Wêjegeh

Îlon, 2021

  • 8 Îlon

    Mîtolojiya Şahmaran

    Li gor lêkolînêran, mîtolojiya Şahmaran digihîje serdema Hûrî û Mîtaniyan. Piştre Hatiyan( Hîtît) ji Mîtaniyan girtine lê kêm û zêde kirine. Xemilandin e, hûnandin e û kemilandin e. Gelek varyantên mîtolojî ya Şahmaran hene. Di hinek varyantên kurd û farisan de laş mar e û du serî hene seriyek jê serê mar e û yê din serê zilaman e. Di …

  • 5 Îlon

    Bêrîkirin

    Bêrîkirin ax çiqas Dil dişewitîne Çiqas çav tijî hesîr dike Ax çiqas jî dikare Dil binalîne Bêrîkirin ax çiqas Xemgînî dide mirov Çiqas hêvî dişkîne Ax çiqas jî dikare Hezkirinê zêde bike Bêrîkirin ax çiqas Çav li rê dihêle Çiqas sebrê zêde dike Ax çiqas jî dikare Mirov li bendê bihêle Bêrîkirin ax çiqas Mirov dide zehmetê Çiqas şewqa bawerî …

  • 3 Îlon

    Sê Meselok – Cüneyt Yazıcı

    SEBRA APÊ KAL Kalekî hildaye tevr û bêrekî çiya dikole. Xortek lê rast tê û piştî silavdayînê,jê dipirse : “Apo te xêr e,tu bi tevr û bêrê pê ketiyî vî çiyayê bilind dikolî ? ” Apê Kal got:”Birazî,li biniya vî çiyayê mezin zeviyeke min heye. Ji ber ku çiya bilind e,nahêle tav bi zeviya min bixe,çandiniyeke baş çêna be. Min …

  • 1 Îlon

    Ew Roj

    Bihar bû, bihareke zû. Li çiyayên welatê me befir hatibû. Serê çiyayên welêt ji berfê sipî    bibûn. Li çiyan reşbelekî hebûn. Li gundan, li hinek bajaran sahî hebû. Lê pêşiya      hingê… Pêşiya hingê şeva reşa qetran ketibû ser welatê me. Rojê ronahiya xwe nedida. Tavê germiya xwe nedida perasî/parsuyên ji sirê seqem girtî. Deşt û zozan, newal …

Tebax, 2021

  • 28 Tebax

    Qinik/Zûgotinok

      Ez çûm mala Xalê Mele Remezan Min go mala Xalê Mele Remezan Ka mera mala Xalê Mele Remezan?       -sê caran tê dubarekirinê-               * * *         Guvîj û vîjik di kevçî de Min guvîj xwar vîjik ma kevçî de”      – sê caran tê dubarekirinê- * * * Çîrokê vîrvîrokê Rûnê rokê Berda cokê Co miçiqî Rûn …

  • 27 Tebax

    Dilo rabe buhar e

    Dilo rabe buhar e Kesk û sor e bi dar e Dinê germ e ne sar e Dilo rabe buhar e Ga û golik heval in Welatê wan newal in Hemî xort in, ne kal in Ga û golik heval in   Mêw ez im, tu tirî Mih tu yî, ez im hirî Te firot û min kirî Mêw ez …

  • 23 Tebax

    Korona

    Kê zanibû dê rojekê Ji Wuhanê bazara masiyan Ji gur û kuçikxwurê Çîniyan Belav bibe êşa kuştinê li ser mirovan Û li ser sîngê deyne mîna xewnereşkê Kê zanibû dê ji Çîn û Maçînê Pêla reş rabe li ser cîhanê Û bi şêweya sermagirtinê nîşan bide Li poz û bêvilê Û ji holê rake bîn û tama xwarinê Bîn û …

  • 21 Tebax

    Ez ne ezim êdî

    Ez ne ezim êdî Ne hestên min hestên berê ne Ne jî ez mîna berê me Bêdengîya te min naêşîne êdî Tenê pê dikenim û derbas dibim Tu êdî ne şahîya min î, ne jî êşa min î Tu ne hezkirî yê min î Ne jî ev dilê min da yî êdî Êdî dîtina çavên te yê reş ne daxwazî …

  • 20 Tebax

    Roşan Lezgîn İle Zazaca Kürtçesi Üzerine

    “Zazaca Kürtçesi’nde Edebi Çalışmalar” konulu söyleşide konuşan yazar Roşan Lezgîn, önemli konulara değindi. Çıra Kültür ve Sanat Derneği’nin düzenlediği, derneğin salonunda, 20.06.2009 günü saat 16.00’da başlayıp 18.30’a kadar devam eden söyleşide yazar Roşan Lezgîn, “Zazaca Kürtçesi’nde Edebi Çalışmalar” konulu bir konuşma yaptı. Dinleyicinin aktif katılımıyla süren söyleşide Zazaca Kürtçesi ve Zaza Kürtleri ile ilgili birçok konuda doyurucu bir sohbet gerçekleşti. …

  • 19 Tebax

    Elodîno

    Belê, ji heyamê berê ve, ji kelha Bafê re tê gotin kelha ‘Elodino, ew jî ji ber ku her di heyamê berê hukumdarek di kelha Bafê de rabû navê wî ‘Eledîn bû. Her ji ber ku hukumdariya wî zêde bû û ew bixwe, xweşmêrekî mêrxas û bikêrhati a bi nav û deng bû. Xelkên herêma Botan jê re digotin ‘Elo …