Mebhesê Adabê Xwarinê

Xudê ev teamê di xweş dane te
Digel av û fêkî libasê li te

Hinek xwê di ber zadê paşî bixwe
Heramî û tiştê bişubhe mexwe

Tu be şukrê manendê heywan mexwû
We bê mulheza wê tu tiştek mexwû

Ku goştgirtina te ji heram bitin
Duayê te êdî qebûl nabitin

Bixwe tu ji bo quweta taetê
Ne bo lezet keyf û pur şehwetê

Heçî hate ber te tu pê razî be
Gelek talibê tiştê xweştir mebe

Di ber zadê paşî jî destan bişû
Wekî ku bi kevçik bixwey qet meşû

Tu navê Xwedê bîne dest pê bike
Wekî ku rihabûy hemdê bike

Li ser zadê rûne bi terzek edeb
Piyê rastê rake birazîne çep

Ne razê ne pal de dema xwarinê
Ne bêhiş be ba fexr û pur xwarine

Tu elhemd îlaf û îxlasê bixûn
Duayê di merwî ji bêhed bixwûn

(Nehcul Enam, Çapa Tipên Erebî) 

Mele Xelîlê  Sêrtî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *