welatê xwe dijîn? Çima em ne li nav mêriv û gundê xwe nê? Min çend salan zarokatiya xwe bi van pirsan derbas kir? Di salên  1998-1999 an de ez beşdarî nav saziyên kurd bûm. Min hewl da ku bersiva pirsên xwe bibînim û lêgerîna xwe li jiyanê bi vî hawî berdewam kir. Min di gelek komele û saziyên cuda de kar û xebatên civakî û siyasî berdewam kir. Li nav van kar û xebatan, min xwest bi awayekî din xwe îfade bikim û bînim ziman. Min li vir dest bi xwendin û nivîsa kurdî kir.      Min bi riya helbestê bêhtir xwe û hestên xwe yên zarokatî rave kirin.   Min bi xwendinê cîhana helbestê nas kir, û berdewam min helbesta kurdî 

Lokman Polat – 3 – Rola jinê di çand û wêjeya kurdî de çi ye?

Reyhan Sarhan – Rola jinê di wêjeya kurdî de gelek mezin e, bi pirsekê nayê îfade kirin û şîrove kirin.  Ji bo ku ev mijareke kur û taybet e. Ger em îro bi vî zimanî diaxivin ev jî keda dayîka me ye û em kurd deyndarên dayîk û jinên xwe ne. Dayîkên me û pîrên me ev ziman hînî me kirin û em bi vî zimanî mezin kirin û gehandin hetanî roja me ya îro. Li vir dixwazim bibejim ku ev dema ku em tê de ne demek giran û dijwar e. Zarokên me bi zimanên cûr be cûr mezin dibin û zimanê me jî wek berê em nikarin bibêjin ku pir pêş ketiye. Zarok pêşeroja me ne, û ciwan jî. Ev berpirsyarî ne tenê ya jinê ye, ya hemû beşên civaka me ye. Ger mirov  nikaribe zimanekî  biaxivê, binvîsê û bixwînê em ê çawa qala wejê û çanda wî zimanî bikin? 

 

Lokman Polat – 4 – Naveroka roman, çîrok û helbestên te zêdetir li ser çi ne?

Reyhan Sarhan – Piranî helbestên min mijarên wan serbest e û ez nikarim bibêjim aha ez tenê li ser mijarekî kur dibim. Her tişta di jiyanê de heye mijara helbestên min in. Mijarên helbesta min, evîn, rewşa jinan, xweza û bêrîkirin û gelek tiştên din in. Helbest ji serbestiyê hez dikê û ez hewl didim sînoran nasnekim. Helbest bixwe jî ji azadiyê hez dike. Ji bo hemû beşê hunêrê mirov dikarê vê yekê bibejê.

Dixwazim bibêjim ku ez tenê helbestê dinvîsim. Xwezî min karibiya roman binvîsanda, min qet neceribandiyê. Lê pir dixwazim rojekê romanê binivîsim. 

Lokman Polat – 5 – Wek jineke niviskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Reyhan Sarhan – Ez dikarim bêjim astengiyên ku tên pêşiya hemû jinan tên peşiya min jî.

Û di her qade de zahmetî henê û we hebin jî. Ev normale

 

Lokman Polat – 6 – Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Reyhan Sarhan – Ji xwe kurdî bi saya çanda wêjeya devkî hatiye roja me ya îro. Dengbêj çavkaniya me wejêvanan e. Em bi çîrok, destan û mîtolojiyên wan, bi qasetên wan mezin bûn. Ew kesên ku bi çanda devkî ev ziman parastin û anîn hetanî vê derê. Ji niha û pê de jî bar dikevê ser milê me nivîskaran. Em di demeke wilo de ne ku hem derfet hene û hesanin û hem jî pir zahmet e. Roj bi roj weşanxanên me, Roj bi roj nivîskarên me, kovarên me, zêde dibin û ji bo vî zimanî dixebitin, xizmeta wêjeya me dikin. Ev cihê kefxweşiyê ye. Bi hêvî me ji pêşerojê. Tevî hemû astengiyan jî û tevî polîtîkayên giran yên asîmîlasyonê jî ez hêviya xwe diparêzim.  

 

Lokman Polat – 7 – Tu roman, çîrok û helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?

Reyhan Sarhan – Wek min li jor jî got, roj bi roj berhemên kurdî yên nivîskî zêde dibin û bi pêş de diçin. Helbet bi qasî berhemên erênî yên neyînî jî wê hebin. Pirsgirêkên qada wêjeya kurdî jî helbet pirtir dibin. Tevî pêşketinên heyî, ez dikarim bêjim hîna riyeke dirêj li pêşiya me ye û divê em kedeke mezin bidin. Ji bo em xwe bigihînin asta wêjeya cihanî divê em bi rêk û pêk bixebitin û li karên xwe yê edebiyatê kûr bibin. Em jibîr nakin ku em wêjevanên miletîk bindest in û em ji bo vî xelkê ku li azadiya xwe digere dinivsînin. Xelkê me bê desthilatdari ye, ne welat azad e, ne perwerdeya heye û ne zimanekî perwerdê heye. 


Lokman Polat – 8 – Di dema niha de, tu roman, çîrok û helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, çîrok û helbesta nûjen di çi warî de ye?

Reyhan Sarhan – Ez di asta ku roj bi roj hêvî dide min de dibînim. Em di qada wêjeyê de, ciwanên nû dibînin û em jinên nû dibînin. Niha werger, roman, lekolîn û ceribandinên nû em dibînin. Ev jî cihê kefxweşiyê ye.

Lokman Polat – 9 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Lokman Polat – Reyhan Sarhan – Helbest, roman çîrok, û vê demê wergêr û lêkolîn li peş in û bala me li vê qadê dikşînin û li gorî min meraqek mezin heye. A herî ku li ber çavan tê xuya kirin lêkolîn, roman û wergêriya berheman e. 

Lokman Polat – 10 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Reyhan Sarhan – Dema ku ew ziman bû zimanê perwerdê û hemû civak zarokên xwe li dibistanan dan perwerdekirin wê edebiyata kurdî pêş bikeve. Û dema ew ziman bû zimanê kûçê û aboriyê aha wê gavê wê edebiyata me jî gur û geş bibê û berfire bibe.

Lokman Polat – 11 – Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Reyhan Sarhan – Wejêyek ger ku bixwazê bi peşbikevê dibe rexnevanên wê yên bê alî û kur û jîr hebin. Mixabin yên me jî hene lê pir hindik in. Pêdiviya me bi rexneya xurtkirinê, ne ya reşkirinê heye. Hem wê rexne bikê û hem jî wê riyên vekirî bide peşiya edebiyatê. Wek min got her kes rexneyên erenî li koma nêzî xwe dike û yên ku ne ji koma wan in reş dikin. Ji xwe dema mirov dixwînê mirov fêm dikê bê çiqas rexne ye an reşbûn e. Ji bo rexneyê ziman û nêzîkbûneke objektiv lazim e. Divê rexne nebe sedema ku nivîskarên berheman ji nivîsê sar bibin. Mafê tu kesî nîne ku kesî ji nivîsan sar bikin. Dibe ku her kes ne ecibînê lê yên ku di êcibînin jî hene. Hin derdor xwe wek marqa dibînin.Tenê fayda wan ji wan re ye. Rexnevanên herî baş yên bê alî ne.

Lokman Polat – 12 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Reyhan Sarhan – Bi awayekî bê alî û divê ji hev re bibin alîkar. Bi vî awayî dikarê rexnevanên pir jîr û bê alî, ji dil rexneya me û edebiyata me bi pêş bixin. Parvekirin û ked dikarê ku zanistiya me û edebiyata zimanê me jî bi peş bikeve. Edebiyat berfireh e û têra me tevan heye û em ji hev nehesidin, hev reş nekin û her kes dixwazê li vir ji bo wejêya xwe kedekê bide. Ma ji vê xweştir?

Lokman Polat – 13 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskaran li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Reyhan Sarhan – Helbet heye. Min dereng naskirin nivîskarên cîhanê. Piştî bist û penç saliya xwe min wan naskir. Ji bo ku min ew dereng nas kirin xemgîn im. Helbestvanên jin yên cîhanê bala min kişandin û ji xwer wek ekol dibînim jinên ku bi jiyan û helbesta xwe bandor li edebiyata cîhanê kirine. Hewl didim ku wan bixwînim û xwe digihînim berhemên wan. Kafka, Pablo Neruda, Sylvia Plath, Anna Ahmatova, û gelekên ku niha nikarim navên hemiyan binvîsim. Piranî ez jiyana wan nivîskaran meraq dikim û dibînim bê çi zahmetî kişandine. Ji rojnivîskên wan û helbestên wan hesdikim, ku wan nas dikim behtir tê digehejim. Helbest û rojnivîsk pir nêzî hev in. Herdû raste rast rastiya dema xwe tînin ziman û ya nivîskar û helbestvan jî.  

Lokman Polat – 14 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û ereb hez dikî?

Reyhan Sarhan – Piranî ji bo min nivîskarên di zindanê de wek xeta xwe ya sor dibînim. Ji Mizgîn Ronak, Rojbîn Perîşan, Menaf Osman Hecî Nehsan, Mahmut Yamalak, û gelekê din hez dikim. Berhemên wan dixwînim û xwe di berhemên wan de dibînim.

Mehmed Uzun, Arjen Arî, Hesenê Mete, Jana Seyda, Ferhad Pîrpal. Helîm Yusuf, Renas Jiyan, Lal Lalêş û gelekên ku niha nikarim navên wan binvîsim. Piranî hewl didim ku hemû nivîskarên wejêya me bixwînim. Helbet yên ku min nexwendine jî wê hebin.

Ji yên tirk ji Tezer Özlû, Nîlgûl Marmara, Sabahatîn Alî, Ece Temelkuran, vedat Turkalî,     

Ji yên ereb jî Amîn Maalouf,

Ji yên Faris jî Fûruzan.


15 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Reyhan Sarhan – Ahmed Arîf bi qasî ku kurd e ew qasî jî tirk e.

Cemal Sureya jî Yaşar Kemal û gelekên din jî. Rastî li ser navê wan nivîskaran axaftin zahemt e. Ev mijarên kur û hûr in. Xwezî mirov ev pirs ji wan bikira. Wê bersiva van pirsan li cem wan bin, ne li cem min e. Lê wek helbestvaneke kurd dikarim bibêjim kû hestên wan nivîskaran kurdewar in, ji kaniya civaka me av vexwarin e lê riya xwe cûda kirine an jî mecbûr mane nizanim. Ji bo ku ez tenê kurdî dinvîsim ez vê hestê tam nikarim fam bikim û şîrove bikim ev yek dibe niheqî.

16 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Reyhan Sarhan – Helbet pewîst e û em kurd li gorî van zahmetiyan jî dîsa jî bi kedek mezin kovaran diweşînin. Hejmara kovaran jî ne hindik e. Ji bo pêşerojê bi hêvî me û nivşek ku bi rastî jî dixwazin kurdî bi pêş bixin û zimanê me bi pêş ve bibin hene û tên. Helbet ji bo welat û miletekî ev ne bes be. Lê bes bi hêvî me. Tevî hemû zoriyan jî.  

 

17 – Te qet pirtûkên min xwendine? Heger xwendiye, kîjan?

Reyhan Sarhan – Bibûre min nexwendiye û ez ne şaş bim dema li stenbolê bûm salên 2008- 2011 an, (li pirtûkxaneya medya min kovarek ku we derdixist û xûru li ser roman û nirxandina pirtûkên kurdî bû wê çaxê bala min kişandibû) ez ne şaş bim min wê gavê navê we bihîst û we nasî.

18 – Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?
Pirsên min ev bûn. Tiştek ku tu bixwazî bibêjî heye gelo?
Spas ji bo bersîvên te.

Reyhan Sarhan – Berhema min a çaremin hêja li ser dixebitim. Xebatên min yên nivîsê berdewamin.   Ez spas dikim ji bo ku we ev derfet da me. Mala we ava.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply