Derbarê edebîyata goranî ya klasîk û helbestvanên wê de hinek agahî

Di bin desthilatdarên serbixwe yên Erdelan de (sedsalên 9-14/14-19), ku paytexta wê ya dawî Senendac bû, Goran bû wesîleya helbestên girîng. Di nav zimanê kurdî da herî pêşîyê bi zaravayê yekem pirtûkên goranî û di derheqê bawerîya Ehlî Heq / Yarisanî de hatine holê. Berevajî vê, berhemên pexşan tûne ne an jî ku hebin jî baş nayên zanîn. Çêkirina beytên goranî pir sade û yekreng in. Hema hema hemû jî ji du rêzikên bi qafiye ku her yek ji deh tîpan pêk tên.

Zaravayê Goranî (Hewramanî) di edebiyatê de mijara sereke ya zimanê olî, destanî, evîndarî û qehremanî ye. Îro berhema edebî ya li goranî hema hema bêje rawestiyaye. Sedema vê ya herî girîng jî ew e ku di navbera salên 1925 û 1979an de monarşiya Pehlewî ya modernîst ji bilî farisî hemû zimanên li welêt qedexe kir. Sedemên din ên navxweyî ne. Îro hejmara kesên vî zaravayî bi kar tînin derdora 700-800 hezarî ye.[1]

Dema em li edebiyata Kurdiya Goranî dinêrin ev taybetiyên li jêrê derdikevin pêş:

  1. Edebiyata Goranî ne edebiyateke nivîskî ye. Metnên vê edebiyatê, ji gotûbêj û diyalogên derwêşên dînî yên Yarsanê pêk hatine. Ev diyalog, di rewşên xwezayî de û di navbera gelek derwêşan de çebûne. Ji ber wê jî ev metin ne bi saîqên edebî derketine meydanê wekî metnên edebî nayên qebûlkirin. Ew kesên beşdariya van diyalogan kirine, ne helbest gotine, nêrînên xwe yên dînî anîne zimên. Lê ji ber ku ji aliyê ruxsan û naverokê ve diyalogên xweş in, em di tarixa edebiyata Kurdî cih didin van diyalogan jî.
  2. Edebiyata Kurdiya Goranî ya ku ji dîyalogan pêk tê, gelekî kevn e. Ev edebiyat di derdora sedsala VIIIan a mîladî de derketiye meydanê û heta bi sedsala XVIIIan dewam kiriye. Lê di vê pêvajoyê de qonaxên wê û taybetiyên wan qonaxan hene.
  3. Kurdiya Goranî zimanê dînî yên Yarsanê ye û bîr û bawerîyên Yarsanê bi nezmê hatine ifadekirin. Ji ber vê jî diyalogên yên edebiyata Kurdiya Goranî di navbera, pîr/mezinên dînî baweriya Yarsanê de çebûne û diyalogên wan jî dînî ne. Li gor nêrînekê ji ber ku ji aliyê sîstema siyasî ya dewleta Ebbasiyan ve bi çavekî baş li pêgirtiyên Yarsanê nedihate nêrîn, Yarsaniyan di’a û nêrînên xwe yên dînî ne bi Erebî, bi goranî ifade kirine, da ku bikaribin nêrîn û baweriyên xwe veşêrin. Lê bi baweriya me ji ber ku diyalog ne nivîskî ne, ji xwe pêdawîstî bi veşartina wan tine ye.
  4. Ji diyalogên Yarsaniyan re “kelam” tê gotin. Her kelameke wan ji bendekê pêk tê. Koma bendên helbestvanekî yan jî bendên qonaxekê, defterekê (mecmu’e) tînin meydanê ku ji wan re “Dewre” jî tê gotin. Piştî koça dawiyê ya van kesan, diyalogên dînî yên ku di dewra wan de hatine gotin, di van mecmû’eyan de hatine komkirin û nivîsandin. Di van mecmû’eyan de hem diyalogên van kesan ve hem jî yên mirîd û derwêşên wan cih digirin. Diyalogên wan ên ku gihiştine roja me di van defteran de ne: Dewrey Balul (837), Dewrey Şa Xweşîn (1077), Serencam (Sultan Sehaq/1388), Dewrey Qirmizi (1514), Dewrey Babe Celil (1560) û hwd.
  5. Ji xwediyên diyalogan gelek kes hem dengxweş bûn, hem jî li sazê dixistin.
  6. Hemû diyalogên wan ne gihîştine îro.
  7. Diyalogên Kurdiya Goranî yên Yarsanî ve bi terze “pehlewiyat “an (helbesta Îranê ya berî Îslamê) hatine nivisandin. Di her du misrayên pêşî yên bendan de tekrara hinek ifade û qaliban tê ditin. Le piştre ev rewş hatiye guhartin.
  8. Ji aliyê naverokê ve babetên edebiyata Yarsanê ev in:
  • Ravekirina bawerî, felsefe û doktrîna Yarsanê.
  • Ravekirina têgehên taybet bi Yarsanê re yên wekî tecellî, dûnadûn (cureyekî reenkarnasyonê) û ’zat’ e
  • Ravekirina qonaxa qiyametê (Apocalypse).
  • Şeş ferişteyên baweriya Yarsanê.
  • Mitolojiya Kurdi.
  • Dînê Zerdeştiyê û baweriyên dînî yên berî Îslamê,
  • Ser û cengê di navbera ronahî û tarîtiyê de.
  • Pêşbînî (gumankirina paşerojê).
  • Diroka dînê Îslamê, bi taybetî jî mezhebê Şî’itiyê.
  1. 9. Berevajiyê edebiyata Kurdên Sunnî, di edebiyata Kurdiya Goranî ya Yarsaniyan de gelek helbestvanên jin jî hene ku li jêrê em cih didin navên wan;

Xatû Mey Zerd (Sedsala XI.)

Daye Xezana Serketî (Sedsala XI.) Fatîme Lore .

Nazdar Xatûna Şîrazî (k.d.1363) .

Daye Tewrêza Hewramî (Sedsala X.)

Celale Xanima Loristanî (Sedsala X.)

Rihan Xanima Loristanî (sedsala XI.)

Liza Xanima Caf (Sedsala XI.)

Yay Hebîbeya şarezorî (k.d.1348)

Xatûn Dayrakî Remzbarî (k.d.1345)

Nêrgîz Xanîma şarezori (sedsala XIV.)

Xatûn Zerbanuya Derzyanî (k.d. 1440)

Semen Xanima Dewdani (sedsala XVI)

Cîhanara Xanim (k.d.1911)

Ji sedsala 14an heta sedsala 19an zaravayê ku herî zêde berhemên wêjeyî derketine Goranî ye. Helbestvanên ku bi vê zaravayê nivîsandine ev in:

Mele Perîşan (1398-?),

Mistefa Besoran (1641-170),

Mihemed Qulî (dawiya sedsala 17-18),

Xaney Qubadî (1700-1759),

Welî Dîwane (1747-1798),

Seydayê Hewranî (1784-1852), E

hmed Begî Komasî (1793-1879),

Mîrza Elman Xan (1806-1879),

Mîrza Şefî Kulyayî (?-1768),

Mewlana Xalit (1777-1826),

Melay Cebarî (1806-1876) ),

Abdurrahim Mewlewî (1806-1882),

N.Wasman H. Îsmaîl (1796-1889),

M.Nur Alî Kondayî (sedsala XIX),

M.Welî Kirmaşanî (?-1900),

Mihamed Emîn Soy (?-1903) ) û

Jina Helbestkar Mestûre Mahşeref Xanima Kurdîstanî (dawiya sedsala 19.)

 

Mela Perîşan (1356-1431)

Ev helbesvan li Dînewerê ya bi ser Kirmanşanê ve ji dayik bûye. Ew bi Perîşanê Dînewerî jî tê nas kiirn. Ew heta niha bi helbestvanê yekê yê ku bi kurdiya goranî pesna mezhebê şîî daye tê nasîn.

Dîwana wî ya bi navê Dîwana Mela Perîşanê Kurdî di sala 1916an de li Kirmanşanê hatibû çap kirin. Pênasname û Saqîname du berhemên wî yên hêj neçapkirî ne. Kartêkirina rêbaza sofîtiyê  »Elhirûfiye« ya şîî ya wî wextî li ser helbestên wî diyar e. Ji helbestên wî xwiya ye ku wî hem erebî û hem farisî jî baş zanîbû.[2]

Mestûre Mahşeref Xanima Kurdîstanî

Mestûre Xanima Kurdîstanî di sala 1120ên Hicrî (Mîladî 1805) de li Senendecê(Sinê) hatiye dinê. Ew ji malbatek bi bandor a dêûbavên xwe ye. Bav û kalên wî ji bajarê Hemedanê li bajarê Senendecê bi cih bûne. Kalikê wî Mihamed Aga Nazir Kadirî di dema hukumeta 6 Mîrên Erdelan de berpirsiyarê ewlekarî û xezîneya herêmê bû.

Kurê wî Husrev Han ê Nakam ku li şûna mîrê Erdelan Emanullah Xan hat ser hukim, hin kesên ku di şerê Rusya-Îranê de alîkariya Rûsan kirin û xwestin wî ji dest xwe derbixin û bavê Mestûre Mahşeref Erdelanî, mamê wî û zarokên wî çekirin zindanê. Piştî demekê, dema diyar bû ku bav, apê û zarokên apê Mestûre Xanimê bêsûc in, Xusrev Han ê Nakam ji bo ku bavê Mestûre Xanimê Ebu’l Hesen Beg razî bike, bi keça wî re zewicî. Mahşeref Erdelanî heta mirina xwe li cem Xusrew Han ma û piştî mirina wî bi kesekî din re nezewicî û  zarokên wan jî çênebûn. Mestûre Mahşeref Erdalanî di sala 1264ê Hicrî (1847ê Mîladî) de rihma Xwedê xwe kir.

Berhemên Wê;

Mestûre Xanim, hem zana, hem jî edebiyatvan bû û di her du waran de berhem dane. Tê gotin ku dîwana wê kêmzêde ji 20.000 beytan pêk dihat. Lê piştî wê, ji ber milmilaneyên siyasî gelek helbestên wê winda bûne. Şêx Yehya Me’rîfet di sala 1304/1887an de helbestên wê yên Farisî kom kirine û wekî dîwanekê li Tehranê çap kirine. Ev dîwan piştre di sala 1906an de li Senendecê jî çap bûye. Di dîwanê de ku kêmzêde ji 2000 beytan pêk tê, 178 xezel, 29 rubaî, 5 tarîx, 2 mersiye, terkîb bendek hene.[3]

Berhemeke wê ya dî jî “Tarîxî Erdelan” e. Herçiqas ev berhem jî bi Farisî be, lê di warê tarîxa Erdelanê xezineyeke bê. hemta ye. Berhem di sala 1920an de ji aliyê Nasirê Azadpûr ve li Sineyê, piştre jî li Tehranê hatiye çapkirin. Ji bilî “Dîwan” û “Tarîxî Erdelan’ê dîsa bi Farisî derheqê eqaida Îslamê de û bi Erebî jî derheqê helbestên bijarte de bi navê “Mecma’u’l-Udeba” du berhemên wê yên dî jî heye. Lê ev berhem heta niha nehatine çapkirin.[4]

Nivîskar: Firat Bawerî

Çavkanî: 

[1] Amîr Hassanpour , Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, Weşanxaneya Avesta

[2] Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001

[3] Mestûre Mahşeref Xanim, Dîwan (Amd. Şêx Yehya Me’rîfet)

[4] Adak, Abdurrahman, Destêpa Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, İstanbul, 2012 r.137

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply