Wêjegeh

March, 2022

  • 15 March

    Black Sheep (Miya Reş) – Italo Calvino

    Welatek hebûye ku hemû kesên wî diz bûne. Gava ku tarî dikete ser rûyê erdê herkesî mifte û lambeyên xwe hildidan û diçûne diziya cîranekî xwe. Dema ku şeveqê bi barekî giran vedigeriyan, mala xwe jî şêlandî didîtin. Bi vî awayî hemû kes bi dilşadî, bi hev re dijiyan. Ji …

  • 13 March

    Kavilîstan

    Pisîkek kor dinewe Kûçikek kulek direye Rê diricife Av dimiçiqe Hêvî nêvî dimîne Asîmanê dilê keçikek biçûk diçire Laşê kurikek ciwan li meydana gund dibişire Yekî navsale di dest de demançeyek li ber serê xort e Xwêdan li nava xwînê dinizile şorahîya xwînê xwe dighêjîne şevên serdemên berê Jinikek ne …

  • 12 March

    Jîyan xweş bikin hêvî geş bikin( Helbest)

    Jin Jiyan Azadî Jin serhildan weke teyran Çîya çîya firîyan ne deh bi sedan. Şikeft kirin hêlîn teht kirin balîf bi wanre zindî bûn zinar û daristan. Jîyan xweş bikin hêvî geş bikin Rewş bigûharînin cîhan bi binefşî re bixemilînin. Li gunda û bajaran serbikevin bi hezaran êdî biqedînin koledarî …

  • 6 March

    Dor Bi Dor

    Rojekê di bin lehîya baranê derewîn de Min derî li xwe vekir û bûma mêvanê xwe Dêrî hat daran û em tenê man Ne meyzênin ku ez bêjim em Mehvan jî ez bûm û Malvan jî ez Em rûniştin Serê civatê de, me biryar li ser dinyayê da Nîvê civatê …

  • 4 March

    Çemê Xemê (Helbest)

    Agirê dilê min geş bû îşev Tariyek rûnişt li rexê min Ez nabim mirov dizanim Rebenekî bin baran im   Êşek heye li ser serê min Tu hekîm, tu derman nas nake Caran jiyanek nêzikê destê min Tarî piştê tavê şev li pey rojê   Cilê’m çirikî dil û ziman …

February, 2022

  • 27 February

    Êdî Çi Ma?

    Guh nebihîse, ziman di dev de negere êdî çi ma? Dema hêvîya me hat birrîn êdî çi ma?   Xwendin tune, nivîs tune, ne  jî axaftin Ji xewn û xeyalan pêvtir ji we re çi ma?   Însan divê huner û zanatîya xwe bi pêş bixe Berhemên baş li pey …

  • 26 February

    Dil an kevir

    Dilên xwe yên kevirî Bibin bazarekê li bazarê Ji bo balkeşkirana wê Bi derûwên xwe Ji derve nerm nîşan bidin, bixemilînin Ku rastî fehm kir, kiryarên dilên me Gelo wê hîn xwe xwedî dilekî nerm bibînin Na na wê xwe, xwedî kevirekî bibînin Di wê bîrê de bi xeml Bi …

  • 19 February

    Helbest Çi Ye ?

    Helbest çi ye û ew kî ye? Tu nê bivî dildarê yarekê Pê serbilind bimînî Bi rengê bilbilekê dil dikeve kulîlkekê Stranek tê gotin li ber awaza sazekî Çemeke diherike li ser axa kevnar Helbestek ji ez ezîtîyê pê ve tiştek nayê gotin An yek hez bike ji welatekê Helbest …

  • 13 February

    Ji Evîna Rojên Kevin: Eyda Biçûk û Mezin

    Du eydên me hebûn; Eyda Biçûk û ya Mezin an eyda Remezanê û Qurbanê. Li gor irf û adetên gundê me, her eydek sê roj jêre terxankirî bûn, roja pêşî (Çekşo) bû. Xeklên gund di vê rojê de cil û bergên xwe dişûştin, xaniyê xwe pak û paqij dikin, karê …

  • 12 February

    Peyvên Tiryakî -3- Cenap Şehabettîn

    Aqil, ne bi sala ye, bi fikra ye. Lêbelê êqil, sal tînin serî mirov. Ê ku naxwazin bixapin, tu aqil nikarin bixapînin. Tevgerê me yê herî mafdar; nazikîye. Pir-hindik herkes qeşmerê xwe ye. Esaleta herî mezin, giredayiya fikrên bilind e. Serê hîkmetê, tirsa Xwedê, dawîya hîkmetê, tirsa mirovan e. Devê …