Çavdêriyên di Şibakê de

Ya divê tu bêdeng bî, ya jî divê tu ji bêdengiyê xweşiktirîn gotinekê bibêjî.”  
Pîsagor
Nivîskar Serdar Komurcu di berhema xwe ya bi navê “Şibake” de mijarên rojane bi çavekî hûrgilî çîrokên xwe vehonaye, nivîskar piranî di zarokatiyê û xortaniyê de tiştên qewimîne bi zimanekî herêmî, bi vegotineke naturel û bi şêwazeke çavdêrîn tabloya çîrokên xwe ji me re rêz kiriye. Hin çîrok bûyerên li gundan qewimîne, hin çîrok li gundê binhiş qewimîne û hin çîrok jî di şibaka çav re derbasbûne hatine verêsandin. Helbet çîrokên mijarên xwe ji bindestiyê û desthilatdariyê wergirtîne jî hene, çîrokên modern û karekterên wan modern jî hene, jixwe hin çîrok modern lê kirasê wan folklorîk û gundiyane xuya bûn. Nivîskar di navbera pira modern û gundîtiyê de didulî maye di çîrokên xwe de; bêhna her du hêlan jî ji çîrokan dihate, esas ev rewş an jî şêwaz hinekî bêhizûriyê bi xwe re ava dike. Çimkî bêbiryarî û didulî bêhizûrî ye, heman demê di karakterên modern de em vê bihûziriyê jî dibînin. Her wiha nivîskar carinan wekî monologekî tevlî metna xwe dibe, wekî karakterekî diaxive û vedibêje, carinan jî karakterên çîrokên nivîskar dilîzin û nivîskar wekî çavdêr û vegotvan li wan temaşe dike û vedibêje. Di metnan de gotinên nivîskar ên aforîzmatîk tim hene, yanê carê nivîskar wekî vebêjekî tim dikeve navbera karekter û metnê û bi gotinên xwe karekterên xwe aciz dike, karakter di vê navberê de dikeve betlaneyê heta ku nivîskar ji navberê derkeve. Dema nivîskar ji navberê derdikeve karekterê me berdewam dike, rêzebûyerên çîrokan bi vî awayî didomin. Welhasil helbet nikarim behsa çîrokan yek bi yek bikim, lê ez ê pirtir li ser du çîrokan bisekinim. Mijara çîrokeke karakterê modern e, mijara çîroka din jî bindestî û mêtingerî ye.
Çîroka “Şibake“
Mêro, dişibiya dareke hişk û vala. Bêdeng, bêdeng û bêken bû. Bê mahdê xwe rûdinişt, bê mahdê xwe, dipeyivî, bê mahdê xwe xwarin dixwar û bê mahdê xwe dijiya.”(12)
Dema em li vê paragrafa xwe dinêrin em têdigihîjin karakterê me karakterekî post-modern e. Çimkî karakterên post-modern piranî sar in, li hember heyatê bêwate û bêhûzir dijîn, tiştek ne xema wan e, destên xwe ji her tiştî vedikêşin, kî mir û kî ma ne xem e. Helbet di navbera karekterê modern û post modern de nûanseke zirav heye, karekterên modern motora wan bi êqil-dil dişixulin, lê pirtir bi motora êqil dişixulin. Karakterên post-modern motora wan ji lastîkê çêbûye. Çimkî wekî lastîkê vedizelin, bawerî bi karakterên postmodern nayê, bê hesabên wan li gor êqil û bê hesabên wan li gor dil tevdigerin, polîtîk in û taloke ne. Bênavend in, bêhizûr in, nediyar in û eklektîk in. Welhasil karekterê vê çîrokê bêtir modern dixuye û karekterekî felsefîk e, karekterekî hîç e. Hebûneke hîç e. Hîçê him dilîze û diteyisîn e.
Çîroka “Mirina Kulîlkê”
“Mal, dinya di hundir dinyê de bû.”
“Tew wexta ku zilêm bi şev kêr da qirika pîrekê, keçika biçûk bi çonga çûbû erdê! Nizanîbû ka wê bi halê diya xwe biqeheriya an jî diya wê nemira, bi roj tiştên wê bianiya serê wê, ji bo wana wê bitiresiye?”(36) 
Di vê çîrokê de nivîskar çavdêr e, kesên sêyem e û tevgerên karakteran dişopîn e, tevgerên karakteran ji me xwendevanan vedibêje, nivîskar di vê çîrokê de mudaxilî nava metnê jî dibe, nivîskar aforîzma jî bikartîne. Gotinên felsefîk bikartîne. Yanê nivîskar hem çavdêriyan dike, hem dewsa karakteran aforîzma bikartîne, dibe kesê sêyem, mudaxilî metnê dibe û carinan jî destên xwe ji qirika karakter vedikêşîne, xwe ji nava metnê vedikişîne, em ji vê paragrafa jêr têdigihêje ku nivîskar hefsarê karakter berdaye, nivîskar karakter azad kiriye da ku xwe vebêje û îfade bike.
Yadê bes! Yadê bes! Canê min diricife, ez qefilîm! Yadê bes! Yadê bes! Min bin xwe, ji tirsa pîs kir. Min bi xwe de ji tirsa mîst. Ez way dîsa ketim nava pîsî! Ez qefilîm. Ez ditirsim. Carekê dinê ez namîzim, ez nenûkê xwe jî naxim! Yadê bes! Yadê bes!(37) Erê dema em li vê paragrafê dinêrin em têdigihîjin karakter êdî azad e. Derd û kulê xwe bi awayekî azad vedibêje, rola xwe ya resen bi cî tîne. Hebûna xwe diteyisîne, wekî kesê yekem xemên xwe vedibêje. Pêdiviya wî ji kesên sêyem û çavdêr tune ye.
Çîroka “Gavan”
Gavan derbekê ketibû belê! Hema jî niha û şûnde diçû li ku derê disekinî îjar bila bisekiniya û kî dihat berdevê wî navên wan ji serleşker re got.
Eliyê kaçaxçî jî alîkariyê bi me re dike!
Leşkera çû ew jî bi lêxistin anît.
Wekî din?
Salihê qesab 
Wekî din
Biroyê Seydivan!
Wekî din?
Beşirî êzingvan!
Mele şêxo!
…(rp, 59)
Di vê çîroka Gavan de mijar mêtingehî û desthilatdarî ye. Gavanekî haya wî ji dinyayê tune, di halê xwe de, çi diqewime çi dibe qet ne xema wî ye, wekî gayê xemo ye. Lê belê rojek leşker êrîşî wî dikin û dibin qereqolê û lê didin, feqîrê reben dibêje haho wele ez alîkariya tu kesî nakim, haya min ji tu kesî tune ye. Lê fêde nake û hey dixwe lêdanan, rebeno mecbûr dimîne û hema kî tê ber navê wan dide, hema hema navê gundiyan gişan dide. Welhasil desthilatdar dema har dibin çavkor û çavsorî dibin. Nivîskar rewşa bindestiyê û mêtingehiyê bi çîrokeke trajîk li ber çavên me raxistiye. 
Tirs û êş bo desthilatdaran du têgehên serdest in. Çimkî bi saya van têgehan mêtinger xwe digihijîne armanca xwe, a ku tirs û êşê têk bibe jî bawerî û vîn e. Mirovên bawerî û vîna wan qels piranî têk diçe. Karekterê me ji ber êşê ango ji ber lêdanê têk diçe. Ne ji ber tirsê ye, helbet ditirse jî, lê bêtir ji ber lêdanê mecbûr dimîne lixwemikur were û hema çawalêhato navan bide. Yanî mijara çîrokê mêtingehî ye. Nivîskar xwestiye bi saya karakterekî bindest rewşa çîroka gelê xwe û bêwelatiya gelê xwe bihûne. 
Em dikarin bibêjin çîrokên cihêreng hatine nivîsandin, karekterên cihê û mekanên şênber piranî hatine bikaranîn. Zeman jî piranî rojane û carinan jî wekî raboriyekê hatiye şixulandin. Piraniya çîrokan ji hêla mijar, mekên û zemên ve real in. Mijarên xwezayî hatine vehûnandin. Welhasil ji her reng û dengan çîrok hatibûn verêsandin….
Çorê Arda-Diyarname.com

Nîşe: Ev pirtûk Xelata Şerzan Kurt wergirtiye.

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply