Meha Remezana Pîroz

 

شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِي أُنْزِلَ فِيهِ الْقُرْآنُ هُدًى لِلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِنَ الْهُدَى وَالْفُرْقَان (185) البقرة

Bawermendên birûmet!

Yek ji wan nîmetê ku Xuda Teala ji me re bexşkirî, meha Remezana pîroz e. Meha Remezanê; meha îbadet, şefqet, merhemet û bexşê ye. Meheke pir bi xêr û bereket e. Qurana pîroz di vê mehê de daketiye, mirovahî di vê mehê de ji tarîtiya kufrê  û şirkê derketiye û hatiye bi bal ronahiya îslamê ve. Ew şeva ku ji hezar mehî bi xêrtir Şeva Qedrê, tê de ye. Di der barê xêr û bereketa vê mehê de Xuda Teala wiha dibêje: “Meha Remezanê ya ku tê de Quran daketiye, ayetên wê ji bo mirovan rêber in û ji bo cudakirina heqiyê ji batilî delîlên eşkere ne.”[1] Nexwe pêwîst e em di vê mehê de, Quranê pir bixwînin û di bin emr û fermanên wê de tevbigerin.

Misilmanên birûmet!

Di der barê xêra meha Remezanê de, pêxemberê me di xutbeyeke xwe de wiha dibêje: “Gelî mirovan!   Ve hûn dikevin di bin siya meheke mezin û pîroz de. Di vê mehê de, ew şeva ku ji hezar mehî bi xêrtir Şeva Qedrê heye. Di vê mehê de, Xuda Teala di rojên wê de rojî li ser we ferz kiriye, min jî di şevên wê de nimêja terewîha gerandiye sinet. Di vê mehê de kesê qenciyekê bike, weke di demên din de ku ferzek kiribe xêrê bi dest dixe. Kesê di vê mehê de ferzekê bike, weke di demên din de ku heftê ferz kiribe xêrê bi dest dixe. Remezan meha sebrê û alîkariyê ye. Xelata sebrê jî bihişt e. Remezan meha bereketê ye, ku meheke wisa ye rizqê misilmanan tê de zêde dibe. Kî di vê mehê de mirovekî rojîgir bifitirîne, ew fitirandina wî dibe sedemê efûkirîna wî û xilasbûna ji agirê dojehê û ji xêra wî kesê ew fitirandî jî sûdê werdigre. Lê ji xêra wî kesê ku rojî girtiye jî tiştek kêm nabe.”[2]

Misilmanên birûmet!

Ji ber ku ewlehiya mana remezaneke din ji tu kesî ji me re tune ye, pêwîst e em vê remezanê firset bizanibin. Tobe bikin bi bal Xuda Teala ve û ew tiştên ku xêra rojiyê pê kêm bibe xwe jê dûr bikin. Pêxemberê me wiha dibêje: “Gelek rojîgir hene, bes ji wan re ji wê rojiya wan birçîbûn heye û gelek kes jî hene, bi şev îbadet dikin ji wan re jî bes ew bêxewî heye.” Vêca em jî ji Xuda Teala bixwazin ku me bigihîjînê meha Remezanê û bi niyeteke qenc wê pêşwazî bikin. Lewre gelek birayên me yên di Remezana borî de em bi hev re bûn, wan jî gelek dixwest bigihîjin meha rojiyê lê ecel nehişt û gelek kes hene gihişîtine meha Remezanê jî lê nexweşiyê ew asteng kirine ji girtinê. “Ya Rebî tu bereketê ji me re bêxî di Qur’ana pîroz de dilê me pê ronî bikî.  Ya Rebbî tu me bigihîjînî meha Remezanê  û tewfîqa me bidî li ser rojî û terewîhên wê û alîkariya me bikî li ser şikr, zikr û îbadetên qenc. Ez vê gotina xwe dibêjim, daxwaziya efûkirina gunehên xwe û we ji Xudayê mezin dikim û hûn jî bikin. Bêguman Xuda Teala bexşende û dilovan e.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]– El-Beqere 185

[2]– Mişkat ul- Mesabîh h.1965

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply