Ciwanekî Kurd 19 Pirtûk Wergerandine Kurdî

Ciwanekî Kurd yê bi navê Zêbar Ezîz Xan yê 25 salî heta niha 19 pirtûk ji zimanê Erebî wergerandine ser zimanê Kurdî.

Zêbar Ezîz şêniyê qeza Soran e û li rêveberiya ragehandin a zanîngeha Soran dixebite. Zêbar Ezîz Xan derbarê ast û pêgeha wergerandinê li Kurdistanê, di wê baweriyê de ye ku pêleke bihêz a wergêranê li Kurdistanê heye, hejmara kesên ku karê wergerandinê dikin gelek başe.

Ezîz dibêje ku heta proseyeke bihêz a wergerandinê nebe, afirandinên mezin jî çênabin. Zêbar diyar dike ku rexne li beşek ji xebatên li Kurdistanê di ware wergêranê de têne kirin heye û wiha axifî: ‘‘Mixabin li Kurdistanê emanet û parastina teksta orjînal a berheman li ber metirsiyeke mezin dey e. Gelek kes bê destûra nivîskaran berhemên wan werdigêrin yan ger wateya peyvekî nezanin bê tu şiroveyan jê derbas dibin.

Zêbar bi xebatên xwe di warê wergerandinê de sala borî xelata ciwanê salê di wî warî de bi dest xist.

 

Çavkanî: Basnews

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply