- Axayek hebû, kengî îşek wî ketiba li ba xizmetkarê wî, tevsîkek savar da xwarin pê de û virêkire îşê xwe.
- Baxê tiralî siha beran e, çola xebatkaran baxê tirîyan e.
- Ber çem ber çem diçûye, Benîşta xwe dicûye.
- Bila bira be, bila ne vir be.
- Çi tiştê ku hate ser zimanê te, ew dibe malê xelqê, êdî nikarî ji wan bistînî.
- Çiyayê bilind, berq (birûsk) jê xelas nabe.
- Dayek dibêje kurê xwe: “Hêj bêjino tu kurê mino, Tu ku bijino ne kurê mino.
- Destê rihet li ser zikê birsiye.
- Dijminê eqilmend çêtir e ji dostê ehmeq, Dijminê ehmeq betertir e ji şeytanê cazû
- Dinya wiha ye; Hinek kedkar in, Hinek kedxwar in.
- Eger eqil heye bikire, eger tune ye nefiroşe.
- Eger malê te zehf be, nebe kefîlê ne ber xwe ketiyan, eger eqlê te zehf be nebe hevalê nezanan.
- Eger te bivê xefiyan, eşkere bike bêje dijminan, Eger te bivê derewan, pêve zêde bike bêje jinan.
- Ehmeq ne ew e ku şixulê nizanî bike, Belkî ew e ku xeberê nezanan dike.
- Esman dibe bihost, dijmin nabe dost.
- Ez dixwim nan û avê, min mîneta kesê nevê.
- Ger te nav û dengê bilind bivê, xwarina te her bê ber mêvanan, Ger te dengê bilind divê kerî berde mêrg û çîmenan.
- Hifza xwe ji dostê ehmeq pirtir, ji dijminê zana bike, lewre; eqil her fekiyê dide.
- Ji kevir hişktir paresûyê jinan e, di gel wê qasê jî, xwe belengaz dizane.
- Jin bavê, kafir bavê, em birsî ne li ber dolabê.
- Jina emekdar jin e, ya dev cirt û ziman dirêj dijmin e.
- Kaxizê pîyangoyê, yek tifaqî ye, du neheqî ye, sê ehmeqî ye.
- Kerê barkêş, çêtir e ji kerê serkeş.
- Kerî siware kerê xwe digere.
- Kes nabêje dewê min tirş e.
- Kî jinan bibe sûkê deyndar (qerdar) e, Yê zaroyan bibe tengezar (bendewar) e, Yê bawer neke berdîwar e.
- Ku newal vala be ji şêr û pilingan, Rûvî dibe mezinê gund û civakan.
- Kurê kerî (hêstir) ji bavê xwe maqûltir e, çiko barê giran hildigire.
- Lokma xweş bide dostan, zimanê xweş bide dijminan ku zewala te çênebe.
- Mar nabe yar.
- Mêran biceribîne şixulê giran, Jinan bi ceribîne bi gotinê xefiyan.
- Roj heye ku hay ji te heye.
- Rojekê axa ku savar danand ber xizmetkarê xwe, Xizmetkarê wî got: “Ne dixwim vê savarê ne jî diçim hewarê.”
- Rûvîyê digere ji şêrê diraze çêtir e.
- Sînî (Navê gundekî) sêke, Xwedê Rebbî tu çêke, çayê têke bi aliyê min virêke.
- Sisê ne, hev asê ne.
- Şîreta dostê eqilmend şîrîntir e ji hingivînê ger çi dilê te jî biêşîne.
- Tu ji xwe re koçkekê çêke. Eger tu nikarî, kolîka xwe ji destê xwe neke.
- Xebera ku derkeve ji navbeyna sih û du didanan, dê belav bibe her kom û dîwanan.
- Xefîgotin, malê xelqê ye, Yê te negotî pertalê te ye.
- Xezîna emekdaran li malan e. E’mbara betalan li newalan e.
- Xweda goşt dide mirovê bê didan.
- Xweyiyê xiraban dil xapandî ye, xweyiyê qencan xem revandî ye.
- Yê xwenda wezîr e, Yê nexwenda heqê wî pîvaz û sîr e.
Necmettin KEVE-kurtdiliedebiyati.com