Hînbûna Kurdî

Ziman stûna hebûna milletan e. Mirov bi ziman ji hev ferq dibin. Hemû zindî bi zimanê xwe têne nas kirin. Gava dengek tête guhê mirov ji zimanê wî zindiyê mirov tê dighije bê ka ew çi giyanewer e. Mînak; çûk dikin wîte wît, mişk dikin çîze vîz, seg direyên, ker dizirin, bilbil dixwînin, ga diûrin… welhasilî her giyanewer bi zimanê xwe.
Em jî wek milet dixwazin di her qadê jiyanê de li her derê zimanê xwe bipeyivin. Zimanê herî nêzîk û rehet ji bo me zimanê me kurdî ye, ji ber ku em ne xerîbê deng û rengên wê ne.
Ji aliyê nivîsînê hinek kes difikirin ku pir zehmet e. Lê bi rastî hînbûn ne zehmet e. Piraniya kesên wek min, em bê dibistan û bê ders hîn bûn.
Ya ji bo hînbûnê pêwîst hezkirin û bawerî ye. Gava me bi xwe bawer kir ku em jî miletek in û zimanekê me jî heye û ne kêmî yê tu kesî ye. Wê gavê em ê destpê bikin bi hêsanî hîn bibin.
Ez bi xwe navbera sê-çar heyvan de hîn bûm.
Ji hînbûnê netirsin. Despêka hînbûna zimanekê elifbaya wê ye. Destpê bikin ewilê elifbêya kurdî baş hîn bibin. Kîjan herf di kurdî de hene kîjan nînin wan baş bizanin.
Her roj teqez nîv rûpel nivîsa kurdî bixwînin û ger hûn karibin sê çar hevokan jî binivîsin. Hûn ê bibînin ku di nava çend heyvan de hûn bûne bilbilê kurdî.
Încîl Selçuk

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply