Ferhenga Kurdî-Fransî ku ji aliyê rewşenbîr û nivîskarê Kurd, Mîr Kamûran Bedirxan piştî 39 salan ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ve hat çapkirin. Di vê ferhengê de 85.000 peyv, ji hemû zarava û devokên zimanê Kurdî hatiye berhevkirin. Ev ferhenga navborî bi amadekariya Mîr Kamûran Bedirxan dest pê kiriye û wî bi xwe 25.000 peyv berhev kirine û wergerandine Fransî.
Kendal Nezan wiha behsa destpêka ferhenga Kurdî-Fransî û daxwaza Mîr Kamûran dike: “Çîroka ferhengê dûr û dirêj e. Bi xebata Mîr Kamûran Bedirxan dest pê dike. Mîr dixwest ferhengeke Kurdî-Fransizî ya berfireh amade bike ku tê de peyvên hemû devok û zaravayên Kurdî hebin. Di dema destpêka xebata wî de ferhengên Kurdî û zimanên ewropî kêm bûn, ferhenga dewlementir Dictionnaire kürde- français ya Alexandre Jaba bû ku di sala 1879an de li bajarê Sankt Petersbûrg, paytexta Rûsyayê derketibû. Ew ferheng ji 15.000 peyvên Kurmancî pêk dihat û êdî peyda nedibû. Di salên 1960an de A Kurdish – English Dictionary ya C. J. Edmond û Tawfiq Wahby li Oxford University Press, ku bi granî peyvên zaravayê Soranî civandibû û li Sovyetistanê jî Ferhenga kurdî-rûsî ya Qanatê Kurdo ya 34.000 peyvan hatin weșandin.
“Ferhengeke bê mînak ji zimanê nivîskî an devkî wekî lașekî bê goșt, xwerû îskelet e”
Serokê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan di derbarê destpêkirina xebata ferhengê de wiha axivî: “Di salên 1950-1970î de, Mîr Kamûran li Zanîngeha Parîsê profesorê Ziman û Edebiyata Kurdî bû. Di ber gelek karên xwe yên perwerdeyî, siyasî û dîplomasî de xebata xwe ya ferhengê pêș ve dibir. Hevjîna wî, xatûn Nathalie d’Ossovetzky, ku aristokrateke polonî bû û bi gelek zimanan dizanî alîkariya wî dikir. Gava ku Mîr di sala 1978an de wefat kir bi qasî 25.000 peyv berhev kiribûn û wergerandibûn Fransî. Lê ew di wê baweriyê de bû ku ev xebat hê nîvco ye, ji çapê re ne amade ye. Destnivîsa ferhengê sipartin min. Me xwast ku wê bi peyvên di ferhengên Kurdî yên ku heta wê demê derketibûn temam bikin û çap bikin. Lê piștî demekê me dît ku piraniya ferhengên heyî lîstên peyvan in, mînakên bikaranîna peyvan, wateyên wan ên cihê nadin. Ferhengeke bê mînak ji zimanê nivîskî an devkî wekî lașekî bê goșt, xwerû îskelet e. Me biryar da ku nelezînin, ji xebat û zanîna Kurdînasên ji hemû navçeyên Kurdistanê sûd wergirin û ferhengeke referans a li gor pîvanên zanistî yên Ewropî amade bikin. Di dema xwe de zanayê Fransiz Roger Lescot bi qasî 20 salan li ser destnivîsa Mîr Celadet Bedirxan xebitî û Gramera kurdî nivîsî ku hêjî weke referans ji bo Kurmancî tê bi kar anîn. Me xwest ji bo ferhengê jî xebateke wisa bingehîn pêk bînin.
“Kurdî beșeke girîng a kelepûra (mîrata) zimanî ya mirovahiyê ye”
Kendal Nezan wiha behsa naveroka ferhengê û kesên di vê xebatê de cîh girtiye dike: “Di salên pêșîn ên vê xebatê de du xwendekarên Mîr Kamûran Josefa Bertolino û Caroline Delassus, hevjîna Roger Lescot, Marlise Lescot, zimannasê Kurd ê Rojhilatî Xosrow Ebdullahî bi awayekî domdar û hejmareke Kurdên din ên ku li Parîsê dijîn jî car bi car li gel min heftiyê carekê diciviyan. Piștî vebûna Enstîtuyê, di sala 1983yan de, di çarçoveya bernameya me ya bûrsên xwendina bilind de, xwendekar ji hemû navçeyên Kurdistanê hatin Fransa û Parîsê. Xêra wan jî gihîșt dewlemendkirina ferhengê. Dû re, di sala 1987an de civînên Koma Kurmancî dest pê kirin; piștî demekê jî yên Koma Vatê ya Kirdkî-Dimilkî bi beșdariya nivîskar, zimannas û rojnamevanên van zaravayan. Di nav salan de bêtirî 150 kes beșdarî van civînan bûn û peyvnasiya Kurdî dewlemendtir kirin. Ferhenga me ji encamên xebatên komên Kurmancî û Vatê, ji gêncîneyên Edebiyata Kurdî ya nivîskî û yên zargotinî bi berfirehî îstifade kir. Di dawiyê de me ji hemû zarava û devokên Kurdî bi qasî 85.000 peyv civandin. Dora 15.000 peyv heta pêleyekê dubare ne, guharteyên hin peyvan li gor bilêvkirina cihê yên devokan in. Ji bo agahdarî; nivîsa Îbranî ya Peymana Kevn, ku pirtûka pîroz a cihû û mesîhiyan e, li dora 5.800 peyvan bi kar tîne, William Shakespear berhemên xwe bi qasî 15.000 peyv nivîsîne. Kurdî di warê jiyana rojane ya gundîtiyê de, di peyvên erdnasî, perwerdekirina pez û dewaran û berhemên wan, di peywendiyên merivatiyê de gelek dewlemend e. Ji ber vê dewlemendiyê, zimannasê Fransî yê navdar Alain Rey ku ferhenga Fransî ya mezin Robert nû dike û ji çapê re amade dike, di pêșgotina xwe ya ferhenga me de dibêje Kurdî beșeke girîng a kelepûra (mîrata) zimanî ya mirovahiyê ye.
Cûdahiya vê ferhengê!
Di salên dawîn de ferhengnasiya Kurdî pêșketiye. Ferhengên kurdî-kurdî yên Gîw Mukriyanî û Hejar Mukriyanî, Shanrezor&39;s Kurdish-English Dictionary ya Shafiq Qezaz, A Kurdish-English Dictionary ya Michael Chyet, Ferhenga kurdî- tirkî û tirkî-kurdî yên Zana Farqînî berhemên gelek hêja ne û bi kêrî xebatên me hatin. Cudahiya ferhenga me ya sereke ew e ku ji bo cara yekem peyvên hemû zarava û devokan, dimilkî û feylî jî tê de, dicivîne û wan bi zimanekî Ewropî yê kulturê werdigerîne. Bi hezaran mînakên bikaranînên wan ên edebî, rojane û zargotinî rê didin ku him xwendevan ziravî û hûrgiliyên Kurdî baștir têbigihêje him jî Kurdên navçeyekê an zaravayekê çêtir têbigihêjin peyvên devok û zaravayên din ên Kurdistanê.
Nûjîn Onen-HEFTENAMEYA BAS