Masûlkeya Peyker

Peykeremasûlke an jî masûlkeya peyker (bi înglîzî:skeletal muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.
Di laşê mirov de sê cor masûlke heye; peykeremasûlke, lûsemasûlke û dilemasûlke. % 50yê laşê mirov ji masûlkeyan pêk tê. Di laşê mirov de masûlkeya herî zêde ya peykeremasûlke ye. Bi qasî 650 peykeremasûlke di laşê mirov de cih digirin. Peykeremasûlke masûlkeya hêldar e (striated muscle). Di nav xaneyê de dezîyên barik û stûr di bin mîkroskobê de wekî beşên tarî û ronî xuya dibin, ji van beşan re dibêjin hêl. peykeremasûlke bi awayekî xwewîst kar dikin. Ango çalakiya masûlkeyan li gor xwesteka mirov, di bin kontrola demarekoendama mirov de rû dide. Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi hestî ve girêdayî ne, hestî bi peykeremasûlkeyan ve dapoşrav e. Livîn di hestiyên laş de ji ber girjbûn û xavbûna(sistbûn) masûlkeyan rû dide.
Fotoğraf açıklaması yok.
-Rêkxistina peykeremasûlkeyê-
Her yek ji peykeremasûlkeyêk li gel sedan hezar xaneyên masûlkeyê, lûleyên xwînê, bestereşane û demar jî li xwe digire. Di masûlkeya peyker de sê kalan (berg) cih digire.
Tevahiya masûlkeya peykerê di nav kalanek de cih digire. Kalanê masûlkeyê bergek ji bestereşaneyê ye û wekî epîmîsyum (epimysium ) tê navkirin. Bi eslê xwe peykeremasûlke ji gurzên ( fascicle ) masûlkexaneyê pêk tê. Her gurzek masûlkexane jî di nav kalanek de cih digire. Kalanê gurzê masûlkexaneyan wekî perîmîsyum (perimysium) tê navkirin. Perîmîsyum bergek ji bestereşaneya şidayî ye. Di nav gurzan de, her masûlkexane (masûlkerîşal) bi çînek tenik a bestereşaneyê dapoşrav e. Ev berga tenik jî wekî endomîsyum ( endomysium) tê navkirin. Ev hersê kalanên ji bestereşaneyê li gel masûlkexaneyan li seranserê masûlkeyê de dirêj dibin. Kalan li cemserê masûlkeyan de bi bestereşaneya rîşalî ve yek dibin, ji vê yekbûnê jê peyda dibe. Jê, masûlkeyan bi bergê hestî ve girê dide. Li tevahiya masûlkeyê de hebûna çînên bestereşaneyê, ji bo masûlkexaneyan girîng e. Bi vî awayî hêza girjbûnê ya ji her masûlkexaneyê hê hêsantir tê guhestin ber bi cemserê masûlkeyên ko bi hestî vê girêdayî ye.
Peykeremasûlke dewlemend in bi lûleyên xwînê. Lûleyên xwînê xurek û oksîjenê tînin masûlkeyan û madeyên paşmayî (paşerro) jî ji masûlkeyan dûr dixin. Herwisa her yek ji masûlkerîşalan bi gurzê tewereyên demarexaneyên livînê (motor neuron) re gehînke ava dike. Tewereyên demarexaneyan bi demareragihandinê, sinyalên girjbûnê digihîne masûlkerîşalê.
Bir şunu diyen bir yazı 'Hêlaz Zlne) Deziye barik (aktîn) (thinfilament (actin) (a) Deziyê stûr (miyozîn) Hêla line) A masûlkerişala xav sist) aktînên hêlêr giredayij hev dur loma sarkomer direj Banda band Banda (A band) birdoziya deziyan (sliding filament theory). gava masûlke ginj dibe kin dibe, dirêjiya aktîn miyozine naguhere. Banda| band) (b) Koendama demar çalak dike Di xaneyê erke kar dide destpêkirin Deziyên aktînê aliye deziyên miyozînê kaşkirin. Deziyê aktine deziyên miyozînê dixiliskin nêzi hev dibin. awaye sarkomer kin dibe. ber erîşalê de hemû heman demê de kin dibin, masülkerişal kin dibe. Bandal (1band) Banda band) Banda| (1band)' görseli olabilir
Xaneyên peykeremasûlkeyê (masûlkerîşal)
Ji ber ko xaneyên peykeremasûlkeyê pêkhateyên dirêj û bi şêweyî lûlekî ne, wekî rîşalên masûlke (masûlkerîşal) tên navkirin.
Girjbûna tevahiya masûlkeyê ji ber bi hemahengî girjbûna masûlkerîşalên wê rû dide.
Di bin mîkroskopê de masûlkerîşal wek xaneyên dirêj, lûlekî û paralelê hev dirêjbûyî xuya dibin. Masûlkerîşal hêldar in, hêlên tarî û ronî lidûhev li ser xaneyan de dirêj dibin. Dirêjiya masûlkerîşal dibe ko di masûlkeyên dirêj de bi qasî 35 cm be. Masûlkerîşal xaneyên firenavikî ne. Di laşê korpeleyê de gellek ji xaneyên çêkerê masûlke (myoblast) yek dibin bi vî awayî masûlkerîşala firenavikî peyda dibe. Ji bo parzûna xaneyê ya masûlkerîşalan, peyva sarkolema ( sarcolemma) tê bikaranîn. Di zimanê yewnanî de ji bo goştê laş, (masûlke + bez) peyva sark tê bikaranîn. Herwisa ji boy sîtoplazmaya van xaneyan jî peyva sarkoplazma (sarcoplasm) tê bikaranîn. Di nav sarkoplazmayê de dezîyên(bi înglîzî: filament) zirav li kêleka hev li seranserê xaneyê de dirêj dibin. Sarkoplazma bi mijarek gellek zêde potasyum, magnesyum û fosfat jî li xwe digire. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyê, pêdivî bi enerjiya adenozîna sêfosfatî (ATP) heye, loma di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalan de gellek mîtokondrî jî cih digirin. Di nav xaneyê de bi henaseya xaneyî, ji xurek ATP tê bi destxistin. Ji bo têkşikestina xurek, pêdivî bi oksîjenê heye. Sarkoplazmaya masûlkerîşalan gellek miyoglobîn( myoglobin) li xwe digire. Miyoglobîn dişibe hemoglobînê lê bi oksîjenê re giridanên hê xurttir ava dike. Miyoglobîn embarkirina oksîjenê di nav xaneyêde dabîn dike. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalan de endamokêk heye bi navê retîkûlûma sarkoplazmî (bi înglîzî: sarcoplasmic reticulum), ev lebatok dişibe retîkûlûma endoplazmî ya lûs û karê wê yê sereke embarkirina kalsiyumê ye. Kalsiyuma nav retîkûlûma sarkoplazmî bi sinyalên demarêragihandinê ber bi nav sarkoplazmayê ve tê derdan. Kalsiyum girîng e ji bo girjbûn û xavbûna deziyan.
Fotoğraf açıklaması yok.
Di sarkoplazmaya masûlkerîşalê de ji sedan heta çend hezaran masûlkerîşalok hene. Masûlkerîşalok du cor deziyê girjdar (bi înglîzî: contractile myofilament) li xwe digirin. Yek ji deziyan stûr e bi piranî ji proteîna miyozînê pêk tê û wekî deziyê miyozîn(bi îngilîzî: myosin filament) tê navkirin. Her deziyek stûr bi qasî 250 molekulên miyozînê li xwe digire.
Deziyê din hinek ziravtir e û bi piranî ji proteîna aktînê pêk tê, ev deziyê barik jî wekî deziyê aktîn (bi îngilîzî: actin filament) tê navkirin. Li gel proteîna aktînê, deziyê aktîn proteînên tropomiyozîn( tropomyosin) û troponîn (troponin) jî li xwe digire. Ev herdu cor proteîn girêdana navbera dezîyê aktîn û miyozînê rêk dixin. Deziyê miyozîn stûr e loma di bin mîkroskobê de tarî xuya dibe, beşa ji deziyê barik pêk tê ronî xuya dibe. Deziyê miyozîn û yê aktînê li seranserê masûlkerîşalê de dubare dibin. Ji her yekîneyên dubarebûyî re parçemasûlke, ango sarkomer ( bi înglîzî: sarcomere) tê gotin. Bi sedan sarkomer bi hev re girêdan ava dikin û li du hev rêz dibin, bi vî awayî masûlkerîşal peyda dibe. Her sarkomerek bi her seriyekî xwe ve bi sarkomerek din ve girêdayî ye. Li beşa ko du sarkomer bi hev re tên girêdan, xêzek peyda dibe. Ji wê xêzê re dibêjin hêla Z. Ango dirêjiya di navbera du hêlên Z, dibe sarkomerek. Herwisa deziyê aktîn jî bi hêla Z yê ve girêdayî ye. Bi vî awayê gava masûlke girj dibin sarkomer nêzikê hev dibin. Ango durahiya navbera hêlên Zyê kin dibe, deziyên aktîn ên li ser herdu hêlên Zyê jî nezî hev dibin. Deziyên mîyozîn di navbera hêlên Zyê de, di bin deziyên aktînê de cih digirin lê bi sarkomerê ve girêdayî nîn in.
Bir şunu diyen bir yazı 'Hêla z (Zline) Sarkomer (sarcomer) Navçeya Î (H zone) Hêla Me Mline) Hêla z (Zline) Banda (Aband) Beşek (portion Banda /band) deziyek stûr thick flament) Banda /band) Beşek ji (portion (troponin) eziyek zirav thin filament) Aktîn (actin) (tropomyosin) Tropomiyozîn Serik (head) Ciyên girêdana aktînê (actin binding sites) Boçik Ciyê girêdana (ATP binding site (tai) Ciyê bo girêdana miyozînê (myosin binding site) Binebeşên aktînê (actn subunits) Serik (heads) Molekula miyozînê (myosin molecule) Devera qaîşoki (fexible region)' görseli olabilir
Hêlên li ser peykeremasûlkeyê wekî band (şerîd) tên navkirin û bi tîpên A, H û I tên nîşankirin.
Banda I ( bi înglîzî: I band) ji beşên deziyê aktînên du sarkomerên tenîştê hev pêk tê.
Beşa tarî û stûr a masûlkerîşalê wekî banda A (bi înglîzî: A band) tê navkirn. Di banda Ayê de deziyên aktîn û miyozînê li ser hev dirêj dibin. Di nav banda Ayê de beşek zirav û ronî heye, ji vê beşê re tê gotin devera H (bi înglîzî :H zone). Deziyên aktînê heta devera Hyê dirêj nabin, devera H bi tenê ji deziyên miyozînê pêk tê.
Her lodek deziyên miyozîne ji aliyê sîstema proteînan ve bi hev ve tên girtin. Proteîn wekî hêlekî zirav xuya dibin ji vê hêlê re dibêjin hêla M (bi înglîzî: M line). Hêla M di nav banda A yê de di navenda devera H yê de ber bi jêr dirêj dibe.
Bir yazı görseli olabilir
Masûlkerîşal ji bo erkê girjbûn û xavbûne binîn cih, hatinê guhertin. Ango evana ne xaneyên asayî lê xaneyên taybet in û nikarin dabeş bibin. Ji ber nedabeşbûnê, piştê ji dayikbûnê hejmara masûlkerîşalên masûlkeyan jî zêde nabe. Her ko mirov werzîş bike, masûlkeyên xwe bi kar bînê, xaneyên masûlkeyê zêde nabin lê qebareya her xaneyek zêde dibe ev rewş dibe sedema stûrbûna masûlkeyê.
Fotoğraf açıklaması yok.
Girjbûna masûlke bi kurtasî wekî mîna gavên li jêr rû dide:
1. Di demarexaneya livinê (bi înglîzî: motor neuron) de erkê kar digihîje kotahiya tewereyê. Erkê kar cogên jêrdestê voltajê yên îyonên kalsiyumê çalak dike, cog ve dibin û kalsiyum diherrike nav tewereyê. Ji ber hebûna kalsiyumê çikildanên gehînkeyê yên nav tewerekotahiyê, bi parzûna demarexaneyê ve yek dibe û demareguhêzera bi navê asetîlkolînê der dide nav gehînkeqelîşa navbera tewerekotahî û lewheya serî ya livînê ya masûlkerîşalê.
2. Asetîlkolîn belavê nav qelîşê dibe bi wergirên li ser lewheya serî ya livînê re girê dibin. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên sodyum û potasyumê ve dibin. Sodyum diherike nav masûlkerîşlê, potasyum ji masûlkerîşalê diherike derve, lê herika sodyumê ji ya potasyumê zêdetir e. Loma masûlkerîşal bi bargeya pozîtîv bar dibe û di xaneyê de erkê kar dest pê dike.
3. Asetîlkolîn belavê nav qelîşê dibe bi wergirên li ser lewheya serî ya livînê re girê dibin. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên sodyum û potasyumê ve dibin. Sodyum diherike nav masûlkerîşlê, potasyum ji masûlkerîşalê diherike derve, lê herika sodyumê ji ya potasyumê zêdetir e. Loma masûlkerîşal bi bargeya pozîtîv bar dibe, ango di masûlkerîşalê de berevajîbûna cemsergirî (bi înglîzî: depolarization) rû dide xaneyê de erkê kar (bi înglîzî: action potential) dest pê dike.
4. Erkê kar bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe û ji retîkûlûma sarkoplazmî iyonên kalsiyumê yên embarkirî dide derdan.
5. Kalsiyum (Ca 2+) bi troponînê li ser deziyê barik (zirav) a masûlkerîşalokan ve girêdan ava dike.
Troponîna bi kalsiyumê ve girêdayî bandor li ser şêweyê tropomiyozînê dike, şêweyê troponînê diguherîne. Tropomiyozîn li ser rûyê çalak a aktînê cih digire. Rûyê çalak cihên taybet in ji bo girêdana serikê miyozînê. Troponîn, tropomiyozînê ji ciyê girêdana serikên miyozînê dûr dixe. Bi vî awayê li ser deziyê aktînê ji bo girêdana serikên miyozîne rûyê ciyên çalak vala dimîne.
6. Bi çalakiya enzîma ATPaz, ATP ya bi miyozînê ve girêdayî hildiweşe bo ADP+ Pi . Enerjiya ji hilweşîna ATP peyda dibe, ji bo çalakkirina serikê miyozînê tê bikaranîn. Serikê çalakbûyî yê miyozînê piçek rep dibe,di cihê rûyê çalak de, bi deziyê aktînê ve girê dibe û panîpire ava dike.
7. Bi avabûna panîpire, Pi ji serikê miyozînê diqete. Ev rewş li serikê miyozînê de dibe sedema peydabûna hêza paldanê (power stroke).
8. Bi peydabûna hêza paldanê, miyozîn, deziyê aktînê ber bi navenda sarkomerê ve kaş dike, masûlkeyê kin dike. Di heman demê de ADP jî ji serikê miyozînê vediqete.
9. Serikê miyozînê bi ATPyek nû ve tê girêdan û serik ji aktînê cihê dibe. Heke li hawirê bi têra xwe kalsiyum hebe, ango xestiya kalsiyumê zêde be, çerxa girjbûnê ji gava 3 pêve dûbare dibe.
10. Heke dawî li demareragîhandinan were, iyonên kalsiyumê ber bi nav retîkûlûma serkoplazmî ve tên pompekirin û li wir tên embarkirin, heta demareragihandinek nû bigihîje masûlkerîşalê.
-Xavbûna masûlkeyê-
Ji bo xavbûna masûlkeyê, divê demereragihandinên ji koendama demarê raweste û îyonên kalsiyumê yên nav sarkoplazmayê ji derûdora deziyan were dûrxistin.
Di destpêkê de kalsiyum ber bi retîkûlûma sarkoplazmî ve tê pompekirn û li wir tê embarkirin. Her ko pompekirin didome, xestiya kalsiyuma derdora deziyan kêm dibe. Ji ber kêmbûna xestiyê, kalsiyumên bi troponînê ve girêdayî jî jê diqetin. Tropomiyozîn rûyê çalak a aktînê dadipoşe, panîpireyên navbera deziyên aktîn û miyozînê hildiweşîn. Aktîn li ser miyozînê ber bi paş ve dixilîske û vedigere xala destpêkê ya berê girjbûnê. Ango hêlên Z ji hev dûr dikevin, sarkomerên kinbûyî dirêj dibin. Bi vi awayî masûlke digihîje dirêjiya xwe ya asayî û masûlke xav dibe. Ji bo qetîna aktînê ya ji serikê miyosînê pêdivî bi enerjiyê heye. Ev enerjî ji hilweşendina ATPyê tê bi destxistin. Ango ji bo girjbûnê jî ji bo xavbûnê jî pêdiviya masûlkeyan bi enerjiya ATPyê heye.
-Erkên peykeremasûlkeyê-
Masûlke li gel hestî destek didin laşê mirov, bi girjbûna masûlkeyan laşê mirov li dij erdkeşê li ser piyan dimîne.
Peykeremasûlke bi hestiyepeykerê ve giridayî ne û bi alîkariya hestiyan lîvîna xwewîst a laş dabîn dikin. Li gel livîna mil, ling dest, pê û hvd, livîna çav, ziman, îfadeya rûyê mirov û henasegirtin jî bi çalakiya peykeremasûlkeyê rû dide. Masûlke tenê dikarin bi hêza kêşandinê hestiyan bilivînin. Ango masûlke nikarin hestî tan bidin(pal bidin).
Germahiya laş ji aliyê masûlkeyan ve tê dabînkirin. Ji bo girjbûn û xavbûnê, enerjiya masûlkeyan ji têkşikestina ATPyê tê bi destxistin. Hinek ji enerjiya ATP ji boy çalakiya masûlkeyan tê xerckirin, lê hinek enerjîya ATPyê jî diguhere bo enerjiya tînê. Enerjiya tînê bi navbeynkariya xwînê, li hemû beşên laş de belav dibe û dibe sedema germbûna laş.
Pestoya xwîna nav xwînhêneran û şileya lîmfê ya nav lûleyên lîmfê kêm e, loma şileyan nav van lûleyan bi alîkariya girjbûna masûlkeyan ber bi dil ve diherike. Dema masûlke girj dibin, lûleyên xwînê û yên lîmfê dişidînin. Bi şidandina masûlkeyan, li ser lûleyan de pesto peyda dibe. Ango girjbûna masûlkeyan qebareya xwînhênerê û ya lûleyên lîmfê kêm dike. Bi vî awayî pestoya şileya nav lûleyên xwînê û lîmfê berz dibe, şile ber bi dil ve diherike.
Peykere masûlke endamên navî yên laş diparêze. Masûlke ji boy hestiyan wekî balîfek kar dikin û hestiyan ji darbeyên derve diparêzin. Endamên wekî gede, kezeb, rûvî û hvd ji aliyê masûlkeyên li dîwarê sing û zikê de tên parastin. Herwisa jêyên masûlkeyan hestiyan di hêla gehan de bi hev ve digire, nahêle hestî ji hev biqetin.
-Çavkaniyên enerjiyê bo çalakiya peykeremasûlkeyê-
Enerjiya ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan, ji hilweşandin û dûbare berhemkirina ATP tê dabînkirin. ATP bi navbeynkariya enzîma ATPaz tê hilweşîn bo ADP (adenozîna du fosfatî) û fosfata neendamî (Pi). Ji hilweşîna ATP enerjî serbest dimîne. Ev enerjiya serbestmayî ji bo çalakiya masûlkeyan tê bikaranîn.
Enerjiya ji ATP, ji bo van çalakiyên li jêr tê bikaranîn;
1. Di nav masûlkerîşalê de belavbûna erkê kar.
2. Derdana îyonên kalsiyumê ji retîkûlûma sarkoplazmî
3. Livîna serikê miyozînê
4. Xilîska deziyan
Di xaneyan de ATP ya embarkirî tune, loma ATP ya berdest ji bo demek kin têra masûlkeya dike. Ji çîrkeyek kêmtir demê de ATP ya berdest diqede.
Xane dikarin bi sê rêkan ATP berhem bikin; Kreatîna fosfatî, henaseya xaneyî û genîn(–3).
ADP ya ji hilweşîna ATP çebûye, ji bo dûbare berhemkirina ATP tê bikaranîn. Lê ADP nikare fosfata neendamî (Pi) rasterast tevlê xwe bike. Divê ADP bi molekulek fosfatî ya bi bendê enerjiya bilind ve yek bibe. Di xaneyan da bi du rêbazan fosfata bi bendê enerjiya bilind tê bi destxistin, a yekem kreatîna fosfatî (creatine phosphate), a duyem jî xurekên karbohîdradî, proteînî û çewrî ne.
Kreatîna fosfatî molekulek taybet e, dikare di bendên fosfatî de enerjiya bilind embar bike. Masûlkerîşal di demên vêsînê de, ango gava ne çalak in, di nav xaneyên xwe de kreatîna fosfatî berhem dikin û embar dikin. Gava ATP fosfatekî xwe dide kreatînê û dibe ADP, kreatîn jî dibe kreatîna fosfatî. Dema masûlkerîşal çalak dibin, îcar kreatîna fosfatî bi navbeynkariya enzîmê hildiweşê bo kreatîn û fosfata bendê bi enerjiya bilind. Fosfata ji kreatînê hatiye berdan bi ADPyê ve girê dibe û ATP çê dibe. Lê kreatîna fosfatî dikare bi qasî 15 çîrkeyan ji bo masûlkerîşalê enerjî dabîn bike, ji bo domandina girjbûn û xavbûna masûlkeyan, divê çavkaniyek din a enerjiyê ji bo bi destxistina ATPyê bene bikaranîn.
Di xaneyê de bi navbeynkariya oksîjenê hilweşandina glukoz û xurekên din wekî henaseya xaneyî (bi înglîzî: cellular respiration) tê navkirin. Di masûlkerîşalan de henaseya xaneyî di mîtokondriyê de dawî dibe. Glukoz, asîda piruvî ( pyruvic acid) û asîdên çewrî ji bo henaseya xaneyî tên bikaranîn. Ji hilweşandina van molekulan ATP tê bi destxistin. Di henaseya xaneyê de oksîjen tê bikaranîn, xurek heta CO2 û H2O tên perçekirin. Loma herî herî zêde ATP bi henaseya xaneyî tê bi destxistin.
Heke di xaneyên peykeremasûlke de bi têra xwe oksîjen tune be, xane dîsa ji glukozê ATP berhem dike. Glukoz heta asîda piruvî tê hilweşandin lê ji ber kêmoksîjeniyê asîda piruvî heta CO2 û H2Oê nayê perçekirin, ji dêla wê asîda piruvî diguhere bo asîda mastê (lactic acid), ev rêbaz wekî genîn an jî meyîn (bi înglîzî: fermentation) tê navkirin. Bi genînê di xaneyê de asîda mastê berhev dibe, asîda mastê dibe sedema çêbûna azar di masûlkeyan de. Herwisa li mirov de hestê westiyabûnê jî peyda dibe.
Nivîskar: Kurê Reşîd
Fotoğraf açıklaması yok.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply