Çima Ziman?

Çima weha em li ser ziman disekinin? Pirs e. Ango pirsên bê nirx, pirsên tevlîhevîyê, gelek pirsên cure cure jî hene. Lê, di nava van pirsan de pirsa sereke ”çima ziman” e. Bê zimanî, bê zimanê dayîkê tevlîhevîya mejî, qelskirina şehsiyet girtinê û alozkirina têgînên mejî bi xwe ye. Ev jî alozîya herî bi xeter e.
Belê, divê em li bersîva çima ziman baş bigerin. Di destpêka gerê de em bikevin nava pelên dîrokê. Ka em binêrin bersîva vî pirsê Konfuçyus çawa dide.
Rojeke kesek ji pîsporê dewletê yê bi nav û deng ji Konfuçyus dipirse:
– Ku rojêkî bo ku tu welatêkî birêve bîbî gazî te. bikin di destpêkê de, niqta yekemîn dê tu çi bikî?
-Bê şik di gava herî yekemîn de minê ziman di ber çav de bibûrandana.
Guhdarvan şaş û mat dimînin. Bi çavên matmayî li benda berdewama bersîva wî dimînin. Konfuçyus gotara xwe didomîne:
-”Ku ziman bi kêmasî be peyv nikare hiziran baş dîyar bike. Ku hizir baş neyên vegotin, tiştên ku divê bêne bi cî kirin/vezîfe bêne kirin rast nayên bi cî kirin/kirin. Ku vatînî bi rêk û pêk neyên bi cî adet, çand dipişire, xirab dibe. Ku adet, çand bipişirin, xirab bibin dadmendî dikeve riya çewt. Ku dadmendî bikeve riya çewt xelk dikeve nava şaşîyan û nizane çi bike û nizanê ev rêçûn dê bigehî kê derê. Ji ber vî yekê ku tu tişt qasî ziman girîng nîne.”
Konfuçyus di navbera BZ . 552-479 de jîya ye. Ji ew demê heta îro gelek nifşan van gotinên wî ji xwe re kirine guhar û giranîya xwe dane ser zimanê gelê xwe, zimanê zikmakî (ne zimanê dayîkê).
Divê ji milletên serdest zêdetir milletên bindest û kurd, em van gotinan weke guhar bi guhên xwe ve bikin. Ev gotin bingehê serkeftinê, bingehê armanca kurdane. Bê xebatêke weha, bê vî armancê û bê vî armancê xebat, serkeftin, hev fam kirin, bawerî, bi hev re karkirin û bi hev re serketin gelek zor e. Bê zimaneke têkoz ji hev fam kirin zor e, ne guncav e.
Franz Fanon û Cezayîrî weke me belav wela, di bin nîrê dagirkerê Fransayê de piştî salên dûr û dirêjên bi jan bi girîngîya zimanê dayika xwe hesîyan, Dema zincîrê asîmîlasyonê di hişê xwe de parçe kirin gihaştin qada yekbûn, ji hev fam kirin û bi hev, hizirandin û têkoşînêke bi hev re.
Gelo Satre cîhanê bi çi fam kir hûn dizanin? Wî li cîhekî weha nivisî:
-”Min cîhanê bi alava ziman nas kir û min got qey ziman cîhan e.” Belê, divê em jî cîhanê bi zimanê xwe fam bikin, şîrove bikin û vebêjin.
Em dizanin cîhana rûreş bi asîmîlekirina gel û komên bindest rûreş e. Bi tunekirina ziman rûreş e.
Fanon pîştî dem û têkoşîneke dirêj û mezin xwe digîhîne qada mêrxasîya mirovhezî, azadî û serxwebûn xwezîya û azadîya zimanê gelê Cezayîrê.
Bi ya min em bê zimanêkî têkûz yê zikmakî nikarin baş ji hev fam bikin. Ji hev nefam kirin pêşî li pêşveçûna şexsiyetgirtina me û ji hev hezîya me bi xwe re tîne. Nefret, kîn û xwekujî dibe kulturek. Em xwe bi xwe bi xwe dikujin. Ev kêmasî nayîle yekîtiyeka miletî çêbibe.
Heta îro li ser ziman û rast û çewt bi karanîna wî, li ser zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî gelek tişt hatine nivîsîn, gotin. Zimanekî jar, ne bi hêz di dewsa kom ê de kesan, şexsan derxistîye pêş û ehlaqê êrîşkerîyê bi pêşve birîye. Êrîşkerî, çavsorî bi zimanê jar ketîye nava hizir û bawerîya me.
Îro xetera herî mezin ne sîstema dagirker ya asîmîleker e, ya ku mirovê kurd dibêje ”ez ji te fam nakim” bi xwe ye. Ev kêmzimanî, bê zimanî li ser liv, helwest, hizir û xeberdanên me jî bandoreke mezin ya neyînî dike. Zimanê laş û organê me jî bi xwe re diguhurîne, hişk û êrîşker dike. Xebata zimanhezên kurdî dê pêşî li van xeteran bigire.
Hakki Balta

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply