Raman-Gotar

ZELALIYEK LI SER PEYVIKA ”KURD” Û ”KURMANC”Ê

Îro biraderê me Dawud Çîçek pirsek bo min hinartiye: ”Ez benî gotina kurmanc ji kur hatiye çima li hin deverên kurdistanê kurmanc wek xizmetkar yan azep tê dîtin û weku çîna xwarê ya civakê .. gelo ev ji ku hatiye .. ji nêzîkbûna mîr û begên kurda ya nêzîkbûnën êlan tê … min ev yek li başûrê kurdistanê û bakûrê …

Bêhtir »

Hotel Dinya

  Platon  û Arîstoteles hunerê wek olandayîna rastî û ya xwezêye pênase kirin. Hûner û hemû beşê wê jî gelemperî derdorê vê bîrdoziyê teşe girt. Kîjan wênesaz kulilkekî, herî xweşîk û tinguz saz bike. Wênesazê herî baş ew e. Her wuha helbestvan, çîrokbêj, stranbêj… Li ser himê bîrdoziya olandayînê wergerê jî ciyê xwe girt. Îro hemî dinya dike kû hêz …

Bêhtir »

Fermana Kuştina Şihabedînê Suhrewerdîyê Feylesofê Kurd

Suhrewerdî demekê derketiye geşt û gerên dûr û dirêj, di wê navberê de li Îranê, Diyarbekir û Enedolê rêwitiyê kiriye û di dawiyê de li Sûrî, xwe gihandiye bajarê Helebê. Heleb wê demê di bin serweriya Zahîrê kurê Selahedînê Eyûbî (Sâlah ad-Din al-Eyyûbî) de bû. Zahîr, bi xweşî pêşwaziya wî kir û jê xwest ku beşdarê civînên ilmî bibe. Bi …

Bêhtir »

Ji Pirtûka Gulîstanê

Derwêşekî ku duayê wî qebûl dibû li Bexdayê hebû. Heccacê Zalim jê agahdar kirin, Heccac ew vexwend û got: “Duayekî xêrê ji min re bike!” Got: “Xweda, ruhê te bistîne!” Heccac got: “Ji bo Xwedê ev çi dua ye?” Got: “Ev hem ji te re, hem jî ji hemî misilmanan re duayekî xêrê ye.” Ey serdestê ku bindesta diêşîne Ev …

Bêhtir »

Hin tiştên derbarê Şêx Seîd û serhildanê de nayên zanîn!

Yên rastiya Başûrê Kurdistanê baş nizanin nikarin bigihîjin vê qenaetê. Di dema îroyîn de, ji Kerkûkê bigre heta Hewlêrê ji wir jî heta Mûsilê şerîdeke Tirkmenî heye ku bi kêmanî 500 hezar Tirkmen li xwe digre. Heger Tirk li wîlayeta Mûsil û Başûrê Kurdistanê mabûna, bi kêmanî dibûn du yan jî sê milyon kes ku hejmara kurdan jî pir kêmtir …

Bêhtir »

Hunermend û nivîskarên Kurd herî zêde ji kîjan albûma kurdî hez dikin?

Derbarê albûmên kurdî de me lêkolînek amade kir. Ji ber vê me di nav da stranbêj, nivîskar, rojnameger bio tevahî ji 35 kesan pirsî. Li gor bersivan herî zêde navê 4 hunermendan derket pêş… Stranbêjên kurd heta niha bi sedan albûm derxistine. Me jî derbarê hezkiriyên van albûman de lêkilîn û rapirsiyek amade kir. Li gor bersivên hatine dayîn albûm …

Bêhtir »

Destana Destan

piştre bi sê awiran li pênivîska xwe ya tijî çîrok mêzand a li navbera rûpelên nîşenivîska virtûvala ji xîzaniyê tariyeke zilqemirî melisîbû li hewaya sikîsar li ser bajarokê şilûşîn piştre min li xêzên li kefa destê wî yê rastê kûr û dûr mêzand   – Xêza temenê te dipdirêj e delalo, tuyê gelekî bijî. – Min nedizanî tu falbaz î. …

Bêhtir »

Ziman û Ruhê Wergerê

Wergera ji zimanekî bo zimanekî din, yek ji rêbazên danûstandinê yên di navbera çand, huner, wêje û zanistê de ye. Dikarin bêjin ku werger, ji destpêka bikaranîna nivîsê heta roja me ya îro, parçeyekî girîng ê şaristaniyê ye. Tabletên Sumeran wek wergera destpêkê tên binavkirin û bi rêya wergera ji zimanê sumerî em zanyariyên pir girîng bi dest dixin. Pirtûkên …

Bêhtir »

Xebata Gundiyan, Ziman Û Çand

Dema peyama edîtorê Kovara Çandnamê mamoste Dilazad A.R.T bi rêye telefonê giha min, ku daxwaza nivîsekê bi Kurdîya Kurmancî ji min dikir, min ne dixvest daxwaza wî bişkînim. Lê di derbarê nivîsê de ez ê ne gelekî wêrek bûm. Mamoste carek dudo dî jî ev daxwaza xwe dubara kir. Bi rastî hinekî jî cesaret da min. Ez ketime hayra mijara …

Bêhtir »

Û Zevîya Çandî Kire Sîlos…

Zulmeke mayîn jî ji bîra min naçe. Îdî dawya salê 1940-î bû. Halê gundya gelekî giran bû. Derbaharê hinek diçûne bajêr dixebitîn, wekî karibin wextê gîhadirûnê û nandirûnê parî nanê wan hebe. Cînarekî me jî çûbû bajêr dixebitî. Îdî destbi gîhadirûnê bûbû. Zevya kele girtibûn, lê ew hela nehatibû. Zevya ber derê wan jî rind şîn bûbû. Zevî jî zevya …

Bêhtir »