DÎTINA JI DIL

Li Qosera Mêrdînê, bi navê xwe yê naskirî Fadilê Kufragî, bi yê nasnamê Fadil Dagli dengbêjek dijî. Kufrag navê gundê wî ye yê Xwedê lê daye.

Dengbêj Fadilê Kufragî ji ronahiya her du çavan bêpar e. Lê jîrek e. Xwedê ji çavan girtiye daye aqil, daye dil. Û kêf û coşek daye ji dil.

2020’ê salê ew gihaştiye 75 saliya xwe. Loma ez dikarim bi wî re bibêjim apo. Apê Fadil. Dengbêj Apê Fadilê Kufragî.

Nezaniya dê û bavan, ew kêm hîştiye ji roniya çavan. Ne ku Apê Fadil wek kor hatiye dinyayê. Na. Wî, di çil rojiya xwe de çavên xwe wenda kirine. Helbet ji ber cehaleta der û dorê. Li ber Apê Fadil danîne jiyaneke bi zorê.

Roja ku çil rojên xwe li pey xwe dihêle Fadilê biçûk, bi awakî ku bi brayê xwe re dilîze, ava frenga (şamik) dipeke çavên wî. Dê radibe raberî çend cîran û kaşo pirrzana dide. Jineka cîran dibêje, tu ji min re kevçiyekî, hinek rûn û ard bîne. Dê bi ya jinikê dike. Rûn, kevçî û ard jêra tîne.

Rûn bera kevçî didin. Hinek arvan jî tevlê dikin û didine ser agir. Rûn rind diqijirînin. Dixînine nav paçekî û didine ser çavên Fadilê reben. Piştî çend saeta vedikin ku çavên lawikê bêguneh kort bûne. Bav pê dihese. Digire dibe cem xwarziyekî xwe ku ji çavan fehm dike. Wê saetê tiştekî ku xwarzê jî bike nemaye. Dibêje, we çavên Fadil kor kirine hey kornebûnno. Li ser vê kêmaqiliyê mixabin Apê Fadil ji çavan dibe.

Apê Fadil xweşsohbet e. Rû biken û camêrekî serwext e. Dibêje, distrê, henekan dike, dikene û dide kenandin. Xwedê hefizeka wisa dayêye ku, aqlê wî wek teybê ye. Her bihîstinekê qey tu dibêjî li mêjûyê xwe qeyd dike. Dîwana Ehmedê Xanê, Nûbihara Biçûkan, şiîrên şaîran; wek Cegerxwîn, Qedrîcan, Feqiyê Teyran. Dîsa mewlûda Bateyî ya Kurmancî.

Li civata Apê Fadil em rûniştibûn çend canik û camêr. Çay hat. Min dît ku îskana çaya xwe xiste nav mista xwe, kevçiyê xwe kire nav çayê û bi qasî deqakê tevda. Min got, Apê Fadil tu çi dikî? Got, kuro tu nabînî ez çayê tevdidim. Min got, ez zanim tu çayê tevdidî lê te şekir navête çaya xwe ku tu tevdidî? Keniya. Helbet min dizanibû ku nexweşiya şekir li wî heye. Şekir ji wî re qedexe ye. Got, ma kuro! Wexta tu bi jinikê re dikevî nav nivîna, pêşiyê ma tu hinekî mist nadî. Û fiqîn pê ket. Ew û em, em bi têra xwe keniyan. Ku kenê me qediya dewam kir, ev tevdana çaya min jî wilo bihesibîne lo. Em cardin keniyan, bi Apê Fadilê can.

Apê Fadil ji ber ku her di tariyê de ye, nizane ronahî çi ye. Herkesî wek xwe zane. Carna bi hevalên xwe re baz dide, direve. Dikeve xwarê. Hevalên xwe re dibêje, kuro hûn çima nakevin, her tim ez dikevim? Heval dibêjin, ma ê me çavên me hene law. Fadil destê xwe dibe ser çavên xwe û ji hevalên xwe re, ev e çavê min jî hene, dibêje. Û lê zêde dike, min nizanibû ku ronî di çavan de heye an tune.

2010’ê salê jinik dimire. Jixwe berî jinikê “nêrîtî”ya wî dimire. Şekir lêdixwe û ji peyatiyê dikeve.

Apê Fadil neçûye dibistanê. Di biçûkatiya xwe de çendakî diçe ber xoce. Dîsa jî di axaftin û nirxandinên wî de, felsefeyeke jiyanê dibînî. Dibêje, ma li dinyayê du nîmet hene kuro, yek çav in yek jî pîreka meriya ye, ya helal. Ê min her du jì tunene.

Dengbêj Fadilê Kufragî vê jî dibêje, li dinyayê du tişt nexweş in; kesê bêwar û darê bêber.

Bîranînên wî mirov digire û dibe cîhaneka din. Meri nizanî bigirî an bikenî.

Dibêje, ez zarok bûm. Çerçî dihatine taxa me. Mîna super marketên niha lo. Di vir de çavên xwe yên hîç nedî tam vedike û dikene. Ewqas dikene ku zikê wî radibe rûdine. Dewam dike. Li ser wan çerçiya her tişt hebû. Te çi bixwesta lo.

Rojekê dîsa çerçî hatibû taxa me. Bang dikir: werin şe û neynikê min hene. Doxîn û lastîkên min hene werin… Jin li ser çerçî diciviyan. Ez çûm. Bi dizîka min xwe nêzika ereba çerçî kir. Dora çerçî qelebelix bû. Min hema çaqtirmadan, yanê dizîka destê xwe drêj kir ku tiştekî hilbigrim. Hîn destê min bi titik vitika nebû, çerçî hişk bi destê min girt. Got; kuroo baqil be. Ez ê li texim haa. Waaww. Ez li şûna xwe sar bûm. Di cem xwe de fikirîm. Min got, vî çerçiyî çawa ez dîtim? Kê jêra got. Ne teqîn pê hat ne reqîn pê hat. Min nizanibû ku dibîne. Min digot belkî xelk û alem gîştik mîna min nabîne lo.

Ji her tiştekî re sebra Fadilê Kufragî heye, bes ku têda ehmaqî tune be. Mirovên ehmaq wî dîn û har dikin. Ji min dipirse;

– Li ser ehmaqa tu dizanî Seyda Evdirehmanê Axtebî çi gotiye?

– Na Apê Fadil. Çi gotiye?

– Seyda gotiye;

Xwezî çil sal li zîndanan bimînim

Her roj sed mar û dûpişkan bibînim

Li hevraza barê aşan bikşînim

Li berwara pezkoviyan biçêrînim

Zivistanan li ser avan bimînim

Ne ku carek yekî ehmaq bibînim.

 

Rast e, her du çavên Apê Fadil vê cîhanê nabînin lê ew, bi çavên dilê xwe her du alema dibîne.

 

Abdurrahman Benek

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply