A woman sprays perfume from a bottle of Victoria Beckham's 'Signature' fragrance at Harvey Nichols in Manchester, northern England, August 29, 2008. REUTERS/Darren Staples (BRITAIN)

Divê hûn bi vî şiklî parfûmê bi kar bînin

Rastiyeke jiyanê heye, gava mirov parfûmê li xwe ke û bêhna xweş ji mirov were, mirov xwe baştir hîs dike. Û dema ku yek bêje ‘bêhna xweş ji te tê’ kêfa mirov tê. Ji bo jinan jî, ji bo zilaman jî eynî ye.

Lêbelê lixwekirina parfûmê çi qas girîng be, awayê bikaranînê jî ew qas girîng e.

Piraniya kesên ku bi parfûman eleqedar in, dibêjin parfûmê li paş guhên xwe bikin. Ji bo sedema vê yekê jî dibêjin; ji ber ku paş guhên mirov cihê nebizê ye, germ e û molekulên parfûmê li paş guhên mirov, zûtir dibin buxar û bêhna parfûmê demeke dirêj li ser laşê mirov dimîne.

Li gor pisporê bêhnan ê navdar Vedat Ozan, ev agahî ne rast e. Lewra paş guhên mirov, ne cihên nebizê ne. Cihê nebizê li binê guhên mirov e.

Ji ber vê yekê, hûn nekevin vê xeletiyê û parfûman li paş guhên xwe nekin. Cihê rast, bin guhên mirov e.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply