Bextê Wenda

Destê dîlberê de pênûs bû,
Dersa vîna wê ne kifşe bû,
Bi dilê aramî difikirî diyar bû,
Wêjî nizanîbû dawî ewhabe.

Karê wê pirî pak û dirêjbû,
Jiyanê wekî leystokê zanîbû.
Ava kaniya gund pirî sar bû,
Hewcetî bi sarincê tunebû.

Şerbikekî ava kaniya xweza,
ji bo bedenê wekî derman bû.
Ji xwe razî û bi cîranan re,
dev bi ken lihevhatî dilşad bû.

Min wî roja wê wekî wê naskir,
li ber çavên min xwe hindakir.
Qilafetê wêde jiyanê kefş kirr,
Bextê me li ber çevan rê hindakir.

Kenê wêde evînê dilê min girt,
Awirên wê tomarê mêjîyê xwekir.
Bextê min û wê wekî hevbûn.
Me herdûyan hev dît vîna xwe hindakir.

Difikirim gelo va bexte an jî qedere ,
Çerxa gerdûnî li dora me digere,
Jiyan ji bo çi lime bûye şert û merce,
Evîn ji bo me bûye şerm û qebhete.

Behçet Ateş: 28.03.2018

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply