Çîrokek ji bo Sersala Windabûyî

Ji ser girê Ziyaretê li çolê mêze dikim. Di derengîya şevê de, gundên çolê gîştik ketine pêsîra çolê û ji xwe ve çûne. Çirayên gundan mîna kadizê belavî ser pişta çolê bûne. Malên Benê, Şoyiplî, Otika, Usinlî, Xeledîn, Sora, Hurmik, Golî… û dûre dûr silavê didin gundên Şêxbilan…

Çend sal bûn ku ez nehatime vira? Deh sal? Deh û pênc sal? Bîst sal?…  Wexta ez biçûk bûm, van çaxan berfê xwe diavêt ser çongên meriyan, lê niha li herdê misqalek berf tune. Wax mala min û te çolê… Di nava vê şevreşiyê de çol çiqas dişibe min. Ez çiqas dişibim wê… Qey dibêjî em herdu jî bi xelayê ketine. Em herdu jî çiqas tazî ne… Gelo ew jî diqefile bi qasî min?

Îşev, li gorî hesabê dê û bavan şeva dawiya salê ye. Sibê serê salê ye. Lê çol di xewê de ye, heyf!

Berê, van çaxan Apo û Eşê teneke dixistin destê xwe û mal bi mal digeriyan. Reqereqa tenekeyên wan bi dengê şevê diqelibîn û gund bi gund dihatin bihîstin û can didan şeva dawîn. Û niha, ji bêdengiyeke ker dîtir tu deng tunen. Heyf!

 

“Dam û dam

Kîsikê qidam

Apê qidoş

Stîl û biroş

Apê reşoş

Tûrê kayê

Ji ba xwedê

Hilweşiya herdê

Tûr qetiya

Ka rijiya

Xêr Bariya

Herd bû giya

Serê salê

Binê salê

Xwedê bereketê bide vê malê

Kebanî dest zêrîn e

Dest bavê bin kûlînê

Para Eşê vir de bîne”

Eşê şivanê gund bû. Apo jî bermaliya wî bû. Eşê kincên bermaliya xwe, Apo jî kincên merkî xwe li xwe dikirin û diketin dewsa hev. Apo bi hiriya pez ji xwe re rû û simêl çêdikirin, Eşê jî bi êrd rûyê xwe sipî dikir û çiwal dikirin destê xwe mal bi mal digeriyan.

 

“Serê salê

Binê salê

Derd û qotik herin ji vê malê

Bereket ê were vê malê”

Li gorî hesabê dê û bavan! Li gorî hesabê dê û bavan!

Di dora bîst saliya xwe de, ez li çolê bûbûm mêvanê şivanekî û şorê xwe li guhê şorê xist û  dor hate çîroka hesabê dê û bavan. Şivên him kûşkir diavêtin bin çaynikê him jî ji min re qala meseleyê dikir. Digot, “Em kurmanc miletekî şivan in. Keriyên me li ku têr dibin, konê me li wir in. Seba wê ye em bêmal in. Em in û kerîyên me ne. Wekî din jî tu tiştî me tune ye. Şeva me pez e. Roya me pez e. Meha me pez e. Demsalên me pez… Sala me çar demsal e û ew her çar demsal jî li gorî pez in. Dirêj nekim! Li çola me hirmî paşiya meha îlonê-serê cotmehê tam digihîjin. Gava hirmî têgihiştin û ji çiqilên darê ketin herdê em dizanin êdî payîz e û çaxa beran berdanê hatiye. Ez ê çîroka wê jî paşe ji te re kat kim. Pez tam pênc mehan avis dimîne û berx jî di zikê mîyê de, di sed royî de xwe temam dike û edî dilive. Heta sed ro tijî be (ma ev şor ji keriyê min dûr be) mîyê berdiavêjin jixwe ber diavêjin piştî sed royî bi îzna Xwedê silemetî û bereket e. Û em hîngê, yanî di roja sedî de, pê tam qanî tên û bi rûyekî pak derdikevin nava gund û heqê xwe top dikin. Li gorî me şivanan jî ew ro deh û sisiyê meha çilê ya salnameya ecer e. Û ew ro sersal e. Em wê royê ji nû ve dest bi hesabê sala nû dikin.”

Di vir de ez dikevim navberê û jê dipirsim.” Di meseleya Apo û Eşê de gava ew mal bi mal digerin dûrikan dixwînin. Di dûrikekê de dibêjin:

-Dam û dam

Kîsikê qidam

Apê qidoş

Stîl û biroş

Apê reşoş

Tûrê kayê

Ji ba xwedê

Hilweşiya herdê

Tûr qetiya

Ka rijiya

Xêr Bariya

Herd bû giya

Serê salê

Binê salê

Xwedê bereketê bide vê malê- ev dûrik çîroka kadizê tîna bîra min. Bi ya te eleqeya wan bi hev re heye yan ez ji ber xwe derdixim?”

“ Çing tine ye? Ew jî çîroka me kurmancan e û wekî me belavî dinyayê giştikê bûye! Ez ji te re qala wê meseleyê jî bikim.

Nebêje şivan nikarin dizîyê bikin.  Ger mecbûr ma

Herkes dikare dizîyê bike.

Şivan jî dikarin diziyê bikin.

Çaxa xelayê bû. Heheyyt ew çi sal bûn.  Tam heft salan dilopek baran ji gewrîya vê çolê re neçûbû xwarê. Tam heft salan! Fehm dikî ne? Heft salan! Siftê, ava heyî miçiqî. Piştre, hêşînahîyê kirasê xwe ji axa çolê kir û çol rût û tazî ma. Paşingî, tevî kurm û kêzikan gelek heywanan xwe dane pey vê terkê. Herî paşiyê, çav li çolê reş bûn, hiş ji serî çûn û tarî daket meydanê û çol di nav şevreşîyê de ma. Çi tarîyeke germ bû ew Xwedêyo. Mîna mirinê. Ji ber tîbûnê ax li serê çolê bûbû çil batman toz û çertim bi çertim bela dibû.

Di wan salên reş de,  bi tenê pezan dev ji axa çolê berneda, li ser qefesa çolê mexel bûn. Her tiştî dev ji vê axê berda, tenê pez ma. Birçîbûnê canê wan diguvaşt, lê wan dev ji vê axê bernedida. Tam li ser singa çolê, di nav qefesa wê de bi cih bûbûn û çolê ew û perîşanîya wan pir baş hîs dikir. Çolê ezman hîs nedikir, lê ew hîs dikirin.

Dil li Xaliqê Alemê hebû ku hemû şopên heyînê ji herdê bidize. Wan pezan jî. Bo vê yekê jî her tişt dikir. Min ji te re qal nekiribû ne weng e? Wî çêre jî ji axê dizîbû. Ji çêreyê dîtir çi yê me şivanan heye?

Axir, ez dîsa vegerim çîroka xwe. Di destê şivanê me de çi bostek çêre, çi lepek ceh û çi jî dokimek ka mabû ku ma li ber kerîyê xwe ke. Ro tine bû ro! Ma hê çi hebe? Pezan ji birçînan hirîya hev dixwarin. Pir neajot, bê wize man û yek bi yek kût bûn û ketin ser singa axê. Şivên dia dikir, lê bê feyde bû. Şivên çi bikira jî êdî berhewa bû. Ji ezmanan ji xeynî qîr û qetraneke şîn dîtir tu tiştî din nedibarî.

Şivanê me neçar ma. Tûrê xwe hilda kola xwe û bo dizîya kaya Xwedê berê xwe da reşka ezmên. Çû û çû û xwe gihand kadîna Xwedê. Tûrê xwe zûzûka bi kayê tijî kir. Ew qas ecele dikir ku şivên qulika di bin tûr de heyî nedîtibû, neçûbû ferqîya wê qulikê. Ew qas zû tijî dikir. Wexta dizê me kete rêya vegerê jî hê hay ji delîlên li pişt dizîya xwe hiştî tine bû.

Kaya di tûrê şivên de heyî bi tûnî belayî rûezmên bûbû. Bi her gaveke şivên re her tayeke kayê dibû stêrk û ew tarîya kor a ser singa axê hêwirî diqelişand û şewqa royê dianî û digihande axê û herd pê ji nû ve şîn dibû. Em îro bi saya wê dizîya kayê zikê xwe têr dikin. Keriyên me jî. Ez ji wê kadizê welidîm. Aha ev rona ku niha çermê çolê dibiriqîne jî rona wê kadizê ye.”

Ji ser girê Ziyaretê li çolê mêze dikim. Xela dîsa cermê çolê diguvişîne û vê carê keriyên pez jî tune ne. Çol bitenê ye. Wekî min.

Heyfa vê bêdengiyê…

Sersala we pîroz be!

Ji ser girê Ziyaretê li çolê mêze dikim. Xela dîsa cermê çolê diguvişîne û vê carê keriyên pez jî tune ne. Çol bitenê ye. Wekî min.

Heyfa vê bêdengiyê..

Sersala we pîroz be!

Ev nivîs ji malpera kurdenanatolien.comê hatiye vergirtin

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply